‘Em serî natewînin’

Li çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê jinan bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" qetilkirina Nagîhanê şermezar kirin. Jinan gotin êrişa bi 11 guleyan êrişa li dijî têkoşîna jinê ye û banga xwedîderketina li têkoşîna Nagîhanê kirin. Jinan gotin, "Em ê li têkoşîna Nagîhanê û mîrateya wê xwedî derkevin.

- Roza METÎNA
361 views
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di nava salekê de jinan li dijî polîtîkayên şer ên taybet, bêexlaqî, bêcezahiştina kujeran, tundiya mêr-dewletê li kolanan li ber xwe dan û dirûşma “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Jinan serî netewandin, çong danenîn û li dijî polîtîkayên qirkirinê peyama xwedîderketina têkoşîneke mayinde dan.

Her wiha jinan ji bo destkeftiyên xwe yên hat xwestin ji wan bên girtin, her di nava hewldanê de bûn. Di vê nivîsê de em ê balê bikşînin ser têkoşîna jinê û hinek xalên girîng ên di sala 2022’yan de derketina pêş.

Çalakiyên ji bo zimanê kurdî
Ziman hebûn û nasnameya civakê ye. Loma kar û xebatên ku di qada ziman de tên kirin hêjayî pesindayinê ne. Di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de gelek sazî û dezgehên ziman û wêjeyê pêşengî kirin û bi tevlîbûna saziyên din çalakiyên mîna panel, hatina gel hev a li kolanan pêk hatin. Qert, name û pirtûk ji bo nivîskarên di zindanan de hatin şandin. Her wiha ji bo 15’ê Mijdarê Roja Zimanê Kurdî jî gelek çalakî û xebat hat kirin. Jinên beşdarî xebatan bûn jî bal kişandin ser parastin û xwedîderketina zimanê kurdî. Di sala 2022’yan de bi taybet ji bo nivîskarên di zindanan de Komeleya Wêjekarên Kurd û PENa Kurd xebatên girîng kirin. Rojên îmzeyê hat çêkirin, bernameya danasîna berhemên nivîskarên di zindanê hat lidarxistin, pirtûk, name, qert hatin şandin, nivîsên nirxandinê li ser berhemên wan hatin nivîsandin, wêneyên rojên îmzeyê hatin derxistin û ji nivîskarên girtî re hatin şandin. Di heman demê de serdana malbatên nivîskarên di zindanan de hat kirin. Di van xebatana de rola jinê û çalakbûna jinê berbiçav bû.

Ji ber 8’ê Adarê jin hatin darizandin
8’ê Adarê ji bo jinên kurd û jinên cîhanê xwedî cihekî taybet e. Li dijî tundî, neheqî, zilm, zordestî û bêtehamuliya li dijî jinê çalakî hem berî 8’ê Adarê hem jî piştî wê, hatin lidarxistin. Di 8’ê Adara 2022’yan de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi pêşengiya jinan gelek çalakî bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”,”Bijî berxwedana zindanan”,”Em serî natewînin” hatin lidarxistin. Mêrên kujer, tecawizkar dewsa ku bên darizandin jinên ku di 8’ê Adarê li dijî kujer û tecawizkaran dengê xwe bilind kirin tundî dîtin, hatin binçavkirin û darizandin. Jin ji ber ku beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bûn hatin darizandin. Vê yekê jî zihniyeta sîstema heyî eşkere raxist ber çavan. Lê belê tevî tundiyê jî jinan gav paşde neavêtin.

21’ê Adarê
Newroz ji bo kurdan xwedî kevneşopiyeke girîng e. Di warê hişmendiya kurdewarî de xwediyê rol û mîsyoneke taybet e. Her sal bi beşdariya bi milyonan kurdan Newroz tê pîrozkirin. Di sala 2022’yan de gelek jinê li sazî û dezgeyan dixebitin xwe dan ber amadekariyên Newrozê û bi rihekî neteweyî xwedî li vê rojê derketin. Di Newrozê de gelê kurd bal kişand ser girîngiya yekîtiyê, bang hat kirin ku kurd bibin yek da ku li dijî êrişan, polîtîkayên şer ên taybet û tunehesibandina nasnameyê bi ser bikevin. Di vê Newrozê de ji ber kurdan kincên xwe yên kurdî li xwe kirin loma hatin binçavkirin û gef li wan hatin xwarin. Di 19’ê Adarê de li Navçeya Bismilê ya Amedê cêwiyên 5 salî A.B. û E.B bi dayika xwe hatin binçavkirin. Ji ber kincên kurdî. Nêzîkatiya li dijî zarokan jî bi vî rengî derket holê. Lê belê dîsa jî gelê kurd Newroz bi serfiraziyeke mezin pîroz kirin.

