Dengê vejîneke nû

- Newaya Jin
684 views

12-07-2018-mxm-ku-15-tebax-nirxandin (8)Di dîroka têkoşîna azadiya gelê Kurd de 15’ê Tebaxê ango roja vejînê xwediyê wate û giringiyek mezine. Bi guleya yekem a ji volkanekê mezintir deng dayî û ji dijminên mirovahiyê re bûyî tirsa mezin, stratejî hat guhertin. Dijmin û neyarên Kurdan jî di ferqêdene û ji ber vê çendê, heya roja îroyîn jî dema nêzî salvegera 15’ê Tebxê dibe, tirs û xof dikeve dilê wan. Di nava gel de piranî roja vejînê ji zilaman tê pirsîn û wan li ser nirxandin dikirin. Me xwest vê carê bi çavê jinê, hest û feraseta wê li amadekarî û xebatên 15’ê Tebaxê binêrin. Em çûn nava kolanên Mexmûr ê û me xwe gihand çend jinên ku di wê pêvajoyê de dest bi rêwîtiya bê veger kiribûn û hîna jî bi baweriyek mezin li ser vê rêya heqîqetê, heqîqeta ku îro pêşengiya wê jina Kurd dike.

Di dema girtina van agahiyan de jî em di şexsê van jinan de rastê heqîqeta jina Kurd a ku rexmê her zehmetî, koçberî û tadeyê, dîsan jî bi sekneke xwe bawer, wêrek û serbilind disekine. Sekneke bi heybet ku ji bo her jinekê çavkaniya hêzê ye. Her yek ji wan pirr bi xwezayî qala hevalê Egîd û wê pêvajoyê dikirin, ji dayîna silavekê bigire heya her kêliyek ji jiyanê, weke ku duh hatibe jîn, wisa zelal di bîra wan de mabû. Dema qala wan rojan dikirin, bê hemdê wan, kenek li nav bîbilkên çawên wan dirûnişt. Kenek ku besê her peyvekê bû ku wiha keyxweşiya her kêliyekê direqisand di nav paşeroja wan de.

‘Cara destpêkê silav dana jinan’

Eyşê Atak wê demê jinek ciwan e, nû zewiciye, zaroka wê ya destpêkê lawik dibe û navê wî dike Egîd.  Egîdê dayê Eyşê bi çîrok an, çîrokên têkoşîna vejînê mezin dibe. Ji xwe dovre di pey çîrokên pê mezinbûyî de diçe û dibe perçeyek ji wan çîrok an.

Dayîka Eyşê, her kêliyek bi wate a wê demê rû daye, ji silav dana wan heya rûniştin, ji çanteyê milê wan heya goreya di lingê wan de ji bîr nekiriye û wiha qala wan rojan dike: “Dema giya dirûnê bû,  em diçûn giya, me kiribû qebale ka dê kê zêdetir giya bidirû. Di wê navberê de ku em wisa bi lez dixebitîn, me dît sê zilam ber bi me ve tên. Heya wê demê me nedizanî heval hene. Di der heqê wan de heya wê kêliyê me tiştek nebihîstibû. Hevserê min, ji min re got ka tu hinek din dûr raweste, heya ez bizanim ka ev kêne, dibe ku me bigirin, bila te negirin. Min ew ji dûr ve dîtin, çenteyek rîs li milê yek ji wan bû û çekek bi wan re bû. Cûda dihatin xûyan, pirr cûda! Dema hatin gel hevserê min, yek ser silav dan û li cem wan rûniştin, hinek sohbet kirin û paşê hevserê min gazî min kir. Ez çûm cem wan, destpêkê her sê hevalên xort rabûn ser piyan û hatin destê min girtin. Heya wê demê li herêma me jin û mêran merheba nedidan hev. Dema hatin deste min girtin, em hemû şaş man.

