Li Rojava Şoreşa zimanê Kurdî 

64 views
Perwerdeya bi zimanê dayîkê, mafê herî girîng û bingehîn e; di nava mafên sê nifşan de cih digire. Di hevpeymanên Ewrûpa de heye. Di hevpeymana mafên kesî û şaristanî û hevpeymana mafên aborî, civakî, çandî ya Netewên Yekbûyî de jî ev maf heye. Ziman, taybetî, hîm û xususiyeteke mirov û mirovbûnê ye û berhema jiyaneke hevkar, hevpar û jiyaneke civakî ye; di nav têkiliyên hilberînî û danûstandinan de wekî navgîneke lihevkirin û jihevfêmkirinê derketiye”. Bi gotinek hêj gelempertir mirov dikare bibêje: Her tiştê ku di xwezayê de hebe û di mejiyî mirov de li hemberî wateyekê be, ziman e.

Lewre ji destpêka dema ku mirov ber bi mirovbûnê ve ango ber bi civakîbûnê ve dimeşe, hem di hêla giyanî û hem jî di hêla daringî de, ji aliyekî ve li rastî pir bextreşî, bûyer, qewimîn, karesat, asteng, zor û zehmetiyên pir giran, dijwar û tişt û heyberinên xwezayî yên cuda cuda tê; ji aliyekî ve jî di encama ked û serkeftina di têkoşîna li hemberî wan tiştan de li rastî pir bextewarî, dilxweşî û şadiyan jî tê. Vêca, baş-xerab her tiştê ku derdikeve pêşiya wî, destpêkê wêneyekî wê/î dikêşe û ji bo ku ji tişt û heyberînên din cuda bike wateyekê didê, ango nav lê dike û di quncikekî mejiyê xwe de tomar dike.

Dîroka gel û zimanê gel yek in

Dema ku mirov dîroka gelekî binirxîne pêwîste dîroka zimanê vî gelî jî binirxîne. Ji ber ku dîroka gel û zimanê gel yek in. Di şîroveya dîroka gelekî de mirov nikare dîroka ziman jê qut bike. Ji ber ku pêşî mirov li ser rûyê dunyayê peyda bûye paşê ziman peyda bûye. Ango ziman bi mirovan re peyda bûye. Lewma yek ji ramyariyên civakî yên aliyên desthilatdar û şer, herî zêde serî lê dane ramyariya pişaftinê ye. Armanca bingehîn a aliyên desthilatdarî û şer a di pişaftina ku bi gotineke herî giştî tê wateya helandina çandê de ev e ku, bi vê ramyariyê dixwazin hemû hêz û hunerweriyên berxwedanê ji destên komên ku di bin destên xwe de hiştine, bigirin; ji bo vê yekê jî di serî de zimanê herêmî yê ku navgîna bikaranîna hişmendiyê ye li derveyî bikaranînê tê hiştin û zimanê serdest bi awayekî pir zorî li ser tê ferzkirin. Bi rêya zimanê fermî çand û zimanên herêmî têne kezaxtin û ew qas tên tengkirin ku êdî nikarin di jiyanê de rista xwe bileyîzin.
Bi pêngava şoreşa 19’ê tîrmehê re saziya zimanê kurdî jî pêngava şoreşa zimanî da destpêkirin. Êdî dewreyên perwerdeyê bi awayekî vekirî di malên gel de hatin vekirin. Di dîroka rojavayê kurdistanê de cara yekem sala 2011an de li gundê Duraqliye yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê, paşê jî li pey hev li Rojavayê Kurdistanê dibistanên perwerdeya zimanê kurdî hatin vekirin. Bêguman bi awayekî aşkere van dibistanan hem ji bo xebatên zimanê kurdî hem jî ji bo xebatên şoreşa Rojavayê Kurdistanê û tevahiya gelê kurd gaveke dîrokî û cihê şanaziyê bû. Jixwe piştî vekirina navendên zimên û dibistanan gav bi gav hatin rêxistinkirin. Wan dibistanan coş û dilgeşiyeke pir mezin di nava gelê kurd de ava kiribû. Lewra êdî xewn û xeyalên wan yên hezarê salan vegeriyabûn rastiyan û pêk dihatin.

