Hêviya azadiyê ji her demî geştir e

- Nurhak GULBİHAR
152 views
Heta roja me ya îro ji bo ew diyardeya ku dibêje ‘ Cografya qedere’ hizreke neyînî xwe li ser me ferz dikir. Erê, cografyaya me parçebûyîneke dijwar di navbera jin û zilam de, di navbera netew û olan de û heta parçebûyîna di nav hebûna me de bi awayekî kur avakiriye. Û vê hizra neyînî weke diyardeyeke hebûnê bi me daye qebûlkirin. Ev cografyaya ku qedera xwe li ser me ferz kiriye weke tevneke ku hemû dergeh û derfetên rizgarbûyînê li ser me û civaka me qefil kiriye xwe ferz dike.

Lê dema ku em berê xwe didin rûgehê din ê heman rastiyê em qedereke din a vê cografyayê dibînin. Ku ew jî qedera heman cografyaya me ye ku ava dike, hêviyê diafrîne, azadiyê şênber dike û hizra mumkiniya jiyana azad bi me dide nasîn. Jiyan û mirin, reş û spî, hêvî û bêhêvîtî, azadî û koletî, başî û xirabî, serdestî û wekhevî, weke du çemkên feraset û hebûna cografyaya me derdikeve pêşberî me. Ji ber ku ev têgîn bi tevî wateyên xwe yên qedîm û jiyanî li ser heman cografyaya Mezopotamyayê an go bi gotineke bêtir şênber li Kurdistanê xwe di zihnê mirovan de ava kiriye. Ji ber ku jiyan li ser heman vê erdnîgariyê ava bû. Û ji ber ku wisa ye di sedsala 21. de em dîsa wateya rasteqîn a heqîqeta cografyaya xwe di destê netewa Kurd de ji bo tevahî mirovatiyê şênber dikin, nîşan didin û ji bo wê têkoşînê, helwestê û xîretê bilind dikin. 8ê Adar û Newroza sala 2023 di wateya xwe de sererastkirina çarenûsa cografyaya me ku em weke gelê Kurd di ber vê rastiyê de erkdar in.

8’ê Adara îsal a Jin Jiyan Azadî bû

Belê, ev her du rojên têkoşînê ku him weke 8ê Adarê û her wiha him weke Newrozê manîfestoya me Gelê Kurd e ji bo tevahî cîhanê. Yekemîn dagirkeriya zihniyeta nêr a deshilatdar ku xwe li ser hebûna jinê avakir, di nav hevjiyana azad de yekemîn parçebûyîna herî mezin pêk anî. Ji xwe hemû parçebûyînên din jî xwe li ser hebûna jinê ava kirin. Azadiya ku ji jinê hate standin kir ku hemû kirêtiyên aqlê nêr ên deshilatxwaz xwe di her şaneyeke jiyana civakê de bisepîne. Li hemberî vê têkoşana jinê ya newaze, henase bi henase heta roja me ya îro hat. Lê ew têkoşan weke diyalektîka jiyanê, di roja me ya îro de dîsa li ser heman ew cografyaya ku jinê azadiya xwe ji dest dabû, xwe di felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de li derdora drûşmeya ‘ Jin Jiyan Azadî’ derxiste meydana heqîqetê. Hêza ew heqîqeta qedîm e ku ev çend mehin ruxmî hemû dorbendên li derdora Rojhilatê Kurdistanê, li tevahî cîhanê deng veda. Nûnerên ew aqliyeta dij jiyanê naçar man ew druşim bînin ser ziman. Ji ber encama wî aqlê bi jehrî bû ku di encama erdhejê de bi dehhezaran kes mirin, bi sedhezaran brîndar bûn û bi milyonan kes jî karîger bûn. 8ê Adarê bû awêneyek da ku tevahî cîhan ruxîneriya zihniyeta zilam bibîne û banga li tevahî jinan bu ku êdî divê destûr ji vî aqlî re neyê danîn. Bedewî û hêza drûşmeya Jin Jiyan Azadî li her parçeyekî Kurdistanê û her wiha li tevahî cîhanê ji bo her pirsgirêkekê ku Rêber Ocalan jî dibêje weke formûleke bi sihir hate parvekirin. Ev hêza çarenûsa erdnîgariya me ya jiyanê bû. 8ê Adarê havênê Newrozê bû.

Bi banga azadiyê her der bû Newroz

Her wiha îsal jî tîna ku xwe da hewa, av û axê, di 21ê Adarê de jî heman tîna jiyanê xwe da dilê mirovan. Newroza ku havênê xwe di 8ê Adarê de ji têkoşîna jinê wergirt, bi agirê ku peyama azadî, hêvî û hevgirtinê di nav xwe dihewand, bi tevahî cîhanê nîşan da ku têkoşîn her berdewame û jiyaneke azad tekane armance. Agirê Newrozê bi destê têkoşerên li lutkeyên çiyayên serberz ber bi deşt û zozan û gund û bajaran ve hate vêxistin. Peyama azadiyê, peyama şerê rûmetê, daxwaza yekîtiyê û hevgirtinê, nîşana hêvî û dilgermiya serkeftinê di vêxistina agir de ku sembola Cejna Newrozê ye, di dil û mêjiyên Dehaqên serdemê de teqiya. Helwesta li hemberî tecrîda li grava Îmraliyê, daxwaza azadî û yekgirtina Kurdan peyamên herî zelal û aşkere yên Newrozê bûn. Di dusedsaliya Peymana Lozanê de helwêsta parçekirina heman zihniyetê bû.  Belê, di heman demê de çarenûsa ku erdnîgariya me li ser me ferz dike ev bûn. Parastina jiyan û azadiyê, berzkirina rûmeta mirovahiyê û li hemberî her cure êrIşê helwesta têkoşÎnê. Rêya me diyar e, feraset û wicdana me bi bedewî û hêza azadiyê hatiye xemilandin. Ji ber wê ye ku hêviya jiyaneke azad ji her demî bêtir geş e.