Xwe rêxistinkirin û tola jinê

- Zîlan Vejîn
57 views
Di pêvajoyeke ku hemû hêzên hegemon ên cîhanê û hêzên statûparêz ên herêmî di nav şer û pêşbirka desthilatdarî û serweriya hêza xwe de ne, jin li her derê cîhanê li hev dicivin, nîqaşan dikin û ji bo qeyran û aloziyên ku di encama sîstema modernîteya sermayedarî de pêk tên rêya çareseriya demokratîk pêşkêş dikin. Esas di encama hemû şer, komkujî, teqîn û pevçûnan de jî herî zêde jin têne hedefgirtin û kuştin.

Rojane serê saetê hin tişt têne guhertin û êrişên di asta komkujî û qirkinan de ji hêla hêzên serdest ve pêk tên. Lê jin bi zanîna ku yên şer, alozî, komkujî û kuştinê dikin çareseriyê nayînin têkoşîn û xebata xwe ya azadî û demokrasiyê pêşve dibin. Ya rast eger îro mirovahî dikare hebûna xwe jî bidomîne ji ber vê têkoşîna jinan ya ji bo azadî û jiyaneke bi rûmet e. Tevî ku ev çend êriş li ser jinan têne kirin û bi rewşên dijwar re rû bi rû dimînin lê ji têkoşînê gav paşde naavêjin. Jina ku bi rola xwe ya parêzvaniya civakî pêşengî û wêrekiyê raber dike û tevdigere îro îspata vê ye. Li gel li dijî jinan şerên berjewendiyan û siyaseta qirkirinê kûr bûye jî, ya ku wijdana mirovahiyê jî zindî hiştiye dîsa ev sekin, berxwedan û berpirsyariya jinan ya dîrokî ye. Jin bêy ku sînorên dewletan nas bikin, bêy ku wan dijwariyan bikin asteng dengê xwe digihînin hev, bi vînek hevbeş û azweriyek kûr ya bi feraseta azadiyê li hemberî hemû kiryarên hişmendiya mêrsalar, zayendperest û navendîger disekinin. Tovên jiyanê ku bi rih û mejiyê xwe yê afirîner çandibû, îro av dide, şîn dike û hêvî dide mirovahiyê ji bo jiyanek nû. Roja 20’ê Çileya 2024’an li bajarê Swêdê Stokholmê di pêşengiya KJAR’ê de bi banga ‘Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve’ konferansek giring hate li darxistin. Konferans bi naveroka ‘Têkoşîna civakî li Îranê, bandora şoreşê li hundur û derve, rêbaza parastina şoreşê û alternatîvek rast’ pêk hat. Di vê konferansê de gelek jinên ji netew û bawerî, ziman û çandên cuda ên Îranî û Kurdistanî hatin gel hev û nîqaş kirin. Hatina gel hev ya ev çend jinan bi cudahiyên xwe xwedî gelek peyaman e ji bo jinên têkoşer ku li ser parzemîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dijîn. Ya rast diviyabû ku ev konferans ji beriya hemû konferansên ku ji bo şoreşa Jin Jiyan Azadî pêk hatîn çêbûba. Lê ji ber şoreş ne mijareke dem kurt e, ji bo wê jî di vê demê de lidarxistina konferansek bi vî awayî di cih û dema xwe de bû. Her jinek têkoşer ku beşdarî vê konferansê bû erkeke dîrokî girtiye ser milên xwe. Hemwext di hemû pêvajoyên pêşde ji wan bername û biryarên ku di konferansê de bi nêrîn û îradeyek hevbeş a demokratîk a jinan derketine holê berpirs e û pêkhênera wan e. Her wiha jinan bi pêkanîna vê konferansê destnîşan kirin ku ew bixwe xwediyê vê şoreşê ne û ji bo serxistina wê amade ne, yê bi hevgirtin û rêxistinkirina civakê ji hemû daxwazên şoreşa Jin Jiyan Azadî ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê re bibin bersiv.