Bi şoreşê re derfetên perwerdeya bi zimanê zikmakî

Paşê jî li gelek bajaran di 2012’an de dibistan hatin vekirin. Bi şoreşa 19’ê tîrmehê re derfeteke pir mezin ya derbasbûna dibistanan ketibû destên SZK ê. Despêka şoreşê kesên ku hatin perwerde kirin jî tenê di hêla zimanî de hatibûn perwerdekirin. Van mamosteyan karîbûn zarokan fêrî elfabe, xwendin û nivîsînê bikin. Di sala xwendinê ya 2012-2013’an de ji refa yekê heta refa 12’an heftiyê sê dersên zimanê kurdî xistin bernameya perwerdeya dibistanan. Bi dersên zimanî re dersa çand û exlaq, erdnîgarî û dîrok bi kurdî daxistin dibistanên navîn û amadehî.
Bi ragihandina rêveberiya xweseriya demokratîk û avakirina desteya perwerde û fêrkirinê êdî ew xebat hemû bi desteya perwerdeyê re di nav ahengekê de hatin bi rêvebirin. Zimanê fermî yê herêmê Rêvebiriya Xweser, zimanê kurdî, erebî û suryanî ye. Li herêmên Rêveberiya Xweser saziyên civakî yên birêvebirinê, perwerdehî û çandî hatin vekirin û sîstema xwe bi her sê zimanan didin meşandin. Ango her gelek bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeya xwe dibîne, ev bi xwe jî destkeftiyeke mezin ya şoreşê ye. Di sala 2015’an de kongra yekemîn ya tevgera ziman û perwerdeyê çêbû. Bi biryara kongrê navê tevgerê wekî Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk hate guherîn. Êdî SZK jî wekî pêkhateyek KPC-D xwe birêxistin kir. Lewra li rojavayê Kurdistanê ne tenê gelê kurd, gel, pêkhate û komên cihê jî niştecih in. Ji ber vê yekê jî diviyabû nav û naveroka hişmendiya pergala qadê ya perwerdeyê ne dijberî hev bûne. Li ser vî bingehî, di kongrê de navê tevgerê hat guherîn û saziya zimanê kurdî jî wek pêkhateyek KPC yê ji nû ve hat rêxistinkirin û biryara vekirina zanîngehê hat girtin.

Perwerdeya pirçandî, pirrengî û pirzimanî 

Êdî pêvajoya ku zimanê kurdî û perwerdeya demokrat ya ku di malan de bi sifrê de dest pêkirî ji fêrbûna tîpeke kurdî giha asta ku li hemû qad, dezgeh, sazî, dibistan, peymangeh û zanîngehan de perwerde bi awayekî azad û bi hemû zimanan jî bê dayîn, ev pêngav bi xwe re rê li ber gelek derfetan vekir ku zimanê kurdî hîn bêtir têkeve nava civakê de û hewldana ku wekî zimanekê fermî li hemû saziyên fermî bi cih bibe. Li kêleka parastin û têkoşîna leşkerî di Rojavayê Kurdistanê de têkoşîneke zimanî jî bi her awayî tê meşandin, piştî ku derfeta perwerdeya bi zimanê kurdî li rojavayê çêbû, êdî civak xwe bi xwe giha asta ku çawa daxwaza pêşeroja zimanê xwe bike. Rêveberîya xweser jî ya ku bi xwe îradeya civakê temsîl dike, her dem pilansazî û sîyasetên xwe derbarê zimên û perwerdeya bi zimanê dayîkê pêş dixe û dixe di nava lêgerînê de, ev jî rojane mijara rêveberiyê ye ku hewldanên itirafkirina bi perwerdeya rêveberiya xweser û fermiyeta zimanê kurdî tê kirin. Di vir de SZK’ê jî rola xwe ya sereke dilîze di alîyê standkirin û bipêşxistina zimanê kurdî û meriyetkirina perwerdeya zimên di nava civakê de. Ji ber ku li Rojavayê gelek pêkhate û netew dijîn, wekî ku di hevpeymana civakî ya rêveberîya xweser de mafê her gelekî heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde xwe bibîne. Lewra têgîhiştin û felsefeya perwerdeya pirçandî, pirrengî û pirzimanî wek pîvanek jênager bingeh digre.

