Bi ruhê serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ 8’ê Adarê

- Zîlan Vejîn
135 views
Rejîma Îranê ev çend ditirse û tenê bi zextan na, bi darvekirinan dixwaze pêşî li hevparbûna têkoşîna jinan bigire. Lê di jinan de hêrsa li hember rejîmê mezintir bû û hêza têkoşîn û ruhê raperînê ava dike. Niha jî bi sedan jinên têkoşer û siyasî li girtîgehên Îranê ne û li ber xwe didin û li hember siyaseta rejîmê serî natewînin.

Em ber bi 8 Adareke nû ve diçin. Jin bi hemû coş û kelecana xwe bi hêvî û baweriya ku ji têkoşîna hevpar ya jinan wergirtine wê 8 Adarê pêşwazî bikin. Li Kurdistanê coşa 8 Adarê reng û dengê wê zêdetir li ber çavan e. Ji ber ku şer û têkoşînek gelek dijwar û bênavber di pêşengtiya jinên Kurd de li Kurdistanê tê meşandin. Gerîlayên jin bi îradeyek mezin, bi stratejî û taktîkên demê û bi hemû hêza xwe ve bi ser dijmin diçin û destketiyên mezin qezenc dikin. Ew bûne hêviya rizgariya hemû jinan û mirovahiyê azadîxwaz. Gelek bedel hatine dayîn, gelek qehremaniyên mezin derketine holê û bûne destanên paşerojek azad û serfiraz. Têkoşîna jinên Kurd ku li ser hîmê felsefeya jin jiyan azadî destpê kir û xwe bi tevger, rêxistin û hêza parastina jinan kir, îro rûmeta mirovahiyê diparêzin û şerek mezin li hember dagirkeran dikin. Ew ruh û têkoşîna 8 Adarê di kûrahiya dil û mejiyê xwe de didin jiyîn û mezin dikin. Ji bo serketina wê jî bedelên herî giran jî dane berçav. Misogeriya serketinê bi ruh û şerê xwe diyar kirine.

Êrîşek pir berfireh li ser jinê heye

Li ser wê hîmê di asta cîhanî da nîqaş û xebatên ji bo konfederalîzma jinan a cîhanî têne kirin, gelek pêşketin bi xwe re anîn û bala hemû cîhanê kişand ser têkoşîna hevpar a jinan. Hişmendî û polîtîkayên desthilatdariya mêrsalar jî bi hemû derfet û teknîka di destê xwe de bi ser jinan da tê û jinên têkoşer û pêşengên civakê kirine hedef. Sedsala ku herî zêde qala parastina mafê mirov, hiqûq, dad û edaletê tê kirin ev sedsal e, lê heya niha ji kujeran hesab nehatiye xwestin. Faîl nayên eşkerekirin. Ji ber ên wan kiryaran pêk tînin ew bi xwe ne. Di serî de pêwîste ew bên darizanin û hesab bidin. Ya rast êrîşek pir berfireh li ser mejî, ruh û bedena jinê heye. Bingeha şerê herî mezin a vê serdemê şerê li dijî jinê tê meşandine. Di şexsê jinê de, şer li dijî hemû civak û xwezayê tê meşandin. Jin ji ber bi civakîbûn û komînalbûn û têkoşîna xwe sîstema ferdparêzî û lîberalîzmê parçe dike, parastina nirxên civakê û mirovahiya azadî dike, pergal jî wê weke mudaxele li dijî pergala xwe dibîne û ji bo wê jî ew çend êrîşan pêk tîne. Her sal bi sedan jin bi wê şêwazê têne qetilkirin. Di bingeh de mirov dikare van êrîşên ku li ser ruh, mejî û bedena jin têne kirin bişîbîne hişmendiya mîtolojiya Tiyamat û Mardok ku bi sê tîrên kevanê jinê parçe dike. Ji bo wê jî hewldana herî mezin, jinan bê parastin bêhêlin û êrîşên xwe pêk bînine. Lê belê li dijî wê bi feraseta ku ‘xwe parastin hebûna me ye’ pêwîste zanista rêxistinbûnê di asta hevparbûnê de ava bibe.

Têkoşîna jinê geştir bû

Her çend hemû dewlet bi hişmendî û siyasetek hevpar ve qirkirina jinan armanc dikin û kuştinan pêk tînin jî, lê hin kiryar di her sîstemek dewletî de cuda ye. Mînaka herî ber bi çav û xeternak jî rejîma Îranê ya sêdarê ye. Dema ku qala siyaseta dewleta Îranê tê kirin, tişta pêşî tê bîra mirovan sêdar e. Ev gotin û dîmen bi xwe tirsek çêdike, sêdar bûye siya dîwarê tirsê û bi wê şêwazê pergala xwe li ser lingan dihêle û li dijî muxalîfan şer dike. Pergal bi tirsandinê hewl dide civakê dîl bigire. Bi darvekirin û êşkenceyên cur bi cur ên li ser girtiyan, di nava civakê de tirsê ava dikin. Dewleta Îranê di rêza pêşîn a ji wan dewletên ku bi cezayên darvekirinê derketiye pêş. Îran bi qeyrana siyasî, aborî, civakî û qeyrana windakirina rewabûna hikûmetê re rû bi rû ye. Hikûmeta Îranê hem nikare ji qeyrana heyî re çareserî bibîne û hem jî dibe sedem ku roj bi roj ew pirsgirêk kûrtir û berfirehtir bibe. Niha rejîm bi nerazîbûna jinan, ciwanan, karkeran û hemû gelên Îranê yê li hember siyaseta heyî nerazî ye, rû bi rû maye. Ji ber ku rejîm nikare bi serkutkirinê pêşî li wan nerazîbûn û daxwaza bigire, îcar bi darvekirinan hewl dide ku jin û gelê azadîxwaz bê deng bike. Di van çend mehên dawî de gelek jin hatin darvekirin. Ji ber ku têkoşîna jinê ya bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ geştir bû. Niha jî hemû jin û ciwan li ser bingeha vê dirûşmê, di qada têkoşînê de cih digirin û pêşengtiyê dikin. Ev yek jî tirsek mezin di rejîma Îranê de çêdike. Ji bo wê jî darvekirinê, weke gefxwarin li hember jinan bi kar tîne. Dengê jinan a ku bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind bûye, niha di asta herêmî û cîhanî de birêxistin dibe û dibe pêşenga jiyana azad a altarnatîf û siberojê. Deng, hest û daxwezin jinan bi vê dirûşmê gihiştin hev û hevparbûn ava kirin.

