Jin dikarin şerê cîhanê rawestînin

- Gulan Fehîm
31 views
Pergala modernîteya kapîtalîst dixwaze bi Şerê Cîhanê yê 3’yemîn xwe bi hêz bike û hebûna xwe bidomîne. Navenda şer Rojhilata Navîn e û bûyerên vî şerî bi lez rû didin. Ev şer roj bi roj bi hevsengiyên nû dewam dike. Îsraîl demek dirêje, xwe ji bo şer amade dike. Êrîşa Hamasê ku 7’ê Cotmehê bi destê Hamasê çêbû, ji bo xwe wekî firsend dît û ev li gorî berjewendiyên xwe bikaranî. Niha Îsraîl dixwaze Îranê bikişîne nava şer. Ev şer her diçe berfireh dibe û encamên vî şerî çawa bê ne diyar e.

Ji şerê cîhanê yê sêyemîn, herî zêde jin, zarok û jîngeh bandor dibin. Jiyanê û xwezayê bi her awayî tine dike. Ev şer li Rojhilata Navîn belav dibe û navenda wê Kurdistan e. Dewleta Tirk jî di vê pêvajoya şer de êrîşên li dijî Kurdan dijwar dike dike. Ya li hemberî gelê Kurd dimeşînê qirkirin e û di her pêvajoyê de vê bi rêbazên cûda didomîne. Êrîşên rû didin li hemberî hebûna gelê Kurd e û di nav xwe de xetereyên mezin dihewîne. Dixwazin Kurdan li her derê belav bikin. Lewma vî şerî kûr dikin. Lê pêwist e, şerê ku ev pergal ji bo berjewendiyên xwe dimeşîne û şerê ku gelên bindest ji bo bi têkoşîna azadî û wekheviyê dikin neyên tevlîhev kirin. Ev şerê ku pergal dimeşîne li dijî berjewendiya jin û gelan e û di encamê de ji bo maf û azadiya jinan ti tiştî bi xwe re nayene. Divê were zanîn ku têkoşîna esasî di navbera şaristaniya bi dewlet, modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk de ye. Di vê mijarê de tekoşîn kirin jî xwedî girîngiyek mezin e. Jin li dijî şerê cîhanê yê sêyem, di avakirina modernîteya demokratîk de weke eniyek esas rol dileyîze.
Hêzên hegemon ji bo berjewendiyên xwe biparêzin bi hewldanên mezin dixwazin Îranê tevlî vî şerî bikin. Îsraîl, hêzên Rojavayî û Tirkiye ji bo vê dixebitin. Îsraîl li Lubnanê, li Sûrî û Yemenê derbên giran li Îranê dixe, car car li nava Îranê bi xwe jî lê dixe ji bo wî bîne rewşe bersivdanê. Dibe ku ev şer derbasî Sûrî û Iraqê jî bibe. Dixwazin dest û lingên Îranê yên derve qut bikin. 

Jin li dijî zextan li ber xwe didin 

Rejîmê bi anîna ser kar a Pizîşkiyan re xwest peyamekê bide hem derve hem jî navxwe. Li derve hê encamên pêwist negirtine, li nav xwe jî zext, girtin, îşkence, sêdarekirin, bêkarî, hejarî roj bi roj zêde dibin. Îran dixwaze bi tirsa çêdike, gel bêdeng bike. Li milê din jî ji bo nîşan bide nerm û demokratîk e, li kabîneya Pizîşkiyan cih dan jinan. Cara yekê ye, kesek Kurd û Sunnî dibe cîgirê serokkomarê Îranê, kesek Belûc û Sûnnî dibe parêzgerê parêzgeha Sîstan Belûcistanê. Vê wekî rûpoşa xweparastinê bikartîne. Li hundirê Îranê krîzên kûr ên civakî, siyasî, aborî û hwd. tên jiyîn. Yek ji pirsgirêkên wekî girêka kor lê hatiye jî pirsgirêka jinê ye.
Têkoşîna jinên şoreşger, Îranê ber bi guhertinê ve dibe. Jin li hemberî zextên rejîmê her li berxwe dane. Jinan ji hemû serhildanan re pêşengî kirine. Ji ber hişmendî, bîrdozî û zexta dewletê, hemû civak, nexwasim jin krîza nasname dijî. Saziyên dewletê, dadwerî û hiqûq li gorî pîvanên mêr hatine avakirin. Newekhevî û bê edaletî kûr dibe. Jinên ku xwedî hêza fêhmkirin û têkoşînê ne vê hêza xwe ji bo guhertinê bikartînin. Di nava salê de jin tevî êriş, zext û rêbazên hişk eniya demokratîk her parastin.

