Zêdeyî salek û nîve, şoreşa ‘JIN JIYAN AZADÎ’ li rojhilatê Kurdistan û Îranê li dar e. Şoreşa çandî, civakî û hişmendiyê di civakê de gelek guhertin çêkir, destkeftî da ava kirin. Ji xwe gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, ji têgehên berxwedan û serhildanê ne dûrin, timî li ber zilmê, êrişên rejîmê rabûne. Lê divê şoreşê de hevgirtina hemû beşên civakê, bi pêşengiya jinan ji bo parastina nirxên jiyanê û ava kirina jiyanek rast çêbû.
Bi diruşma ‘JIN JIYAN AZADÎ’ girêdana bi azadî û jiyanê re diyar bû. Jinan bi helwesta xwe nîşandan ku gotin û pênaseyên feraseta mêr a serdest çawa bê wate dibe. Ji ber di cewhera jinê de pêşengî heye, berxwedan heye. Teslîmbûn nîne, jiyandin heye Ji despêka şoreşê ve, êrişên dijmin di asta herî jor de despêkir, rojane girtin û li sêdare dan, di girtîgehê de êşkenceya li jinan, serkot kirina dengê şeqam, êrişên li ser malbata şehîdan û hwd. mînakên berbiçav ên van êrişan e. Rejîmê gelek êrîş kir, lê nikarî bû, civakê, jinan serkot bike. Ji ber daxwaz û hêviya jinan azadî bû.
Zêdeyî 70 jin şehîd bûn
Sala borî, rejîmê 22 jin li sêdarê da, zêdeyî 70 jin şehîd bûn, gelek jinên ji raperînê re pêşengî kirin hatin girtin û êşkencekirin. Tevî wê, jinan di girtîgehan de ji şoreşê re pêşengî kirin. Jina bûye sembola berxwedanê Zeyneb Celaliyan bû mînaka bi hêz a berxwedana cîhanî. Zeyneb tevî gelek car êşkence dît, timî xwedî helwest bû, wekî bi xwe jî digot, bû dengê jinan. Nîşan da, ti bend û dîwarên zîndanê nikare pêşî li fikir û rihê azad bigire, ti êşkence û gef nikare wê bêdeng bike. Di sala derbazbûyî de gelek jin bi navê namûsê hatin kuştin, dengê jinan di nava malê de hatin tepisandin. Dibin navê hîcapê de gelek car jin hatin girtin. Lê jinan baş fêm kirin ku rejîm di rastiyê de dixwaze li ser fikr û zihnê wan hîcabê dane. Têkoşîna jinan a li beramberî zilmê di 8 adarê baştir berbiçav bû. Jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi rêbazên cuda xwedî li deskeftiyên xwe derketin. Ji bo wan 8’ê adarê roja parastina deskeftî û têkoşînan bû. Di vê rojê de carek din diruşmeya efsunî ya ‘JIN JIYAN AZADÎ’ bilindbû. Dayikên aştiyê bi hevgirtinê peyamên bi wate dan, komên cûda li Kurdistanê bi belavokan ev roj pîroz kirin. Di asta cîhanê de gelek xelatên cûda dan jinên têkoşer ên Kurd, Belûc û Fars. Di dema girtina xelatan de jinan gotin ew xelatê li ser navê hemû jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê digirin. Di rastiyê de jî wiha ye, dema têkoşîn berfireh dibe û armanc yekgirtî be, encamên mezin bi xwe re tîne. Ji bo wê her jinek Îranî yê xelat girtî nikare xwe ji têkoşîn û berdêlên li Îranê hatîn jiyîn qut bibîne. 8’ê adarê bivê wateyê, bi têkoşîn û hevgirtinê hat pêşwazîkirin. Jinan di vê rojê de bi peyamên siyasî û bîrdozî gotin, ew feraset û nêzîkatiya rejîma îranê ya jinan hepsî malê dike qebûl nakin. An go bi çalakiyên xwe ev feraset vale derxistin.
