Meşa ji tarîtiyê ber bi ronahiyê

- Newaya Jin
614 views

MANSET-1Em di rêwîtiyek dûr û dirêj de ku li pey şop û windahiyên xwe digerîn, rastê jinekê tên. Jina por xelek, bejin dirêj… Jina ku  bi çavên tije pirs û meraq li me dinêre. Mîna ku bibêje, çima hûn wiha dûr diçin, dûr dinêrin, waye ezim a ku hûn li pey şopên wê ne. Şopên ku hemû di çîroka min de digihin hev û wek xelekekê me digihînin cem hev. Çavên wê ne ku me vedixwînin cem xwe, çavên ku kerb, êş, jan, keser û a herê girîng jî hêvî ye ku di çavên wê de wiha dikele û gazî me dike.

Baran Çeko Îsmaîl, jina Êzîdî a ku pirr şûnde me yê navê wê bizaniya, di 3 Tebaxa 2014´an de, di encama êrîşên çeteyên DAIŞ´ê  a bi ser Şengalê de, dîl dikeve destê çeteyan. Barana ku rexmê zur û zehmetî, tade û şikenceya fîzîkî û derûnî jî bê hêvî nakeve û her kêliyê bi hêviyên ku bigehe rojê, çavên xwe ji sibeheke din re vedike.

Dorpêça ji îxanetê

Weke ku me ew berê de nasîbe û berê dîtibe, çavên wê wisa li me dinêra û dixwest bipeyve. Me ev yek wek firsendekê dît û em nêzî wê bûn, mSENGAL-1e dest bi gotinê kir û qala rêwîtiya xwe jêre kir. Rêvîtiya ku li ser şopa wan jinan destpê dikir. Ew jî bê ku gotinên me qot bike û tiştekê bibêje, bi baldarî li me nêrî, guhdarî kir û dema em bêdeng bûn, vê carê wê bi kelegirî, çavên bi hesret li me mêze kir û got: “Çîroka min di sibeha 3 Tebaxa 2014´an de, bi rojeke reş destpêkir. Qet ji bîra min naçe û ezê ji bîr jî nebim. Di 3 Tebaxa 2014´an de çeteyên DAIŞ´ê êrîşê Şengalê kirin. Bi êrîşa çetayan re gel neçarma bireve, gelek kes jî ketin destê DAIŞ´ê. Çete yekser ketin gundê Qûbleyan, yên girtin, girtin û yên din jî bi xwe re birin, yên man û nekarîn xwe bigihînin cihên ewle jî kuştin.”

Dema ev peyva dawî digot, yek car bêdeng bû, li me mêze kir û serê xwe bi her du aliyan ve hejand. Girî di qirêkê de asê ma, nedikarî bipeyve, pişta xwe da dîwar, bêhneke kûr kêşa û dîsan destpêkir: “Çete ketin Herdan, gel bi ketina çetayan a wê derê yek ser rewîn, lê gelek kes ketin destê wan û bi komî hatin qetil kirin. Em hemû rewîn! Tevahiya civata gund bi bihîstina bûyerên rû didan, gund berdidan û bera xwe didan çiyayan. Şêniyên gundê Qûble di 3 Tebaxê de  ji gund derketin, lê şêniyên gundê Guhbelan di 4 mehê de encax karîn ji gundê xwe derkevin.”

Rondik morik morik xwe di çavên Baranê de berdida û nedihêla ku bipeyve. Her carekê bêhneke kûr dikşand û dîsan destpê dikir. Bê ku li benda işare an jî gotina me bimîne, yek ser destpê dike: “Em şevekê di çiyê de man. Piştî şeveke bi zûr û zehmet kirîbê me ku bi xwe Ereb û ji gundê Tilsêmir bû, ji Rebîa hat û em bi erebeyê birin. Em ji derdora Şerfedîn diman, li wê derê em girtin û bi xwe re birin. Lê, me nedizanî ka xeteriyek çawa li pêşiya me heye. Ango çi dekûdolap ji bo radest kirina me hatine zivirandin. Dema ku em nêzî Rebîa bûn, çeteyan pêşiya me girt û kirîbê me tevî hevaleke xwe em radestî wan kirin. Bîst zilam bi me re bûn, hemû ji aliyê çeteyan ve hatin girtin, destên wan ji pişt de hat girêdan û siwarê erebeyan hatin kirin. Em jin jî hemû siwarê erebeya kirîbê me kirin. Em yek ser birin Rebîa û dovre jî em birin cihek bi navê Xabat ku wek navenda çeteyên DAIŞ´ê dihat nasîn.”

