Dara kêmnar êdî dara tênare

- Nurhak GULBİHAR
271 views
Berpirsiyariya heqîqet û rastiyê giran e, ji ber wê ne para her kesê ye. Dîtina heqîqetê cuda ye, lê li hemberî heman heqîqetê pêkanîna berpirsyariyên werçerxî cuda ye. Ev berpirsyarî hin caran dibe helwestek, hin caran dibe peyvek, hin caran dibe bertek, hin caran dibe teqînek, dibe israra di rastiyê de û dibe havênê şoreşekê. Dibe sonda serhildanê û israra serkeftinê.

Heta îro li gel hemû çewisandin û hewildana bişaftin û asîmîlasyonê, xweparastina zimanê Kurdî hêjayî lêkolîn û serbilindiyê ye. Helbet sedema vê ew e ku xwedî rîşeyên qedîm û bi hêz e. Her wiha jiyaniye û gelek caran mirov hest pê dike weke ku dilê jiyanê di nav zimanê Kurdî de lêdixe. Ji ber gelek zindî ye, di hin têgîn û peyvan de mirov diheyire ji bo vê zindîbûn û jiyanîbûyîna zimanê Kurdî. Rêsana peyv û têgînên Kurdî bi destê jiyanê pêk hatine, xwezayê henaseya zindîbûnê di nava ziman de ava kiriye. Xwezayê xwe di ziman de çêkiriye bi dilê xwe. Ji ber wê ye ku dema mirov hin peyvan dibihîze, tenê weke peyvên razber, sar an jî ji xwe dûr nikare bigre dest. Di nîvenga jiyanê de afirîne û di nîvenga jiyanê de pênaseya herî xwerû didin ber dest.
Yek ji peyvên qedîm ku bi taybetî li herêma Botan tê bikaranîn, ji bo em bikarin hêza peyvê û girêdana wê bi jiyanê re baştir fêhm bikin peyva ‘Dara Kêmnar’ e. Xweza û jiyan xwe di zimanekê de çawa diafrînin di vê peyvê de xwe nîşan dide. Dara Kêmnar pênaseya darekê ye ku ne li gorî fêkî an jî sudeke ew dar dide pêk hatiye. Navê Dara Kêmnar ji wesif an jî ji rewşa darê afiriye. Nar di nav raman, wêje û dîtinê de weke agir, weke nefes an go weke jiyan hatiye pênasekirin. Weke rîşeya kevintir jî ji ‘ar’ pêk hatiye. Ar bi xwe agir e. Germahiya ruh û nefesê ye ku dide laş, dide cisim. Kêmnar jî kêmbûna vê yekê ye, yanî kêmbûna agir, nefes, jiyanê ye. Dara Kêmnar ji wan daran re tê gotin ku nîv zîndî û nîv mîrîne. Ne bi xemleke temam e û ne jî teslîmî mirinê bûye. Bi gotineke din nîvmirî û nîvzindî ye. Ev rewşeke wisa ye; Dara Kêmnar demsalê ji dest daye, hay ji kêliya têde ye nîne tîne bîra mirovî. Dara Kêmnar pênaseya di nav hebûn û tinebûnê de ye.

Gotinên kevnar me pênase dikin
Dibe ku dilê me biêşîne lê ev wesfa Dara Kêmnar weke gel, gelê me yê Kurd tîne bîra mirovî. Di rewşa parastina hebûna xwe de, di têkoşîna me de, di helwest û xîreta me de, di ziman de, weke pênase rewşa me jî hinek dişibe rewşa Dara Kêmnarê. Çawa? Weke li aliyekê dilê me bi agirê serhildanê dikele, li aliyê din dilê me bi destê ku di kelepçeya dijmin de dixwaze ew dilê ji agir vemirîne. Li aliyekê ji bo zimanê qedîm bedêlên giranbûha tên dayîn lê li aliyê din êdî pîrik û kalikên me diçin ser rêça neviyên xwe û bi wan re bi zimanê serdestên xwe diaxivin. Li aliyekî ji bo jiyaneke bi rûmet lutkeyên çiyayan tê hejandin lê li aliyê din ji bo dagirkeran dibin rêber da ku dijmin lutkeyên çiyayan bi dest bixe. Li aliyekê xeyala jiyaneke azad bi serberzî tê hûnandin lê li aliyê din ji bo nanê rojê xulamtiya xwînmijan tê kirin. Li aliyekê helwest û xîret bê minnet dixin nav çavên deshilatdaran lê li aliyê din laveya bermahiyên ji sofreya serdestan tê kirin. Li aliyekê lehengên cangorî di singa neyar de hişê neyar hildiweşînin lê li aliyê din li ser gorên me şahiyên aqlê modernîst birêve diçin. Li aliyekê di tunelên şer de li hember çekên kîmyayî û gazên jehrî kêlî bi kêlî, şane bi şane şer tê kirin û li aliyê din bi bêbextane xencer di pişt de tê çikandin. Li aliyekê şoreş li aliyê din îxanet, li aliyekê serfirazî li aliyê din fêlbazî. Li aliyekê helwest û xîret, li aliyê din xwînmijî. Mînakên vê dikare bê zêdekirin û her wiha him di çîroka takekesî de û hîm jî di warê netew de rojane mînakên vê tên dîtin. Lê tevî vê yekê jî, bi palpiştiya ewqas zirhêzan nikarin ji nav bibin. Ji ber ku rîşe xurt e, ji ber ku dîtin û ramanên serdemê di dest de ye û her wiha ji ber ku yên diceng in hene.

Li Rojhilatê dilê me ‘Jin Jiyan Azadî’
Ev aliyê me yê zindî ye, aliyê me yê jiyanê ye. Îca em ji bo kêliyekê be jî bifikirin bê heke ew nîvê din yê ku hişke, nahêle ew jiyana bi navê hebûna xwe ava bibe heke ji bo carekê be jî li gorî aliyê din lê bide wê çawa be. Gelo wê çi hêzek biafire û wê çawa li derdora xwe jiyanê zêde bike. Her wiha ne tenê ji bo xwe, wê çawa li ser vê axa qedîm hêviyeke mezin ava bike ku jiyan lê furiya ye. Ya ku îro li Rojhilatê dilê me diqewime û her kes û aliyeke azadîxwaz li dora xwe civandiye û her car bi qêrîna ‘Jin Jiyan Azadî’ mêjiyê kevneperest li erdê dixe û aliyê kêm yê darê dişewitîne, mizgîniya asoya serkeftinê ye. Êdî dara kêmnar ne nexweş e, dara têrjiyan e li derdora heqîqeta azadiya jinê. Êdî dûrêyan nemaye, tenê pêkanîna berpirsyariya heqîqetê ji me tê xwestin. Çarenûsa ku mirin li ser me ferz dikir ji hêla şoreşgeran ve hate şikandin. Divê her yek ji me, ji xwe bipirse bê gelo ez dikarim çi bikim?