‘Em 8’ê Adarê bi awayekî geş pêşwazî dikin’

- Roza METÎNA
109 views
Namzeta Hevşaredariya Qoserê Hamdiye Bilek Turgay û aktivîsta TJA’yê Xecê Şen diyar kirin ku wan di sala 2023’yan de jî li dijî zihniyeta mêr a serdest li berxwe dane û wê 8’ê Adarê bi sekneke jixwebawer û bi awayekî geş pêşwazî bikin. Hamdiye û Xecê di heman demê de bal kişandin ser kar û xebatên TJA’yê kiriye û girîngiya van xebatana.

Namzeta Hevşaredariya Qoserê Hamdiye Bilek Turgay û aktivîsta TJA’yê Xecê Şen bal kişandin ser têkoşîna jinan a di nava sala 2023’yan de û qala kar û xebatên di bin banê Tevgera Jinên Azad (TJA) de hatine meşandin. Her wiha Hamdiye û Xecê bal kişandin ser pêşwazîkirina jinan a bi biryar a 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê. Namzeta Hevşaredariya Qoserê Hamdiye Bilek Turgay bal kişand ser bedelên ku jinan dane û wiha got: “Ji bo naskirina têkoşîna jinên bedelên mezin dane 8’ê Adarê di qada navneteweyî de girîng e. Di vê têkoşînê de jinan li qadên tije kirin canê xwe danîn holê û têkoşîneke şoreşgerî dan. Li vir xwedîderketina li ked û nasnameya jinê mijara gotinê ye. Rêhevalên me yên jin li girtîgehan, li fabrîqeyan, li ser erdan, li kolanan, li her derê cîhanê têkoşîna xwe dane meşandin. Di nava sala 2024’an de heman têkoşîn hîn zêde wê bê mezinkirin û wê xwedî lê bê derketin. Em ê 8’ê Adarê bi xwedîderketina li nasnameya xwe û bi parastina destkeftiyên xwe pêşwazî bikin.”

‘Cinayetên jinan polîtîk in’

Hamdiyeyê da zanîn ku cinayetên jinan polîtîk in û wiha pê de çû:”Di sala 2023’yan de 315 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin û 248 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatin dîtin. Ev cinayetan polîtîk in. Em van cinayetan wekî munferit an jî qeza nabînin. Li dijî têkoşîna jinan bi destên desthilatdariya mêr ev kuştin pêk tên. Tevî êrişên li hemû qadên me tên kirin jî di sala 2023’yan de bi têkoşîneke mezin jin li nasnameya jinê xwedî derketin û li hemû qadan xwe dan nîşandan.”

‘Em ê parastina destkeftiyên xwe bidomînin’

Hamdiyeyê bal kişand ser xebatên TJA’yê û wiha lê zêde kir:”Tevgera Jinên Azad (TJA) di aliyê têkoşîna azadiya jinê de atolye, konferansan li dar dixe û bi rê û rêbaza di vî warî de dimeşîne li keda jinan xwedî derdikeve û wiha têkoşînê dide. Di nava her malê de, li kolanan, li taxan jin bi pêşengiya TJA’yê xwedî li vê têkoşînê derdikevin. TJA qada xweîfadekirina her jinê ye. Divê em qadên ku lê têkoşîna nasnameya xwe didin biparêzin, em li ku dibin bila bibe em xwedî li mîrateya pêşengê xwe derkevin. Em ê bi rêhevalên xwe yên jin re xwedî li vê mîrateyê derkevin. Em ê xwedî li TJA’yê derkevin û ji vê têkoşîna xwe gavê neavêjin. Em ê wekî jinên TJA’yî parastina nasname û destkeftiyên xwe yên li qadan bidomînin.”

