Înisiyatîfa ji Ocalan re azadî ‘NûN’

- Rewşen MEHMÛD
400 views
Nêzî 23 sal in Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker hate kirin. Bêguman armanca dewleta Tirk a dagirker ew bû ku li hemberî fikir û felsefeya rêbertî bisekine, ji ber ku bandora felsefe û zanista rêbertî li seranserê cîhanê belav bûye.

Lewra dewleta Tirk astengiyê li pêşiya parêzerên rêbertî derdixîne da ku hevdîtin bi rêbertî re neyê çêkirin. Sedema vê yekê ew e ku enerjiya gelan a ber bi pêlên azadiyê ve diherike, daxwaza mafê xwe dike û têkoşîna xwe bilind dike.

Gelek berhem pêşşî gelan kir

Ji ber van sedeman em îro temaşe dikin ku dewleta Tirk mafê herî xwezayî û yasayî binpê dike û rê nade ne parêzer û ne jî malbata wî pê re pêwendiyan deyînin. Niha jî bi awayekî bêmirovî tecrîdê li ser ferz dike. Ev yek bi xwe binpêkirina mafê mirovan e û sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Di şîrovekirina vê tecrîdê de derdikeve hole ku dewleta Tirk ditirse hizir û ramanên rêbertî bighêje gelan, ji ber wê her roj tecrîdê giran dike û pêwendiya bi wî re jî ji kokê de qut dike. Em dikarin bêjin, dibe ku hevdîtin bi awayekî fîzîkî bi rêbertî re nayê çêkirin. Lê belê ti qutbûyîn nabe asteng ku hizrê rêbertî di nava gelan de biherike. Ji ber ku rêber Abdullah Ocalan di têkoşîna xwe ya bi salên dirêj de gelek berhem pêşşî gelan kiriye, ev yek jî bi rêya her pênc paraznemeyên xwe kirin. Dibe ku rêbertî di zindanê de be, lê belê ti hêz nikare li pêşiya gihiştina vê felsefeyê û zanistê bigre.

NûN: Sembola jinan e

Ji ber vê yekê gelê Kurd bi zanista rêbertî bandor bûye û heta roja me ya îro jî têkoşîna xwe di asteke mezin de daye meşadin. Yek ji wan xebatan ew bû ku ji tevahiya cîhanê re gihandina ramanê rêbertî bû. Bi taybetî di van salên dawî de, gelek Înisiyatîf hatin avakirin û ragihandin. Wekî mînak Înisiyatîfa Rewşenbîr û Parêzerên welatên Ereb li welatê Misrê bû. Di heman demê de Înisiyatîfa ‘Ji bo azadiya Rêber Ocalan’ li welatên Ewropa û Înisiyatîfa ku li Sûriyeyê hate ragihandin e. Bêguman armanca wan Înisiyatîfan ew e ku Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî were azadkirin. Ew xebat hêja ye ku li seranserî cîhanê bi rê ve diçe. Mînaka herî dawî jî di 4.6.2022’an de li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi beşdariya Jinên ji welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Înisiyatîfa NûN a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate ragihandin. Di wê Înisiyatîf de jinên Hiqûqnas, Siyasetmedar û berdevkên rêxistinên jinan ji welatên Fîlîstîn, Lubnan, Sûdan, Iraq, Yemen, Sûriyeyê û Lîbyayê amade bûn. Dibe ku were pirsîn gelo gotina NûN çi wateya xwe heye û çima NûN e?. Em dikarin bêjin ku di zimanê Kurdî de gotina NûN bi serê xwe ti wateyê nade, lê belê di zimanê Erebî de sembola Jinê ye û tê wetaye nîşaniya jinê. Di heman demê de, endamên Înisiyatîfê di encama nîqaşên xwe de, xwestin ku ev Înisiyatîf bi awayekî fermî li paytexta Lubnanê bê ragihandin. Sedem jî ew e ku Rêber Abdullah Ocalan salên dirêj li Lubnanê maye, ramanê wî yê xwe dispêre sosyalîzma zanistî û sîstema neteweya demokratîk ku jinê û parastina xwezayê ji xwe re dike bingeh, ji wir tovên xwe li tevahiya cîhanê û Rojhilata Navîn belav kiriye. Di heman demê de jinan şîrove kirin ku bingeha zanista jiyana hevbeş û biratiya gelan li Lubnanê bi aweyekî mînak destpê kir û li tevayî Rojhilata Navîn belav bûye. Ya herî balkêş jî jinên ji wan welatan ên tevlî vê Înisiyatîfê bûne, destnîşan kirin ku bi zanista rêbertî ya li ser azadiya jinê bandor bûne, lewma di encamê de îro jinên ji welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê xwestin hevaltiya xwe bi Rêber Abdullah Ocalan re diyar bikin û xwedî li fikrê wî bi vî awayî derkevin.

Modela herî nûjen

Di dewama nîqaşên Înisiyatîfê de, jinan pêwîstiyeke cidî dîtin ku ev zanist û xebata hêja bi taybetî di nava jinan de were berferekirin. Her wiha ji ber ku jin rastî siyaseteke qirkirin û tûndiyê tên, her roj jin tên qetilkirin û mafên wan tên binpêkirin ji ber vê yekê endamên Înisiyatîfê pêwîstî pê dîtin ku hemû jinên welatên wan ji felsefe û zanista rêbertiyê sûd werbigrin û li tevahiya welatê xwe jî belav bikin. Ya herî girîng jî hate nîqaşkirin, ku felsef, zanista hevjiyana azad û jiyana hevbeş a di nava gel de bû. Ev felsefe wek modeleke hêja hate dîtin. Di vê felsefeyê de berjewendiyên takekesî, mezhebî û neteweperestiyê nîne, modela herî nûjen û çareserî hate dîtin. Hate ragihandin ku Înisiyatîfê NûN dewamkirina hemû karên Înisyatîfên ku hatine îlankirin e. Di heman demê de wê karên xwe bi hemû rêbazan dewam bikin, bi rêya rêze semîner, komxebat û kongreyên taybet di derbarê raman û zanista rêbertî de nîqaş bikin û zextê li ser saziyên navneteweyî û yasayî bikin ku rewşa Rêbertî biguherin.

Înisiyatîfa NûN wê îmzeyan kom bike

Di heman demê de Înisiyatîf wê îmzeyan kom bikin û radestî Saziyên Mafê Mirovan bikin. Wekî armanca Înisiyatîfê hate diyar kirin ku bi berfirehkirina peywîndiyên bi parêzerên rêbertî re ji bo bi awayekî fîzîkî rêbertî azad bibe wê zextê li ser raya giştî bikin. Di heman demê de wê ji bo ku sazî û rêxistinên siyasî û yasayî û aliyên têkildar ji bêdengiya xwe derkevin û bi erkên xwe rabin, wê kar bike. Her wiha ji bo ku girtiyên azadiyê jî bi rêber Abdullah Ocalan re serbest bên berdan wê ev kar bê berfirehkirin. Înisiyatîfê ji saziyên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bi taybetî xwest ku balê bikşînin ser kiryarên dewleta Tirk û di derbarê sûcên dike de jî bibin xwedî helwest û biryarê bistinin. Înisiyatîfa NûN bi vê armancê hate ragihandin.