Di hilbijartinê de jin bi rola sereke rabûn

- Roza METÎNA
74 views
Hevşaredara navçeya Çinarê ya Amedê Semra Akyuz têkildarî girîngiya Rêveberiyên Xwecihî, pergala hevserokatiyê, parastina daxwazên gel, girîngiya rola jinan a di kar de, zihniyeta qeyûman, dek û dolabên AKP-MHP’ê yên di Hilbijartinên Xwecihî de û serhildan li Wanê axivî. 

Semra Akyuz di destpêkê de bal kişand ser girîngiya Rêveberiyên Xwecihî û wiha got:” Divê neyê jibîrkirin ku hilbijartinên xwecihî rewşeke wisa ye ku dînamîkên piralî tevî hev in. Rêvebirên xwecihî ji têkiliya rasterast a bi gel çêdibin û nirxên aborî, siyasî û çandî li vir digihêjin hev. Bi taybetî li Kurdistanê gelê me ji ber polîtîkayên taybet ên sîstemê di bin asîmîlasyon û feqîriyeke kûr de ye. Rêveberiyên Xwecihî li seranserê cîhanê pir girîng in. Lê ez dikarim bibêjim ku di warê zindîkirina nirxên çandî de ji bo Kurdan di xaleke hîn girîngtir de ye. Lewma girîng e ku gel di rêveberiyên xwecihî de bibin xwedî gotin. Bi vê re di DEM Partiyê de bi sîstema şandeyan hevserok hatin hilbijartin da ku gel rasterast di rêveberiya xwe de, di rêveberiyên xwecihî de bibe xwedî gotin. Di vî warî de em armanc dikin ku modelek rêveberiyê li gorî ruhê rêveberiyên herêmî yên bi raya giştî re pêbawer pêk bînin.”

‘Hevserokatî modela rast e’

Semra Akyuz da zanîn ku di Rêveberiyên Xwecihî de, pergala hevserokatiyê, nûnertiya wekhev gelekî girîng e û wiha pê de çû: “DEM Partî li ser xala ku felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ rast dixwîne û siyasetê dike, dimeşe. Me 78 şaredarî bi dest xistin, bi taybetî jî gelek şaredariyên ku qeyûm hatin tayînkirin, me dîsa bi dest xist. Li dijî zihniyeta qeyûman em pergala hevserokatiyê diparêzin. Li gel me ji sedî 50 nûnertiya jinê heye. Hem di pêvajoya hilbijartinê de hem jî piştî hilbijartinê daketina jinan a li qadan girîng bû. Hevserokatî modela rast e. Bi kurtasî ez dikarim bibêjim ku ev sedsal ne tenê di hilbijartinan de, di hemû qadên jiyanê de wê bibe sedsala jinan. Em ê parastina nûnertiya wekhev û pergala hevserokatiyê bidomînin. Ji ber ku ev destketiyeke girîng a têkoşîna jinê ye.”

‘Divê daxwazên gel bên parastin’

Semra Akyuz bi lêv kir ku divê daxwaz û pêdiviyên gel bêne parastin û wiha lê zêde kir: “Di roja ewil de ku me dest bi xebatên hilbijartinê kir, me karî pêşbînî bikin ku encamên hilbijartinê wê çawa bin. Ji ber ku gel bi giranî partiya xwe û nirxên xwe hembêz kiriye. Di serî de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li 48 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin. Û mixabin tu polîtîkayên ku bikaribe bi kêrî gel were, nehat meşandin. Di vê wateyê de mirov dikare bi zelalî bibêje ku feraseteke ku li ser esasê qezenca şexsî nebe û li cem gel be, wê demê mirov jî di qadê bi coş tê pêşwazîkirin. Em dixwazin tevlêbûna rasterast a gel, daxwaz û pêdiviyên gel biparêzin.”

‘Jinan pêşengî ji kar re kirin’

Semra Akyuz di heman demê de bal kişand ser rol û mîsyona jinan a di xebatên hilbijartinên Rêveberiyên Herêmê de û wiha lê zêde kir: “Di van salên dawî de jin xwedî li azadiya xwe derketin. Weke hemû qadên jiyanê, di xebatên hilbijartinên xwecihî de jî jinan pêşengî kirin Jinan tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal pêşengiya hemû xebatan kirin. Mirov dikare bêje ku jinan bi roleke çalak di vê hilbijartinê de hem ji aliyê kalîte û hem jî ji aliyê hejmarî ve di serketinê de rola xwe ya pêşeng lîst. Ev ne tenê tiştek e ku di axaftinê de bimîne. Li gorî dîmenên di pêvajoya hilbijartinê de hatin girtin, ne pêkan e ku li cihekî ku jin lê tunebe, serketin were dîtin. Em di wê baweriyê de ne ku eger civak azad bibe wê di bin pêşengiya jinê de be. Di vê wateyê de em dikarin bibêjin ku jinan di xebatên hilbijartinê de roleke pêşeng lîstin.”

