Jin Jiyan Azadî dirûşmeya sedsalê ye

- Zîlan Vejîn
165 views
Em saleke dijwar li pey xwe dihêlin. Saleke tijî şer, têkoşîn, bedel û di encama van hemûyan de serketin û destketiyên bi nirx ên bi hevbeşiya têkoşîna civakî ya jinan û gelan ava bûne. Ji bo Kurdan, bi taybetî ji bo jinan sala 2023’an xwedî wate û giringiyeke dîrokî û siyasî ye. Gelê Kurd bi pêşengiya jinan, bi têkoşîna xwe ya ji bo azadî û wekheviyê mohra xwe li salê da.

Tevahî kesên demokrat, sosyalîst û çepgirên cîhanê li dora têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê kom bûn. Di tevahî qadên têkoşînê de jî deng û rengê jinan berbiçav û diyarker bû. Di 44 saliya Komara Îslamî ya Îranê de jî ev sal xwedî reng û têkoşîneke civakî bû. Tevgera ku bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” şêwe girt û zêdetirî salekê ye berdewam dike, rê li ber rêbazên nû yên têkoşînê vekir. Ne tenê li Îranê, di heman demê de li tevahî cîhanê rengvedanek mezin çêkir û mohra xwe li sedsalê da. Di her sedsalê û di her demekê de hin dirûşm cîhanî dibin, dibin deng û daxwazên hemû gelan û digihin armancên hevbeş. Di vê sedsalê de jî têkoşîna jinan bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî şêwe girt û nexşerêyek hevbeş ava kir.

Şoreşa Jin Jiyan Azadî guhertinên mezin çêkir

Civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê, civakekî ji paradîgmaya Rêber Apo bandor bûye. Gelê Rojhilatê Kurdistanê ji têkoşîna dehan sal a Tevgera Azadiyê îlham wergirtiye, tecrûbeya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê ji bo xwe weke alternatîfek civakî û siyasî destnîşan kiriye. Bi vê bîreweriyê jin û civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxwazên xwe destnîşan kirin, bi Jin Jiyan Azadî têkoşîn kirin û li hemberî hemû êrişan bi têkoşînê parastina xwe kirin. Bi berxwedanê kolan kirin zemînê hevbeş ê têkoşînê. Ev rê û rêbaz jî pêşveçûna şoreşî îfade dike. Şoreşa Jin Jiyan Azadî di binesaziya civakî de guhertinên mezin çêkir, di gelan de hest û hevbeşî pêş ket, di civakê de zanist û nirxê hebûna jinê zêde bû, rol û heqîqeta dîrokî ya jinê zêdetir hat zanîn. Ji bo guhertin werin dîtin, divê mirov ne li dewletê, li  kolan, bazar û malan temaşe bike, analîz bike û ankêta guhertinê çêbike. Nêzîkatiyên mêr ên li hemberî jinê hatine guhertin, nêzîkatiyên rêzdayîna hebûna jinê bi pêş ketiye. Dibe ku gelek alî bifikirin destketiyên şoreşa Jin Jiyan Azadî nînin, ji ber ku veneguheriye guhertinên siyasî û zagonî. Lê dema em li civaka Îranê temaşe bikin, em ê bibînin di çanda jiyanê û ferasetê de guhertin pêk hatine. Bi wêrekî xwedîderketina li mîsyon û pêşengiyê berbiçav e.

Îran polîtîkayên kuştina jinan bi rê ve dibe

Her çiqas guhertinên berbiçav hebin jî, em nikarin bêjin di demek ewqas kêm de hişmendiya mêrsalar hatiye derbaskirin an jî guhertinên mezin çêbûne. Ji ber hişmendiya mêrsalar bi sîstema dewletî bi pergal bûye, di civakan de şêwe girtiye û çanda mêrsalarî hakîm kiriye. Li dijî têkoşîna jinan û gelan a hevbeş di nava êrişan de ye. Ji ber vê em dibînin kuştina jinan bi awayekî sîstematîk ji aliyê dewlet û mêr ve pêk tê. Li hin herêm û bajaran dewlet kuştina jinan teşwîq dike û qatilan bê ceza dihêle. Zêdebûna bûyerên kuştina jinan, rastiya rejîma Îslamî ya Îranê nîşan dide. Jin daxwaza azadiya xwe dikin, lê em nikarin daxwazên jinan ên azadiyê tenê bi cilûberg liberkirinê sînordar bikin. Di bingeh de daxwaza azadî û xwebûna xwe dikin. Di serhildanan de rewşa jinên Belûç awarte bû. Di çerçoveya malbat, mezheb û hikûmetê de hatibûn sînordarkirin. Di warê siyasî, civakî û aborî de jin rastî serkutkirinê tên. Civaka Belûç hebûna jinan tenê di çerçoveya sê qadên serkutkirinê” malbat, mezheb, hikûmet” de dizane. Jinan sitûnên pergala mêrsalar ku xwe li ser digire ên weke zewaca di temenê biçûk de, berdan û namûs xistin jêr pirsan û li hemeberî wê têkoşîn kirin. Jinên ku di sînorên malê de hatibûn hepiskirin, sînor hilweşandin û kolan veguherandin qadên têkoşînê. Şoreşê îsbat kir ku hêza bingehîn a guhertin û pêşengiyê jin e. Ji ber pirsa herî bingehîn jî pirsa jin e. Çareseriya pirsgirêka jin jî bingehê çareserkirina hemû pirsgirêkan e. Şoreşa civakî ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi xisleta şoreşa jin, li herêm û cîhanê pêşengî ji şoreşa civakî û çandî re kir. Rêjîma desthilatdar bi dînamîzmên pergala xwe ya serkut êrişan pêk tîne, lê nikare bi ser bikeve. Her çiqas heya astekê serkut kiribe jî, lê nikare heqîqeta civakî ji holê rake.

