Nefesa paqij a azadîyê em bi xwe ne

- Rojbin EKİN
177 views
Em bi her cureyî kuştin. Bi tang, top û guleyên sar yên kurşunî. Sînorên hovîtiya xwe derbas kirin û parçe parçe kirin bedênen me, zerreyên laşê me wekî baraneke qetranî li ser axa me xwestin bibarînin. Baraneke ji goşt û xwîna keç û lawan… Di bin koka her dareke mazî, her kevirek, her bostek aka welatê xwe de em hene. Dilop dilop hîna jî dibarin. Baranek ji xwînê...

Çi bi êşe ne wisa? Bi vî rengî mirin, kuştin ne hêsan e. Tevizînek bi canê yên dibihîzin dikeve, dilerizin ji ber giraniya mirina bi vî rengî ku bi hestan dagirtiye. Me dikujin, em têne kuştin. Bi bêhna xweş cerg û dilê me dadigirin. Lê em nizanin em çirke bi çirke ji jiyanê qut dibin. Vê carê ne bêhna sêvaye ya ku tê. Ew li Helepçe ma. 34 çar sal berê bû û em bi pênc hezar kesî ve mirin û bi deh hezaran jî birîndar man, nivçe man. Jin û mêr, pîr û ciwan û zarok bûn. Bêhna sêva nefes li me çikand, cesteyên me şewitand û agir bi hinavê me xist.  Beriya Helepçeyê li rojhilatê welatê me Serdeştê em kuştin, 110 kes em mirin, 8 hezar kes birîndar man. Em çiqas dişibin hevdû, çiqas qedera me di nava hev de hûnandiye û weke dapîrên me gotî em çiqas bextreş in di vê cîhana bêbext de. Ger tu Kurd bî û Kurdistanî bî her cure mirin ji bo te rewa tê dîtin. Di sedsala 21’an de, di serdemeke wisa de ku êdî mirovahî sînoran diperîne, êdî daxwaza gerdûnîbûnê pêl bi pêl pêş dikeve, ji me re dibêjin “ hûn bê welatin, sinorên xaka we tine, hûn ne dewlet in.”  Ji Serdeşt ta Helebce, ji Helebce ta Serêkaniyê, ji Serêkaniyê heta Avaşîn-Zap-Metîna nefesa me bi çekên kîmyayî çikandin. Behn li me qutkirin. Em bi namerdane qetilkirin.

Ew birîna kûr û vekirî; dîmenên gerîla Helbest û Baz
Di 18’ê Cotmehê de Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxwiyaniyêkê eşkere kir ku 17 gerilayên azadiya Kurdistanê di encama çekên kîmyayî û gazên jehrî yên artêşa dagirker a Tirk bi karanîn de şehît bûn e. Di heman rojê de ajansa nûçeyan a Firatê dîmenên gerîla Helbest û Baz, yên ji çekên kîmyayî bandor bûn û şehît bûn weşandin. NPG encama şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker ku ev heft mehin dimeşe ragihand û di heman daxwiyaniyê de eşkere kir, ji 14ê Nisanê heta 14ê mijdarê li beranberî gerîla 2 hezar û 837 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyayî êriş kiriye. Weşana dîmenên gerîla Helbest û Baz, birînên gelê Kurd yên ji Helbce û Serdeştê mayîn, yên hîn nehatine kewandin cardin vekirin. Di wijdana civaka navnetewî de bandorek çawa da çêkirin hîna ne diyar e. Ji ber helwest û hişyariya tê xwestin hîn raber nekirin e. Lê Kurdên bi wijdan, yên bi nasname, ax û hebûna xwe ve giredayî û ji bo azadiya xwe amadene hemû berdêlan bidin, bi dîtina van dîmenan, bi hemû şaneyên xwe lerizîn. Bi jana bi dilê wan ketî daketin kolan û meydanan. Qasî hejiyan xwestin cihana li beranberî her cure kuştina Kurdan bêdengî pejirandî jî bihejînin. Ev nîv sedsal e li çiyayên Kurdistanê zarokên welatê me yên hilbijartî, yên roniya çavên dayîk û baban, yên her yek ji wan berdêla welatekî, ji bo azadiya gelê xwe, rojên azad têdikoşin. Her yek ji wan bû hevî, vîn û biryara herî mezin a azadiyê. Ji xwe re dibêjin “ em ji mirinê mezintirin.” Wateya mirinê di hizir û ramanên gelê xwe de guhertin. Di rastiyê de namirin, her hene û ti carî winda nabin, nayên jibîrkirin.    Ev gel û welatê ku berdêla herî giranbiha, keç û lawên xwe yên bijare kirî qurbanî, wê helbet bi serkeve. Bi kîmyabaranê jî nikarin wan xilas bikin.

