Li dijî zihniyeta navendî rihê yekîtiyê

- Roza METÎNA
556 views
Li Tirkiyeya ku Peymana Mafê Mirovan a Yekîneyên Neteweyî hatiye îmzekirin tu rêz nîşanî rûmeta mirovahiyê nayê dayîn. Êrişeke mezin li ser binesaziya nasnameya jinê, nirxên mirovî, mafên mirovan tê kirin. Îktîdara AKP-MHP’ê ya niha welat bi rê ve dibe, ji rêgez û pîvanên sîstemeke wekhev û mafê jiyanê yên mirovan diparêze, gelekî dûr e.

Ev feraset di karesata erdhejê de jî derket holê. Polîtîkayên çewt û yên rantê yên îktîdara heyî bi vê feraseta xwe tecrîd kûr kir û xwe li ser aloziyê xurt kir. Loma jî bi taybet di Newroz û 8’ê Adara îsal de dirûşma hesabpirsînê û azadiyê derket pêş. Li dijî zihniyeta got;”Belê lehiya çêbû, 15 can ji me girt lê belê av û ax gihaştin hev”, hêrs û nerazîbûn mezintir bû. Li dijî zihniyeta navendî û talanker nîşana serfiraziyê bilind bû.

Bandora erdhejê ya li ser çandiniyê

Çandinî ji bo aborî, aramî û debara mirovan çavkaniyeke giring e. Gelek jinên kedkar bi xêra çandiniyê debara xwe dikin. Lê belê pergala îktîdara heyî ya AKP-MHP’ê piştgiriya ji bo çandiniyê nake û ev welat bi her tiştê xwe mecbûrî derve kiriye. Feraset û pratîka îthalê zêde kir. Piştî erdhej pêk hat çandinî bêtir ket xetereyê. Li herêmên erdhejê, maşîneyên wekî romork, traktor, dermankirin û hwd. gelek amûrên çandiniyê yên dinê, her wiha tov, di bin kavilan de man. Gelek berhemên çandiniyê yên giring li van herêmên erdhejê têdigihêjin. Loma jî cotkaran gelek caran banga alîkarî û piştevaniyê kirine. Ji ber vê yekê dîsa bi taybet jin mexdûr dibin. Çimkî bandora aboriyê ya li ser jinê gelekî zêde ye.

Têkçûyina zihniyeta navendî

Vê sîstema qirker, bi qasî paşdexistina cotkariyê ewqasî jî mudaxeleyî xwerêvebirina herêmî kir. Bi vê re êrişî azadî, îrade, têkoşîn û destkeftiyên jinan kir. Ev îktîdara ku çavkaniyên vî welatî ji bo berjewendiyên xwe, alîgirên xwe û ji bo şer vediqetîne ji bo pergala herêmî bê tesfiyekirin çi ji destan hat, kir. Lê ev feraseta ku yekperestî û navendîbûnê diparêze di erdhejê de bi vê polîtîkaya xwe bi ser neket. Bi van polîtîkayên dibin sedema cihêkariyê hat xwestin civak ji hevdu bê dûrxistin. Bi feraseta tayinkirina qeyûman êrişên îktîdara heyî wekî rêbazekê pêş ket. Vê zihniyeta ku leşkerên xwe li Zapê şewitand li dijî rêgezên exlaqî û hiqûqî tenê xizmeta parastina îktîdara xwe dike. Me careke din dît ku ev zihniyeta navendî li herêmên erdhejê têk çû.

Zihniyeta talanker

Kavilên ku vê zihniyeta navendî û yekperest li dû xwe hiştine gelekî dûdirêj in. Ji ber ku ev zihniyet dibe sedema gelek texrîbatên mezin. Bandorên gelekî neyînî derxist holê û şopên vê yekê di erdhejê de bi awayekî kûr xuya kir. Yek ji van şopan jî talan û bi vê re dizî ye. Me ev mînak di erdhejê de jî dît. Peywirdarên vê dewletê yên ku li gor vê zihniyeta yekperest, talanker û dijminatiya jinê dike tevdigerin, li herêmên erdhejê dizî kirin. Çav berdan alav û pêdiviyên erhejzedeyan. Alîkarê Komîser, Hasan G. her wiha Notirvan Sergen O. yên li herêmên erdhejê hatibûn peywirdarkirin, bi alavên ziyniyet, dowîz, elektronîk ên li herêmên erdhejê, hatin girtin. Piştî erdheja ku navenda wê Bazarcix û Elbîstana Mereşê bû ji bo organîzasyonên alîkariyê û ewlehiya wê, gelek peywirdarên ewlehiyê li herêmên erdhejê hatibûn peywirdarkirin. Lê van kesana dewsa ewlehiyê, dizî kirin. Mudurê Emniyetê yê li Tekirdagê, Yadigar I. li Islahiyeya Dîlokê hat peywirdarkirin. Piştî peywira mudurê emniyetê qediya bi wesayîta fermî vegeriya Tekirdagê. Lê belê hat tespîtkirin ku gelek alavên ji bo erdhejzedeyan bi xwe re aniye Tekirdagê. Dilxwazên ku li herêmên erdhejê bêyî ku berjewendiyekê bi dest bixin, dixebitîn ji aliyê dewletê ve hatin astengkirin lê belê yên dizî kirin jî bi destên dewletê hatin peywirdarkirin. Û li ser şopa zihniyeta talanker meşiyan.

