Dengvedana gerdûnîbûyîna ‘Jin Jiyan Azadî’ li Berlînê

- Nîlufer Koç
178 views
Di navbera 4-6’ê Mijdarê de li Berlînê II. Konferansa Navneteweyî ya Jinan pêk hat. Konferansê ji ber dewlemendiya rê û rebazên berxwedana jinan da diyarkirin, pir balkêş bû. Dîyarbû rê û rêbazên berxwedanê taybetmendiyên wekî berhemên dîrokê ne. Her wiha wêneyê beşdaran zêdetir hevî dide mirovî.

Ji ber ku %80 beşdaran jinên ciwan bûn. Yanî piraniya wan dibin 40 saliyê de bûn. Di destên wan de pênûs û compûter nedisekinîn. Te digot dixwazin hemû peyv û gotinan di bîra xwe de bikolin, ku tiştek winda nebe. Bi ciddîyetek mezin hemû tişt dinivîsîn. Konferans ji bo hinekan wekî akademîyekê bû. Hatibûn da ku perspektîfên çareseriyê li dijî sîstema serdest ya mêr û kapîtalîzme hîn bibin. Jinên reng bi reng bûn. Hinek ji anarşîstan, hinek ji beşên sendîkayan, hinek ji siyaset, hawirdor, ekofemînîst û her wekî din bûn. Di nava wan de parezêr, derhêner, mamostayên zanîngehan, jinên ku kooperatîf avakirine hebûn. Jinên ku ji azadiya netewa xwe re têdikoşin jî hatibûn.

‘Netewa Jinan’ li Berlînê civiya
Wek Rêber Apo bi nav dike ‘Netewa Jinan’ di bin sîwana tevgera azadiya jinên Kurd de li Berlînê bû. Berlîn bi xwe warê Clara Zetkîn û Rosa Luxemburg e. Ji ber wê jî gelek bi wate bû. Rosa Luxemburg li vî bajarî hatibû qetilkirin. Clara Zetkîn li vî bajarî têkoşîna xwe bilind kiribû. Tevgera azadiya jinên Kurd li Berlînê peyam dan wan şehîdên mezin û gotin me hûn ji bîr nekirin e. Doz û tekoşîna me berdewam e. Jinên Kurd bi vê konferansê mizgînî dan Rosa û Clara, hemû hevalên wan û gotin êdî dor dora Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd e. Ala jinan ya têkoşîna li dijî serdestiya mêr û kapîtalîzmê êdî di destên me de ye. Beşdariya jinên ciwan pir giring bû. Ji ber ew ne ji nivşa femînîzma poz bilind ya jinên Ewropî yên ‘Sipî’ bûn. Jinên ku amadebûn ew jin bûn sînorên dewletan nasnakin, jinên xwe weke hemwelatiyên cîhanê dibînin.

Konferans bû vegotina şoreşa pêkhatî
Vê konferansê diyar kir tevgera azadiya jinên Kurd xwedî berspirsiyariya dîrokî ye. Ev barekî giran e, lê wekî di konferansê de jî diyar bû hevalên me û piştgiriya me xurt e. Bi taybet jî di demeke banga ‘Jin Jiyan Azadî’ cîhan hejandî de konferans pêk hat. Di vê dema ku ‘Jin Jiyan Azadî’ wekî têkoşînê derketî pêş de, hemû axaftinên jinên Kurd ne tenê axaftin e. Lê axaftin û gotinên şoreşa pêkhatî ye. Edî ew deme ku Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd li ser encamên konferansê raweste û Netewa Jin a di bin sîwana Konfederalîzma Demokratîk a cîhanî ya jinan de ava bike.

Konferans berhemê keda Rêber Apo ye
Tişta bê navber mohra xwe li konferansê xist bilindiya dengê duruşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bû. Ez bi xwe gelek caran fikirîm, xweziya Rêber Apo berhemê keda xwe bidîta. Weke jinek Kurd aliyekî min kêfxweş bû, lê alîyekî din jî pir xemgîn bû. Ji ber yê ku ji bo Jin Jiyan Azadî bibe rêberê tekoşîna azadîya jinan Rêber Apo ye. Îro ew li zîndanê ji ber vê Rêbertiya xwe û ji ber bi hemû hêza xwe jin xurt kir tê cezakirin. Lê keda Rêber Apo piştî serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di nav ‘Netewa Jinan’ de li Berlînê jî deng veda. Bi fîzîkî Rêber Apo ne li vir bû, lê dîsa jî li vir bû!