´Em tiştekê ji aqobeta wan nizanin´

SENGAL-3Dema ku Baran qala wan rojan dikir, bêhn lê diçika; kê dizanî ka hizrên wê, ew ber bi kîjan bîranînên nexweş û kêliyên bi zehmet ve dibir. Piştî ponijandineke kûr bi awireke şikestî, lê bi kerb dest bi axaftina xwe kir: “Ew kesê ku îxanet bi me kir, min hîn di zarokatiya xwe de nas dikir. Ez 8 salîbûm ku birayê min li cem dixebitî, heya roja ku em radestê çeteyan kirin. Piştî ku em hemû anîn wir, dîsan zilam hemû siwarê erebeyan kirin û birin. Em heya roja îro jî nizanin ka ew bi ku derê de birin. Di nav wan de çar bira, du birazî, du kurmamê min hebûn, ji xwe yên din jî xarzî, nas û gundiyên me bûn.

Em jin û zarok şevekê li navenda çeteyan a li Rebîayê man û siba roja din jî em hemû birin Telafer ê. Li wê derê jî em birin navendeke din ku li wir jî em 8 rojan girtin. Navê wê derê nizanim; li wê derê tenê Sunî mabûn, ji xwe dest danîbûn ser malên Şîeyan û em jî li yek ji wan malan bi cih kirin. Şîeyên vê herêmê ji ber zilma çeteyan neçar mabûn ku cih û malê xwe biterikînin. Dovre em birin xistin dibistanekê. Du jinên din yên Êzidî jî anîn cem me ku bi yek ji wan jinan re zarokek hebû. Hemû keç di nav jinan de derdixistin û dibirin Musil ê. Dixwestin xwîşka min Rihan jî bibin Musil ê, ditirsiya û bê navber digiriya.”

Bi çavên tejî hêsir, serê wê di ber de, weke ku girî di qirikê de asê mabe, sekinî û navber da gotinên xwe. Ew bê deng, em bêdeng, mîna ku dem sekinîbe, kêlî di bê dawîtiyê de berze bibe! Gotin di qirika me de mabû, me bi xwe re nedît ku jê pirs bikin. Weke ku bi pirsa me re wê dawî li gotinê bê. Ji bo wê me pirs nekir û em bêdeng li benda axaftina wê man. Piştî bêhnvedaneke kûr dîsan destpê kir û wiha pêde çû: “Di dibistanê de ser sê hezar jin û zarok hebûn. Derveyê vê dibistanê du dibistanên din jî  hebûn. Tenê yên ku min bi çawê xwe dîtin ser pêşc hezar jin û zarokên Êzidî li Telaferê bûn. Ji ber ku gelek kes jî derbasî Suriyê kiribûn, ji hejmara li Telaferê belku jî zêdetir. Em nêzî 20 rojan di dibistanê de man. Em di rewşeke pirr xirab de bûn. Ji xwe em hatibûn heps kirin û ne pêkan bû ku em bikarin ji wê derê de derkevin. Her roj dihatin hin jin û zarok dibirin. Bi keziya jinan de digirtin û bi dov xwe de dixişikandin, bi qamçiyan li wan didan û wisa dibirin. Tu tiştekê feyde nedikir, ne hawar, ne jî qêrînên me ku li esimanan olan dida. Em hertim wek gêjan bûn, serê me dizivirî, ez bawerim tiştek di nav avê de bi me didan vexwarin. Ji ber ku heçî kesa wê derê bû xewa wê dihat. Herkes bê hal bû..!

´Jinên ciwan û zarok dibirin´

“Navê berpirsê çeteyan yê Telaferê ku hemû jinên tanîn wê derê di bin emrê wî de dihatin ragirtin, Beqor bû, li wê derê her tişt ji wî dihat pirsîn. Ew bi xwe jî ji Şengalê bû, Tirkmen bû. Piştî 15-20 rojan otobus anîn û dixwestin jinan veguhesînin ciheke din. Ew kes bi xwe jî li ber derî disekinî û hemû jinên ciwan, zarokên keç di nav jinan de derdixist. Dayîk û jinbira min derketin. Dema ku min xwest derkevim,  destê xwe da ber min û ne hîşt ku ez derkevim. Ji min re got tu bisekine, her çi min jê re got, min nekarî ku wî qanî bikim. Jinbira min a biçûk jî li pişt min bû, em pêre ketin nîqaşê û di vê navberê de jinbira min ez def dam, min jî ew ser çete, dema ku ew ket erdî, min yekser baz da û ketim otobusê. Ez dema ku ketim otobusê, min yekser bi destmalek reş ser û devê xwe girê da û keça birayê xwe jî danî ser çongê xwe. Dema ket hundir, ez ferq nekirim. Jinek din ku du zarokên wê li cem bûn, xwestin bibin û jê re digotin ev ne zarokên wê ne. Her du zarokên wê girtin û birin, dema ku zarok birin, jin jî li pey zarokên xwe de çû…