‘Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin’

Hamdiyeyê diyar kir ku jinan di sala 2023’yan de li berxwe dane û wiha got:”Wekî her demê di sala 2023’yan de jî tevî têkoşîna 8’ê Adarê me saleke bi têkoşîn derbas kir. Ji aliyê sîstema desthilatdar a mêr ve zextek li ser jinan heye û jinan di bin vê zextê de têkoşîna xwe dan meşandin. Jinên li berxwe didin her tim tên binçavkirin, bi awayekî nehiqûqî li girtîgehan tên girtin. Girtina bi awayekî nehiqûqî ya jinan wê gavê ji wê gavê ji têkoşîna me paşde nede avêtin. Em van neheqî û nehiqûqiyan qebûl nakin û em dibêjin em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin.”

‘Em bi pêşengiya TJA’yê didin meşandin’

Hamdiyeyê ew ê têkoşîna xwe ya ji dîrokê heta îro hatiye bidomînin û wiha got:”Wekî min diyar kir kevneşopiyeke me ya têkoşînê ya demdirêj heye û em vê yekê bi pêşengiya TJA’yê didin meşandin. Em vê têkoşîna ji dîrokê heta niha hatiye bi biryardarî didomînin. Em ê ji vê doza xwe ya mafdar tu carî dûr nesekinin. Em ê di 8’ê Adara 2024’an de jî li hemû qadan çalakiyan li dar bixin. Em ê 8’ê Adara 2024’an wiha tacîdar bikin. Ew ê wekî her demê di vê serdemê de jî sîstema mêr a serdest hewl bide me ji destkeftî û têkoşîna me dûr bixe. Ew ê dîsa hewl bide bi tundî û zextê me ji têkoşîna me dûr bixîne. Wê vê yekê jî hewl bidin bi binçavkirin û girtinan pêk bînin. Em li ku derê bin jî em ê dev ji biryardariya xwe ya mezinkirina têkoşînê bernedin.”

‘Yek ji qadên me yên têkoşînê zindan in’

Hamdiyeyê bal kişand ser têkoşîna li zindanan û wiha bi dawî kir:” Yek ji qadên me yên têkoşînê zindan in. Bi awayekî neheq û bêhiqûqî niha bi hezaran hevalên me yên têkoşînê dikin tên girtin. Her wiha tecrîda li ser Birêz Ocalan di serî de li ser girtiyan li ser hemû civakê tê kirin. Loma jî li zindanan çalakiya greva birçîbûnê û bi vê re girêdayî jî ji bo piştevaniya bi girtiyan re çalakiyên ‘Nobetên Edaletê’ dest pêkirin û bi awayekî biryardar dewam kirin. Çalakvanên Nobetên Edaletê gotin dema daxwazên wan bên cih ew ê çalakiya xwe bi dawî bikin. Em jî li van çalakiyana xwedî derdikevin û piştgiriyê didên.”

Afirîneriya jîyaneke nû ye

Aktivîsta TJA’yê Xecê Şen di destpêkê de bal kişand ser adarê û wiha got:”Adarê destpêka biharê ye û destpêka aşdayîn û afirîneriya jîyaneke nû ye. Hemû zîndîwerên jêr zemînê anku erd û bejayî hemû zayîneke nû diafirînin. Ji avzêmên li ber pendiyan ta gul û gulçîçekan, ji bişkivandina daran û ta gullîlûzên zagrozê, ji rûbaran ta bersûlan jîyaneke nû û aramî dîyarê mirovahiyê dikin.”

