Ev têkoşîn tola hemû tûndiyan e

- Dengîr Güneş
156 views
Têkoşîna gelê Kurd a bi pêşengiya PKK’ê, 45 sal li pey xwe hişt. Di 27’ê Mijdara 1978’an de damezrandina PKK’ê, di heman demê de mîlada têkoşîna tevgera jina Kurd e jî. Her wiha wekî bersiva şehadeta Bêrîtan, di 1’ê Mijdara 1993’an de artêşbûna jinê hate îlankirin. Ev 30 salên artêşbûnê ku bi têkoşîneke destanî derbas bûn, artêşên nû yên jinê û şoreşa jinê jî bi xwe re anîn. Ji ber vê dema em têkoşîna azadiya jinê gotubêj dikin, divê em bêjin PKK ya ku di heman demê de partiya jinê ye, di têkoşîna azadiya jinê de mîlad e. Ji ber ku têkoşîna PKK, PAJK û artêşbûna jinê bersiva herî xurt a li dijî qirkirina jinê ye. Yekane ye û bê hempa ye.

Jin ji destpêkê heta îro di hemû qonaxên têkoşîna rizgariya gelê Kurd de li pêş bû. Bi wêrekî, bawerî û berxwedana mezin, di nav vê têkoşînê de yekemîn artêşa xweser a jinê ku hîmê şoreşa jinê danî ava kir. Hêza herî mezin a têkoşîna rizgariya gelê Kurd ku mohra xwe li 50 salên dawî yên dîrokê xist, tevlîbûn û pêşengiya jinê bû. Ferqa herî mezin a PKK’ê ya ji rêxistinên din jî ev bû. Vê ferqê hişt ku şoreş bi rengê jinê pêş bikeve û serketinên di ti şoreşan de nehatine dîtin bi dest bixe. Weke dayîkeke her biafirîne û can bide, tevlîbûna jinê jî hişt ku tevgera azadiyê her mezin bibe. Li hemberî hemû êrişan dîsa rabe ser piyan, girseyî bibe, şax bide û bijî. Weke çemekî biherike hemû şaneyên jiyanê ûs her cihê xwe gihandiyê ji nû ve şîn bike.

Jinê meyand û havên girt

Ev meşa azadiyê ya jinê ku bi Sakîne Cansiz (Sara) dest pê kir, bi destê jinê havên girt û bû meşeke gerdûnî ya jinê. Sara, ew bendên ji aliyê dewletê û pergala serdestiya zilam ve hatibûn danîn hilweşand. Ew çar dîwarên malê û malbatê ku ji gelek jinan re bûye gor, nas nekir. Kefenê zilam û civaka feodal li jinê kiribûn çirand. Ji xwe di dîrokê de encex yên xwedî vê wêrekî û baweriya mezin dikarin gavên destpêkê biavêjin, di wê tarîtiyê de asoyeke ronî vekin û ya tê ferzkirin biguherînin. Ew asoya Sara vekir ji bo hemû jinan rojên ronî anî; bû hêvî, bû berxwedan û mizgîniya jiyaneke bi rûmet û azad.

Pêşenga serhildan, artêşbûn û fedaîtiyê

Jinê li pey vê berxwedanê berê xwe da nav refên têkoşînê û dîrokeke nû ya layiqî heqîqeta xweza û jinê nivîsand. Tenê fîzîkî tevlî nebû. Ji bo ew tovê jiyana nû li çiyayan şîn bibin, kêlî bi kêlî bi vîn û biryardariyê av da. Di hemû şert û mercan de têkoşiya û ti carî paş ve gav neavêt. Bi vê baweriyê, her tiştên ku civakê ji bo jinê digot “nabe”, bi israr pêk anî. Hemû cewherê jinê yê heta niha hatibû fetisandin derxist holê û ew herikand şoreşê. Bi mîrateya berxwedanê ya Besê, Zarîfe, Rindêxan û Leylayan gavên ku avêt, ew ji nû ve zindî kir. Hem jî vê carê ne bi tenê bû. Li pey wê bi milyonan jin û artêşek jinê hebû. Tevlîbûneke ji rêzê qebûl nekir, di hemû qonaxên bingehîn yên têkoşînê de jinê mohra xwe li demê xist. Ji damezrandina PKK’ê, heta serhildanan, ji artêşbûna jinê heta xeta fedaîtiyê û gerîlatiya nûjen ku hîmê serketinên vê têkoşînê ya îro ye, jinan her dem serî kişand. Her tiim jin hebû, li pêş bû û pêşeng bû.  Serhildanên gel ku hişt ev têkoşîn girseyî bibe, bi pêşengiya Binevş Agal (Bêrîvan) pêş ketin. Gel bi dirûşma “PKK gel e, gel li vir e” ev têkoşîn erê kir û li hemberî hemû êrişan jê re bû mertal. Ev gotin di heman demê de soza gel bû, ku ti carî jê venegeriya. Gel bi vê yekê anî ziman ku pêşengiya jinê qebûl dike, bi wê baweriyê radibe ser piyan, agirê serhildanê pêdixe û heta ev têkoşîn hebe bi dil û can wê pê re be. Paşê Zekiye û Rahşan bûn meşaleyên van serhildanan. Ronahî û Bêrîvanê jî ev agir li parzemînên din geş kirin. Meşa azadiyê ne hêsan bû, lê li ser agir jî bimeşe, jinê êdî ev dabû ber çavan û ji vê riyê veger tine bû. Bi hezaran jin û ciwanên ku piştî serhildanan berê xwe dan çiyayên Kurdistanê hiştin ku artêşa gel û artêşa xweser a jinê li wan çiyayan şax bide û wir bike warê azadiyê. Fermanderên yekem yên jin ên weke Hanim Yaverkaya, Azîme (Mîhrîban Saran), Mizgînê (Gurbet Aydin) şerê xwe yê destpêkê berî dijmin li hemberî bêbawerî û pêşhukmiya li hemberî jinê dabûn. Lê bi hêzeke mezin şerê hundûr jî, yê li dijî dijmin jî bi ser xistin. Vê ji bo artêşbûna jinê bingeheke xurt danî û hişt Rêber Apo artêşa jinê ku weke “amûra îspata azadiyê” bi nav dike, îlan bike. Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li kendalên şer, mîrata berxwedanê ya Besê dewr girt. Ev ji bo azadiyê û artêşbûna xweser bangek bû. Weke bersiva vê bangê artêşbûna xweser a jinê hate avakirin. Rêber Apo sedema vê wiha anîbû ziman: “Eger hêz û erk di destê zilam de be, encama vê serdestiya mêr wê zext û newekhevî be. Ji bo pêşî li vê were girtin divê jin azad bibe, artêşbûna xwe ava bike û şer bike.” Jinê jî ev bi her awayî pêk anî. Di meşa azadiyê de ev werçerxeke zor û zehmet bû, lê jinê heqê wê da û ev bi serbilindî derbas kir. Weke gava destpêke ya Sakîne Cansiz, vê jî wêrekî dixwest, lê jin bi ser ket. Vê hêz da û bi xwe re berxwedanên nû, pêşengên nû anî. Weke Zelal, Zinarîn, Şîlan, Şervîn, Çîçek, Rojîn, Delal, Raperîn, Leyla û bi hezaran jinên din…