Gelek jin hatin darvekirin

Ji bo wê jî rejîma Îranê ev çend ditirse û tenê bi zextan na, bi darvekirinan dixwaze pêşî li hevparbûna têkoşîna jinan bigire. Gelek darvekirinê jinan li Îranê nayên eşkere kirin, gelek jin bêyî biryara dadgehê têne darvekirin. Heya gelek jin têne darvekirin piştî wê agahî didin malbatê wan. Dema li hember wê nerazî bûn hebe yan hewldana eşkerekirina van kiryarên rejîmê, dewlet bi nîşaneyên ku mohrên namîsî, zîna, xiyanet, jinbûn û dayîkbûna wan dike jêr pirsê û reş kirinê dide pêş. Rejîma Îranê hukmê darvekirinê weke parastina pergala komara Îslamî bi kar tîne. Ji xwe hemû hikumetên îdolojîk, darvekirinê li hember daxwaza azadî û rêxistinên têkoşer û şoreşger weke kartek li ber çavê gel û civakê digire û pê tehdît dike. Bi hezaran jin di dema salên destpêka avabûna Komara Îslamî de hatin darve kirin. Esas darvekirina mirovan şêwaza kuştina hikumetên ku wê hukmê pêk tînine. Wesîleyek ji bo bêdengkirina mirovan e.  Darvekirin û êşkence tawanek mirovahiyê ye. Ne tenê li hember darvekirinên jinan bi giştî li hember hukmê sêdarê li her qada ku têkoşîna jinan lê heye, pêwîste têkoşînek bi hêz ya ji holê rakirinê hebe. Jinên Rojhilat û Îran rojane bi hukmê sêdare re rû bi rû ne. Bêguman gelek şêwazên sêdarê hene, gelek jin hene heya dibin ber sêdarê, rastî êşkenceyên fîzîkî û ruhî tên. Kêm kes û bi taybetî jin, dema ku ji girtîgehên li Îranê derdikevin, êdî nikarin weke berê asayî bijîn. Gelek ji wan xwe dikujin, canê xwe didin ber agir û di hêla ruhî de têk diçin. Helbet gelek jinên ku li ser hukmê siyasî têne girtin, dema ji girtîgehan derdikevin têkoşîna xwe ji berê berfirehtir û mezintir jî dikin.

Hêza têkoşîn û ruhê raperînê ava bu

Bi qasî ku jinên ciwan û azadîxwaz di serhildanên şoreşa ‘jin jiyan azadî’ de hatin qetil kirin, ewqas jî hatin girtin û bi cezayên giran û cezayên darvekirinê hatin mehkûmkirin. Rejîma Îranê difikirî ku bi siya dîwarên sêdarê re çavê jinên têkoşer bitirsîne û gav bi gav wan ji têkoşînê dûr bixe. Lê di jinan de hêrsa li hember rejîmê mezintir bû û hêza têkoşîn û ruhê raperînê ava dike. Niha jî bi sedan jinên têkoşer û siyasî li girtîgehên Îranê ne û li ber xwe didin û li hember siyaseta rejîmê serî natewînin. Têkoşîna jinan a li hember hîcaba mecbûrî çawa bê navber tê meşandin, pêwîste li dijî kiryar û darvekirina jinan ên li girtîgehan jî ev têkoşîn, hevgirtin mezintir û berfirehtir bibe. Li girtîgehên Tirkiyeyê jî gelek kiryarên nemirovane li ser jinan têne sepandin. Bi sedan jinên siyasetmedar, pêşeng û aktivîst li girtîgehan têne ragirtin. Têkoşîna jinên Kurd li Bakur jî bi awayekî bê navber berdewame. Li girtîgehên Tirkiyeyê jinên pêşeng ên ku têkoşîna siyaseta demokratîk dimeşînin weke Gulten Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, li girtîgehên rejîma Îranê jinên têkoşer weke Zeyneb Celaliyan, Wûrîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Gulroxê Iranî û gelek jinên din têne ragirtin. Di şexsê wan de em 8 Adarê li hemû jinên ku li girtîgehan de li ber xwe didin û serî natewînin û siyaseta dijmin vala derdixin pîroz dikin û berxwedana wan silav dikin. Li dijî pergala desthilatdariyê divê hemû jinên Îranê, Kurd, Belûc, Ereb, Azerbayîcanî, Fars û hwd. bi ruhê serhildana Jin Jiyan Azadî 8’ê Adarê pêşwazî bikin û li dijî hukmê darvekirinê têkoşîna xwe bilind bikin.