Li dijî Ewropaya dirû û hevkara qirkirinê têkoşîn
Nivîskar Fanon yê bi gelê xwere rastî nijadperestiya çerm sipiyan hatî li ser dirûtî û hevrikiya Ewropiyan gelek tespîtên xweş kirin e. Hemû gelên rastî nijadperestî, neheqî û bê êdaletiyê hatîn ez bawerim di hêla raman û hestan de hevbeşiyên wan pirin û heman raman û hestan parve dikin. Yek ji gotinên Fanon yên rastiya Ewropa pênase dike jî ev e û di roja me ya îro de jî hîn derbasdar e: “ Em wê Ewropaya ku li hemu quncikên kolanan û quncikên cîhanê mirovan qetil dike daynin aliyekî… Ew Ewropaya ku nikarî mirovahiyekî hevgirtî avabike em hewl bidin ava bikin…”  Bê guman pêwiste mirov li mafê xwe bigere, ji bo azadiyê her têbikoşe. Hindek zagonên welatên Ewropayê li ser wan pesna xwe ya wekhevî, azadî û demokrasiyê dide li bîra wan bîne û li gorî wan zagonên ku pêwîste mafên jiyanê yên hemû mirovahiyê qaşo diparêze tevbigere û ji bo bicihanîna wan têbikoşe. Di wî warî de helwesta gelê Kurd gelek giring e. Ger tenê jî bimîne û doza wî ya azadiyê ya mafdar were terorîzekirin jî pêwîste di riya azadiyê de serî netewîne, bêtaqet nebe û heviya xwe qut neke. Ji ber heta li çiyayên Kurdistanê gerîlayên azadiye hebin wê heviya azadiyê jî her zindî be ji bo gelê Kurd. Hêzên navnetewî bi hemû saziyên xwe ve ji Kurdan re dibêjin “ Hûn bê dewlet in. Gelê bê dewlet nikarin xwe biparêzin, nikarin tewanê li dijî wan hatî kirin bi rêya hiqûqa navnetewî îspat bikin.” OPCW bi rengekî wekirî nebe jî bi rengekî sergirtî got “ gelên bê dewlet dikarin bên kîmyabarankirin.”  Bi wî awayî ew deriyê xwe yên ku hewqas pesnê wê didin û jêre dibêjin yeksanî, azadî û demokrasî ji Kurdan re girtin. Elbet Kurd ne mihtacê xwedîderketina wan a dirû û berjewendperez e. Em dizanin yên sed sale me bi destû Tirk, Fars, Ereban didin kuştin, me û wan bi dijminahiyê li hev sordikin ew in…

Nirxê herî mezin yê Kurdan çiya ne
Gelo raste ji ber em bê dewletin di heman demê de em bê welatin, bê kesin? Nexêr, ew derewa desthilatan e û em qet bi wê gotinê ne xapiyan. Ji ber me çiya hebûn, ji ber me keç û lawên bi qasî çiya bilind, bi hêz hebûn. Şehit Xelîl Dag digot “ Çiya nirxê herî mezîn yê gelê Kurd afrandiye, daneheva herî mezin û bîra wa ye. Xezîneya bi bedena ciwanên Kurd hatî avakirin e û di dîroka mirovahiyê de tenê çiya stargeha gelê Kurd e.” Bi qasî sitargehbû ji me re çiya; di dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de ewqas bû nasname, vîn û wateya hebûn û jiyanê jî. Wek paxila dayikê em parastin û wê her me biparêze. Çiyayên me kilîla heqîqeta xwe dan destê me Kurdan, a ji me tê xwestin jî ew e em kilîla çiyayan ji dest nedin.