Hêza pêşeng a jinan li Rojhilat û Îranê KJAR e

Helbet rêxistina jinê KJAR’ê tenê ji bo li darxistina vê konferasê pêşengî û amadekarî nekir. KJAR di heman demê de bixwe xwedî mîrateyeke dîrokî, civakî, siyasî û hêza parastinê ya jinan e di Rohilatê Kurdistanê û Îranê de. Rêxistineke xwedî hevpeymana civakiye ku her jineke azadîxwaz û têkoşer ya ku wê hevpeymanê bipejirîne dikare bibe endam û di sîstema KJAR’ê de cih bigire. KJAR di dema şoreşê de jî xwedî rolek ber bi çav bû ku yekem gava ji bo xwedîderketina li nirxên, parastin û berdewamkirina şoreşê xwedî helwest û pratîk bû. KJAR ji bo çareseriya  qeyran û bêçaretiya pergalê ku li ser tevahî qadên jiyana civakê weke xirabeyekê rûxiyaye, jin û civakê li ser paradîgmaya azadiya jin, bi hevrebûyîna gelan û baweriyan bi rêxistn dike. Di heman demê de gelekî hewl da xwe bigihîne jin û gelên azadîxwaz ên li Îranê. Karî heya asteke baş li hundur û derveyê Kurdistan–Îranê hevgirtin û xebatên ku di avakirina şoreşa Jin Jiyan Azadî de bandora wan berçav bû, pêş bixe. Bi destpêkirina serhilanên şoreşa Jin Jiyan Azadî, pêşnûme biryareke ku li gorî heqîqeta pirsgirêk, daxwaz û çareserî li ser bingeha hêza jin û civakê bi xwe be, di deh xalan de pêşkêşî hemû jinên Kurd, Beluc, Fars, Ereb, Azerî, Mazenî, Gîlekî û hw kir.  Îro jî di nava dilê pergala modernîteya sermayedar de gelek jinên Îranî ku ji ber têkoşîn û berxwedana xwe, ji ber fikir û xwedîderketina li vîna xwe nekarîne têkoşîna xwe li nav Îranê û Rojhilat berdewam bikin, li welatên Ewropa dimînin ev komxebat lidar xistin û dan nîşan ku ne rejîma berê ya seltenet-teleb, ne rejîma niha ya reformxwaz û muhafazekar, ne jî hizbên ku bi hişmendiya mêrperest ya kevneşop û klasîk dikarin bibin hêza çareseriyê. Bi rastî hemû jinên ku ji ber siyaseta rejîma Îranê koçî derveyî welat kirine, wan jinan bi çalakî, xebat û têkoşîna xwe hêz dan serhildan û şoreşa li  Rojhilat û Îranê. Tevgerên jinên Kurd yên Bakur, Rojava hem li Kurdistan hem jî li Ewropa di hemû çalakî, meş, festîval, mîtîng û konferansên xwe de hêz dan jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê.