Kêmek rûniştin, pirsa gundên derdorê kirin, paşê yek ji wan bi lehneke nerm û xweş zivirî û got; ‘Gelo nanê we heye, hûnê bikaribin hinek nan bidin me?’ Me hinek nan û penîr da wan û çûn. Dema ku biçin, cardin hatin destê me tevan girtin, xatir xwestin û gotin; ‘Ne me hûn dîtine, ne jî we em.’ Bi gavên ahîste û hêdî hêdî ji me dûr ketin. Her ku ji me dûr diketin, dizivirîn û li pey xwe dinêran. Em şaş û maşo bibûn, ji bo me cihê pirsê bû ka ew mirov kê bûn û li ku hatibûn?! ”

´Ew heval Egîd e…´

Dayê Eyşê wiha didomîne: “Wê demê em ji bo du mehan çûn Silopiyê û wêderê man. Paşê em cardin hatin gund, dema ez giham gund hema ez yekser ketim nav bexçe. Wexta ku ez di nav bexçe de digeriyam, min dît hinekan zebzeyên baxçeyê diya min jêkirine, dema min xwest bibêjim; ji bo ku em pê nehesin hevalan jêkirine, dayîka min yekser gotina min birî û got; ‘Na keça min, min duh jêkir.’

Rojekê xweş a biharê ku dîsan ez li ber derî sekinîbûm; min cardin heval dîtin. Kesê ku minê paşê bizaniya ew heval Egîd e, minê bidîta. Raste, kesê di nav bexçe de derveyê heval Egîd, kesek din nebû! Heval Egît ber bi min we hat û got; ‘Rewşa te çawa ye, tu başî.’ Min jî ew bersivand. Lê, a rast wê kêliyê min nedizanî ew heval Egîd e… Min ji dayîka xwe re got, dayê min carekedin jî ew zilam dît. Dayîka min piştî bêhnekê ku wiha hema li min nêrand, got; ´keça min ew heval in.´ Min jî bersiva wê da û jê re got ku çima em hinekê neçin gel wan rûnenên û sohbet nekin. Dayika min yekser û bi dengeke ji xwe bawer got; ‘Nabe! Bila kes nezane me ew kes dîtine.’ Dema ku dayîka min qala wan dikir, ez gelek pê bandor dibûm. Piştî şehadeta hevalê Egîd nû minê bizaniya ku kesê min berê dîtibû ew bi xwe bû. Piştî wan hevalan min hevala Bêrîvan û hevalê Xelîl dît, êdî ez wek berê nebûm, dema dihatin ez cem wan dirûniştim û min bi wan re sohbet dikir. Tenê min û tiyê xwe mesele dizanî û em bi wan re dixebitîn.”

‘Çek girtina jinan ji bo me ecêb dihat’

12-07-2018-mxm-ku-15-tebax-nirxandin (5)Eyşê Sipêndarokê ya ku hevserê wê bi naskirina heval Egîd wan re tevlî tevgerê dibe jî wiha qala bîranînên xwe yên wê demê dike: “Di Tebaxê de hevalê Egîd hat mala me, du hevalên jin jî pêre bûn û bi giştî 16 heval bûn. Navê wan her du hevalên jin Xezal û Meryem bû. Hevalek din jî hebû bi navê Zahîde, lê ew wê rojê nehatibû. Hevalên jin hinek dur sekinîbûn, paşê hevserê min Mehmud ji min re got, biçe cem wan. Em çûn cem wan rûniştin, me sohbet kir. Herê zêde jî me li cil û çekên di dest wan dinêra. Ji me re ecêb û seyr dihat ku jin çekê bidin milê xwe û şer bikin. Li gel me jinên jîr hebûn, ji karên weke giya dirûnê bigire, di her karî de ji zilaman jêhatîtir bûn û zilaman bi qasî wan nedikarî kar bikin, lê me nedîtibû jin çekê rakin û nava komên mêran bikevin. Ji wê rojê û pê de, êdî Mehmud qala wan şêre jinan ji me re dikir. Wêneyên Rêbertiyê nîşanî me dikir û bi me dida nasîn. Dema ku hevalê Egîd hat û me dît, ji me re got; ‘ev hevalê Egîd e, fermandarê me ye.’ Pir mixabin ji ber dem û rewşa wê demê, zêde şans û derfetek min a ku ez rûnêm û pêre bipeyvim çênebû. Min tenê dît..! Ji ber wê, ez pirr bi heyfa wan rojan tînim. Ji xwe piştî nasîna me bi demekê, em bi şehadeta wî hesîn. Şehadeta heval Egîd bi qasî çalakiya wî bibandorbû û gel şiyar kir.”