Artêşek mamosteyan hate gihandin

Mirov dikare bibêje ku zimanê kurdî wekî gelek zimanan ew jî ji zarave û devokan pêk tê. Gelên ku bi awayê neteweyî bûne dewlet û zimanê wan bûye zimanê dewlet û perwerdehiyê bi giranî ev zarava û devok di nav zimanê xwendin û nivîsandinê de helandine û wan zimanekî neteweyî pêk aniye. Lê belê gelên ku bindest mane û nexasim gelên wekî gelê kurd ku pêvajoyeke demdirêj di nava pergala feodalîteyê de bê têkilî û bê bazareke neteweyî mane, derfet nedîtine ku zarava û devokan bihelînin û zimanekî yekgirtî pêk bînin. Hêzên serwer û dagirker jî bi pişaftin û qedexeyan nehiştiye ku bi zimanê xwe perwerde bibin û zimanekî neteweyî pêk bînin. Li gel hemû astengî, kêmasî û pirsgirêkan jî her çi qas li gorî daxwaz û tişta ku tê xwestin nabe jî, lê pêşketinên ku heya niha li qada perwerdeyê çêbûne, her yek bi serê xwe şoreşek e. Di van şert û mercên şer û tunebûnê de ji sifrê (0) artêşek mamosteyan hate gihandin. Tişta herî balkêş û derdorê wate nedidayê jî hemwext meşandina perwerdeya mamosteyan û xwendekaran bû. Ango gelek mamosteyan heya ku xwe gihandin asta mamostetiyê êdî xwendekarên wan jî bi wan re bûn mamoste.
Ev taybetmendiyeke xweserî ya şoreşa Rojava ye û li cihekî din dîtina mînakên wê pir zor e. Li gelek welatan piştî serxwebûna xwe heya bi 20-30 salan jî nekarîne minhacekî nû û li gorî xwe çêkin. Lê her çi qas kêmasiyên wê hebin jî hêj di despêkê de qada perwerdeyê minhacekî xwe bi du zimanan amade kir.

Bandora sîstema perwerdeyê û zimanê kurdî li ser civakê?

Heta radeyekê hişmendiya nijadperestî, olperestî û zayendperestiyê ji holê rabûye û pergaleke perwerdeyê ya pirrengî, pirçandî û pirzimanî ava bûye. Di jiyana her miletekî de pergala wî ya perwerdehiyê heye. Ev pergal bi rengekî hev temamkirî tê danîn. Ji jîyana zarokan em bigirin dest hetanî ev zarok mezin dibe, di qonaxên perwerdehiyê de derbas dibe û ev qonax di zik hev de yek yekê temam dike. Lewma pergala perwerdeyê mekanîzma sazkirina civaka û diyarkirina nasnameyan e. Tevî nijadperestiya erebî û sîstema netewe-dewlet ya ku xwe dispêre sîstema yekzimanî û çandî, sîstema perwerdehî ya pirrengî cihê xwe di mejî û zihniyeta civakê de girtiye. Her wiha bandoreke mezin ya sîstema perwerdeyê û zimanê kurdî li ser civakê û niştecihên herêma Rêveberiya Xweser çêbûye. Ev tişt bi serê xwe şoreşek zihnî dide meşandin û rê li ber statuyeke dîrokî ya zimanê kurdî vedike, ku êdî bibe zimanekî zanistî û perwerdehî.