Felsefeya Mêhrî-Mîtrayî

Xecê bal kişand ser Felsefeya Mêhrî-Mîtrayî û wiha pê de çû:”8’ê Adarê jî mizgînîya jîyaneke nû ye. 8’ê Adarê li gor çanda her welatekî wate û girîngîya xwe ya pîroz heye. Di çand û baweriya kurdan de wate û girîngîyeke pir pîroz heye. Li gor salnameya kurdan a herî kevnare ya serdema felsefeya Mêhrî-Mîtrayî di roja herî dirêj de hîv û roj digihêjin hev û sembola 8 pêk tînin û di heman demê de jî 8 hem sembola her çar axşên gerdûnê ya asîman, ax, av û agir e û hem jî ya her çar demsalên bihar, havîn, payîz û zivîstanê ye. Anku her çar axşên gerdûnê û her çar demsalên wê di hejmara 8 de hatiye pênasekirin. 8’ê Adarê roja yekemîn a destpêka biharê ye û 21’ê Adarê jî dibe dawiya mehê ya sersala nû. Di çanda jinên kurd de rojên adarokê heye. Ji 8’ê Adarê ta 21’ê Adarê her roj diçûne li ser çîyan agirê ronahiyê pê xistine û her tiştên ku ji xwezayê hilbirîne weku nok û danok çêkirine û xwebexşîne xwezayê. 8’ê Adara jinên kurd a serdema felsefeya Mêhrî-Mîtrayî û 8’ê Adara gerdûnî ya “Roja Jinên Kedkarên Cîhanê” li hev hatî tesadufek e mezin e. Ev jî bawerî û pîrozîya 8’ê Adarê dide xuyakirin.”

‘129 jinên karker jiyana xwe ji dest dan’

Xecê bal kişand ser dîroka 8’ê Adarê û wiha lê zêde kir:”Her weku tê zanîn di 8’ê Adarê sala 1857’an de 40 hezar karkerên tekstîlê li New Yorka DYA’yê li dijî bêmafî, bêedaletî û newekheviyê û ji bo maf û azadiya xwe li kargehê dest bi grêvê kirine. Lê belê di encama êrîşên polîsên rejîmê de li ser karkeran derîyê kargehê tê girtin, şewateke mezin derdikeve û di encamê de 129 jinên karker jiyana xwe ji dest didin. Piştî vê bûyerê Partiya Sosyalîst a Amerîkayê di 28’ê Sibata sala 1909’an de li New Yorkê çalakiya “Roja Jinan” tê lidarxistin û piştre jî di sala 1910’an de Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî pêk tê û di konferansê de hat pêşniyarkirin ku her sal “Roja Jinan” were lidarxistin. Piştî ku jinan di sala 1917’an de li Rûsyayê Soveyetê mafê dangdanê bi dest xistin 8’ê Adarê weku “Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê” îlan kirin. Ji wê rojê û şûn de her sal bi pêşengîya jinên femînîst ev roj hat pîrozkirin.”

‘Em 8’ê Adarê bi awayekî geş pêşwazî dikin’

Xecê bi lêv kir ku jinên kurd bi çalakiyên cihêreng 8’ê Adarê pêşwazî dikin û wiha got:” Bêguman 8’ê Adarê di têkoşîna azadîya jinên kurd de wateyeke nû girt. Em wek jinên kurd ên Bakur ji sala 1996’an û ta niha bi çalakiyên cihêreng ên herî mezin vê rojê pêşwazî dikin. 8’ê Adarê ji bo jinên kurd roja berxwedan û serhildanê ye. Ev roj bi çalakiya hevala Sema Yuce hê watedartir bû.  Hevala Sema Yuce di 21’ê Adara sala 1998’an de li dijî îxanetê, li dijî zilma dewleta tirk a dagirker a li hember berxwedêrên zindanan, bişaftina jinên kurd û mêtingeriya li ser erdnîgariya Kurdistanê, kirasê roj û ronahiyê li ser bejna xwe kirin. Wê bi kirasê ronahiya azadiyê pira ronahiyê ya di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê ya Newrozê de ava kir. Heval Sema Yuce wiha dibêje: “Ji bo ku ez bibim şagirtek baş a Mazlûm Dogan, hemû şehîdên me yên din, dixwazim weku Zekîye bişewitim û weku Rahşan jî Newrozê pîroz bikin. Jin çîrûskên agirê Kurdan e ku bûye ax. Her jinek ku ji bo ji xweliyê çêbibe û bibe çîrûska vê yekê, wê demê wê bibe tevna Kurdistana azad”. Ji wê rojê û şûn de me wek jinên kurd wate û girîngîyeke pir mezin û pîroz da 8’ê Adarê. Ew vê rojê weku roja li dijî îxanetê, li dijî her cureyên tundî û sepandina li ser jinan roja berxwedan û serhildanê pênase dikin. Ji ber vê yekê em 8’ê Adarê bi awayekî geş û  herî bihêz pêşwazî dikin.”