´Operasyon berfireh kirin´

Dayîka Eyşê balê dikşîne ser operasyonên ku hemû herêm dabû ber xwe û dibêje: Îxbar hat kirin, ji ber wê jî li ser gund operasyon çêkirin, lêgerîn li mala me kirin û çifteya hevserê min Mehmud birin. Ji xwe dizanîn ku Mehmud li cem hevalane. Operasyon berdewam kir, nesekinî heya ku heval şehîd ketin. Di rêya Bestayê de hevala Zahîde şehid xistin. Em çûn ser cenazeyê wê… Biraziyê Mehmud, Qelender jî li gel hevalê Egîd şehîd ket. Di wê pêvajoyê de sê keçên ciwan yên herêma me jî tevlîbûn. Paşê heval Bêrîvan hat herêma me. Herêm ji cih girtina jinan a di nav têkoşînê de bandor dibû. Ji xwe di pêvajoya heval Bêrîvan de gelek jinên ciwan tevlî nava refên gerîlla bûn. Hevala Fehîme û Xezal jî pişt re li Silopiyê bi jinan re hatin cem hev û gelek civîn li ser rola jin a di nav şoreşê de, dîsan girîngiya têkoşîna jinê çêkirin.”

‘Tu dizanî ev hevalê Egîd e’

12-07-2018-mxm-ku-15-tebax-nirxandin (1)Xoxê Anit jî destnîşan kir ku di wê pêvajoyê de hevserê wê Bedran Gundikremo tevlî nava refên şoreşê dibe û wiha pêde diçe: “Destpêkê Heval Bedran ket nava kar û barê şoreş ê. Hem me, hem jî derdorê me, têkoşîn bi rêya heval Bedran naskir. Şevekê Heval Egîd hat mala me. Dema ku heval Egîd hat mala me, li ber ronahiya heyvê min li eniya wî nêrî. Ji serî heya pê, heya hemû bejin û bala wî, ew goreya wi ya heya ser çokan… Min xwe bi xwe digot, gelo ev kurê kêye ku evqas li ber ketî û jêhatî. Bedewiya hundirê wî, xwe li ser rûyan pirr xweş dida der. Av xwest, dema min av dayê, vexwar û cardin tasa avê li min vegerand û windabû. Min nedît kude çû! Heciyê tiyê min li min vegerî û got; ‘tu dizanê ev hevalê Egîd e.’ Bi gotina wî re ez di cih xwe de mam. Min jê re got ku çima zûtir ji min re negotiye daku min hîn baştir lê binêra. Ji ber min navê wî bihîstibû lê, min nedizanî ew e. Hîn di wê demê de, ji tevger û nêzikatiyên wan, ji rabûn û roniştina wan diyar bû ka wê bibin xwdî bîr û baweriyek bi çi rengî.”

Bêrîvan Kabûl jî di derbarê wê pêvajoyê de axivî û wiha got: “Di sala 1984´an de, di dema ku heval Egîd hat herêma me, ji pirr mêjde bû ku navê Kurd û Kurdistanê hatibû ji bîr kirin. Bi navê hebûnê, her tişta ku hebû bi me dabûn bîr kirin. Beriya hatina koma heval Egîd, hin komên din yên wek KUK´ê hatin herêmê û xwestin li herêmê bi cih bibin, lê kes elaqe nîşan neda û di pey wan de neçû. Dema heval Egîd hat herêm ê, bi silava destpêkê em hemû jin û zilam kêşan aliyê xwe; xwedî sekn û baweriyek wisan bûn ku ne pêkan bû em bikaribin ji wan dûr bisekinin. Heval Bijar, Orhan, Şiyar û Musa jî bi hevalê Egîd re bûn. Em wê demê li zozanan bûn. Dibin konê reş de rûniştibûn. Heval Egîd ew hatin mala birayê min. Dema ku birayê min qala wan dikir, ji min re jî dîtina wan bû mereq.

