Ne peymanên Erdogan, wê berxwedan çarenûsê diyar bike! 

- Berîtan ZAGROS
44 views
Şerê Cîhanê yê Sêyemîn her ku diçe dijwartir dibe. Ev şer tenê li ser yek lingî nameşe, gelek aliyan digire nava xwe. Şerê av, enerjî, aborî, siyasî û diyarkirina nexşeya nû ya coxrafîk li gorî berjewendiyên hêzên hegemonîk ên cîhanî û herêmî. Yek ji herêma ku belkî herî zêde para xwe ji van şeran digire jî, Iraq û bi giştî Kurdistan e. Iraq ji ber girîngiya xwe ya jeostratejîk û jeopolîtîk timî rûberûyê destwerdanên hêzên derve tê. Bi taybet cîrantiya wê ya li gel Tirkiye, Sûriye û Îranê pozîsyona wê girîngtir dike. Hele eger Kurd mewzûbehs bin, rewş hinek din diguhere. Pirsgirêka Kurd li van çar welatan bûye pirsgirêkeke sereke ya ku li benda çareseriyê ye.

Lê li cihê çareseriyê, timî bi polîtîkayên şer ên ji dûrî aqil, dest ji hewesa xwe ya qirkirina Kurdan bernadin. Piştî sedemîn salvegera Peymana Lozanê careke din xwestin, nexşeyên xwe yên dagirkeriyê saxlemtir bikin. Dewleta Tirk jî, bi xeyalên Osmanîgeriya nû li pey zêdetir pargirtinê ye. Ji ber vê bi hemû hêza xwe seferber bûye, ji bo Kerkûk û Mûsilê ku hemû Başûr digire nava xwe dagir bike. Ne tenê Başûr, Bakur û Rojhilatê Sûriye jî di çarçoveya pîlanên dagirkeriyê de ye. Rejîma Erdogan a faşîst a di hilbijartinên herêmî de li Tirkiyeyê têkçû û li Iraqê jî bi rêya hilbijartinên parlemento û herêmî nekarî encama dixwest bi rêya Tirkmen, Sûne û PDK’ê bidest bîne, pîlana xwe ya dagirkeriyê ya nû xiste meriyete. Jixwe eger gotin di cih de be, hêzên Başûr ji bo dewleta tirk pariyê devê ne. Lê Iraqê jî tevlî vê pîlana qirkirinê kirin, wer hêsan xuya nake. Di vê wateyê de hem karê Sûdanî hem jî karê Erdogan zehmet e. 

Hilbijartinên herêmî jî nekarîn çarenûsa Kerkûk û Şengalê diyar bike

Iraq di dema rejîma Baas’ê de bi Îranê re kete şereke bê encam. Herdu alî bi hezaran wendahî dan û hîn jî şopên şerê Iraq û Îranê li herêmê zindî ye. Ji wê demê ve ye Iraq timî rûberûyê şer û destwerdanan hat. Dewleta Tirk a dagirker jî ji 1983’an ve zemînê dagirkirina Kerkûk û Mûsilê amade dike, parçe parçe Başûrê Kurdistanê dagir dike. Vêya jî di bin navê peymana ‘Parastina Sînor’ ya li gel Sadam Hisên îmze kir de dimeşîne. Lê bi vê peymanê re sînordar nema, ji wê demê heya niha dagirkeriya xwe parçe parçe didomîne. Ango beroşê hêdî hêdî dikeline, bêyku Iraq reflekseke bihêz a dewletî an jî nîştîmanî bide nîşan. Dema hilweşîna rejîma Sadam Hisên û hêzên emperyalist ên weke Amerîka, di 2003’an de valahiyeke cidî ya siyasî, ewlehî û hwd. rû da. Ev jî cesaret da dewletên dagirker ên wekî Tirkiyê ku di keysbaziyê de pispor e. Bi ser de DAIŞ’ê bi piştgirî û sponsoriya dewleta Tirk û şefê wî yê faşîst Erdogan êrîşê Iraq, Kurdistan û Sûriyeyê kir. Ev jî qonaxeke nû bû li herêmê. Ev êrîşên DAIŞ’ê qonaxeke nû ya dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmê û Kurdistanê bû. Iraqa ku parçe û belav bûbû, zêdetir parçebû û lawaz ket. Di vê demê de dewleta Tirk bi navê destwerdana li DAIŞ’ê xeyala xwe ya dagirkirina Mûsilê bi hevkariya PDK’ê kêmek jî be pêkanî. Hem bi rêya DAIŞ’ê xwestin Şengalê dagir bikin, hem jî baregeha xwe li Başîkayê çêkirin. Li vir hêzên çete, hêzên paramilîter ên bi ser Tirk û Barzaniyan ji bo zêdetir alozkirina Iraqê bikaranîn. Bi sedan baregehên biçûk û mezin ên dewleta Tirk li Iraq û Başûrê Kurdistanê hene. Başîka jî yek ji baregehên herî xeternak e. Tehdîdeke mezin e li ser Şengal û Mexmûrê. Her wiha ji bo pêkanîna xeyalên Erdogan ên Osmaniya nû, derfeteke mezin dide. Herçend carûbar hêzên Heşdî Şebî yên ser bi Îran’ê êrîşên tacîzê li ser wir dikin jî, heya niha her diçe zêdetir tê biçek kirin. Li Başîkayê hem Tirkmenên şovenîst li dijî Kurdan û Êzidiyan perwerde dike, hem jî ji bo dagirkirina Mûsilê timî weke şûrekî hazir li Iraqê di amadebaşiyê de dihêle. 