Têkoşîna ji bo Peymana Stenbolê
Peymana Stenbolê ya li ser navê ji bo pêşî li tundiyê bê girtin, hat îmzekirin, di 1’ê Tebaxa 2014’an de li Tirkiyeyê ket meriyetê. Di 1’ê Tîrmeha 2021’ê de bi gotina Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan, Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya. Jin li dijî vê biryarê, li dijî êrişa li ser îrade û destkeftiyên jinê herikîn qadan û ev biryar şermezar kirin. Jinên li qadan li dijî vê biryarê derketin tundî dîtin, hatin binçavkirin, îşkence li wan hat kirin lê belê dîsa jî gav paşde neavêtin. Di sala 2022’yan de jî çalakiyên ji bo Peymana Stenbolê û nerazîbûnên li dijî feshkirina peymanê dewam kir. Di salvegera feshkirina Peymana Stenbolê de jî dîsa jinan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên curbecur li dar xistin. Di çarçoveya çalakiyên têkildarî peymana hat feskirin de jinan li kolanan bal kişandin ser maddeyên di peymanê de cih digirin, meş, panel, civîn li dar xistin. Jinan di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê û di 8’ê Adarê de jî bal kişandin ser Peymana Stenbolê û gotin, ’em ê paş de bigirin’. Her wiha ji gelek aliyên Ewropayê jî li dijî feshkirina Peymana Stenbolê ya bi biryara Serokomariyê, pêk hat, nerazîbûn hatibû nîşandan.

Bandora tecrîdê
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandorê li ser gelek geşedanan dike. Tecrîda ku li ser hemû civakê pêk tê gelek aloziyan jî bi xwe re tîne. Di 2022’yan de jî jinan li dijî tecrîda ku di heman demê de li hemû girtîgehên Tirkiyeyê jî ketiye meriyetê nerazîbûnên xwe nîşan dan. Gelek caran parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan lê belê bi tu awayî bersiveke erênî nehat dayin. Bi mehan e agahî ji Rêberê Gelê Kurd û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayri Konar, Hamili Yildirim, Veysi Aktaş nayê girtin. Tecrîda ku veguheriye îşkenceyek sîstematîk ji aliyê îktidara heyî ve wekî alaveke tolgirtinê tê bikaranîn. Li dijî vê ferasetê, ji bo bidawîkirina tecrîda giran HDK, KCD, TJA, DBP, MED TUHAD-FED’ê di 11’ê Hezîrana 2022’yan de bi dirûşma “Li dijî tecrîdê em azadiyê diparêzin” Meşa Gemlikê ya Mezin li dar xistin. Polîsan tundî li kesên beşdarî çalakiyê bûn kirin, ew kirin bin çavan, çalakî hat astengkirin. Lê belê dîsa jî bi hezaran mirovên daketin qadan li dijî tecrîdê bertek nîşan dan û xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Jinên ku herî zêde ew di bin bandora tecrîdê de dimînin tevî astengiyan qêriyan, lîrandin û dengê xwe bilind kirin.

Nobedên Edaletê
Li girtîgehên dewleta tirk binpêkirina mafan her diçin zêde dibin û îktidara heyî jî pesnê xwe her carê bi çêkirina girtîgehên nû vedide. Her wiha budçeyeke mezin ji şer vediqetîne. Loma niha li Tirkiyeyê qeyraneke mezin a aboriyê heye. Li gel vê qeyrana siyasî jî. Em dikarin vana hemûyan bi tecrîda giran jî girê bidin. Niha li girtîgehan jî tecrîdeke mezin a veguheriye îşkenceyê heye. Pirtûkên kurdî nadin girtiyan, li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û li gorî raporê di 10 mehên dawî de 63 girtiyan jiyana xwe ji dest dane, girtî di hucreyên yekkesî de tên girtin, bi ser qawişên wan de tên girtin, dest datînin ser alavên wan. Loma li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan û ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan xizmên girtiyan li Amed, Stenbol, Wan, Amedê dest bi Nobedên Edaletê kirin. Li aliyekî jî Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dewam dike. Her çiqas hat xwestin ev Nobedên Edaletê bên astengkirin jî xizmên girtiyan her wiha Emîne Şenyaşar jî li berxwe dan. Tevî ku xizmên girtiyan û Emîne Şenyaşar tenê edalet û darizandineke adîlane dixwazin jî bûn hedef, hatin binçavkirin û hatin darizandin. Gelek sazî, dezgeh û kesayet ji bo piştevaniya xwe bînin ziman çûn serdana Nobedên Edaletê û peyama girîngiya demokrasî û edaletê dan.

