Qirkerên ekolojiyê nikarin çareseriyê bînin

- Dengîr Güneş
51 views
Ekolojî, demokrasî û azadiya jinê ku paradîgmaya Tevgera Azadiya Kurdistanê ne, mijarên bingehîn in. Bi çarçoveyeke giştî ev asta azadiyê û çareserkirina pirsgirêkên sereke yên mirovahiyê jî diyar dikin. Ji ber ev her sê xalên paradîgmayê bingeha jiyan û têkoşînê ne, helwestên di vî warî de sûcên hêzên serdest û encama têkoşîna hezên şoreşger û bindestan jî eşkere dike.

Mijarên demokrasî û azadiya jinê ji gelek aliyan ve bi berfirehî tên ziman. Lê ji ber ekolojî hîn kêmtir cih digire, pêdivî bi nirxandina vê mijarê heye. Di krîza ekolojiyê de rewş çi ye? Sozên di vê mijarê de hatibûn dayin pêk hatin an na? Li gorî van encaman îsal wê çawa be? Ji ber şerê li dijî xwezayê yê bê navber dewam dike û pirsgirêkên dubare dibin, mixabin bersiva van pirsan ne erênî ye. Tevî şerê dijwar yê li Kurdistanê, li dinyayê jî şer zêde bû û weke ewrekî mel’ûn yê reş gelek mijarên jiyanî di bin siya vê de man. Tevî ku rewş hîn xirabtir, binpêkirin, êriş û ziyan hîn zêdetir bûn, ev nehatin rojevê. Mafê mirovan li aliyekî, heta komkujî jî asayî hatin dîtin û hatin parastin. Bi kurtî, şerê ku bi hişmendiya zilam rû didin û berjewendiyên hêzên serdest ku sedema bingehîn a van şeran e, dîsa jehra xwe berda nav jiyana me û bi hemû tundiyan gelek xweşikbûn ji me dizîn. Li gelek deran jiyan tarî kirin. Pirsgirêk hîn girantir bûn, lê helwest neguherî. Weke berê sala borî dîsa krîza ekolojiyê gelek hate nîqaşkirin, lê berovajî van nîqaşan ti gav nehate avêtin. Ji ber êrişên hêzên kapîtalîst ên li dijî xwezayê û sozên pêk nehatin krîza ekolojiyê bi rekorên nû hîn kûrtir bû.

Şerê li dijî xwezayê “dînîtiyek” e

Jixwe ji ber van encaman Neteweyên Yekbûyî ku berpirsê sereke yê krîza ekolojiyê ye, rewşa heyî êdî weke “karesateke ekolojîk” pênase kir. Her wiha Sekreterê Giştî yê NY Gueterres ev êrişên li dijî xwezayê wekî “dînîtiyek” bi nav kir û got, “Divê em dawî li vê dînîtiyê bînin”. Rast e, ev şerê mirov ê li dijî xwezayê ku kêlî bi kêlî jiyanê dike dojeh bi temamî dînîtiyek e û di vê de israrek mezin jî heye. Lê ne tenê dînîtî, her wiha dizî, talan, çavbirçîtî û bê exlaqiyek mezin a hêzên serdest jî heye. Jixwe yên van bangan dikin jî berpirs û hevkarên vê ne. Dînîtiya herî mezin û pirsgirêk bixwe jî ev e. Ev polîtîkayên serdestan ji destpêka krîza ekolojiyê heta îro dewam dikin. Her carê bi tevlîbûna hêjmareke qelebalix a berpirsên netew dewletan bi navê civîn, konferans, forum û hwd gelek hevdîtin pêk tên û hevpeymanan jî mohr dikin, lê dîsa her tişt tenê di gotinê de dimîne. Wekî şanoyekê, yên ji vê krîzê berpirsyar in bi maskeyên rizgarker derkevin pêşberî me û rolên xwe dilîzin. Van hevdîtinên qelebalix ne bi armanca çareseriyê, ji bo mijûlkirinê û ji bo pêşî li nerazîbûnan bigirin lidar dixin. Par jî ev dubare bûn. Wekî mînak, civîna COP28 ya di navbera 30 Mijdarê û 12’ê Kanûnê de li Dûbaî hate lidarxistin bi temamî wiha bû. Qaşo krîza ekolojiyê nîqaş kirin, lê di pişt perdeyan de dîsa ji bo berjewendiyên xwe li hev kirin û peymanên petrol û gazê yên nû mohr kirin.

