Zayîna ku azadiyê diafirîne

- Dengîr Güneş
123 views
Mazlûm Dogan ku dibêje “Berxwedan jiyan e”, Kemal Pîr ku gotibû ”Bi qasî ku di oxira wê de canê xwe dibim ji jiyanê hêz dikim”, Zeynep Kinaci (Zîlan) ku dibêje “Ez dixwazim bibim xwediyê jiyaneke bi wate” û Sakîne Cansiz (Sara) ku “Jiyana wê her şer bû” jî li gorî vê rastiyê têkoşiyan û bi awayekî zelal ji her kesî re nîşan dan ku bê ew zayînên dîrokê diafirînin û heqê demê didin çawa pêk tên.

Dema gerdûnê û her tiştên di gerdûnê de çêbûnê, bi zayînê dest pê dike. Her yek ji me weke însan di demeke piçûk ya vê dema gerdûnê ku berî vê bi milyaran salan dest pê kiriye tên dinê, dema xwe dijîn û paşê ji vê jiyanê vediqetin. Ji aliyekî ve jî dem di jiyana her kesekî de weke seateke qûmê bi hesab û bi lez diherike, lê di tevahî temenê xwe de pirranî em beyî ku vê bi me bidin fêrkirin an em bikevin ferqa vê tên mezinkirin. Ango di vê rastiyê de jiyan li hemberî demê pêşbaziyek e, lê em xwe di vê de nabînin, bi vê rastiyê zêde nahesin û weke ku tiştekî bê sînor e nêzî demê dibin. Encex kesên ku demê bi dijwarî hîs dikin dikarin di jiyana xwe de cûdahiyên mezin çêbikin. Di vê mijarê de mirov dikare teoriya îzafiyetê ya Albert Eînsteîn a derbarê demê de ji aliyekî din ve jî şîrove bike. Em vê teoriyê ne tenê di aliyê feza, cih û hwd. de, dikarin bi wateya ku însan ew dema jiyana xwe bi çi awayî bikartîne jî bigirin dest. Li gorî vê teoriya zanistê, heta niha tişta ku herî bi lez tevdigere ronahî ye û encex mirov bi leza ronahiyê biçe dikare demê bê bandor bihêle û têk bibe. Li gorî fizîkê heta niha ne mimkûn e ku mirov vê bike. Lê ji aliyê din ve hin kesên ku bi kar û serketinên xwe bi şêwazekî din zora demê dibin jî hene. Yên ku bi berhemên xwe çend emr tevlî vê demê kirine, heqê her kêliya vê jiyanê dane û bi vê yekê dema jiyanê qat bi qat zêde kirine hene. Kesên ku ev bi serketî pêk anîne, guherînên mezin kirine, meşeke ji rêzê qebûl nekirine, şopa xwe li vê dinyayê û dîrokê hiştine, qalibên heyî û tiştên jiberkirî derbas kirine. Ev kes li gorî zext û pîvanên pergalê, dewletê, malbatê û civakê tevnegeriyane, her têkoşiyane û ti carî li ber van serî netewandine.

Jiyanek divê çawa were jiyîn?

Rêber Apo, ku bi damezrandina PKK mora xwe li 50 salên dawî yên dîrokê xist, yek ji wan kesan e. Nirxên ku bi têkoşîna azadiyê hatine afirandin, bi deh hezaran kesên ku bi xwe li akademiyan wan perwerde kiriye, bandora li ser bi milyonan kesên ku wî weke serokê xwe qebûl dikin, guherîn û vegûherîna ku di jinê û civaka Kurd de afirandiye, bi bingeha ji şoreşa jinê re daniye, gavên di avakirina civakeke azad û kesayeteke azad de avêtiye û eleqeya ku bi felsefe û pirtûkên xwe di nav civakê pêş xistiye hwd. di vê mijarê de bê divê jiyanek çawa were jiyîn mînakek berbiçav e.

Qonaxên jiyanê û zayîna seyemîn

Gelê Kurd 4’ê Nîsanê bi awayekî sembolîk weke rojbûna Rêber Apo pîroz dike. Lê weke rêberekî, ew jiyana xwe weke bingeha vejîna gelê Kurd û PKK jî pênase dike û bi sê qonaxan digire dest. Qonaxa pêşî weke pêvajoya ku kesayet ji civaka komûnal ber bi civaka dewletperest ve digûhere bi nav dike. Qonaxa duyem ku ji damezrandina PKK heta 15’ê Tebaxê û pêvajoya Îmraliyê ve digire dest û vê weke pêngava hişyarbûna gelê Kurd a serdemê û serhildanê pênase dike.

