‘Dîsa Jin Dîsa Jiyan Dîsa Azadî’

- Newaya Jin
214 views
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de Partiya Çep a Kesk bi nîşandana 270 namzetên jin cihekî fireh daye jinan. Her wiha li 34 herêman jî namzetên jin di serê lîsteyê de cih digirin. Di lîsteyê de ji eniya ked û demokrasiyê jinên ji her beşên civakê hene. Partî ji bo têkoşîna jinan a azadiyê jî xwedî çerçoveyek fireh e ku bi danezanekê ev yek hat eşkerekirin. Partiya Çep a Kesk her wekî partiyeke jinan tevgeriyaye û hêvî ew e di asteke jor de jin ji partiyê bikevin parlemenê. Em bi kurtî li profîla çend namzetên jin binêrin.

Halîde Turkoglu namzeta Partiya Çep a Kesk a Amedê, rêza 2.

Halîde Turkoglu ku di sala 1985’an de li Amedê hat dinê. Dibistana seretayî heta navîn li Midyad, Amed û Êlihê xwend. Zanîngeh li Eskîşehîrê xwend û beşa civaknasiyê qedand. Piştre li şaredariya Çinar a Amedê nêzî 6 salan li navenda xebatên jinan weke civaknas xebitî, di rêveberiya polîtîkayên jinan de cih girt. Di sala 2016’an de bi ‘Biryarnameya KHK’ hat îxrackirin. Piştre di Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê de 3 salan berpirsiyariya beşa  dîplomasî, perwerde û rêxistinbûnê kir. 2020’an di nava HDP’ê de hevberdevkiya Lîjneya Rêveberiya Herêmî ya partiyê kir. Halîde Turkoglu ji lîsteya Partiya Çep a Kesk a Amedê di rêza 2. de dikeve hilbijartinê.

Berîtan Guneş namzeta Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê, rêza 3.

Bêrîtan Guneş sala 1995’ê li bajarokê Awîna yê navçeya Stewrê ya Merdînê ji dayîk bû. Malbata wê ji ber êrişên dewleta Tirk 1997’ê ji Mêrdînê koçî Amedê kir. Bêrîtan Guneş dibistana seretayî û navîn li Amedê xwend. Guneş li zanîngeha Yildirim Beyazît a Enqerê beşa Derunnasiyê qedand. Malbata wê 2009’ê careke din vegeriya Merdînê û li wir bicih bû. Guneş jî di komeleya Piştevaniya Jinê de weke derûnas xebitî. Bi taybetî derbarê jinên Êzidî û Rojava ku ji ber şer û qirkirinê koç kirine kar kir. Yek ji namzetên ciwan ên partiya xwe Berîtan Guneş li Mêrdînê di rêza sêyem de ye.

Newroz Uysal namzeta Partiya Çep a Kesk a Şirnexê, rêza 1.

Newroz Uysal a ji Şirnexê li Cizîra Botan mezin bû. Dibistana seretayî-navîn û amadeyî li Cizîrê xwend. Uysal 2014’an beşa hiqûqê ya zanîngeha Stenbolê qedang. Di nava malbat û civakeke polîtîk de mezin bû, vê jî bandor li têkoşîn û jiyana wê kir. Her wiha, li navenda çanda Mem û Zînê di warê şano û folklorê de perwerde dît, xebitî. Piştî bû parêzer, di buroya hiqûqê ya sedsalê û komeleya hiqûqnasên azadiyê de kar kir. Newroz Uysal wekî Parêzer çû îmraliyê, bi Rêber Abdulah Ocalan re hevdîtin kir. Parêzer Uysal di hilbijartinên 14’ê gulanê de ji lîsteya Partiya Çep a Kesk a Şirnexê di rêza yekê de ye.

Sevda Karaca Demîr namzeta Partiya Çep a Kesk a Dîlokê, rêza 1.

Sevda Karaca Demîr sala 1984’an li Edeneyê wekî zaroka malbateke karker ên tekstîlê ji dayik bû. Ji Beşa Zanista Siyasetê û Rêveberiya Cemaweriyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) mezûn bû. Di sala 2007’an de li Rojnameya Evrenselê dest bi karê rojnamevaniyê kir. Di damezirandina ‘Hayat Tv’ de cih girt û piştî nûnertiya televîzyonê ya Enqereyê, bû endama koordînasyona weşanê. Koordînatorî û moderatoriya bernameya ‘Ekmek ve Gul’ kir. Ji sala 2010’an heta niha jî edîtoriya kovara Ekmek ve Gul (Nan û Gul) dike ku pêveka jin a Rojnameya Evrenselê ye. Sevda Karaca Demîr ji lîsteya Partiya Çep a Kesk a Dîlokê di rêza 1. de cih digire.

Ayten Kordu namzeta Namzeta Partiya Çep a
Kesk a
Dersimê, rêza 1.