Sihbeta me dawî nabe, em car carnan navber didin û car bi car jî di bêdengiya Baranê de dibin rêwî. Lê, piştî demeke kin dîsan em dest bi sihbeta xwe dikin. Em li benda wê, ew jî weke ku li benda pirsên me be, li me dinêre, dovre bi pirsên me re dîsan dîsan dest bi axaftinê dike û dibêje: “Li kêleka min zarokek 14 salî tevî dayîka xwe rûniştibûn. Hatin ew di nav destên dayîka wê de girtin û birin. Bi du destan dayîkê zaroka xwe hembêz kiribû û hawar dikir, lêbelê ne hawar ne jî feryad û fîgana dayîkê karî wê zarokê ji nav lepê wan derîne. Hêsirên dayîkê wek pêlên çema dîn û har bibû, xwe dixwar. Lê, kes nîn bû, tu kes nînbû ku xwe bide ber van pêlên ji kerbê daku ji bo kêliyekê be jî aram bigire.

Em li du gundan bi cih kirin. Navê gundekê Qizilqînû û yê din jî Keserûlmihrawa bû. Ew gund jî cihê Şîeyan bû ku şêniyên wê ji aliyê çeteyan ve hatibûn qetil kirin. Nêzî du mehan em li van du gundan girtin. Piştî demekê hatin û em sê malbat ji bo ku pez xwedî bikin, birin Telafer ê. Zilamek Êzîdî û tevî dotmam û keça keçmama wî jî bi me re bûn. 1700 pezên Êzîdiyan ku dest danîbûn ser, anîbûn wê derê. Şeş mehan em li wir man, min di nav van şeş mehan de ne dayîk, ne jî xwîşkên xwe dîtin. Em neçar bûn ligor ew dibêjin tevbigerin, ger ne wisa  baya wê teqez em bikuştina. Rojên bi zehmet bûn û ne pêkane ku em bikaribin her kêliya ku me jiyan kir, bînin ziman.”

Tirsa veqetînek bêdawî

SENGAL-4Ew dîsan bêdeng bû. Me nedixwest tu tişt vê bêdengiyê xira bike û bikeve nav dengên dûr ku em li pey wan bûn. Dema ku wê dît gotin ji me dernakeve, vê carê bê ku li benda me bisekine serê xwe rakir û domand: “Zilamek Ereb li ber pezê wan dima, lê piştî ku em anîn wê derê, bera wî dan. Ji xwe yê ku wê paşê arikarî bida min heya ku ez ji destê çeteyan rizgar bibim jî ew bû. Wî kesî yek du caran got ku ew ê bikare arikarî bide me daku em birevin. Lê, a rast me pê bawer nedikir. Lêbelê em neçar bûn ku pê bawer bikin û biryara çûnê bidin. Şevekê hat û em birin! Piştî çûna me hemû jinên li wê derê diman yekser dibin Telaferê û dixin hepsê. Hin ji wan jî derbasî Suriyê dikin. Wî kesî dixwest ez biçim cem wan bimînim, lê ez neçûm. A rast ez ne ewqas wêrek bûm, ne jî min dikarî bi wan bawer bikim. Dema ku min bihîs diya min ew anîne wê derê, ez hin caran veşartî diçûm û min diya xwe didît. Çend şevan jî ez veşartî li cem diya xwe mam. Şevekê hat û ez siwarê erebeya xwe kirim û birim, ji min re got heya em ji Telafer û gundên heyî derdikevin, serê xwe raneke. Piştî qederekê ku em çûn, erebeyek DAIŞ´ê bi du me ket. Ez ditirsiyam û ji bo ku min nebîne, min serê xwe xar kir, lê wî kesî nehîşt û ji min xwest ku kêmek aram bim. Ne pêkan bû ku ez aram bim, ji ber ku min baş dizanî ger me bigire, wê teqez me bikuje. Dema ku li ber me sekinî yek ser ji zilam pirsî ka ev jin kêye, wî jî ji wan re got ku jinek ji malbata wane û ji Telaferê tên û ew ê biçin cem bijîjk. Dovre em berdan û vegerîn. Ez dikarim bibêjim ku bi rojan êş ji serê min derneket. Ji tirsê, ji tirsa ku carekedin bikevim destê wan êşê xwe li laşê min ala bû, êşek wisa bû ku bi rojan min ji ber jan kêşa. Fikara ku ezê carekedin kesê nebînim ez dîn dikirim.”