Sedema serdana Bexdayê têkçûna AKP û PDK ye

Hilbijartinên herêmî ji bo çarenûsa Kerkûk û Mûsilê (bi taybet Şengal) zelal bike hate lidarxistin lê ji ber destwerdanên dewleta Tirk û PDK’ê zelal nabe. Dewleta Tirk dixwest bi rêya Tirkmenan û PDK’ê bandora xwe ya siyasî û îdarî li Iraqê zêde bike, lê têkçû. Hem PDK hem jî AKP têkçûn. Piştî vê têkçûnê lezdan xebatên serdana Erdogan a ji bo Iraqê. Ev salek bû, Iraq û Erdogan li ser gelek mijaran li hev nedikirin. Lê piştî hilbijartinên herêmî zilamê Erdogan Hakan Fîdan û wezîrên wî yên şer, rewşa krîtîk dîtin û xwestin çi dibe bila bibe serdana Erdogan a ji bo Iraqê pêkbînin. Bi taybet encamên hilbijartina herêmî ya Tirkiyeyê jî hem PDK’ê hem jî Erdogan tirsand. Hilbijartina parlementoyê ya Başûr û jidestdana 10 kotayên di berîka PDK’ê de jî wan xist nava liv û tevgerê. Ji ber ku têkçûna AKP’ê têkçûna PDK’ê ye, ya PDK’ê jî bandorê li AKP’ê û pîlanên wan ên hevbeş dike. 

PDK benê xwe qut kir 

Dadgeha Federal a Iraqê ku di bin bandora aliyên siyasî yên nêzî Îranê de ye, çend biryarên krîtîk derbarê Herêma Kurdistanê de girt û hewl da PDK’ê di warê siyasî de zêdetir tengav û biçûk bike. Ji van a sereke dayîna meaşê karmendan, dîsa destdanîna ser dahata neftê û gelek dahatên din ên Herêma Kurdistanê ye. Dîsa dosyaya firotina nefta Kerkûkê û Herêma Kurdistanê bi temamî ji destê Kurdan girt. Lê pirsgirêka di navbera Iraq û PDK’ê de ya li ser nefte çareser nebûye. Erdogan ji bo Barzaniyan îqna bike û zêdetir destkeftiyên Kurdan têk bibe, serdana Hewlêrê jî xist pîlana xwe.  An na destpêkê di pîlanê de nebû ku Erdogan serdana Hewlêrê bike. 

Rêya Geşepêdanê dibe rêya talankirin û dagirkirina Kurdistanê

Iraq bi piştgiriya Îranê hewl dide siyaseta PDK’ê ya dijî Kurd ji xwe re bike fersendek û xwe zêdetir navendî bike, îdareya Herêma Kurdistanê teng bike. Parçebûna hêzên Başûr û nebûna siyaseteke wan a welatperwer pêşî li destwerdanên Iraqê vedike. Li gorî biryarên dadgeha federal û lihevkirinên nû yên di navbera dewleta Tirk û Iraqê de wê deriyê nû yê Ovakoyê ku yekser dirêjî Mûsilê dibe û dibe alternatîfê deriyê Îbrahîm Xelîl  were vekirin, nefta Herêma Kurdistanê ji aliyê SOMO’yê ve were hinardekirin, 10 kotayên bawerî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê ji dest PDK’ê were girtin û hilbijartin di dema xwe de were pêkanîn, meaşê karmendan were navendîkirin. Her wiha ya herî girîng jî peymana, çêkirina ‘Rêya Geşepêdanê’ tê wateya dagirkirina tevahî Başûrê Kurdistanê. Ji ber dewleta Tirk bi bahaneya çêkirina vê rêyê, dixwaze hemû herêma ku rê tê re derbas bibe, milîtarîze bike. Ev jî hem tê wateya mayîndekirina dagirkeriyê hem jî berfirehkirina wê. Ji ber vê projeyê wê zirereke mezin bigihije gelê Başûrê Kurdistanê.

