Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya meseleya kurd a bi rêya siyasî di 10’ê Cotmehê de pêngava “Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji meseleya kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin. Wekî parçeyekî vê kampanyayê jî li girtîgehan girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2023’yan de bi olandayina gotinên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, em ê hîn nebin û ew ê nikaribin bên hînkirin” dest bi çalakiyên grevên birçîbûnê kirin.
Piştre xizmên girtiyan, jinên ji bo aştiyê xwestin destên xwe têxin binê kevir, Nobetên Edaletê yên ji Kurdistanê dest pê kirên û li Tirkiyeyê belav bûn, dan destpêkirin. Jinên kurd ên ji dîrokê heta niha li dijî nuxumandina her tim a hêza jinan û li dijî nirxandina li gel unsura esas jin tenê wekî tiştekî ku piştre li gel vê yekê hatibe zêdekirin, li berxwe dane û têkoşîna hebûnê dane, niha dîsa li qadan e. Jinên pêşeng ne wekî hêzeke rizgarkirinê ya ku tenê dema mecbûr bimînin û derkevin qadan û barê vê çalakiyê wiha bigirin ser milê xwe, wan wekî hêmanên esas cihê xwe de kampanyayê de girtin. Jinên bi avêtina laçika xwe ya spî bûne hêza çareseriyê, di pirsgirêkên civakî de, di qedexeyên derketina derve yên 2015’an de, di pêvajoyên grevên birçîbûnê de, di çalakiyên Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin de çawa bi laçikên xwe yên spî meydan, kolan tije kirin Îro jî bi biryardariya “Em ê tecrîdê bi dawî bikin, em ê azadiya fîzîkî pêk bînin” li Nobetên Edaletê ne.
Gotinên jinan ên serhildanê rave dikin
Dema em li serhildana rojên borî yên jinên nêzî 200 roj in li berxwe didin, binêrin wê hêvî, biryardarî, hezkirineke berfireh derkeve pêşberî me. Nobeta Edaletê ya di 4’ê Kanûna 2023’yan de li Amedê dest pê kir li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezanê dewam kir. Ji 5’ê Adarê vir ve ye jî bi pankartên “Ji dayikên lehengan hezar silav ji zindanan, em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin” li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rezanê ji tîrêjên rojê yên serê sibehê de heta saetên êvarî dewam dike. Di nobetê de jin tevî ku ne di greva birçîbûnê de jî pir kêm xwarinê dixwin û tiştekî vedixwin. Ew bi vê helwestê li hember girtiyên bedena xwe dane ber birçîbûnê berpirsiyariyeke manewî tînin cih.
Serhildan bûye parçeyekî jiyana wan
Di nava vê demê de ji gelek qadan, saziyan, ji welatên cuda kesan serdana jinên serhildêr kirin. Di serdanên dihatin kirin de jinan diyar dikirin ku serhildana wan tenê îro dest pê nekiriye ji dema ku wan li Kurdistanê çavên xwe vekirine serhildan bûye parçeyekî jiyana wan her wiha parçeyekî jiyana wan jî zilma li wan tê kirin e. Jinan ji roja serhildana Nobetên Edaletê dest pê kiriye heta niha gotinên xwe yên “Heta daxwazên zarokên me bên cih û Serokê me azad bibe em ê li vir bin”,”Ger çareserî pêk neyê em ê dîsa li qadan bin”,”Zaroka/ê min ne yek tenê ye, hezar hebin. Hemû kesên di girtîgehê de zarokên min e” tînin ziman û ji van gotinên wan pêkan e ku em serhildanê fam bikin.
Ev serhildan çawa tê kanalîzekirin?
Di nobeta ku bi berdilkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” de, tê dewamkirin, dayik carekê jî klam û dirûşmên xwe kêm nakin. Li dijî vê êşa mezin çawa ewqas bi hêz dibin û ev êş çawa di serhildanê de tê kanalîzekirin ? Jin di nava vê pirsê û şaşwaziyê de sohbetan dikin, ev jinên di têkoşîna ku didomînin de bi nasnameya xwe ya polîtîk a bi xwe diafirînin didin xuyakirin ku vê serhildanê bi ser dixin. Jinên herî zêde kûrahiya tecrîdê hîs dikin nabin mehkûmên qedera xwe û dibêjin, “Em êşa xwe vediguherînin serhildanê û em bi vê re ji bo xweşikbûna aştiyeke bi rûmet û jiyaneke bi rÛmet serî hildidin” . Rêhevalên têkoşîna Berfo Kirbayir a ku lawê wê Cemil Kirbayir bi “cinayetên kiryarên wê ne diyar” hat qetilkirin û dibêje, “Dibe ku rojekê lawê min were loma min tu carî mala xwe boyax nekir” û têkoşîna Dayika Aştiyê Hayriye Dogan a dibêje,”Dilê min çiya ye” îro rêya xwe li ser têkoşîna van dayikana didin meşandin.
Dengê jinan ên di dorpêçê de bilind dibû
Jinên nobeta edaletê digirtin her ciwanên dihatin wekî zarokên xwe hembêz dikirin, li Amedê di nava dorpêça polîsan de, di bin siya çekan de dengê xwe bilind dikirin. Gelo ev deng wê bandoreke çawa li ser çareseriya meseleya kurd bike ? Ev jî mijara meraqeke mezin e. Lê belê gotina jinan a “Heger ev çareserî çênebe em ê derkevin qadan û çi ji destên me bê em ê bikin” hinek be jî ji vê meraqê re dibe bersiv.
Jinan ji jiyana hev re parçeyek vedikirin
Jinên di nobeta edaletê de yên bi salan ji bo armanca hevpar têkoşîn kiribin jî hinek jê cara ewil di çalakiyekê de hatibûn gel hevdu, wan bi vê re jiyana xwe kiribûn hevpar. Jinên bi hêza mirovan dike yek hatibûn gel hevdu wekî ku bi sedan salan e bi hev re bin, bi vê hîsîyatiyê bûbûn rêhevalên hevdu. Ya wan dikir yek êş, bawerî û hêviyên wan bû. Jinên di nava hatina gel hevdu de hewl didan hevdu nas bikin, di her nobetê de li ser mijarên curbecur sonbet dikirin û bi vê re ji jiyana hev re paceyek vedikirin.
Ji hev re bûn hêz
Mijara herî girîng a her sohbetê û ya destpêkê çûyina dayikan a girtîgehê bû û li vir dîtina zarok, xwişk û biryarên wan bû. Û dema vedigeriyan ravekirina agahiyên derbarê vê mijarê de bû. Kesa ku di her sohbetê de hevdîtina li girtîgehê rave dikir wekî ku ew kêlî dîsa jiya bin rave dikirin. Her wiha bi wê hîsîyata dîsa dijîn kenê xwe û hêsirên xwe li wê ravekirinê zêde dikirin. Jinên li hev guhdar dikirin ji bo bibin hêz û kêliya bi keder ji holê rakin digotin, “Negirî yan na di hevdîtina telefonê de em ê giliyên te bikin” û bi vî rengî hewl didan bibin hêz. Yek ji aliyê hevpar ê jinên bi gul, stran û çîrokên girtiyan ji hev re dibûn hêz, zendikên wan ên hevpar ên bi destan çêbûbûn û rengorengo bûn. Hemû jinên zendikên li girtîgehan ji aliyê girtiyan ve hatibû çêkirin, kiribûn destên xwe, hem ji hevdu hem jî ji girtiyên di greva birçûbûnê de û ji hemû girtiyên ji bo doza azadiyê li berxwe didin, hêz digirtin.