Hêza herî mezin yekitî ye

-  Bêrî DERSİMİ
679 views

Dil û mejiyê me di wan rojên dawî de, li herama me ya pîroz, Şengalê diavêje. Kurdên Êzîdî dîsa bi qirkirinekê re rû bi rû ne. Li hemberî vê qirkirina ku bi deste DAIŞ’ê ve li ser Kurdên Êzîdî tê meşandin, hemû cîhan û Ewrupa ya ku dibêje ez nûner û parezwanê demokrasî û mafê mirovanin, xwe ker, kor û lal kirine. Careke din welatên Ewrupa bi polîtîkayên du alî rûyê xwe yê rast nîşan dan.

Hovîtiya DAIŞ´ê jî ewqas eşkere ye ku hewceyî gotinan nake. Ji planên hêzên dagirker yên li dijî gelên Rojhilata navîn çeteyên DAIŞ´ê weke destikê  emperyalîzmê tên bikaranîn. Heta îro bi her awayî çavên xwe li kiryarên hovane yên çeteyan girtin, bi vê jî sînor neman û gelek welat jî piştgirî dan. Bi navê baweriyê derketina çeteyên DAIŞ´ê ya li Rojhilatanavîn jî, pêçeka vêşartina vê rastiyê ye. Îro di şaxsê wan çeteyên kûjer de,  heqaret û êrîşeke pir mezin li ser olê Îslam û  bawermendên wê jî tê kirin. Fetvayên ku li ser navê ol didin, heqereta herî mezin ya li hember ol e.  Ji ber vê yekê divê eniya oldarên rast jî li hember wan çeteyên ku li ser navê olê komkujiyan dikin tekoşîna xwe bilind bikin û gele xwe yê bawermend li hemberî polîtîkayên xapînok yên çeteyan hişyar bikin, biparêzin.

Dixwazin bi DAIŞ’ê heremê rêvebibin 

Li pişt DAIŞ’ê, Emerika û hemû hêzên xeta desthilatiyê hene. Emerikaye di Iraqê de xetimî, pir windayî da, prestij winda kir. Lê îro eşkere dibe ku hêzên dagirker dixwazin bi planên nû, bi awayekî din hesabên xwe yên li ser Rojhilata navîn bimeşînin. Niha rêbaz û planên cuda dixin devrê. Dîtin ku encax bi hêzeke li gorî nakokiyên vê heremê dikarin encam bigirin. Ji bo heremê ji dûr ve bi rêvebibin, di pişt perdê de weke leyîstokeke tarî DAIŞ hat tanzim kirin. Niha her hêzekê ku li ser Rojhilata navîn, li ser hêza gelê Kurd planan çêdike jî li gorî berjewendiyên xwe dest diavêje van çeteyan. Ji ber vê yeke, deste Îranê jî, Iraqê û Tirkiyê jî di nava van êrîşên tarî yên çeteyan de heye.

Li gorî berjewendiyên xwe bikartînin 

Her yek dixwaze li gorî xwe çeteyên DAIŞ´ê bi karbîne û ji her derê jî tanzîmkirina çeteyan çêdibe. Ji ber vê yêke ji gelek welatên cihanê, bi taybet jî ew kesên ku di civakê de di nava valatiyeke de dijîn, tevlî çeteyên kûjer dibin. Kiryarên çeteyan bi tevahî li dijî nirxên mirovahiyê ye. Bê rih û bê wîcdan in.

Li ser malperên internetê kiryarên xwe yên hovîtiyê bi awayekî eşkere par ve dikin û bi vê yekê di nav civakê de tirsê pêş dixin. Piştî propagandaya vê hovîtiyê û tirsa di civakê de afirandin, bi piştgirî û polîtîkayên hevkar yên dewletan bajarê Musulê beyî ku gulleyek were teqandin teslîmî DAIŞ´ê kirin. Rastiya vê û siyasetên di pişt perdê de di rojên pêş de wê hîn zêde eşkere bibe. Xwestin vê polîtîkayê li Şengal´ê jî bixin dewre. Tevî helwesta PDK´ê ya şaş a li hemberî gelê Şengal´ê, îro gelê Kurd li wir xeta berxwedanê xiste dewre û li hemberî komkujiyên çeteyên DAIŞ´ê yê li dijî Kurdên Êzîdî HPG/YJA STAR, YPG/YPJ û Yekîneyên Berxwedana Şengal´ê têkoşîneke hevpar dimeşînin.

Divê têkoşîneke hevpar were meşandin 

Li ser van axên pîroz, em carek din bi êrîşên hovane re rû bî rû ne. Neyarên Kurdan îro ji her demê zêdetir in. Di bin navê DAIŞ´ê de hemû cîhan li Rojava, li Şengalê, li Başûrê Kurdistanê li dijî Kurdan şer dikin. Ev êrîş di rojên pêş de dibe ku zêdetir bibin û li aliyên din yên Kurdistanê jî belav bibin.