Hilbijartin nerewabûna rejîma Îranê nîşan da
Berî demekê, li Îranê hilbijartina meclîsa şoraya îslamî çêbû. Ji destpêkê ve diyar bû, wê encamên hilbijartinê çawa be. Tevî dizanî wê encam çi bin jî rejîmê zext li civakê dikir ku dengê xwe bidin wan. Bivê carek din diyar bû, rastiya civak û desthilatê ji hev gelek cûda ye, armanca wan qet û qet hev nagire. Li hin cihan, tevî şerê taybet û gefan jimar gelek kêm bû. Di vir de pirsa bê kirin eve; gelo rejîm çima difikire ku gel biçe ser sindoqan û dengê xwe bidin? Gel bi helwesta xwe bersiv da vê pirsê. Ji xwe partiya me PJAK’ê hilbijartin boykot kiribû, ji gelê azadîxwaz tev xwestibû bibin dengê şoreşa “Jin Jiyan Azadî.” Ji bilî PJAK’ê gelek partî û rêxistinên din jî hilbijartin boykot kirin. Li hemû zanîngehan xwendekaran helwesta xwe diyar kirin, hilbijartin red kirin. Li Kurdistanê, Belûcistanê û gelek bajaran jinan bi daxuyaniyan hilbijartin boykot kirin. Gelek sazî û sendîkayan bi heman şêwazê helwesta xwe raber kirin. Civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, civakek şiyar e, di demên herî hestiyar de helwesta xwe nîşan daye, bi nedana dengê xwe peyam da ku rejîmê rewabûna xwe winda kiriye.
Cejna gelê Aryayî Cejna Newrozê
Bi hatina bihar û Newrozê re em derbasî sala nû ya Kurdî bûn. Ne tenê sersala Kurdî ev sersala neteweyên din en wekî Îranê ye jî. Bihar Newroz e, Newroz jî bihar e, her du jî mizginiya roja nû û vêjînê ne. Dema tê gotin Newroz sala pêşî ya kurdî tê bîra mirov. Ev jî herî zêde li Rojhilat bi reng û dengê xwe berbi çav dibe. Li Rojhilat newroz îsal bi coş û heyecan derbas bû. Jinên pêşengî ji 8’ê adarê re kirin, pêşengî ji Nerwozê re jî kirin. Newroz di hêla dîrokî, civakî, nasnameyî, bîrdozî, siyasî û rojaneyî de tekoşîna li hember zilm û zordariyê ye. Di nava civaka Kurd de ev rih û têkoşîn bi salan e dewam dike, tevî zilm, zordarî, qedexe û serkotkirinê nekarîne pêşî li cejna Newrozê bigirin. Newroz bi qasî dîrokî û siyasî ye, ew çend çandî û civakî ye. Newroz îsal li Kurdistanê bi daxwaza Azadiya Fizîkî ya Rêber Apo hat pêşwazîkirin û pîroz kirin. Li Kurdistanê û derveyî welat pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsa Kurd re çareserî” mohra xwe li Newrozê da. Li Rojhilatê Kurdistanê jî Newroz bi vê dirûşmê li Ciwanro û gelek bajaran hat pîroz kirin. Coş û tevlibûna Newrozê dê rêveçûna salê jî diyar bike, ji ber newroz destpêka salê ye.