Çalakî hatin astengkirin

Xecê bal kişand ser dewlemendiya bernameyên 8’ê Adarê û wiha got:”Bernameya me ya 8’ê Adara sala 2023’yan pir bernameyeke dewlemend bû. Lê mixabin erdhej weku felaketa herî mezin li ser gelê me de barî. Li 11 bajarên Kurdistanê erdhej pêk hat û bi hezaran jin, zarok û gelê me di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Me wek Tevgera Jinên Azad (TJA) hemû hêza xwe ya maddî û manewî xiste bin xizmeta gel de. Me ji hêlekê ve xebatên rizgarkirina mirovan a ji bin erdhejê dikir, ji hêlekê ve xebatên tendûristî, parastina ji berf û baranê dikir, ji hêlekê ve jî xebatên pêdiviyên rojane, ji hêlekê ve jî xebatên wê yên dîplomasî û raya giştî dikir. Kurtasî hemû jiyan û xebata me bû parastina mirovan a ji erdhejê. Jixwe me plansaziya xwe ya 8’ê Adarê jî di çarcoveya erdhejê de  saz kir. Me weku Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Dem Dema Jin Jiyan Azadîyê ye” pêşwazî kir. Me di çarçoveya bernameyên 8’ê Adarê de ji bo jinan û zarokan kampanyaya alîkariyê da meşandin û me li 11 bajarên ku erdhej pêk hatiye plansaziyên taybet ên hevkariya bi jinan re çêkir. Me bi gelek platformên jinan re li gelek bajarên Kurdistan û Tirkîyeyê jî meş û çalakiyên cihêrengên ji bo piştgirî û hevkariyê jinên ku li herêmên erdhejê de dijîyan li dar xist. Ji ber vê yekê di serî de li Amed û Wanê çalakiyên me bi awayekî derhiqûqî hatin astengikirin û gelek hevalên me yên jin hatin binçavkirin û çend heval jî hatin girtin vêga jî di zindanê de ne. Lê dîsa jî li hember hemû astengîyan, li hember hişmendiya mêrane ya dewletê jî 8’ê Adara sala 2023’yan bi berxwedan û hevkariyeke pir hêja û pîroz hat pêşwazîkirin. Ev ji bo me pir girîng bû.”

‘Kampanyaya me bû îlham’

Xecê bal kişand ser kampanyaya TJA’yê û wiha got:”Belê, me di 15’ê Îlona sala 2023’yan de bi dirûşma “Bi Jin Jîyan Azadîyê ber bi Azadîyê ve” kampanyayeke nû bi pêş xist. Me deklerasyona kampanyayê li bajarê Rihayê da û du startên wê jî di 19’ê Îlonê de li Şirnexê û 23’yê wê de jî li Stenbolê start da. Bêguman ev lingê kampanya me ya yekemîn bû. Mebesta kampnaya me li ser esasê 11 xalên bingehîn bûn. Xala yekemîn şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd, Birêz Abdullah Ocalan bû. Xala duyemîn jî li ser polîtîkayên şerê taybet ku dewleta tirk bi gelek rêbazên cuda li ser erdnîgariya Kurdistanê dide meşandin, têkoşîna li dijî talankirina xwezayê û parastina xwezaya Kurdistanê, têkbirina vî şerî û  li dijî polîtîkayên şerê taybet bilindkirina têkoşîna azadiya jinan. “