Pêwîstî bi li derdora çand û yekîtiya netewî kombûn û berxwedanê heye. Ger em vê carê, deskeftiyên xwe yên ku me di encama tekoşîna azadiyê de bi destxistiyê neparêzin û lê xwedî dernekevin, ev firsenda dîrokî ji dest biçe ü xetereya komkujiyeke gelekî mezin heye.

DAIŞ, bi taybet li hemberî deskeftiyên tevgera azadiyê û gele me hatiye damezrandin. Heya niha gelek hêz li dijî gelê Kurd derketin, lê gelê Kurd li hemberî hemû êrişan hebûna xwe parast û li ber xwe da. Ev berxwedana gelê Kurd wê DAIŞ jî têk bîbe. Li dijî vê êrîşê jî divê em hişyar bin, yekîtiya xwe xurt bikin û têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Êrîşên herî mezin li dijî jinê ne  

Tevî berxwedana gelê Kurd, gelê me yê Şengalê di bin xeteriyêke mezin de ye. Heya niha tevî jin û zarokan bi hezaran Kurdên Êzîdî hatin qetilkirin. Rewşa keç û jinên Êzîdî yên ku ji aliye çeteyan ve hatine revandin, ne diyar e. Îro dîsa li Kurdistanê, fermana qirkirina Kurdên Êzîdî hatiye dayîn.

Gelek gel, jin û zarokên ji komkujiyên çeteyan reviyane, hîn negihaştine herêmên bi ewle. Gelek jinên ku ji aliye wan çeteyan ve hatine revandin jî rastî tecawûzê hatine û weke cariye tên firotin. Ev komkujiya li ser jinan, di heman demê de, li dijî gelê Kurd e, li dijî hemû jinên cîhanê ye. Yên ku herî zêde li hemberî van êrîşên hovane rabin ser piyan, çalakiyan lidarbixin û têbikoşin divê jin bin. Li hemberî van êrîşan divê li her qadê têkoşîn were meşandin.

Qêrîna jinên Şengalê, divê her tim di guhê me de be û ev bibe sedema herî mezin ya têkoşînê. Li dijî van êrîşan divê jin têkoşîna xwe roj bi roj bilind bikin. Hêza herî mezin yekîtî û têkoşîn e. Divê em her gavek têkoşînê weke gaveke bersîva êrîşan, gavek ji bo bidawîkirina esareta jinên Kurd ên Êzîdî bibînin. Piştî hovîtiya çeteyên DAIŞ´ê jinên Êzîdî jî çek hildan. Ev jî ji bo parastina nirxên netewî û mirovahî û mafên jinan gaveke herî pîroz e. Ev êş û êrîşên dijwar, têkoşîneke dijwar, yekîtiyeke berfireh ferz dike.

Parastina herî mezin yekîtî ye 

Axa me ya pîroz, di bin lingên çeteyan de ye. Him ji bo parastina nirxên netewî, him ji bo parastina nirxên mirovahiyê têkoşîneke pir alî tê xwestin. Ne tenê gelê Kurd divê gelên herêmê jî li dijî DAIŞ´ê bikevin nav tevgerê û xwe biparêzin. Bêdengiya li dijî van êrîşan, bêdengiya li hemberî nirxên mirovahiyê ye.

Eger îro em dengê xwe dernexin, nebin yek, sibê wê dor were me jî. Çeteyên DAIŞ´ê li dijî hemû baweriyan û paşeroja hemû gelan xetereyeke mezin e. Ji bo vê yeke jî, li her derê ku em lê ne çalakiyên xwe bilind bikin.

Lê li hemberî komkujiyan êniya parastinê ya herî bi hêz hevgirtin û yekîtî ye. Ji bo careke din dîrok dubare nabe, hemû aliyên Kurd jî divê di vê mijarê de berpirsyariyên xwe bi cîh bînin û li gorî berjewendiyên gelê Kurd tevbigerin. Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilat divê li her çar parçeyên Kurdistanê û her dewerên ku Kurd lê hene lazim e yekîtî were xurtkirin. Li ser vê bingehê hişyarbûn, xwe rêxistinkirin û yekbûn bingeha hebûn û tûnebûna me ye.

Axa pîroz a Şengalê,  cihê eğit û zanayan e. Cihê jinên berxwedêr û cihê jinên xwedî çanda afrînerane . Ango cihê Adûleyan e. Divê em xwedî li Kurdên Êzîdî û mîrasa pîroz Şengalê xwedî derkevin. Divê em bi têkoşîneke bi rûmet  emaneta Adûle û Derwêş biparêzin.