PDK refleksên Başûr ên netewî lawaz kir

Dereng jî be, hinek rewşenbîrên Başûr nerazîbûn nîşana şêwazê pêşwazîkirina Erdogan a bo Hewlêrê, daliqandina ala Hewlêrê li keleha Hewlêrê û li nava bajar dan. Her wiha diyarkirin, armanca Erdogan têkbirina destkeftiyên Başûr e. Daliqandina ala dewleta Tirk li Hewlêrê peyamê dide Iraqê jî û dibêje, eger hun daxwazên me bicîh neyênin û pêşî li gendeliya me bigirin, emê ji we veqetin! Yanî tercîha xwe dike û dibêje, em bi ser dewleta Tirk in. Herçend siyasetmedar û şîrovekar dîlgiraniya xwe ya ji vê rewşê anîbin ziman jî, ya trajîk ew e ku refleksên netewî li Başûr ji ber vê siyaseta hizbî û PDK’ê bi temamî lawaz ketiye. 

Dixwazin li gel Tevgera Azadiya Kurdistanê YNK’ê jî tine bikin

PDK dixwaze YNK’ê jî bikşîne nava vê rûreşiya xwe û wê bike hevalbendê xwe. Ji ber ger YNK biçe ser xeta dewleta Tirk û PDK’ê dê winda bike. Ji ber girseya ku piştgiriya wê dike, girseyeke polîtîk e û Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike. YNK ku ji saya siyaseta xwe ya nêzî hêzên Rojavayê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê karî di hilbijartinên herêmî de dengekî baş bigire, niha di hedefa dewleta Tirk û PDK’ê de ye. Hem bi rêya tehdîtan dixwazin serî pê bidin tewandin û îradeya wê bişkînin, hem jî bi dek û dolaban dixwazin ji rê derbixin. Ji ber vêya YNK eger weke di Civîna Navber a KNK’ê de peyama yekîtiyê û nîştîmanweriyê da tevbigere û serî netewîne, bi aqilane siyaset bike, wê serbikeve. Lê eger serî bitewîne wê hem di warê netewî de têk biçe hem jî hêza xwe ya heyî ji dest bide.

Nebûna rêveberiyeke yek serî li Iraq’ê lihevkirinên li gel Erdogan dixe xeteriyê

Dewleta kur a Tirk beriya Erdogan ji desthilatdariyê bikeve hemû karên xwe yên qirêj ên li dijî gelê Kurd dixwaze pê bide kirin. Beriya ji desthilatdariyê biçe, dixwazin pîlanên xwe yên dagirkirina Kurdistanê û lawazxistina PKK’ê û têkoşîna azadiyê pê bidin kirin. Erdogan di vê demê de çi bike, wê ji bo dewleta kur qezenc be. Lê Erdogan jî hêvî dike, eger di pêkanîna van pîlanan de serkeftî be, dibe şansê dirêjkirina temenê xwe yê desthilatdariyê hebe. Ji ber vê niha hebûn tinebûna xwe ji bo qirkirina Kurd û dagirkirina Kurdistanê seferber kiriye. Jixwe têra xwe windakiriye, ji vêya şûn ve tiştek zêde winda bike wê nebe. Lewma niha ji bo cara dawî qumarê dilîze û şansê xwe diceribîne.