Rewşa nexweş û penaberan

Ev sîstema bi salan e wekî kangrenekê li canê mirovan geriyaye, mixabin bandoreke neyînî li ser penaber û kesên nexweş ên li herêmên erdhejê dike. Ev pergala ji kapîtalîzmê û ji feraseta mêtingeriyê re xizmetê dike li ser înkarkirin, kaos, keda jin û civakê xwe xwedî dike. Îktîdara heyî ya li Tirkiyeyê her dem penaber wekî qarteke zer û alaveke şantajê li hemberî welatên Ewropayê bi kar anî. Ji bo polîtîkayên xwe yên dijbertiya Kurdan dikin, bi cih bînin penaber bi kar anî. Niha jî li herêmên erdhejê ji ber polîtîkayên cihêkar ên vê îktîdarê, penaber di nava rewşeke zehmet de ne. Kesên nexweş û xwedî pêdiviyên taybet jî di vê erdhejê de perîşan bûn. Wekî mînak dema em bidin em dikarin balê bikşînin ser Hasan Okten ê bi nexweşiya pençeşêrê. Ji ber di konekî de bi 8 ferdên malbata re xwe dimîne û kêmderfetiyê, enfeksiyonê digire û loma jî wî radikin beşa lêgerîna giran. Keça wî Pinar Okten diyar kir ku ji bo bavê wê kemoterapiyê bibîne pêdiviya wî ya dermanan heye û got nexweşxaneyên ew diçin dosyaya nexweş dixwazin, lê belê ji ber erdhejê ew nagihêjin bijîşkên xwe. Hem kesên nexweş hem jî malbat di nava rewşeke zehmet de jiyana xwe diborînin. Jixwe mînakên vêya gelek in. Bi vê re jî em dibînin ku çawa sîstema tendirustiyê ya vê dewletê têk çûye.

Polîtîkayên rantê

Li ser rewşa zehmet ên mexdûrên erdhejê jî îktîdarên heyî tu carî dev ji polîtîkayên xwe yên rantê bernedane. Îhaleyên cuda her tim ji alîgirên îktîdaran ve hatine veqetandin. Hîn birînên mexdûrên erdhejê nehatine pêçandin lê belê alîgirên îktîdara heyî AKP-MHP’ê ji bo ranta li herêmên erdhejê ketine rêzê. Cîgirê Serokatiya Şaredariya Fatihê ya AKP’ê û Cîgirê Serokatiya TOKÎ’yê yê berê, Mehmet Ozçelik Îhaleya TOKÎ’yê ya li Semsûrê da zavayê xwe, Mucahit Hamza. Ev tenê mînakeke berbiçav e. Mînakên vêya pir in. Her wiha ji bo polîtîkayên rantê bên cih jî xweza dîsa tê talankirin. Darên li qada çêregeha ku rez û baxçeyên di navbera taxên Kara Çali û Karapinar ên Islahiyeyê de ne ji bo TOKÎ’yan hatin birîn. Loma em dibêjin çavkaniyên vî welatî ji şer û alîgirên îktîdara heyî re tên xerckirin. Elbet têkoşîn û piştevaniya di navbera gelan de wê bersiveke herî xurt a li dijî polîtîkayên rantê bin.

Newroz û 8’ê Adarê veguherî rihê piştevaniyê

Li dijî zihniyeta şovenîst, yekperest, hêza kar a erzan, polîtîkayên rantê, cihêkariyê, talana xwezayê, tunehesibandina nasnameyê, dijminatiya li hember jinê, bi pêşengiya jinên Kurd li Kurdistan û Tirkiyeyê 8’ê Adarê û Newroz bi dirûşmên “Em bi piştevaniyê li ser piyan e, em ê bi rêxistinbûyinê biguherînin”,”Jin Jiyan Azadî”, “Her der Newroz her dem azadî ” veguherîn rihê piştevaniyê. Ji ber erdheja navenda wê Mereş ku di 6’ê Sibatê de pêk hat, jinan li herêmên erdhejê çalakiyên ji bo piştevanî xurt bibin, li dar xistin. Merasîmên bibîranînê hatin lidarxistin. Newroza 2023’yan a ku xeta azadiyê ye, diyarî qurbaniyên erdhejê hat kirin. Her wiha di vê Newrozê de dengê daxwaza azadî, aştiyê bilind bû û daxwaz hat kirin ku hemû deriyên girtîgehan vebin. Peyama ‘Wê Newroza îsal bibe Newroza hesabpirsînê’ olan da. Ji ber polîtîkayên îktîdara heyî yên dijminatiyê li hember jinê dikin, di 8’ê Adara 2023’yan de jî jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Jin li dijî zextên vê îktîdarê dîsa derketin qadan û dengê xwe bilind kirin. Jinên di girtîgehan de jî peyamên xwe yên 8’ê Adarê û Newrozê bi rê kirin. Parlamentera HDP’ê ya berê Ayla Akat Ata, bi munasebeta 8’ê Adarê peyam şand. Di peyama xwe de banga avakirina cîhaneke bi piştevanî û bê şer kir.

