Mîrateya şehîdên Gulanê wê bibe serketina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’

- Zîlan Vejîn
45 views
Em ê bi rihê Şîrîn Elemholiyan meha Gulanê pêşwazî bikin. Di dîroka têkoşîna tevgera me ya jinê de ya li Rojhilatê Kurdistanê heval Şîrîn bi sekin, jiyan û şehadeta xwe bi me da îsbatkirin ku sekna jin a azad misogeriya xeta azadiyê ye. Sekna azad bi berxwedanê bi ser dikeve, berxwedan jî bi armancê ve girêdayî dikare bi ser bikeve.

Ew di sekna heval Şîrîn de ku di girtîgehên rejîma Îranê de li jêr her cûre êşkenceyên ruhî û fîzîkî pir vekirî diyar bû ku jin a xwedî rêxistin her tim bi ser dikeve. Di temeneî ciwan û pir salên xwe yên dirêj di nav tevgerê de nebe jî lê bi qasî zelaliya rojê di armanca xwe de zelal û di hezkirin û girêdana wê ya azadiyê de kûr bû. Lewra gavek jî paşve neavêt, hemû siyaseta rejîmê vala derxist, bû sembola jin a berxwedêr li girtîgehên Îranê ji bo hemû jinên Kurd û Îranê. Esas berî bê darvekirin ev rih û azwerî bi çalakiya xwe ya fedayane li Tehranê da nîşandan. Dema kete girtîgehê jî heman rih raber kir. 

Gelek jinên pêşeng hatin darvekirin

Bêguman di dîroka girtîgehên rejîma Îranê de gelek jin hatine darvekirin. Ew bi dehan salan berê û piştî darvekirina Seval Şîrîn heya roja îro jî ew kiryarên derveyî mirovahiyê yên darvekirinê li girtîgehên rejîma sêdare dewam dike. Gelek jinên pêşeng û xwedî îradeyek mezin û serbixwe ji aliyê rejîmê ve hatin darvekirin. Lê heval Şîrîn çima bû xet, bû sembol, ew gelek girîng e. Raste heval Şîrîn jinek ciwan û du sal bû ku beşdarî nava tevgera azadiya Kurdistanê bibû. Lê heval Şîrîn li ser mîrateya artêşbûn, partîbûn û bi pergalbûna konfederalîzma demokratîk a jinê ve xwe gihand wê asta sekna jina berxwedêr û azad. Ew danehev, tecrûbe, zanista azadiyê û mîrateya têkoşînê ji sî salî zêdetir nifş bi nifş vediguhezî roja me ya îro û li her qada jiyanê îradeya jin a azad ava dikir. Ew mîrate û têkoşîn tenê bi sînorên dagirkeriyê bi Kurdistanê re teng û sînordar nema, xwe gihand her jinek Kurd û ew rih di me hemiyan de zindî kir. Kesayeta Sakîne Cansiz a li girtîgehên dewleta Tirkiyeyê di şoreşa Rojava de bû Mîrkan û li Rojhilat bû Şîrîn, îro li her qadê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng vedide. Ewan jinên qehreman di fikir û zikir de yekbûn ava kirin ku karî di çalakî û bi şehadeta xwe jî xeta berxwedanê bilind bikin û teslîmiyetê li bin bixin.