Qirêja dewlemendan me dikuje

Encamên yek ji rapora Oxfamê ya derbarê newekheviya bahewayê ya gerdûnî de van durûtî, talan û komkujiyên hêzên serdest bi daneyan jî eşkere dike. Li gorî raporê, Neteweyên Yekbûyî li welatên cîhanê yên xizan ji %91’ê mirinên ji ber rewşa avhewayê berpirs e. Li gorî vê rewşê, dewlemend di asta tinekirinê de ekolojiyê talan dikin û di encama vê de kesên xizan ku herî kêm ziyanê didin ekolojiyê berdelên herî giran didin. Her wiha yek ji kesên herî dewlemend ên cîhanê (ku hêjmara wan 77 milyon e û bi qasî % 1’ê nifûsa cîhanê ne) her sal li gorî însanên din 1.500 qat zêdetir dinyayê qirêj dike. Li gorî vê, di 10 salên pêşiya me de dewlemend ji ber vê qirêjkirinê wê asta germahiya hewayê zêdetir bikin û bi vê yekê bibin sedema mirina 1,3 milyon mirovî. Ev dewlemend pirraniya wan zilam in û li Emerîka û Ewrûpayê dijîn. Li hemberî vê rewşê zanyar jî hişyariyan dikin. Ji çar aliyên cîhanê zêdetirî 15 hezar mirovên zanyar rapora nûjen a germahiya avhewayê weşandin û destnîşan kirin ku sala borî germahî di asta herî bilind de bû, ku ev nîşan dide li dijî jiyana gerstêrka me dinyayê xetereyeke mezin heye. Daneyên hatine dayin, bêgûman tevî ekolojiyê bi mijarên azadî, wekheviyê re jî eleqedar in û ji bo mirovahî û demokrasiyê jî karesatek mezin e. Ji ber vê her sal ji ya din xirabtir, krîza ekolojiyê dijwartir û mexdûrên vê jî zêdetir dibin.

Di şer û krîza ekolojiyê de rekor hat şikandin

Tevî van rastiyan, hêzên serdest par li pirraniya welatan bûtçeyên leşkerî qat bi qat bilind kirin û rekor şikandin. Girêdayî vê ji bo berjewendiyên xwe şerên nû derxistin, herî zêde çek firotin û di encamê de dewlemandiya xwe zêdetir kirin. Her ku ew qaseyên xwe yên pere tijî kirin, krîza ekolojiyê kûrtir bû û vê ji bindestan re xizanî, komkujî, bêkarî, koçberî û karesatên hîn mezintir anî. Ji ber van kiryarên hêzên serdest, krîza ekolojiyê jî di gelek aliyan de rekor şikand. Çend ji van mijaran wiha ne: Şer bi dawî nebû, berovajî vê hin dijwartir bû û li cîhanê belav bû. Ji ber şer, komkujiyên hîn mezintir û qirkirinên hîn dijwartir ên li dijî xwezayê rû dan û encam rekor bû. Ji ber krîza ekolojiyê, helandina qeşayê ya di cemseran de gihişt asta herî bilind. Her wiha birîna daristanan, germahiya hewayê, hişkesalî û kêmbûna avê jî di asta rekorê de bû. Tevî erdheja 6’ê Sibatê ya li Mereşê, li çar aliyên cîhanê di serî de lehî û bahoz ji her salê zêdetir karesatên xwezayê rû dan. Taybetî tevî ku erdhej mijareke jiyanî ya gelek krîtîk e ji bo Tirkiye û Kurdistanê, tevî hişyariyên gelek pisporan jî desthilat ti tedbîrî nagire, rastiya ku ev erdnîgarî li ser xetên sor e piştguh dike û bi vî awayî herêmê ji van felaketan re dihêle. Ev polîtîkaya dewletê ya dij xweza, dij mirov û civakê bi vî rengî li her qadê xwe dide der û dibe sedema qirkirina civak û xwezayê.