Rihê yekîtiyê yê li dijî tecrîdê

Ji bo parastina berjewendiyên sermayedaran li Rojhilata Navîn her tim aloziyeke bi destên hêzên mezin heye. Ji bo emrê vê aloziyê dirêj bibe jî tecrîd wekî mertalekê li dijî gelan tê bikaranîn. Hem di 8’ê Adarê hem jî di Newroza îsal de peyama xurtkirina rihê yekîtiya gelê Kurd û bi vê re girêdayî yekîtiya hemû gelên li Rojhilata Navîn hat dayin. Çimkî dema rihê yekîtiyê xurt bibe ev yek wê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tecrîda li ser jin û civakê, bibe hêzeke xurt. Dema tecrîd ji holê rabe wê aştî, azadî, wekhevî bê vî welatî û wê polîtîkayên cihêkariyê jî vala derkevin. Li vir dîsa  yek ji kirdeya diyarker hêza jinê ye. Hêza jinê hem dikare çarenûsê hem jî dikare gelek guhertinên din pêk bîne. Loma jî hêza jinan a li hemberî tecrîdê xwediyê giringiyeke taybet e.

Li dijî zihniyeta navendî rihê yekîtiyê

Gelek tiştên neyînî yên li vî welatî diqewimin ne “qeder” encamên tecrîda giran û polîtîkayên çewt ên îktîdara heyî ne. Dema li bajarên mîna Riha, Meletî, Semsûr, Amedê lehî rabû û mexdûrên erdhejê cara duyemîn ketin nava mexdûriyeteke mezin hat xwestin ev dîsa wekî “qeder” û tenê karesateke xwezayî bê pênasekirin. Lê belê di vê erdhej û rabûna lehiyê de ya derket holê sersariya rayedarên dewletê bû. Ji ber binesaziya ne saxlem li dora 18 kesî di lehiya rabû de jiyana xwe ji dest dan. AFAD’ê têkildarî firtone û lehiya wê rabe, tenê hişyarî kir, jê pê ve tu tedbîr dîsa negirt. Her wiha konbajarên ji bo erdhejzedeyan li ber çeman hatin avakirin. Di lehiya rabû de hinek kes cesedên wan winda bûn. Gelek xisarên mezin rû dan. Konên erdhejzedeyan di bin avê de man û cara duyemîn hatin mexdûrkirin. Lê belê li ser vê karesatê Wezîrê Daristan û Cotkariyê Vahit Kirişçi ji bo welatiyên di lehiya Riha û Semsûrê de jiyana xwe ji dest dan wiha got:”Belê lehiya çêbû, 15 can ji me girt lê belê av û ax gihaştin hev.” Gelek kesî bertek nîşanî van gotinan dan û bi van gotinana dîsa eşkere xuya kir ku polîtîkayên çewt ên îktîdara heyî hîn dewam dikin her wiha ev îktîdara heyî nikare qeyrana li vî welatî bi rê ve bibe û bi dawî bike. Ev polîtîkayên çewt û navendî tenê zikê îktîdara heyî û alîgirên vê îktîdarê têr dikin. Loma walîya sergirtî ya ewil a Afyonakarahisarê Kubra Guran Yigitbaş du meaşa li ser hev distîne. Mexdûrên erdhejê hîn nikarin konekî pêde bikin lê belê alîgirên vê îktîdara heyî du meaşan carinan jî sê meaşan li ser hev digirin. Loma jî têkoşîna hevpar a li dijî vê ferasetê û şandina vê ferasetê ya di hilbijartinên 2023’yan de gelekî giring e. Çawa di Newroz û 8’ê Adarê de, li dijî zihniyeta navendî, rihê yekîtî û nîşana serfiraziyê derket pêş, wê di hilbijartinên 14’ê Gulana 2023’yan de jî li ser sindoqan rihê piştevanî û hesabpirsînê serwer be.

Rihê serhildan û piştevaniyê

Ji bo têkçûyina destkeftiyên gelê Kurd, îktîdara heyî û sîstema heyî ya bi salan çi tawîz hebe di qada navneteweyî de dide. Hemû bazariyên xwe yên qirêj li ser Kurdan dide meşandin. Ji bo welatên mîna Siwêd, Fînlandiyayê têkevin NATO’yê dîsa bazara xwe li ser gelê Kurd dike. Loma jî derketina rihê serhildan û piştevaniyê ya di Newroz û 8’ê Adara îsal de giring bû. Loma têkoşîna li ser sindoqê ya ji bo têkçûyina sîstema faşîst û yekperest hêjayî gotinê ye. Loma divê êdî baş bê fêmkirin ku bi feraseta “tenê netewek, tenê olek û tenê zimanek” ev welat êdî nayê birêvebirin.