Zayîna sêyem hêviya azadiyê ya gelan û jinan e

- Rojbin EKİN
205 views
Her zayînek pîroz e, hêviyên jiyanê geştir dike. Wateyên nû li jiyanê bar dike. Ger ev zayîn hêviya azadiyê be, bê guman hîn watedar dibe. Di nava xweza û gerdûnê de her zindiyek di nava lêgera jiyan û hêviyê de ye. Ger hêviya biharê nebe, zivistan wê çawa kirasê xwe yê spî ji ser xwe bavêje!  Wê çawa dar bibişkivin û pelan vekin, wê çawa xezalên kovî xwe ji quntarên çiyayên bilind berdin ber avên geliyan, mêrg û çîmenan! Nabe, jiyan bê hêvî nabe!

Ji welatê me re dibêjin welatê ku bihuşt li ser rûyê wê ye. Di navbera du çemên pîroz de cih ji xwe re çêkiriye. Dîcle û Ferat bi hemû xemla xwe di nava welatê me de diherikin. Di dîrokê de mirovan xwe spartiye xêr û bereketa xaka me. Ji her kesên li pey aramî û xweşiya jiyanê bûn re bûye stargeh welatê me. Nirxên hevbeş; hevgirtin, parvekirin, biratî, wekhevî, dilsozî, bawerî û aramî cara yekê bi civakbûna li ser rûyê xaka me şîn hatî derket holê. Ji ber vê yekê welatê me bû warê ku mirovahî û civakbûnê jê rayê xwe girtî. Bi hezaran sal di nava vê hemahengiyê de jiyan bi rêve çû. Jin bûn stûna welatê me ya biratî, aşitî û aramiyê. Di dergûşa welatê me de jinan jiyan rêsand. Ji ber wê yekê bê qusur bû, bê şer bû welatê me. Ev hest û dilsoziya jinan rê neda ti hêz pîroziya xaka me qirêj bike. Malzaroka hemû xweşikiyên jiyanê bû jin. Lê bêbextiya mêrê serdemê xwe lê negirt; bi hêrsa serwerî û milkiyetê kete nava dek û dolaban. Dest bi şerekî ku wê hezaran sal dirêj bajo kir û welatê me yê bihuşt bû kir dojeh. Destpêkê jin şikand û bi jinê re jiyan…

Çirûskek pêwist bû da ku çiraya xwe geş bikin

Bi hezaran sale ji ber wê hevrikiya mêr a serdest li ser singa welatê me xwîn diherike. Şerekî bê eman heye û hê jî berdewam e. Lê hîn jî nekarîne hêviya jiyanê dîl bigirin, jinê û gelên wê xaka me ya pîroz bêhêz bikin. Di bin her derbeke wê xayîntiya mêr de nalînên ku erş û ezmanan di lerizînin bên kişandin jî, lê dîlbûyîn û çokdanîn ne bû encama ku desthilata mêr hêvî dikir. Vîna veşartî û daxwaza cardin vegera jiyaneke aram, azad û wekhev di dilê her zarokêke vê axê de zindî ma. Lê li benda hişyarkirinê bûn. Li bendê bûn yek ji nava wan derbikeve û bi destên wan bigire û cardin rake ser piyan. Çirûskek pêwist bû ji bo wan da ku çiraya xwe geşbikin û riya xwe bibînin. Kê yê ev bikira, kê yê ev bawerî bidaya hêviyên derizî yên gelê vê xakê? Kê yê ji nû ve bivejanda hêviyên jiyanê û azadiyê? Bê guman hebûn hin kes. Di her pêvajoyekê de ew derketin ser dika jiyan û têkoşînê. Bi wêrekiyeke mezin pêşengiya gelê xwe kirin û di rûpelên têkoşîna azadiya gelê xwe de bi vîn, wêrekî û hêza xwe, navê xwe nexişandin. Mîrateyeke tijî xweşmerdî li pey xwe hiştin. Çîrokên berxwedêrî û lehengiya wan a li beramberî zilm, serdestî û mêtîngeriyê, di guhê her zarokêkê ku çavê xwe li ser vê xaka pîroz li jiyanê vekirî de hatin xwendin. Wekî efsaneyên mezin bahsa wan hat kirin û wisa di bîra gelê xwe de her zindî man. Lê li pey xwe di heman demê de wesiyetên ku lê xwedî were derketin hiştibûn. Ji bo mîrateya berxwedanê her zindî bimîne pêwîstî bi lehengan û pêşengên serdemê hebû. Pêdivî bi yên ku cardin barê qedera azadiya gelê xwe û hemû jinên dil bi êş ên vê xakê bigirin ser şanê xwe hebû. Pêwistî bi pêşengek nû ku bikare çiraya ronahiyê bigire û bide riya azadiya gelê xwe hebû.

