Di nava şoreşê de şoreş didome

- Newaya Jin
137 views
Em salvegereke din a şanazî û rûmetê dijîn; Şoreşa Rojava di sala xwe ya 12’an de ye. Ev şoreşa ku di bingehê xwe de şoreşa jinan e, bi ked û têkoşînek bê hempa li ber êriş û dorpêçan li ber xwe dide. Li aliyekê xebatên avakirin û pêşdebirina pergalê, perwerde û guherîna civakî, li aliyê din xebatên parastinê hema bêje di nava hevde dimeşin. Kongra Star a temen 20 sal e ku tevgera Sêwan a bingehîn ya jinan e di van xebatan de pêşeng e. 

15ê Çileyê salvegera damezirandina Kongra Star e ku ji 2005’an ve di bin navê Yekitiya Star de dest bi rêxistinkirina jinan li tevahî qadan li gor îdeolojiya rizgariya jinan kir. Sala borî, Kongra Star hemwextî salvegera damezirandinê, kongreya xwe ya 9`an li Hesekê bi dirûşma “Bi têkoşîna şoreşa jinan em ê serhildana Jin, Jiyan, Azadî bi ser bixin” li dar xist. Di kongreyê de ji bo pêşxistina xebatên kongrayê, xurtkirina hevgirtina jinan gelek biryar hatin girtin. Li gor encame kongre, di sala 2024`an de wê gundên modal ên jinan bên avakirin, ji bo xurtkirina jinan ji aliyê aborî, çandî û civakî ve wê akademî bên vekirin û proje bên lidarxistin, pirtûkxaneyên taybet ên jinan dê werin vekirin, wê parkek bi navê Jîna Emînî bê vekirin, darên berhemdar li park û zeviyên Kongra Star bên çandin û berhemên wê dê li jinan û civakê bên belavkirin. Bi boneya salvegera şoreşê Endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman bersiv dan pirsên me. 

Heger em şoreşa avakirin û guhertina civakê bidin ber çavan, em dikarin bêjin di nav şoreşê de pêvajoya şoreşê dewam dike?
Helbet  ev qonaxa şoreşê didome. Di nava şoreşa me de şoreşên din ava dibin. Ev şoreş û têkoşîn bi pêşengiya Tevgera Jina Azad dewam dike; li ser bingeha birêxistin, perwerde û zanebûna jinê, bi vîna jina zana civak gihiştiye vê astê, statuya xwe bi dest xistiye û xwe bi rêve dibe. Ev nimûne destkefta şoreşa civakî ye ku hîn jî dewam dike. Armanc jê avakirina civakeke exlaqî, polîtîk, ekolojîk û azadiya jinê ye.

Hûn di hemû tax, gund, bajarok, kanton, komîn û meclîsan de xwe rêk dixin. Di jiyana jinan de çi guhertin çêbû?
Bêguman di jiyana jinan de guhertineke ber bi çav pêk hat. Di komîn û meclîsan de jin bi xwerêxistin, perwerde û xebatên zanebûnê bûn xwedî vîn û biryar di derbarê diyarkirina çarenûsa xwe de. Her wiha di avakirina sîstema civakî ya demokratîk de rola pêşeng lîst. Bi vî rengî karî di nava sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de pergala hevserokatiyê bide rûniştandin. Guhertin û veguhertinên di hişmendiya civakê de bi gavên wiha qonax bi qonax pêk tên. Şoreşa me bi zindîkirina rih û nirxên civakbûnê, bi çanda dayîka xwedawend a xwe disipêre civaka exlaqî didome.
Yek ji guhertin û destkeftan pergala hevserokatiyê ye. Bingeha sîstema hevseroketiyê fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Armanca vê pergalê ew e di navbera herdu zayenda de hişmendiya kevneperest a baviksalarî biguherîne. Ev bi pêşengiya têkoşîna salan a jinan pêk hat ku di hemû astan û milanda xwe bi rêxistin dike. Jixwe bingeha şoreşê jî wiha hat avakirin. Ev jî bû hîmekî bingehîn ji bo azadiya jinê ku bandorê li ser hişmendiya civakê bike. Vê bi xwe re di hemû aliyan de pêşketin anî. Bingeha pergala demokratîk a federal jî di nava civakê de wiha xurt dibe. Ji ber ku şoreşa me şoreşeke civakî ye, pergala me jî pergala civaka demokratîk e. Li ser bingeha civaka exlaqî, azadiya jinê û ekolojîk xwe ava dike. Armanc jê avakirina malbata demokratîk e. Civaka demokratîk jî dê xwe bisipêre malbata demokratîk. 

Di kongreya we de biryar hat girtin ku dewreyên perwerde ji mêran re bên organîzekirin.  Asta guhertina mêran hûn çawa dinirxînin?
Belê dewreyên mêran hatin vekirin da ku di komîn û meclîsan de heya asta kanton û herêmê guhertina hişmendiyê were çêkirin. Armanc ji van dewreyan ew e, hişmendiya desthilatdariya bavksalarî ya pênc hezar sal biguherîne.
Destpêkê mêr kêm tevlî perwerdeyê dibûn. Ev hewldan bi temamî nedihat fêmkirin û qebûlkirin. Lê bi danasîna pergala civakbûyînê, rastiya mirovahiyê, rastiya jinê, danasîna civakê û sîstemê re hêza çareseriyê derket holê û vê jî bi xwe re guhertin anî. Di encamê de tevlîbûna perwerdê zêdetir bû û bi sîstem bû. Hîn jî ev erk û berpirsyariya rêxistina civakî li ser milê jinê ye û wê ev kar dewam bike. Her ku diçe danasîna sîstema civakî bi perwerdeyê pratîk dibe. Her pêkhate li gorî sîstema netewa demokratîk di komîn, meclîs û saziyan de hebûn, çand, nasname, ziman, etnîk û baweriya xwe birêxistin dikin, li gorî pîvanên hevpeymana civakî mafên xwe mîsoger dikin. Dema em dinirxînin ka asta pêşketinê çiye, bêguman li gorî tecrûbeya heyî pêşketin heye lê li gorî demê ne bes e. Ji ber ku rewşa şer û êrişên dewleta Tirk a dagirker hene. Ev bandorê li ser rewşa aramiya gelên herêmê dike. Bi teybetî jî bandorê li ser psîkolojiya jin û zarokan dike. Ev jî dibe sedema astengiyan li pêş xebatên jinan û civakê.

Hûnê vê modelê çawa berbelavî cîhanê bikin? Di asta gerdûnî de eleqeya ji bo xebatên avakirina sîstemê di çi astî de ye?
Şoreşa Rojava ku bi şoreşa jinê tê nasîn, bi hişmendiya paradîgmaya Rêper APO hatiye avakirin. Di nava vê şoreşê de rêxistina Kongra Star jî xwe birêxistin dike û têkoşîna xwe dewam dike. Vê şoreşê bi bilindkirina asta têkoşîna jinan li Rojava û cîhanê deng veda.  Bi têkoşîn û berxwedana hezaran pêşeng, rêxistinên jinan, bi hemû pêkhateyên civakê, tevlîbûn û desteka enternasyonal ev şoreş bû malê civaka navnetewî jî. Bi felsefeya hevjiyana azad; Jin Jiyan Azadî bû şoreşeke  gerdunî ya jinê û civaka mirovahiyê tevahî.