Enerjiya gerdûnî ya xwedawendên hemdem

- Sara Stêrk
336 views
Ez ji Akademiya şehîd Nûda dinivîsim. Van rojan me dersa rejîma heqîqetê dît û di vê çarçoveyê de me belgefilmeke li ser ‘teoriya big bang (teqandina mezin)’ temaşe kir. Ev belgefilm li ser kêliya herî nêz a piştî teqandinê ya ku bingeha pêşketina gerdûnê ya mîlyonan sal daye diyarkirin bal dikişand.

Ev kêliya ya herî diyarker bû ji ber ku li ser esasiya dualîzma madde-antîmadde rê ber bi şikilgirtina gerdûnê, avakirina sîstema tavê û çêbûna zindiyan vêkir. Destpêka destaneke dema astronomîk îfade dike. Di vê destanê de gelek pevçûn, guhartin û paresan hatin jiyankirin.
Di gelek bawerî û felsefeyan de însan weke gerdûneke biçûk (mikrokosmîk) bi hiş tê pênasekirin. Gerdûn jî xwedî hişekî makrokosmomîk e (Geist).
Nivîskarê destana gerdûnê gerdûn bi xwe ye. Xwe diafirîne û bi çêbûna zekaya însan re xwe eşkere dike. Zayîna gerdûnê big bang e.
Di kêliya herî nêz piştî vê zayînê de, gerdûn şekilê xwe ya destpêkê digire û pêşketina xwe bi vî rengî diyar dike.

Lêgerîna azadiya jin û gerdûnê

Dema ku teqandina yekem a gerdûnê tê şîrovekirin, hertim çalakiya şehîd Zilan tê bîra min.
Ew bi îradeya xwe destana xwe daye nivîsandin. Hêza afirandin û fikirandina jinê eşkere kir. Hişmendî û şekilgirtina jina azad a ku ber bi gerdûnîbûnê ve dimeşe derxist holê.
Hem li gorî zanîstên heyî, hem li gorî gelek mîtolojî û pirtûkên pîroz, berî çêbûna gerdûnê tê gotin ku rewşeke kaos û pêxirtengî hebû.
Em dikarin wiha bêjin ku gerdûn mudaxaleyeke wê bû û weke encama lêgerîneke hevsengî dikare were dîtin. Big bang şoreşeke astronomîk da destpêkirin.
Weke ku heval Zilan li hemberî şer û pêxirtengiya ku ji milê hişmendiya zilamê desthilatdar ve hat avakirin rêyeke ji bo meşa azadiya jin û gelan vekir, di kaosa kosmîkê de big bang rê ji bo meşa azadî ya gerdûnê vekir.

“Zîlan fermandara min e”

Rêbertî girêdana di navbera lêgerîna azadiya jin û gerdûnê de wiha pênase dike; “Li gorî min gelekî kêm e ku azadî bi tenê weke lêgerîneke kûr a civaka mirov were hesibandin; Ez  difikirim ku ji sedî sed aliyekî xwe yê bi gerdûnê re heye. Eger mirov dualîteya perçik-enerjiyê weke hîmê bingehîn ê gerdûnê bifikire, bêyî ku xwe paş ve bidim ez enerjiyê weke azadî destnişan dikim. (…) Bi ya min gelekî girîng e ku mirov di mijara azadiyê de egoîst û xweperest nebe û nekeve reduksiyoniya mirov. Ma kes dikare hilperîn û perpitîna heywanê di qefesê de ji bo azadiyê ji nedîtî ve bê?
Li ber xwendina bilbil senfonî paşvemayî ye, ma vê rastiyê ji bilî azadiyê em dikarin bi kîjan têgînê rave bikin? Em hinekî din zêdetir pêşde biçin, ma bi tevahî deng û rengên gerdûnê azadiyê bi mirov nadin fikirandin?
Koletiya herî kûr a pêşî û dawî ya civaka mirov jin e, ma hilperîn û perpitîna wê ji bilî gera li azadiyê em dikarin bi kîjan têgînê rave bikin?”
Dema ku Rêbertî got “Zîlan fermandara min e” û “Zîlan xwe di mêjiyê dijmin de teqand”, rola kêliya herî girîng a piştî çalakiya wê ya fedaî lîst.
Di şexsa heval Zilan de bi vê nirxandinê heqîqeta hêza hiş û pêşengtiya jinê derxist holê. Heqîqeteke gerdûnî derxist holê û ji ber vê yekê heta roja me ya îro di nava mirovahiya azadîxwaz de bandoreke gerdûnî dike.
Bi manedayîna çalakiya heval Zilan û îlankirina bîrdoziya azadiya jinê, Rêbertî zemîna hişmendî û şekilgirtina şoreşa jinê da avakirin.
Hevaleke ku çend sal berê ji zindanê derket ji min re gotîbû ku lêhûrbûnek bi vî rengî pêşket; koka enerjiya jin û jiyanê ji ku derê tê?