Li Kurdistanê darbeya ekolojîk

Li Kurdistanê jî ku dewleta Tirk qirkirina ekolojiyê wekî stratejiyeke şer dixe dewrê, ziyan ji her demê zêdetir bûn. Mirov dikare vê weke darbeyeke 12 Îlonê ya dewleta Tirk a li dijî ekolojiyê bi nav bike. Faşîzma AKP-MHP bi temamî weke rejîma qirkirinê rol dilîze. Li Kurdistanê şer, bikaranîna çekên kîmyayî û bombebaran bê navber dewam dikin. Tevî vê bi şewitandin û birîna daristanan, avakirina bendavan, şîrketên maden û petrolan, tinekirina çandiniyê, projeyên santralên enerjiyê li tevahî Kurdistanê li dijî ekolojiyê êrişên nû yên talan û qirkirinê rû dan. Ziyanên van ji yên şerê li Kurdistanê yê heta niha daye qat bi qat zêdetir e. Her projeyeke talanê ya dewletê ji dehan qereqolan zêdetir ziyanê dide erdnîgariya Kurdistanê. Dewleta Tirk bi qasî Kurdan, xwezayê jî dijmin dibîne. Tevî cih û warên bi hezaran salan yê gelê Kurd, ji daristanan heta erdên çandiniyê, av, çem, zozan, merg, xanî, bi kurtahî ji kevir heta deşt û çiya her tiştî dagir dike, tine dike. Erdnîgariya Kurdistanê dorpêç dike û ji hev parçe dike. Weke mînak, plan dike ku ji Rihayê heta Serhedê li % 20 erdnîgariya Kurdistanê Santralên Enerjiyê yên Rojê deyne û bi vê yekê tevahî erdên çandiyê yê bi xêrûber dagir dike. Her wiha tenê li Şirnexê û çiyayê Cûdî di salekê de herî kêm 500 hezar ton dar û bi hezaran hektar daristan tine dike. Weke Şirnex û Meletî navçe û bajarên Kurdistanê pêşkêşî bi hezaran şîrketên madenan kiriye. Tenê li Meletî ji 1074 şîrketan re destûr hatiye dayîn. Rejîma qirker a AKP-MHP bi vê yekê li dijî Kurdistanê koçberî, xizanî ferz dike, dixwaze Kurdistanê bê însan bihêle, demografyayê bigûherîne û dagirkeriyek nû bike. Asta koçberiyê ya herî bilind a li Dersimê ku di meha Kanûnê de hate rojevê, encamên van polîtîkayan bi awayekî zelal eşkere dike.

Xweza li benda têkoşîna me ye

Lê piştî van daneyan divê em çend pirsan jî bikin. Li dijî van êrişan asta têkoşînê çawa ye? Divê em çi bikin? Em ê xwezayê û welatê xwe çawa biparêzin? Em ji têkoşîna ekolojiyê çi fêhm dikin? Bêgûman pirs jî,  bersiva wan jî mijarên berfireh in û pêwistî heye di nivîsên din de werin nirxandin. Lê weke encam em dikarin bi kurtahî vê bêjin: Parastina xwezayê îro erka sereke ya mirovahî û welatparêziyê ye. Ev jî têkoşîneke ekolojîk a girseyî, bi rêxistinkirî û radîkal dixwaze. Encex bi vê em dikarin pêşî li van êrişên qirker bigirin. Me heta niha ji Kurdistanê, xwezayê û mirovahiyê gelek tişt winda kir û berdelên giran dan. Eger em ji van kujêrên xwezayê li hêviya çareseriyê bin em ê hîn zêdetir winda bikin. Di vê mijarê de berpirsyarî dikeve ser milê her kesî. Berî em dereng bikevin divê em gav biavêjin û jiyanê biparêzin. Pêdiviya dayika me xwezayê bi têkoşîna me heye. Weke jin, weke zarokên xwezayê yên henûn divê em wê tenê nehêlin.