Nikarin pêşî li têkoşîna jinan bigirin

Li Îranê tevî zagonên dewletê li nava malbatê jî li dijî jinê zextên dijwar hene. Nexasim li ser navê ol van zextan zêdetir dikin. Bi vê yekê jiyan û têkoşîna jinan zehmet dikin. Lê tevî vê jî, nikarin pêşî li têkoşîna jinan bigirin. Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” rastiya vê tekoşînê nîşan dide. Sala duyemîn a şoreşê bi hemû hêza xwe û rengên cûda dewam dike. Her çendî dewleta Îranê hewil dide nîşan bide ku bandora vê şoreşê nemaye, bi temamî ji holê hatiye rakirin, berovajî vê em rojane bi vê têkoşînê rû bi rû tên. Li ser navê hîcaba îcbarî roj nîne ku êrişî jinan nekin. Bûyerên wekî Aho Deryayî, Arzû Xaverî, Aynûr Kerîmî û jinên din dijminahiya rejîma Îranê û tirsa wê ya li hemberî jinan nîşan dide. Aho Deryayî bi sekna xwe hêrsa hemû jinên berxwedêr raber kir. Li qadan jinên weke Aho têkoşînek radîkal dikin, di zîndanê de jinên pêşengên şoreşa “Jin Jiyan Azadî” li ber xwe didin.

 Li zindan rihê berxwedanê xurt e

Dewleta Îranê zîndanan jî wekî cihê teslîm girtinê bikartîne. Bi rêbazên şerê taybet, derûnî, îşkenceya fizîkî, biryarên sêdarê, hewl dide berxwedana jinan bişkîne û ji têkoşînê dûr bixe. Lê zîndan bûne qada herî germ a tekoşîna li hemberî zihniyeta zayendperest. Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Zeynep Celaliyan xetek bihêz a têkoşînê nîşan dan. Li zindanan rihê şoreşa “Jin Jiyan Azadî” bê çiqasî bi hêz e diyar dibe. Li meydanan roj nîne çalakiyên nerazîbûnê nebin. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê sekna jinên têkoşer, eniya mûxalîf îfade dike. Jinên ciwan û bi gişti ciwan li hemû qadan xwedî sekna rexnegir û tekoşînê ne. Karker, mamoste, perêzer, siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger, bawermend û hwd. her roj bi rêbazên cuda di nav hewldana guhertina vê rejîmê de ne û çalakiyan li dardixin.

 Çareserî pergala demokratîk e  

Îranê eger di vê pêvajoya şerê cîhanê de di siyaseta xwe ya teng, hişk û dogma de îsrar bike, cûdahî û dewlemendiyan nas neke, wê di vê rewşa aloz de winda bike. Eger rê li demokrasiyê veke bi vê dewlemendiya mozaîk a gelan dikare ji Rojhilata Navîn re pêşengiyê bike û bibe modela çareseriyê. Civaka Îranê ji vê re vekiriye ku pêşengiya sîstema demokratîk bike. Bi taybetî jinên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dijîn, xwedî vê potansiyelê ne ku rolek bihêz bileyîzin. Tevî zext, zilm, şîdetê jin li qadan, zîndanan û di nav civakê de pêşengiyê dikin. Ji hemû cîhanê re dibin mînak. Weke jinên Rojhilat û Îranê bi têkoşîna xwe em dikarin vî şerê cîhanê yê sêyemîn bi dawî bikin.