Şoreşa li Hîlala Zêrîn nûjen dibe

Zeynep Kinacî vîn, bawerî û zanistiya ku cewhera azadiyê ye gihand lûtkeyê. Vê jî xeta fedaîtiyê û xwedawendên azadiyê afirand, rêya rizgariya jinê vekir. Weke xwedawendên jin ên berî wan, ji hemû zilm û karesatan parast. Xeta Zîlan planên hêzên komploger têk bir û temenê têkoşîna azadiyê dirêj kir. PKK bi paradîgmayeke nû, bi partîbûna jinê û îdîaya ku bibe sedsala azadiya jinê derbasî sedsala 21’an bû. Ji ber li gorî heqîqetê gav avêt, bû tevgereke mirovahiyê ku nefeseke nû dide Jin, Jiyan û Azadiyê. Li her qada ku jin tine hatibû hasibandin xwebûna jinê, hebûna jinê pêk hat. Li ser şopa jinên li vê erdnîgariya Hîlala Zêrîn ku berî hezaran salan ji şoreşa mirovahiyê re pêşengî kiribûn, vê carê li hemberî dagirker û kedxwarên vê şoreşê têkoşiyan. Di heman warî de şoreşek din afirandin. Weke ya berê ev jî bi pêşengiya jinê û ji bo mirovahiyê ye.

Tola hemû tûndiyên li dijî jinê

Tûndiya li dijî jinê îro jî bi pergala serdestiya mêr bi dijwarî dewam dike. Lewma her jina ku tevlî têkoşîna azadiyê dibe, ji vê qirkirinê û dîroka dijberî jinê jî tolê hildigire. Ev têkoşîn ji dizî û talana nirxên Înanna, heta kuştina Tîamat, nêçîra pîrebokan û qirkirina jinên Kurd ên li Şengalê tola hemû kuştin, qirkirin, tûndî, şer û neheqiyên li dijî jinê ye. Têkoşîna her jinekê tola Sara, Evîn, Hevrîn, Nagehan, Jîna, Armîta û hemû jinên bi terora dewletê hatine kuştin e. Ne tenê di warê fizîkî de, tola hemû nirxên ku îro tên tinekirin û ji jinê tên dizîn e. Ev tekoşîn tola tarîkirina hemû rengên jinê ye jî. Tola hemû cewher û hûnerê jinê yê hatiye fetissandin; tola helbest, roman, wêne û sitranên jinê yê ji ber zextan nikaribûn werin gotin û nivîsandin e. Tola wê jiyana di bin siya desthilatdariya mêr de hatiye tarîkirin e. Jina Kurd bi şoreşa jinê li hemberî şer û tundiya li dijî jinê çareseriya herî bi hêz nîşan da. Bi vê têkoşîna xwe eşkere kir ku serdestiya zilam ne ebedî ye û em ne mehkûmî vê ne. Jin dikare artêşan ava bike, li dijî artêşên bi hişmendiya mêr û hemû zext, tûndî, desthilatdarî û mêtingeriya mêr bi lehengî şer bike û bi ser bikeve. Jinê di nava têkoşînê de kodên azadiyê kifş kir û li hemberî zayedperestiyê şoreşa herî mezin pêk anî. Di nav şoreşa jinê de jiyaneke nû afirand. Mifteya azadî û çareseriyê di Jin, Jiyan, Azadî, di paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê de veşartiye. Ev li her derê, di her demê û di her karî de serketinê diafirîne, bi xwe re çareseriyê tîne û derî li şoreşên nû vedike. Ji ber vê jin dibêjin “Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve”. De werin, li benda me ye!