Rojekê birayê min da zanîn ku mêvanê wî hene û xwest ez jî biçim alikariya hevjîna wî. Ez çûm, dema ku ez ketim hûndir yekser rabûn ser xwe, silav dan û destê min girtin. Heya wê demê çûna destê mêran di rê û resmên me de tune bû, em hinek şaş man. Ew jî di ferqê de bûn ku em ji van tevgerên wan şaş dibin, ji bo wê yek ser qala armanca xebatên xwe, têkoşînê kirin. Ji gotinên heval Egîd herkes bandor bibû û bê ku dudiliyê jiyan bikin, dan zanîn ku ew ji bo her karekê amade ne.”

´Min nedizanî ew roj nêz e´

12-07-2018-mxm-ku-15-tebax-nirxandin (2)Kabûl da zanîn ku fermandar Egîd li ser kar û xebatê jinan jî nirxandin dikir û got: “Baweriya heval Egîd pirr bi jinan hebû, ji bo wê cih girtina jinê di nav karê şoreşê de girîng dihesiband. Hevserê min û birayê xwe bi hev re çûn leşkeriyê. Ez pirr dixebitîm, ji ber wê nexweş ketim.  Heval Egîd ji xesiya min pirsî ka çima her du zarokên xwe bi hev re şandiye leşkeriyê û hemû kar ser milê min hêlaye. Di derbarê mafê jinê de ji xesiya min re axivî. Sohbeta wan ewqas xweşbû ku ez jî rabûm û tevlî sohbetê bûm. Min ji heval Egîd re got ku dibe niha hejmara we kêm be, lê bi vê sihbetê tuyê gelek kesan ber bi têkoşînê ve bikşînî. Wî jî ez bersivandim û got; ´dibe hejmara me kêm be, lê bîrdoziya me bi hêze û em ê bi vê hêzê mezin bibin.’ Her wiha qala vala kirina gundan û pergala cerdewaniyê ya ku piştî deh salan nû wê li herêma me pêşbiketa kir. Min pirr nedizanî û wate nedida tiştên ku dibêje. Lêbelê bi demê re min dît ku gotinên heval Egîd yek û yek rast derdikevin.

Tevgerek hebû, tiştnan dipa biqewime, lê min nedizanî ka çiye! Di dawiyê de ji min re got;´tu dikarî ji van malan re bêjî hinek nan amade bikin.’ Min nedizanî amadekariyên hemleya 15’ê Tebaxê tê kirin. Ez mal bi mal gerîm û min ji wan re got, min bi xwe jî hin tişt amade kirin, qederek nan jî me pêja û ji wan re şand.

Ez dixwazim ji we re qala tiştekê bikim, tiştekê ku qet ji bîra min naçe û ez gelek pê bandor bûm. Şevekê ku dîsan heval Egîd û koma xwe mêvanê me bûn, dema ku rabûn û çûn heval Egîd çeqmaqê me di berîka xwe de ji bîr kiribû. Rexmê ku gelek rê çûbûn jî dîsan zivirî û çeqmaq anî da hevserê min, paşê dîsa vegeriyan. Xwedî nêzikatî û kesayetek cûda bû, gel ji her tevgerek wî bandor dibû. Ji xwe piştî heval Egîd û heval Zahîde, heval Mizgîn, Ezîme, Seadet û Çîçek jî li herêma me gelek man û kar kirin. Bandora van hevalên jin li ser gelê herêmê pirr zêde bû. Bi şehadeta heval Egîd re hema bêje wê salê navê hemû zarokên ku hatin dinyayê bûn Egîd. Her kesekê dixwest bi hilanîna vî navî Egîdekê bide jîn. Me Egîd wiha nasî, wiha dît û em ê heya henaseya xwe a dawî bi vî rengî şopdarê têkoşîna wî bin.”