Polîtîkayên şer ên ji bo bişanftin-xwebişaftinê

Xecê da zanîn wan li dijî polîtîkayên bişaftinê xebat dane meşandin û wiha got:”Herweku tê zanîn li ser ziman, çand û hunera kurdî polîtîkayên şer ên ji bo bişanftin-xwebişaftin û bîyanîbûnê tê maşendin. Li dijî polîtîkayên bişaftinê parastin, azadîya ziman û perweerdehiya bi zimanê kurdî yek ji mebesta kampanyaya me ya herî sereke ye. Me di vê çarçoveyê de xebatên lingê duyemîn ên kampanyayê jî da meşandin. Me di serî de komisyona perwedehiyê ya kampanyayê ava kirin û me perwerdehiya perwerdekaran pêk anî. Pişt re jî me li seranserê Kurdistan û Tikîyeyê atolyeyên perwerdehiyê li dar xist. Van atolyeyan 4 rojan berdewam dikir. Yek atolyeya perwerdehiya xweser a ji bo jinan û du roj jî ya giştî anku hemû xebatkarên jin û mêr bi hev re. Di atolyeyên xweser de mijarên weku tecrîd, rêbazên polîtîkayên şerê taybet, birdozîya rizgariya azadiya jinê û pênç xalên wê yên welatparêzî, têkoşîn, xwerêxistinkirin, xweparastin û etîk-estetîkê, zanista zayendî, hemzayenda xwe hezkirin û zayendiya civakî hatin dayîn. Di atolyeyên giştî de jî tecrîd, rêbazên polîtîkayên şerê taybet, hişmendiya mêrane, zayendiya civakî, hevjiyana azad û hwd. Perwerdehî hatin dayîn. Ev lingê kampanyaya me ya duyemîn bû. Di  van atolyeyan de gelek encamên baş derketin holê, me gelek feydeyeke mezin ji van atolyeyan girt. Lingê sêyemîn jî li dijî polîtîkayên tecrîd û li dijî polîtîkayên şerê taybet di her kuçe û kolanên Kurdistan û Tirkîyeyê her cihê ku jinên kurd lê dijî li darxistina çalakiyên cihêreng û bilindkirina têkoşîna azadiya jinan e. Kampanyaya me bi vê mebestê hat pêşxistin û her ku çû berfirehtir bû û mezin bû. Kampanyaya me ji hemû xebatan re bû îlham û pênşengîya gelek xebatên hêja kir. Ji Nobetên Edaletê û ta Meşa Mezin a Azadîyê li ser bingeha kampanyaya me hatin pêşxistin û me wek Tevgera Jinên Azad (TJA) pêşengîya vê pêvajoyê kir. “

Fînala 8’ê Adarê

Xecê da zanîn têkoşîna wan wekî deryayeke bêdawî ye û wiha dawî li gotina xwe anî:”Kampanyaya me dê bi çalaki û mitîngên 8’ê Adarê encam bigire û dê mitînga fînala 8’ê Adarê ya herî mezin li Amedê were lidarxistin. Her çi qas kampanyaya me bi mitîngên fînalên 8’ê Adarê bi encam bibe jî lê dê têkoşîna me weku deryayeke bêdawî dê her biherike ta ku di serî de azadîya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd, Birêz Abdullah Ocalan pêk bînin, azadiya jinan bi dest bixin û erdnîgariya Kurdistanê ji bin dagirkeriyê rizgar bikin dê berxwedan û têkoşîna me jî bidome. Bi vê bîr û baweriyê ez cejna 8’ê Adarê “Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê” di serî de li jinên kurd ên ku di hemû qadên jiyanê de li ber xwe didin û têkoşîna azadîya jinan a ala felsefeya JIN JÎYAN AZADÎ yê bilind kirine û li hemû cîhanê deng vedaye pîroz dikin û di kesayeta wan de jî cejna Roja Jinên Kedkar li hemû jinên Cîhanê pîroz dikim.”