Ayten Kordu di sala 1971’ê de li Erzinganê ji dayik bû. Li zanîngehê beşa civaknasî xwend. 1992’an Kordu wek jineke Elewî bi awayekî aktîf dest bi xebatan kir. Di rêveberiya Serokatiya Komîsyonên Jinan ên Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) de cih girt. Ji sala 1999’an heta 2003’an di qada baskên jinan a navendî de xebitî. Di navbera salên 2003 û 2011’an de li Komeleya Jinan a Keskesorê xebitî, du serdeman serokatiya komeleyê kir. Piştî 2015’an bar kir Dersimê. Hê di xebatên komeleya jinan de 2 salên xwe temam nekirî, bi destê qeyûman peywîra wê ya polîtîkayên jinan hate rawestandin. Di encama operasyonên qirkirina siyasî de 2 sal û nîvan di girtîgehê de ma. Piştî girtîgehê ji bo xebatan careke din vegeriya Dersimê.

Ayten Kordu ji bo hilbijartinên 14’ê gulanê ji lîsteya Partiya Çep a Kesk a Dersimê tekane namzet e û di rêza yekem de ye.

Semra Çaglar Gokalp namzeta Partiya Çep a
Kesk a Bedlîsê, rêza 2.

Semra Çaglar Gokalp di sala 1988’an de li Bidlîsê ji dayik bû. Li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, beşa Wêje û Zimanê Îngilizî xwend. Li Ingilistanê di qada perwerdeya ziman, Midûriyeta Nivîsgeha Taybet a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Midûriyeta Şaxa Têkiliyên Derve û YE’yê de peywir girt. Piştî xespa qeyûm a li ser Şaredariya HDP’ê ya Wanê,  ji wezîfeya xwe hat îxrackirin. Piştre jî di rêveberiya ÎHD ya Antalyayê de cih girt û di xebatên mafên mirovan de weke aktîvîst cih girt. Semra Çaglar Gokalp, di hilbijartinên 14’ê Gulanê de di lîsteya Partiya Çep a Betlîsê de di rêza 2. de ye.

Nejla Demîr Namzeta Partiya Çep a Kesk a Agirî, Rêza 2.

Nejla Demîr di sala 1988’an de li Agiriyê ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Agiriyê xwend. Li Zanîngeha Yuzuncu Yil Fakulteya Ziraetê, Endezyariya Çandiniyê qedand. Li heman zanîngehê li Enstîtuya Zanîst û Teknolojiyê, Zanîsta lawiran mastra xwe qedand. Di sala 2011’an de li Odeya Çandiniyê ya Agiriyê dest bi wezîfeyê kir. Nejla Demir, di hilbijartinên 14’ê Gulanê de ji lîsteya Partiya Çep a Kesk a Agirî di rêza 2. de cih digire.

Summeye Boz Namzeta Partiya Çep a Kesk a Muşê, rêza 2.

Di sala 1985’an li Mûşê ji dayik bû. Piştî xwendina beşa Antropolojiyê li Zanîngeha Cûmhûriyetê, ji bernameya lîsansa bilind a bi teza Enstîtuya Zanyarên Civakî ya heman zanîngehê di rêza yekemîn de hate qebûlkirin. Di sala 2015’an de li Şaredariya HDP’ê ya Riya Armûşê ya Wanê, di Midûriyeta Polîtîkayên Jinê de bû koordînatora perwerdeyê. Piştî ku qeyûm danîn ser Şaredariya Rêya Armûşê, ji wezîfeyê hate dûrxistin. Di sala 2019’an de ji nû ve wek şêwirmenda Hevşaredariyê kar kir û di Midûriyeta Spor û Ciwanan de xebitî. Heman salê careke din qeyûm dest danî ser şaredariyê û dîsa ji wezîfeyê hate dûrxistin. Sumeyye Boz di hilbijartinên 14’ê Gulanê de, ji lîsteya Partiya Çep a Kesk a Mûşê di rêza 2. de ye.

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît namzeta Partiya Çep a
Kesk a Wanê, rêza 3.

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît sala 1982’an li navçeya Westan a Wanê hat dinê. Dibistana seretayî, navîn û lîse li vir xwend. Li zanîngeha Yuzuncû Yil, Fakulteya Fen-Edebiyat, beşa Cografyayê qedand. Li heman qadê lîsansa bilind kir. Di sala 2008’an de li navçeya Şax a Wanê mamostetî kir. Di Egîtîm-Senê de kar kir, nunertiya egîtîm-Senê ya Şaxê kir. Di navbera salên 2014 û 2017’an de bû Hevseroka Egîtîm-Senê ya Wanê. Lê du caran bi rêka KHK’yê ji kar hat dûrxistin. Di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019’an de li navçeya Artemêt a Wanê bû hevşaredara HDP’ê lê bi hinceta ji wezîfeyê hatiye dûrxistin mazbataya wê nedan. Gulcan Kaçmaz Sayyiğit, ji lîsteya Partiya Çep a Kesk a Wanê di rêza 3. de namzet e.