“Xwedawenda azadiyê ya serdemê”

Gelo ji enerjiya teqandina mezin a big bang pêk tê? Li gorî anatomiya jinê, dema ku zarokeke keç ji dayik dibe, di malzaroka wê de hemû ovulên wê (ango hemû hêkên wê) hene.
Ovul jî parçeya yekemîn a çêbûna zarokek e. Ev tê wate ku parçeya yekemîn a zarokekê di malzaroka dayîka wê de ye û di heman demê de di malzaroka dayîka dayîka wê de ye.
Di vê parçeyê de şopên enerjî, his, hest, fikir û laşê dayik û dapîra vê zarokê heye. Eger em paresana xeta maddî-biyolojîk û manewî-civakî ya dayîk-keçê bigirin dest, Em ê bikaribin bêjin ku zincîra wê xwe dispêre malzaroka destpêkê ya mirovahiyê ya ku ji xwe ji pêşketina xweza û gerdûnê pêk hat. Ango em bikaribin bêjin ku ji dualîzma parçe-enerjî destpêkê ya big bang pêk hat.
Di baweriyên anîmîst de ji xwe hebûna gerdûn, xweza û jinê bi yekparî tê dîtin. Di civakê de weke hêzeke afirandinê hat dîtin û weke Dayika xwedawend hatiye pênasekirin.
Mîna Tiamat, dayika her tiştî ye, dayika hemû zindiyan e, gerdûn ji xwe ye, civak ava dike.
Nêrbûn û mêbûn jî beşeke vê ye. Kur û hevalê xwedawendê ye. Pirrengiya gerdûna mîkrokosmîk îfade dike û hevjiyanê heye. Dema ku ev hevsengî tê xirakirin, têkoşîna azadiyê dest pê dike.
Koka pirsgirêkên civakî, ekolojîk û lêgerîna şoreşê ji wir tê. Gelo însan di lêgerîna xwe ya jiyana azad de li heqîqet û eşqa jin-dayika azad a mîkrokosmîk û makrokosmîk digere?
Peyva “amargî” (azadî) ya sumerî bi wateya “vegerandina dayika xweza” wê jî piştrast dike. Sembola * ya ku dayika xwedawend a gerdunî îfade dike, di şekilê nivîsa vê peyva sumerî mîna stêrkekê de diyar e jî.
Di vir de bi rastî zilamê desthilatdar “gerstêrkeke jirêderketî” ye ku jin û jiyanê dikuje. Bi pênasekirina îdeolojîk a ku xwe dispere pênasekirina “xwedawenda azadiyê ya serdemê”, çalakiya şehîd Zilan û manedayîna wê ji milê Rêbertî ve bandorek mezin kir. Di rewşa kaos û pêxirtengiyê de bûye keliyeke esasî ya pêşxistina şerê gerîla û partiya jinê. Mîna keliyeke quantumîk a azadiyê bû.

Rihê fedaî û eşqa heqîqetê

Hêza fikir û çalakiya jina azad di sedsala 21. de bûye bingeha pêşxistina şoreşa jinê li Kurdistanê û li tevahî dinyayê. Herî berbiçav çalakiya fedaî ya jineke beluc a ku navê “Zilan Kurt” li xwe kiriye li dijî arteşa dagirker a Pakistanê, belavkirina diruşma Jin Jiyan Azadî li dinyayê û tevlîbûna PAJK’ê ya sedan jinên enternasyonalîst ji her derên cihanê ye.
Her wiha bîrdoziya azadiya jinê û çalakiya şehîd Zilan çawa jinên pêşeng mîna Heval Sema, Heval Sara û Heval Rûken bandor kirin, hevalên xort mîna Heval Fikrî, Heval Tirêj, Heval Erdal û Heval Rojhat jî bandor kirin. Li ser esasiya felsefeya Rêbertî, rihê fedaî û eşqa heqîqetê ya xwedawenda serdemê hêzeke mezin a îrade, hevaltî, hezkirina cins, têkoşîna cins, guhartin û veguhartina zilam a ku xwe dispere hêzeke pêşxistina hevjiyana azad derxist holê. Çalakiya Heval Asya û Heval Rojger wê daye îspatkirin. Di vir de li dijî her cûrên dagirkirina welat û mêjiyê însan rola PAJK’ê û bandora kesayeta jinên şoreşger eşkere ye.
Di belgefilma big bang de em dibînin çawa zanistvan li Swisre makînayeke gelekî mezin bi armanca fêmkirina teqandin û kêliya piştî wê çêkirin. Di rewşa siyasî ya vê serdemê de bala min li ser dagirkirina asîman û gerstêrkan kişand; gelo van lêkolînên zanistî ji bo fêmkirina gerdûnê û hebûna jiyanê yan ji bo kontrolkirina wê tê pêşxistin? Her diçe zilamê dagirker sînorên hêyî derbas dike. Weke ku dixwaze makînayeke malzaroka jin û çêkirina zarokan di laboratuara xwe de pêşbixîne, dixwaze gerdûn, xweza û civakê bi tamamî têxe bin kontrola xwe. Li ser bingeha miraza xweteqandina Heval Zilan di mêjiyê dijminên jin û jiyanê de, pêşxistina Jineolojî û rêxistina xweparastina jinên dinyayê dikare dîroka azadî ya gerdûnî bide nivîsandin û li ser esasiya paradigma nû ya Rêbertî dikare pêşiya hemû planên zilamên kujer ên serdema me bigire.
Bi bîranîna lehenga fedaî şehîd Zilan û miraza hêza afirandin a xwedawenda 30’ê Hezîranê, soza me dikare ev be ku em meşa jin û gerdûna azad bigihînin serkeftinê.