Rojbûna neteweyên bindest û azadîxwazan e
Gelek mirovên mezin, ji bo misoger kirina azadiyê pêşengî kirine ku navê wan heya roja îro li ser û ziman e. Di serdema me de, Rêber Apo jî wek Rêberê modernîteya demokratîk, rojeva azadîxwazên cîhanê ye. Pirsa were kirin eve; gelo kesek dikare ji bo azadîxwazên cîhanê bibe Rêber?. Çawa dibe ji welatên cûda mirov tevlî refên Apo’yî dibe, ji bo azadiya wî ya fizîkî kar û xebatê dike. Dema em li dîrokê serwext dibin û rastiya civakî fêm dikin, dibînin ku pêwistiya serdema me bi Rêberek wekî Rêber Apo heye. Ji ber vê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo xebat û têkoşînek ev qas mezin tê kirin. Rêber ew kes e, dilê wî/wê ji bo gel lê dide, pêwistiya wan fêm dike, ji bo siberoja wan xwedî armanc e. Rêber Apo ew Rêbere li Kurdistanê dest bi doza azadiyê kir, ev nîv qerne têkoşîna tevgera Apo’yî berdewam e. Gelê Kurd li ser esasî fikir û felsefeya wî dimeşe, li cîhanê bûye nimûne û xwedî alternatîf e êdî. Modernîteya demokratîk, hêzên parastinê, artêşa jinan, zanista Jin Jineolojî ji herkesî re mereq e. Destkeftiyên rojava li ber çav e, gel pirtukên Rêber Apo dixwîne, kampanya ji bo azadiya Rêber Apo ji aliyê dostan ve destpêkiriye, li çar hêlên Kurdistanê newroz bi peyama azadiyê hat pêşwazîkirin. Ev nîşan dide Rêber Apo tenê kesek nîne, milyonan kes e, rojbûna wî rojbûna milyonan e.
PJAK, agirê azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê vêxist
4’ê nîsanê li Rojhilatê Kurdistanê navê hebûnê ye. Gel hem rojbûna Rêber Apo û hem jî salvegera avakirina PJAK’ê bi hev re pîroz dike. Ji bo wê 4’ê nîsanê 2 zayînên azadiyê ne. PJAK li ser fikir û felsefeya Rêbertî ya sosyalîst û demokratîk kete sala xwe ya 20’an. Bi salan tevgera Apo’yî û xebatên Rêber Apo bala gelê rojhilatê Kurdistan û Îranê dikişand. Piştî plangeriya navneteweyî di sala 1999 de, serhildanên berfireh di asta Îran û rojhilatê Kurdistanê çêbûn, bi sedan keç û xort beşdarî refên şoreşê bûn. Jinên Kurd bi mereq û daxwazek zêde tevlî refên gerîla dibûn. Beşdarbûna ji bo PJAK jî, li ser vê bingehê bû. Helbet ev têkoşîn tenê bi çiya re bi sînor nema. PJAK niha di gelek aliyan de pêşengiyê dike, hêzên parastinê, xebatên civakî û rêxistinî, ev hemû qad xwe li ser hîmê fikrên Rêber Apo birêxistin dikin, gel perwerde dikin. Gelek pêşeng derketin, canê xwe fedakirin, bi rihê fedaî tevilbûn. Pêşengên wek Ş. Zîlan Pepule, Şîrîn Elemholî û herî dawî Aryen Arê tekoşîna azadiya jinê di nava PJAK’ê de bilind kirin, bûn sembol. Di qada siyaseta demokratîk de pergala hevserokatiyê yek ji xebatên girîng bû. PJAK’ê salên dûr û dirêj xebatên bi pêşengiya jinê girîng ditiye, li ser vê bingehê têkoşîn kiriye. Xeta siyaseta demokratîk bi temsîla hevbeş û pergala hevserokatî li Kurdistanê bûye îradeya siyasî yê pêşengiya îdeolojîk. Ev feraset û pergal çawa li rojhilat deng veda li rojhilata navîn bûye hêvî. Li bakur û rojava bi beşdariya jinan a xeta sêyemîn a demokratîk wê serkeftinê misoger bike, ji bo polîtîkayên qirkirinê yên li beramberê jinê bibe bersiva herî mezin û mayînde. Me biharek din li gorî rihê wê yê dîrokî pêşwazî kir û dikin. Her munasebetek xwedî wateya xwe ya dîrokî ye. Di vê dema dîrokî de, armanca herî esasî, bi serxistina pêngava Azadiya Rêber Apo ye. Ji her demê zêdetir pêwiste em xwe bi vê armanca xwe ve kilit bikin.
Ş. Zîlan Pepule, Şîrîn Elemholî û herî dawî Aryen Arê