Berhamên herî girîng

Îlankirina paradîgmaya nû û pirtûkên ku di pêvajoya Îmraliyê de hatine nivîsandin berhemên herî girîng yê vê zayînê ne. Parvekirina van nêrînan û bandora vê pêşî li gelek zayîn û pêşketinên nû jî vekir. Yek ji tiştê hiştiye vê zayînê pêk bîne jî ew e ku, ji roja damezrandina PKK heta îro ti carî teslîmî zehmetiyan nebû û ev pêvajoyên awarte bûn bingeha xurtkirina têkoşînê. Jixwe helwesta tevgera azadiya gelê Kurd ya di pêvajoyên dijwar de dibêje, “An em ê rêyekê bibînin, an em ê rêyekê vebikin” jî vê nîşan dide. Di şert û mercên tecrîda dijwar a li Îmraliyê de jî ev pîvan serdest bû. Tevî hemû zehmetiyên dîlgirtinê, eşkence, zext û şerê taybet ê dijmin ku kêlî bi kêlî bi her şêwazî dimeşîne, di rewşeke weha de afirandina zayîneke nû karekî ji rêzê ku her kes karibe bike nîne. Di nav pergala eşkence ya Îmraliyê de pêkanîna vê jî li hemberî dem û dijmin serî netewandin û serhildanek e û weke serketineke mezin a şerê meydanê ye.

Paradîgma rengê pêvajoyê diyar kir

Qonaxa 25 salan a vê zayînê li ser bingeha paradîgmaya nû pêş ket û bû yek ji xala herî girîng a ku rengê vê pêvajoyê diyar bike. Paradîgmaya ekolojîk, li hemberî qirkirina bê navber a modernîteya kapîtalîst ku jin, xweza û azadiyan hedef digire hewldana parastina hebûn û nirxên hemû mirovahiyê ye. Di heman demê de têkoşîna ji bo siberojeke azad û hewldana ji bo zayînên nû ye. Her weha ev paradîgma li dijî têgihiştina serdestiya mêr ku çavkaniya pirsgirêka azadiya jin, ekolojî û hemû pirsgirêkên jiyanê ye, mertalek û êniyeke şoreşê ya herî radîkal e. Ji xwe têgehên demokrasî, ekolojî û azadiya jinê heta niha di her dem û di her cihên ku rûyên xwe nîşan dane pêşî li çareseriyê, pêşketine û xweşikbûnê vekirine. Ji bo vejînên nû derfetên bê sînor ava kirine. Ev nirxên paradîgmayê li dijî êrîşên herî dijwar ên modernîteya kapîtalîst ku rastiyê tine dike, hewldana parastina hebûnê û jiyanê bi xwe ye. Li hemberî pirsgirêkên civakî yên kor ên îro jî, rêya alternatîf ya avakirina kesayeta azad, civaka azad û siberoja azad nîşan dide.

Zayînên ku dîrokê diafirînin

Rêber Apo, di parêznameya xwe ya bi navê “Parastina Gelekî” de heta li hemberî ajal û çûkên ku di zaroktiyê de ziyan daye wan rexnedayina xwe dide û bi vî rengî dest bi pêvajoya qonaxa sêyem a jiyana xwe ya nû dike. Her weha tîne ziman ku aramî û dilşadiya herî mezin bi şoreşeke ekolojîk a rastîn mimkûn e. Rêber Apo formûla meşa jiyaneke azad û bi wate ku teslîmî şaristaniyê nabe, li hemberî herîkîna demê bi ser dikeve û her tim di xwe û derdora xwe de zayînên nû diafirîne weha pênase dike: “Qûtbûna ji şaristaniya çînayetî a dewletperest û hiyerarşîk, rexnedayîna herî mezin e. Ez tevlîbûna zaroktiya mirovahiyê, dîroka kedkar û gelan a hatiye jibîrkirin, tevlîbûna cîhana azad û wekhev a di ûtopyayên jin, zarok û îxtiyarên zarok de û serketina di wir de hîn zêdetir dixwazim…
Însanê ku bi watê û hîs dijî, însanê herî bi hêz e. Teqez ezê careke din wî gunehê xweşibandina mezinan careke din nekim. Ji xwe ti carî ne min xwest ez bişibim wan, ne jî bi kêrî vê hatim. Rabirdûya mirovahiyê hîn rast e. Ezê jê re rêz bigirim, li wir li jiyanê bigerim, bibînim û ji nû ve bidim destpêkirin. Jixwe siberoj jî pêkanîna van hewldanan bi xwe ye.” Mazlûm Dogan ku dibêje “Berxwedan jiyan e”, Kemal Pîr ku gotibû ”Bi qasî ku di oxira wê de canê xwe dibim ji jiyanê hez dikim”, Zeynep Kinaci (Zîlan) ku dibêje “Ez dixwazim bibim xwediyê jiyaneke bi wate” û Sakîne Cansiz (Sara) ku “Jiyana wê her şer bû” jî li gorî vê rastiyê têkoşiyan û bi awayekî zelal ji her kesî re nîşan dan ku bê ew zayînên dîrokê diafirînin û heqê demê didin çawa pêk tên.