Meha Gulanê meha şehîdên hatiye bi nav kirin

Em meha Gulanê bi tekoşîn, rih û coşa meha Adar û Nîsanê pêşwazî dikin. Meha Gulanê meha şehîdên Kurdistanê hatiye bi nav kirin û gelek şoreşgerên pêşeng di wê mehê de şehîd bûne. Di heman demê de gelek komkujî jî pêk hatine, di wan komkujiyan de gelek jin hatine qetilkirin. Tesaduf nîne, ku di dîroka jin a Kurd de du jin bi destê rejîma Baas, Leyla Qasim û rejîma Îranê Şîrîn Elemholî hatine darvekirin û her du jî di meha Gulanê de ne. Her duyan jî bi gotinên xwe hem jin û gelê xwe di şexsê berxwedan û şehadeta xwe de şiyar kirin, hem jî bi dijmin dane ispatkirin ku jin a Kurd di dîrokê de heta roja îro serî li hember dijmin netewandiye û teslimiyet jî qebûl nekiriye. Xwe ji zinaran avaêtine, çûne ber sêdareyan û jêr êşkenceyan rû bi rû her cûre kiryaran hatine lê seknek bi rûmet a hêjayî gelê xwe jinên azadîxwez raber kirin. Ji ber wan bi zanistiya ku têkoşîna azadiyê bedelan dixwaze û bi rihekî fedayî pêşengî pêwîste û bi sekn û canê xwe ev nîşan dan.

Sekna jinê rih bû ku Heval Şîrîn li girtîgehê raber ki

Di her dem û serdemek de jin bi şêwazekê û li her qadekê bi têkoşîn û berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê didin. Jin di nav têkoşînê de di asta herî jor de bi îrade û azweriyek mezin pêşengtî kirine. Wek jinên Kurd bi avabûna artêşbûn û partîbûna jinê xwedî li hemû mîrateyên jinên têkoşer derketine û li ser wê bingehê jî destketî ava kirine û kirine malê hemû jinên cîhanê. Ji bo wê jî ew bi bîranîn û têkoşîna xwe wê her tim bêne bîranîn. Çawa heval Şîrîn li ser dîwarê girtîgeha Evînê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nivîsî û ev dirûşma li hemû herêm û cîhanê wek felsefeya têkoşîna azadiyê hate pêşwazî kirin. Bi qasî ku jin li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di jêr kevneşopiya civakî de ne, lê jêr zext û qedexeyên siyaset û qanunên rejîmê de jiyan dikin, ew çend hisa wan li hember rejîma mêrsalar dijwar û bi rêxistinî û bi zanabûn dibe. Sekna jinê ya ku di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de da diyarkirin ew sekin û rih bû ku Heval Şîrîn li girtîgehê raber kir, îro Zeyneb Celaliyan û bi dehan jinên têkoşer li girtîgehên rejîmê raber dikin. Roja îro jî jin di kîjan mijarê de ji bo jinan bi qanûnan qedexeyan diyar dike, jin herî zêde li hember wê dibin yek û têdikoşin. Mînak wê ya jî têkoşîna li hember Hîcaba îcbarî ye. Di têkoşîna gelên bindest de her tim pêşeng û qehremanên bi wê şêwazê ku dibin sembol hene. Jixwe meha Gulanê îsbata wê yekê ye. Di şexsê Hozan Mizgîn, Leyla Qasim, Şîrîn Elemholî û hwd…. Her wiha yekemîn şehîdê PKK’ê Heqî Karer, şehîdên şoreşger ên gelê Tirkiyeyê Denîz Gelmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya, her wiha li Îranê Xosro Ruzbih, Xosro Golêsorxî û Bîjen Cezenî. 

Ferzad Kemanger, Elî Hayderiyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamiyan 

Ew kesayetên sosyalîst, pêşengên şoreşê wek Leyla Qasim û Şîrîn Elemholî dema çûne ber sêdarê bi gotinên xwe di bîr û baweriya gelê xwe de cih girtin û heta roja îro jî nehatine jibîrkirin. Di têkoşîna me ya 20 salî li Rojhilatê Kurdistanê şehîdên me yên qehreman di şertên herî zehmet û bêderfet de berxwedan û têkoşîna serketinê û desketiyên herî mezin ji bo civakê ava dikin. Heval Şîrîn, Ferzad Kemanger, Elî Hayderiyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamiyan di 9 Gulana 2010’an de li Girtîgeha Evînê hatin darvekirin. Di şexsê şehîdên 9 Gulanê de hemû şehîdan bi bîr tînin. Mîrateya ku wan ji bo me li pey xwe hiştine wê bibe serketina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’.