Baran piştî kesereke kûr, piştî kêliyek bêdeng dîsan dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Saet 12 şevê bû ku em gihan mala wî. Lê, ma wê xew biketa çawê min! Ez heya sibê giriyam. Heçî ber min didan nedikarîn min bidin sekinandin. Sibê zû bira û hevjîna wî hatin, hevjîna wî cilên li ser min danîn û destmalek bi ser serê min kir. Hewcebû min wek wan li xwe bikira daku kes pê nehesa ka ez kême. Dilê min aram nedibû. Ne pêkan bû ku ez tenê ji bo kêliyekê jî aram bibim. Ji xwe piştî bîskekê çeteyên DAIŞ´ê hatin û li her derekê gerîn. Dema ku çete nêzbûn, min li xwe kir ku rabim lê, jina malê nehîşt û ez hişyar kirim ku di cihê xwe de, li nav wan de rûniştî bimînim.

´Şev û roj têkelê hev bibûn´

Ez sêzdeh rojan li mala wan mam. Piştî wê heşt rojan jî ez li mala xwe a gund veşartim. SENGAL-2Ez xistim odeyekê, min li wê derê tab nedikir. Ji ber ku çeteyên DAIŞ´ê di gund de bûn û mizgefta gund jî veguherandibûn beregeha xwe. Mizgef rû bi rûyê xaniyê wan bû, her ku min ew didîtin, tirs û xof wek recifînekê xwe li laşê min tala. Ez her tim di odeyê de girtî dimam. Derûniya min nebaş bû, min nedizanî ka ezê çi bikin. Min ji xwediyê malê xwest ku min ji gund derxîne…  Biryardan ku dîsan min bibin Telafer ê. Çend roj bû ku çete hey li ber deriyê wan de dihatin û diçûn, wisa xûya dikir ku bi tiştekê şik kiribûn. Rojekê dema nimêjê ku hemû ketin mizgeftê, ez ji xanî derketim û em yekser ketin ser rê.”

Em her du westiyayî, dil, çav û peyv westiyayî; lê dengê jinên Şengalî ku di nav her peyvekê de digiha guhê me, ne westiyayî bû. Dengê wan di nav bêdengiyê de kûr dihat guhê me. Dengek aşîna a hawara jinên Êzîdxanê…

Vê carê bi hevokên bijarte, hinek jî bi êş dest bi gotina xwe dikir û wiha digot: “Wê şevê çawa ku gotin çete hatin malê, ez yek ser bi ser hişê xwe de çûm. Ez nizanim ka çawa wisa bi ser hişê xwe de çûm. Jinbira wî av bi ser min de kir û ez wisa bi ser hişê xwe de hatim. Êdî ne dibû ku em li wê malê bimana. Ji bo wê, ez û sê jin, tevî çar zarokan em ketin rê. Ji Telaferê em sê şevan meşîn heya em gihan Şengal ê. Her du jinên din ji ber ku zarok bi wan re bûn, nedikarîn bimeşin. Ji xwe li her cihekê me nedikarî wisa rehet bimeşin, dema roj derdiket em disekinîn. Kesê ku wê em bibirana Şengal ê, ew jî Ereb bû, em li newalekê danîn û got ku em li bendê bimînin. Em li wê derê man, heya dîsa roj çû ava. Şev dîsan em ketin rê, heya  diduyê şevê em nesekinîn. Pirr sar bû, ew çend sar bû ku me li ber sermayê tab nedikir. Dema ku kesê bi me re rewşa me dît û pê hesî ku ne pêkane zarok bikarin di vê sermayê de bimeşin, em birin mala xwe. Em şev li wê derê man. Di berbanga sibê de, berê ku kes şiyar be, dîsan em ji xanî derxistin û birin ciheke din. Piştî yek du rojan dîsan em ketin rê. Vê carê bê navber heya 12´ê şevê em meşîn. Di saet yekê şevê de em gihan cem asayêşa Sînonê, şev em li wir man û roja din em birin Dihok ê.”

Bi çavên tejî rondik û bi nêrandineke xemgîn li me mêzand. Weke ku dixwest dawî li gotinên xwe bîne û dema ku dît em bêdeng in, wê carekedin dest pêkir û bi awayeke kelegirî destpêkir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em rizgar bûn, lê hîn gelek kesên me di dest çeteyan dene û em hîna jî di derheqê aqobeta gelek kesan de tiştekê nizanin. Tu ferman ne wek vê fermanê bû. Tu êş jî ne wek vê êşê giran bû. Bi hezaran jin û zilamên Êzîdî hatin qetil kirin, rewandin. Hîna jî gelek jin û zarok di dest wan de ne. A ji vir û şûnde dikeve ser milê Êzîdiyan xwe birêxistin kirin û parastina xwe pêşbixine.”