Zîndan qadên berxwedan û têkoşînê ne

Berxwedana jinan a di zîndanan de, di tevgera azadiya jinê de xwedî rol û giringiyek diyarker e. Ger dewletê di siyaseta xwe ya zîndanan de kêm be jî encam wergirta, wê pêşiya tevahî pêşketinên civakî bihata girtin. Dewleta mêrsalar ger karîba di zîndanan de şikandinê çêbike, wê di tevahî qadên têkoşîn û kolanan de jî bigihişta encamên ku dixwest. Lewra zîndan qadên herî mezin û giring ên têkoşînê ne. Di şexsê Zeyneb Celaliyan de berxwedan bûye xeteke têkoşînê û dewlet nikare teslîm werbigire. Rejîma mêrsalar ji bo serkutkirinê gelek rêbaz bi kar anî, lê bi qetilkirina Jîna Emînî re dît ku nikare pêşî lê bigire. Bi heman rêbazî Armîta jî qetil kir, li ser malbatê zext çêkir û bi vê siyasetê hewl da rê li pêşiya geşbûna serhildanan bigire. Lê berxwedana qadan û taybetî ya zîndanan siyaseta rêjîmê pûç kir.

Sîstem bi krîz e

Dem hatiye ku hişmendî û cîhana mêrsalar li xwe mikur were ku rêbazên şer tenê qirkirin, talan, krîz û koletiyê ferz dike. Ger li şûna vê siyaseta qirkirinê gotûbêj û çareseriya siyasî were esas girtin, wê ewqas pirsgirêk û krîzên civakî, aborî, jîngehî, siyasî û mirovî kûr û belav nebin, wê bê çareserî jî nemînin. Di cîhana me ya îro de aqilê mêr ê desthilatdar li ser kar e. Ev aqil dibe sedema şerên mezin ên bi wekalet ku di van salên dawî de rûdan. Niha jî şer di navbera Hemas û Îsraîlê de dijwar e. Wekî vî şerî, di encama tevahî şeran de jî herî zêde jin û zarok tên qetilkirin, revandin û koçberkirin. Di van şeran de zext û ziyanên herî mezin jinan dîtin û dibînin. Herêma me Rojhilata Navîn ji ber şerên wekaletê, hişmendiya olperst a mezhebî ya hişk, netewperestiya kevneşop û zayendperestiya civakî, krîzên siyasî û îdeolojîk, dinale. Rojava jî ji ber fikir û nerînên pozîtîvîst bi krîzên kûr ên pircûre re rûbirû ye. Li şûna rêya derketina ji krîzan, bi gurkirina şerê li herêmê re mijûl e. Di bin navê demokrasiyê de, lê di cewher de demokrasiyeke nimayişî ‘show’, civak bê îrade û bê rêfleks kirine. Ne zanista pozîtîvîst a Rojava ne jî olperestî, netewperestî û zayendperestiya Rojhilata Navîn dikare çareseriyê pêk bîne. Bi siyaseta xeta sêyem a demokratîk û azadîxwaziya civakî, bi hevbeşiya têkoşîna jinan û gelan dikare rê li ber çareseriyên bingehîn were vekirin.

Ji bo azadiya xwe têbikoşin

Têkoşîn û berxwedana jinan û gelan a sala 2023’an xisleta sala 2024’an jî diyar kir. Çawa ku qetilkirina Jînayê di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bû çirûskek û bê navber ji aliyê jinan ve bi rê û rêbazên cuda têkoşîn hat berdewamkirin, bêguman wê di sala pêşiya me de jî bi vî awayî be. Hişmendiya mêrsalar bi îdeolojiya xwe ya yek rengî, homojenbûnê li ser civakê ferz dike. Divê ev di eniya jinên azadîxwaz de baş bê dîtin û analîzkirin.  Bi îdeolojiya rizgariya jinê li Rojavayê Kurdistanê jinan DAIŞ’ê têk birin, jinên gerîla bi vîn û baweriyeke mezin li hemberî tevahî teknîka NATO’yê ya di destê dewleta faşîst a Tirk de şer dikin, li ber xwe didin û destanên qehremaniyê bi jiyan, kesayet û şerê xwe dinivîsin. Jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî bi bedelên ku di şoreşa Jin Jiyan Azadî de dane û destketiyên hevbeş ên ku bi têkoşînê bi dest xistine, divê di sala pêş me de jî bi heman rih û vînê têbikoşin. Şoreşa Jin Jiyan Azadî bi têkoşîn, berxwedan û yekîtiyê dikare pêş bikeve. Weke jin û civaka Kurd em xwedî paradîgmaya Rêber Apo a Netewa Demokratîk û Azadiya Jin in. Heya niha serketin û destketî li ser vê bingehê pêşketine. Berpirsyariya me ya sereke û bingehîn jî ew e, em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê xurttir bikin. Serxistin û serketina Şoreşa Jin Jiyan Azadî, dibe xebata herî bingehîn a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Wek jin û gel dema em behsa azadiya Rêber Apo dikin, di naverok û bingeh de em têkoşînê ji bo hebûn û azadiya xwe dikin. li ser vê bingehê, em ê sala 2024’an bikin sala serxistina şoreşa Jin Jiyan Azadî.