Rêveberiya Iraqê ne yek serî ye, parçeyî ye. Ev parçebûna siyasî ya di navbera Şîe, Sûne û Kurdan de, her wiha parçebûna navbera Şîe’yan bixwe de jî, şansê pêkhatina van pîlanan dixe metirsiyê. Şîeyên nêzî Îranê ku weke baskê Qeys Xez Elî tê zanîn û yê Felah Feyaz bixwe jî di nava xwe de nakok in. Her wiha eger Îran pareke baş negire, wê bibe kelem li pêşiya projeyên wan. Ji ber em dizanin nakokiyên mezhebî û dîrokî yên Îran û Tirkiyeyê hene. Îran dizane, pîlanên çêkirina rêyên bazirganiyê tenê hincet e. Rast e berjewendiyên aborî jî heye, lê meseleya sereke dagirkirina Mûsil û Kerkûkê ye. Lewma parçebûna siyasî ya li Iraqê û her wiha parçebûna hêzên çekdar wê astengiyên cidî ji Sûdanî û Erdogan re çêbike. Bi gotineke din her kê tevlî pîlanên Erdogan û şerê qirkirina Kurd bibe, wê ne hêsan be.
Tevî hemû zext û gefên Erdogan jî Sûdanî bi taybet, navê PKK’ê bilêv nekir. Ev jî çend tişt dide nîşan. Ya yekemîn Sûdanî di ferqa hêza PKK’ê de ye û naxwaze yekser bê hember, lewma eger wê hevkarî bike jî di asteke jêr de û ne rasterast wê bike. Ya duyemîn hêzên li pişt in û li dijî van pîlanên Erdogan in, rê nadin. Ya din jî Erdogan hem weke fizîkî hem jî weke desthilat lingekî wî di çalê de ye. Li gel lîdereke têkçûyî, kes naxwaze xetayên stratejîk ku berdêla wê giran be bike. Her wiha wê nakokiyên di navbera Îran û Amerîkayê de jî di pêkhatin an jî ne pêkhatina van lihevkirinan de rol bilîze. Wer xuya ye Amerîka li Iraqê ji bo sînordarkirina Îranê piştgirî dide dewleta Tirk.

 Tevî van hemû avantaj û dezaavantajan jî dibe Iraq destwerdan li Şengal û Mexmûrê bike, îstîxbarateke zêdetir bide dewleta Tirk. Hemû sazî û rêxistinên nêzî fikrê Rêber Apo li Iraqê bi bahaneyên cûda bigire û asteng bike. Hêzeke zêdetir li ser sînorê Başûr û Bakur, di navbera Rojava û Şengal, Rojava û Başûr de bi cî bike. Ji axaftina Sûdanî ya ‘wê di têkoşîna dijî Tevgera Azadiyê de alîkariyeke zêdetir were dayîn’ ev tê fêmkirin. Lê divê em bizanin, raya giştî ya Iraqê ne li gel dagirkeriya Tirk e. Weke encam, Erdogan hem li Başûr hem jî li Iraq’ê parsekiyê kir. Jixwe weke min got, Hewlêr ji bo wî pariyê dev e, lê ya girîng Iraq û YNK ne. Qubad Talabanî yê YNK’yî û çend endamên Rêveberiya YNK’ê jî li gel şandeya Tirk rûniştin. Helbet ji bo razîkirina Tirkiye dibe li ser Silêmaniyê jî pêleke nû ya êrîşan pêk were. Ya girîng berxwedana li dijî dagirkerî û qirkirinê ye. 

Berxwedan wê çarenûsê diyar bike

Hêza gel û gerîla li ser hemû peymanan re ye. Eger ev hêz neba û ev îrade di Newroz, hilbijartin û çiyayên Kurdistanê de di asteke xurt de xuya nekira, wê evqas peyman jî ne hatiban îmzekirin. Ev jî dide nîşan ku hêzeke Kurdan a mezin heye ku dewletên Ewropayê jî tevlî pîlanên nû yên qirkirinê kirine. Peyva ‘Şer beriya şer tê qezenckirin’, ji asta têkoşînê, bilindbûna moral û manetewiyat û serweriya psikolojîk re têgotin. Hêzên sermayedar û dagirker li dîrokên cûda û li deverên cûda li hemberî gelan pirî caran şer kirin, lê tevî êrîşên dijwar jî nekarîn îradeya gelan bişkînin û serbikevin. Nimûneyên vêya di dîrokê de bêhejmar in. Kurd eger bikarin vê qonaxê jî bi rihê Newroz û hilbijartinê pêşwazî bikin, êdî wê qonaxeke nû li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bikarin bidin destpêkirin. Rola sereke jî dikeve ser milê jinên Kurd û hemû jinên azadîxwaz. Bi taybet pêngava KJK’ê ya li dijî şerê mêr û desthilatdaran a ‘Xweparastinê’ dikare dawî li pîlanên şer û qirkirina gelan û jinan bînin. Jin di vê qonaxa krîtîk û girîng de, divê înstiyatîfê bigirin dest û têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkirinê zêdetir gerdûnî bikin. Ti peyman û pîlan nikare xwe li ber gel û jinên rêxistinkirî bigire.