Konferansê pirsgirêkên jinan û civakê nîqaş kir

Xalên ku KJAR’ê di pêşnûme biryara ku di dîroka 13.11.2022’an de amade kiriye îro jinan bi heman naverokê di vê konferansê de nîqaş kirin. Hem jî wekî mîrateya têkoşîna jinan di tevahî Îranê de. Ji ber jin li îranê bê navber li hemberî rejîma seltenet-teleb ya berê û rejîma niha ya otokrat ku li ser kar e xwedî têkoşînek mezin in û gelek bedel dane. Bi taybet di dîroka girtîgehên rejîmê de ya ku bi serê jinan anîn û niha jî tînin nimûneyên wê kêmin. Gelek jinên pêşeng weke lîder di dîroka têkoşîna jinên Îranî û Kurd de li hemberî pergalê derketin û navê wan di dîrokê de hate nivîsîn.
Helbet ev konferans gelek mijarên giring ên têkildarî pirsgirêkên jin û civakê nîqaş kir. Her wiha her deh xalên pêşnûmeyêa KJAR’ê ya di dema serhildanan da bi jin û civakê re parve kiribû, di vê konferansê de bi sê rojevan hat nîqaşkirin. Ji bo jin bikarin xwedî li destketiyên şoreşê derkevin û bigihînin serketinê pêwiste xwedî fikir û projeyên hevbeş bin. Di her qad, tax, gund û bajarekî de xwe rêxistinkirin, xwedî li hev derketin û li her cihê pêwist yên têkoşînê  li dora hev kom bûn, bi xwe re parastina herî mezin çêdike. Ku ev xala parastina destketiyên şoreşê jî yek ji mijarên vê konferansê bû. Rêya vê jî bi xwe perwerdekirin û xwe rêxistinkirinê gengaz dibe. Şoreşa JIN JIYAN AZADÎ ji ber xwedî bandoreke di asta gerdûnî de bû, gelek hêzên desthilatdar bi bîrdoziya xwe ya zayendperest êriş li ser kirin û xwestin jinan çavtirsandî bikin. Herî zêde di dema şoreşê û piştî şoreşê de girtin, darvekirin û qetlên ‘namûsî’ li Rojhilat û Îranê pêk hatin. Heman demê li hemû beşên Kurdistanê û gelek deverên cîhanê peyderpê qetlên kujerên wan nediyar pêk hatin. Ne teseduf bû ku endama akademiya Jineolojî Nagîhan Akarsel wê heyamê hate terorkirin. Dîsa di şexsê jina Kurd Evîn Goyî de duyem komkujiya Parîsê pêk hat. Ev êrişek bû ji aliyê hişmendiya dewlet-netew û pergala sermayedarî de pêk hatî. Kujerên wan dewlet bixwe bû. Ji ber bi wê tekoşîna jinê ku her roj pêş dikeve jin ji jêr çavdêrî û rêveberiya wan derdikevin, ew nikarin jinan li gorî siyaset û sîstema xwe bi kar bînin. Lewma bi wê hêrsê, bi van komkûjiyan dixwazin tola xwe ji jinên pêşeng û têkoşer bigirin. Ew kesên komkujî pêk anîn jî bê ceza man. Ji ber hişmendiya dewletê bi destê xwe ew jinên pêşeng kuştin. Lê jin bi van xebatên xwe, bi xwe rêxistinkirin, berfirehkirina têkoşînê û bi helwesta yek jin ji derveyî xebata azadiyê nehiştinê, tola herî mezin ji wan girtin. Hesab xwestin jî wiha dibe. Ti hêzekê bi êrişên xwe yên qirkirinê nekariye ti gel û civakekê ji holê rake. Ji ber vê dê nekarin bi ti awayî pêşî li têkoşîna jinan û civakê bigirin.

Divê nîqaşên konferansê veguherin çalakiyê

Konferans bi vê naverokê pêşve çû. Divê jinên li derveyî welat û jinên Rojhilat û Îranê, bi taybetî jî jinên Kurd û Belûc li her cihî bêne gel hev nîqaş bikin. Ji bo xwedîderketin û serxistina şoreşê ji her demê zêdetir bibin xwedî pratîk û çalakiyên mezin. Asta zanîna jinê bi zanista Jineolojî, bi pêşketin û bi bandorbûna partiya jinê ya bi Bîrdoziya Rizgariya Jinê,  heman demê bi pergala xweparastinê, bi pêşketina pergala Konfederalîzma Jinan bilind bûye. Îro li Rojhilat û Îranê  pêşeng û nûnera vê heqîqetê KJAR’e. Lewma divê her endameke KJAR’ê li her qada têkoşîna nav civakê asta çalakî û pratîka xwe jî mezin û berfireh bike. Ango rola xwe di her qadê de çalak û berçav bike. Rengvedana van xebatan dê li ser pêvajoya pêş me jî çêbe. Ji ber pergala heyî bi hişmendiya xwe wekî dînozor lê hatiye û herî dawî xwe ber bi tine bûnê ve dibe. Têkoşîna civakî ya jin û hemû civakê dê bibe rêya derketina ji van qeyran û aloziyan.