Têkoşîna li dijî tundiyê ya li ser çapemeniya azad
Di sala 2022’yan de ji meha hezîranê heta meha cotmehê 26 rojnamegerên di çapemeniya azad de dixebitin hatin girtin. Li gor daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ya meha îlonê, niha li Tirkiyeyê 87 rojnameger di girtîgehan de ne. Gelek caran malpera JINNEWS, Ajansa Mezopotamyayê hatine astengkirin û hatiye astengkirin ku Rojnameya Xwebûnê ji bajarên mîna Mêrsîn, Stenbolê re bên şandin. Li dijî êrişan Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) dest bi kampanyayên piştgiriyê kirin. Bi kampanyaya piştevaniyê ya ji bo rojnamegeran a “Nûçeyekê jî Tu Bişînî” bi şandina nûçe û nivîsan gelek kesî piştgirî dan rojnamegeran. Li ser medyaya dîjîtal MKGP’ê dest bi kampanyaya îmzeyê kir her wiha bernameyên odeya sohbetê ya li ser twittir û youtubeyê hatin çêkirin. Di çarçoveya çalakiyên piştevaniya bi rojnamegeran de daxuyanî hatin dayin û dirûşma “Hûn çapemeniya azad nikarin bêdeng bikin” hat berzkirin.Ji ber çapemeniya azad rastiyan derdixe holê û gelek lîstikên qirêj ên medyaya alîgir û îktidara heyî teşhîr dike loma her tim hedef tê nîşandan. Lê belê xebatkarên çapemeniya azad ji têkoşîna xwe gavê paşde navêjin û pênûsa hevalên xwe yên girtî li erdê nahêlin. Alavên xebatê yên rojnamegeran gelek caran wekî sûc hatibe hesibandin jî rojnamegeran dîsa alavên xwe hildane, bername û nûçeyên xwe çêkirine.

Meşa Cûdî û ya li dijî çekên kîmyewî
Bi van geşedana girêdayî êrişa dewletê ya li dijî xwezaya gelê kurd jî dewam dike. Daristanên Kurdistanê tên şewitandin, dar tên birîn, çavkaniyên bêhnê bi mirov dide sitandin ji holê tên rakirin, her wiha çekên kîmyewî li dijî kurdan û xwezaya wan tê bikaranîn. Gelek caran li dijî birîna daran, êrişên li dijî ekolojiyê her çiqas gilî li ciyên pêwist hatibe kirin jî bêencam mane. Hem li dijî talana xwezayê hem jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di sala 2022’yan de du meşên girîng bi tevlîbûna gelek kesan pêk hat. KCD, TJA, DBP, HDP, Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li dijî talana li Kurdistanê dikeve meriyetê bi dirûşma “Li dijî hilweşandina şer û talana xwezayê em dimeşin” di 17’ê Cotmehê de meşek girseyî ber bi Çiyayê Cûdiyê ve li dar xist. Êriş dîsa li çalakvanan hat kirin, gelek kes hatin binçavkirin û tundî li wan hat kirin. Li dijî tundiyê hêrsa çalakvanan hîn zêdetir dibû û dirûşmên xwe, dengên xwe bilind dikirin. Rol û mîsyona jinan a di vê çalakiyê de berbiçav bû. Jin êrişa li dijî xwezayê wekî êrişa li dijî îradeya xwe û bedena xwe qebûl dikin. Yek ji meşeke din a girîng ku hat kirin jî meşa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bû. Di 6’ê Mijdarê de li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê dîsa ji aliyê heman saziyan ve meşek girseyî ya mirovahiyê hat lidarxistin. Tundiya polîsên dewletê di vê çalakiyê de jî derket pêş û dîsa çalakvanan serî netewandin. Ev meş ji bo serhildana mayinde gelekî girîng bû û em dikarin bêjin bû hêz û hêviyek jî. Jinan dîsa peyamên xwe di vê çalakiyê de dan û gotin bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyêye û divê yên çekên kîmyewî bi kar tînin bên darizandin.

Dirûşma “Jin Jiyan Azadî”
Di 16’ê Îlona 2022’yan de jina kurd Jîna Emînî ji aliyê “polîsên exlaq” ve bi hinceta porê wê derketiye hat qetilkirin. Li ser vê yekê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildanê dest pê kir. Ev serhildan li hemû cîhanê belav bû û dirûşma “Jin Jiyan Azadî” li cîhanê bû wekî sembolekê. Jinan li dijî kuştina Jîna porê xwe jê kirin û ev hovîtiya ku li dijî jina kurd hat kirin, şermezar kirin. Rejîma Îranê di rapora otopsiyê ya Jîna Emînî de diyar kir ku ji ber di 8 saliya xwe emeliyeta mejî derbas kiriye loma jiyana xwe ji dest daye. Lê belê kesekî ji vê yekê bawer nekir û malbata Jîna jî ev yek red kir. Jinên li berxwe didin her tim dibin hedefa sîstema yekperest. Edîtora Kovara Jineolojiyê, akademisyen, rojnameger Nagîhan Akarsel jî li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê di 4’ê Cotmehê de li ber mala xwe ya li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê, bi 11 guleyan hat qetilkirin. Li çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê jinan bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” qetilkirina Nagîhanê şermezar kirin. Jinan gotin êrişa bi 11 guleyan êrişa li dijî têkoşîna jinê ye û banga xwedîderketina li têkoşîna Nagîhanê kirin. Jinan gotin, “Em ê li têkoşîna Nagîhanê û mîrateya wê xwedî derkevin.”

Çalakiyên 25’ê Mijdarê
Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê de, jin daketin qadan bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” peyama “Em serî natewînin” dan. Jinan bi soza parastina destkeftiyên xwe û têkoşîna hevpar a li dijî zihniyeta baviksalarî ala xwe ya serkeftinê bilind kir. Jin bi lîrandin, çepik û dirûşmên xwe daketin kolanan û banga mezinkirina têkoşînê kirin. Her wiha ji bo girtiyên azadiyê dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.