Ev gotin sedema wan encaman e ku em ê bikin mijara vê gotarê. Mîna ku heqîqetperestan gotine; ‘Cihê tu jê destpê dikî, ew cih e ku tu xwe digihînî wê derê’. Niha em bi hev re dest bi meşekê bikin. Em lê binêrin ka em ê bigihin cihê ku me jê dest pê kiriye yan na? Yan jî bi gotineke din; em gavên meşa wî gelî bihêjmêrin ku hewl tê dayin ji koka xwe bê dûrxistin, koka xwe li kûrahiya warê xwe bihêle û li herêmeke din a cîhanê xwe li jiyanê bigire. Bi kulîlkên çiyayên Kurdistanê em rêyeke ji kulîlkan jê re çêbikin.
Gelê Kurd ê li Ewropayê ku ji ber polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk û gelek sedeman li vê derê ye, her tim li rê û rêbazên wê geriyaye ku hebûna xwe ya hêjmarî ji aliyê wesfî ve xurt bike. Ketine nava wê hewldanê ku nirxên xwe yên cewherî, polîtîk, exlaqî û çandî mîna avdana axê xwedî bikin û zarok û ciwanên wî bi vî rengî reh berdin. Festîvalên ku li gel zor û zehmetiyan li gelek welat û bajarên Ewropayê bi salan e têne lidarxistin, yek ji encamên herî bedew û rasteqîn ên van sedeman e. Bi hatina havînê re me careke din gelek festîval li pey xwe hiştin. Festîvalên çandî, festîvalên jinan, festîvalên ciwanan, festîvalên sînemayê û gelek festîvalên din. Bi deh hezaran ciwan, zarok, jin, bi giştî gel di van festîvalan de gihiştin hev. Ev kombûna li hev mîna jinûve avakirina malek li Kurdistanê şewitî ye, mîna germahiya tîna rojê ya li ser çiyayan e. Gelo kes heye ku nizane firçeya wênevaneke Kurd a li sirgûnê li faşîzmê dikeve, tilîliya dayikeke Kurd rabûna li ber dijmin e, govenda ciwanên Kurd a dûrî ji welatê xwe gav bi gav ber bi xaka xwe ve diçe. Ev festîvalên ku em car caran tenê bi çend gotinan bilêv dikin, manîfestoya gelê Kurd e. Manîfestoyeke welê ye ku bi teoriyên bi gelek rûpelan dirêj nikare bê vegotin: Gelo ji israr û biryardariya mirovên ji warê xwe dûrketî ya li ser xwebûna xwe wêdetir helwesteke hîn şoreşger heye?
Festîval şêweyekî berxwedanê ne
Xweranegirtina dewleta Tirk a li Kurdî ji ber daxwaz û armanca wê ya bênasnamehiştina Kurdan e. Gelekî ku nikare bi zimanê xwe yê dayikê biaxive wê ji xwebûna xwe dûr bikeve. Ji ber ku ziman dilê neteweyekê ye. Eger tu wê jê bistînî wê tiştek ji ber nemîne. Çand, felsefe, bawerî, şêweyê jiyana xwe, xwezaya xwe wê bişibe her tiştên ji bilî rastiya xwe. Dîroka têkoşînê nîşan dide ku me li Kurdistanê hevsengiya aqlê dewletê yê qirker ê sed salî ji hev xistiye û kodên berxwedanê nivîsandiye. Weke şêweyekî berxwedanê ya li nava dewletên Ewropayê, wê gelekî di cih de be ku em van festîvalan bi rêxistin bikin, mezin bikin û bibêjin ku xwedî lê derdikevin. Di van festîvalan de ku tevlî bûm, tişta ku min gelekî hêja dît ew bû, ku piraniya ciwanên tevlî bûn bi zimanê xwe yê dayikê diaxivîn û bi kincên xwe yên gelêrî têkiliyeke xurt di navbera kevneşopiyê û paşerojê de danîn. Li festîvalên ciwanan ên ku dilsoziya çandî bi helwesteke polîtîk re bû yek, enerjiya bilind û biryardariya ciwanan bandor li me hemûyan kir. Weke dersekê nîşan dan ku spor, huner, govend, tilîlî û kenê wan li ser xeteke exlaqî û polîtîk di nava ahengê de bû. Her kes dikare sûdê ji vê dersê werbigire.
Di festîvalan de ked û beşdariya jinan
Mijareke din a giring jî baldariya jinan û jinên ciwan a ji bo festîvalan bû. Em dizanin ku di amadekariya her festîvalê de keda jinan gelekî zêde ye. Jinan bi tevlîbûna xwe ya zêde ya li festîvalan raxistin pêş çavan ku di kîjan astê de xwedî li keda xwe derdikevin. Her wiha cihê rexnekirin û rexnedayinê ye ku dikên me bi têrkerî bi rengê jinê nehatine xemilandin. Li gel vê rexneyê, bi hebûna her jinekê me karîbû hemû rengên Kurdistanê li qada festîvalê himbêz bikin. Jinên ku hezaran sal in hebûna wan tê desteserkirin, hewl tê dayin ku beden, ruh û mejiyê wan bê dagirkirin, rayên berxwedanê xwedî kirin ku ev yek ji xwezaya jinê ye. Her salê em bêhtir dibînin ku festîvalên jinan hîn zêdetir bêkêmasî, hîn bêhtir rengîn, hîn bêhtir rasteqîn, hîn bêhtir çandî û polîtîk derbas dibin. Jinên Kurd xaka xwe baş nas dikin ku xwe û rayên xwe berdane nav wê. Yên ku êrişî wê û xaka wê dikin jî baş nas dike. Lewma li ser têkoşînê hîn bêhtir serwext in. Ji bo me hemûyan festîval êdî qadeke têkoşînê ye. Têkoşîna qewitandina wan hêzan e ku bi bivir hewl didin koka me ji holê rakin.
Em ê bi xwegirtina li hev ji dorpêçê derkevin
Nizanim ka ‘li Daristanên Amazonê dema perperîkek bi bask dibe li Ewropayê bahoz radibe’ yan na. Lê belê dizanim, dengê lingên Kurdên li Ewropayê dimeşin li Kurdistanê deng vedide. Îca li gavên bi deh hezaran, bi sed hezaran Kurdan bifikirin. Ma wê dîwarê kîjan zîndanê hilneweşîne, wê kîjan sînorî derbas neke? Her çalakî, xwepêşandan û festîvala gelê Kurd ê li Ewropayê cihê bidawîbûna vê meşê ye. Em li serî vegerin; cihê destpêkê ye. Em li kîjan devera cîhanê dibin bila bibin, di her gavê de, em digihin xwe û digihin bajarê xwe, digihin welatê xwe. Festîval jî vediguherin navê ahengiya bi wan hunermendan re ku bi salan stranên azadiyê yên gelê xwe dibêjin. Kombûna me ya li hev dişibe gihiştina li hev a tembûra Serhad û dengê Mizgîn. Her sal û jinûve em zêde bibin bêyî ku kêm bibin. Bila sonda me ji bo kulîlka li ser xaka me be; em ê bi xwegirtina li hev ji nava her dorpêçê derkevin.
*Hunermend