Dayîka Uveyş bû dergûşa vejîna gelekê

Wê malzaroka jinekê ev hêvî cardin bi afiranda.  Dayê Uveyş li gundê Amarayê di sala 1949’an de ne tenê gelê Kurd, hemû gelên li ser xaka Mezopotamyayê li benda hêviya azadiyê bûn cardin şa kir. Zayîna Rêber Apo ya yekemîn bû destpêka zayîna hêviya jiyana nû. Ji xwe Rêber Apo jî hemû pêvajoyên xwe yên jiyanê wekî sê qonaxên zayînê bi dest girt. Di her sê zayînan de jî xwe ji nû ve bi felsefeya azadiyê afrandin esas bû. Li gorî şert û mercên di cîhan, herêm û Kurdistanê de heyî xwe bi rêxistinkirin, stratejiyên demê pêşxistin û serkeftin bi destxistin armanca sereke bû. Bê guman her pêvajoyêke zayînê ne hesan bû û ji xwe Rêber Apo jî baldikşîne ser zorî û zehmetiyên wan pêvajoyên zayînê. Lê ya giring ji nû ve afrandina gelekî bi vîn bû. Dîsa ew gel bi rêxistinkirin û ber bi serkeftinê ve birin bû. Rêber Apo bi bîr, bawerî û felsefeya xwe ya azadiyê, dîsa bi sekin û şewazê xwe yê têkoşînê hemû merheleyên ku wekî zayîn digirt dest bi serxist. Gelekî ku hêviya xwe ya azadî û jiyanê winda kirî û baweriya xwe ya têkoşînê lawaz bûyî ji nû ve afirand û kir xwedî rêxistinekî ku ne tenê li Kurdistanê, li cihanê jî deng vedayî.

Newroza Rêbertiyê kete sala 51’an

Ev 51 yek sale gelê Kurd di pêşengiya Rêber Apo de ji bo azadiya xwe li her çar parçeyên Kurdistanê li ser piyan e. Di gelek pêvajoyên zehmet ên bi êş re derbas bû û gelek berdêlên giranbiha dan. Lê dîsa jî neşikest, bê hevî nebû û her bi baweriyeke mezin û bi biryardariyeke xurt li pey azadiyê çû. Di nav wê têkoşîna 51 yek salî de jin û gelê Kurd bûn xwedî gelek destkeftiyên mezin û serkeftinan. Bi têkoşîna xwe nirxên hemû mirovahiyê parast in û riya têkoşînê ya hemû jin û mirovahiyê ronî kirin. Rêber Apo got “ Pevajoya Îmaraliyê hem ji bo gelê Kurd hem jî wekî sazî ji bo min pêvajoya sêyemîn a zayînê ye”. Wekî tê zanîn pêvajoya Îmraliyê bi komployekî navnetewî hat rêxistinkirin û di vir de armanc ne tenê esareta fîzîkî ya Rêber Apo bû. Di heman demê armanc ew bû li zîndana Îmraliyê bi esareta Rêber Apo gelê Kurd hemû bixin bin esaretê. Hemû planên hêzên mêtînger û yên komploger û hevkarên wan ên herêmî di kesayeta Rêber Apo de gelê Kurd dîlgirtin û bêhevî kirin bû.

Zayîna sêyem wê bi xwe re jiyana azad bîne

Lê Rêber Apo bi têkoşîn û berxwedana xwe ya 24 çar salan ji hemû hêzên komploger re da xuyakirin ku nikarin li beramberî vîna azad û hêza berxwedanê bi ser bikevin. Pêvajoya Îmraliyê wekî pêvajoyeke dîrokî girt dest û paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê afirand. Bi vê paradîgmayê pêşî li pêvajoyeke nû ya têkoşîna azadiyê jî vekir. Nirxên demokratîk ên wekhevî û azadiyê dan pêş û pergaleke jiyanê ya di pêşengiya jina azad de were hûnandin formule kir. Modernîteya kapîtalîst a ku niha di nava qeyraneke girande ye û bi hemû nirxên mirovahiyê yên pîroz dileyîze û dîsa bi şeran xwe li ser piyan digire û serkeftinan bi dest dixe, bi rengekî xurt analîz kir û wekî alternatîf jî pergala modernîtaya demokratîk da pêş. Rêber Apo her kêliyên di zîndana Îmraliyê de kirin lehzeyên azadî û afrandinên nû. Bi fikir, vîn û hêza xwe, ji bo jin, gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê bo navenda moral, hêz û baweriyê. Ji bo hemû pirsgirêkên ku îro mirovahî û xweza pêre rû bi rû mayî bû rêya çareseriyê. Ji ber vê Rêber Apo bi xwe re jin, gelê Kurd û hemû mirovahiya bi hêviya azadiyê û jiyanake bi aram û wekhev dijî ji nû ve afirand. Jinên Kurd û gelê Kurd û di roja me ya îro de jî hemû gelên ku hest bi ramanên Rêber Apo kirine û nas kirine, zayîna Rêber Apo ya seyêmîn wekî zayîna xwe dibînîn û wisa lê xwedî derdikevin. Di zayîna sêyem de pêşeroja xwe dibînin. Ji ber wê yekê her zayînek pêvajoyeke dîrokî bû û zayîna seyêm misoger wê bi xwe re jiyana azad bîne.