‘Xwestin bi hilbijêrên sexte bi ser kevin’

Semra Akyuz da zanîn li bajarên Kurdistanê bi hezaran polîs û leşkeran dengê xwe bi kar anîn û ev yek ne hiqûqî ye û wiha got: “Bi dengên hilbijêrin sexte desthilatdariya AKP’ê xwest bi ser bikeve. Lê ev li dijî hiqûqê ye. Pêşîgirtina demokrasî û hiqûqê, hewldanên bi vî rengî derbeyek li vîna gel e. Kesên ku di jiyana xwe de qet neçûne bajarên Kurdistanê û piştî hilbijartinê li wir nemane, nikarin bandorê li çarenûsa gelê herêmê bike, ev nayê qebûlkirin. Tê zanîn ku ev lêkolîn beriya bi mehan hatine kirin. Ev kiryarên neqanûnî jî bi rêya çapemeniyê derketin pêş. Gel dizane ku li herêmên ku partiya desthilatdar bi rêjeya dengên kêm bi ser ket, gel winda nekir. Partiya desthilatdar di eslê xwe de li bajarên, bi hezaran polîs û leşkeran dengê xwe lê bi kar anîn, bi ser neket.” 

Zihniyeta talanker a qeyûman 

Semra Akyuz diyar kir ku şaredariyên bi qeyûman dihatin birêvebirin di bin deynan de mane û wiha got: “Di çapameniyê de pir tê gotin ku hema hema hemû şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin niha deynên wan hene. Ji bo Şaredariya Çinarê tu qeyûm nehat tayînkirin. Lê ez dikarim bibêjim ku bi giştî zîhniyeta talanê li şaredariyan serdest e. Li şûna ku bersivê bidin pêdiviyên gel, armanc kirin ku berjewendiyên xwe di şaredariyan de derxin pêş. Qeyûman dizanibûn ku îradeya gel wê di hilbijartina yekem de wan bişîne. Lewma jî berî biçin dîsa gelek dek û dolab gerandin. Bi milyonan pere ji qaseyên şaredariyê kişandin. Alavên şaredariyan bi qamyonan bar kirin û ji xwe re birin. Zihniyeta talanker a qeyûman heta roja hilbijartinê ya dawî jî dewam kir. Di rojên dawî yên hilbijartinê de me dît ku ji gelek cihan pere ji îhaleyan re dihatin dayîn, ev jî rastiya qeyûman e. Lê belê gel bersiva qeyûman dan û ew şandin. ”

Serhildana li Wanê

Semra Akyuz da zanîn li Wanê gel li dijî desteserkirina îradeya xwe rabû ser lingan û serî hilda û wiha got: “Di hilbijartinên şaredariyan ên 31’ê Adara 2024’an, DEM Partiyê serketineke mezin bidest xist. Li bajarê Wanê jî DEM Partî tevahiya şaredarî bi dest xist. Lê piştî hilbijartinê, mezbeteya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ê ji DEM Partiyê nehat dayîn. Li şûna wî mezbeta dan namzetê AKP’ê. Li ser vê yekê bi hezaran welatî daketin qadan û li dijî zordestiyê serî hilda. Ev serhildana gel bi ser ket. Li Wanê yekser piştî ragihandina biryarê, gel bi awayekî zelal nîşan da ku ew ê li dijî hewldana desteserkirinê, hemû mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Berxwedana ku li Wanê derket holê li tevahiya welat belav bû. Û vê eşkerebûnê nîşan da ku li dijî êrîşa li dijî mafên rewa yên gelan bi tevgera bi hev re wê feydeyê bi dest bixin. Em ê bibêjin ku Wan ji bo demokrasiya welêt qonaxeke girîng bû. Berdewamkirina vê yekîtiya bi vî rengî wê di qonaxên paşerojê de jî destketiyan bide bidestxistin.”

Dek û dolabên AKP-MHP’ê

Semra Akyuz bi lêv kir ku AKP-MHP ji bo di hilbijartinan de bi ser bikeve gelek dek û dolab gerand û gelek lîstik lîstin û wiha got: “Polîtîkayên qeyûman ên piştî hilbijartinên 2019’an ên li Tirkiyeyê hatin meşandin, bi rengekî nû derketin holê. Wateya vê yekê ew bû ku AKP hilbijêran bibe cihên ku di rêza duyemîn de bû. Li cihên ku di vê wateyê de bi ser neket, bi betalkirin an jî îtîrazên hilbijartinê xwest serketinê bi dest bixe. Eger hûn bipirsin gelo ew di vê yekê de serketî bû, bi eşkere dikare were gotin ku na, ew ne serketî bû. Ji ber ku gel li her derê bi xurtî piştgirî da vîna xwe û bersiv da polîtîkayên tên meşandin. Gel li dijî dek û dolabên AKP-MHP’ê yên hilbijartinê derket.”

‘Wê biryara xebatan bi gel re bê dayin’

Semra Akyuz da zanîn ew ê biryara xebatên xwe bi gel re bidin û wiha bi dawî kir:”Xebatên me ew ê bi têkilî û piştgiriya gel pêk werin. Ji ber ku ev şaredarî yê gel in ew ê dîsa bibin şaredariyê gel. Em ê biryara her xizmetê bi gel re bistînin jî ber ku xizmet ji bo gel e. Em ê ji bo ziman, çand, jin, ciwan û tevahî civakê xebata bikin. Bingeha civakên azad bi destê jina azad tê avakirin loma em ê şopînerên paradigmaya partiya xwe bin. Em li gor herêma xwe, ji bo siberojê difikirin ku kooperatîf, atolyeyên mîna benikan çêbikin. Em ê bazarê ya sergirtî vekin û wê piranî jî jin li vir bixebitin. Jin wê tiştên li malê çêbikin, bînin li vir bifiroşin. Li navçeyê navenda me ya jinê jî heye, wê derbarê jinan de jî xebatên curbecur bên kirin.”