Hêviya herêmî ya ku bû gerdûnî: Şoreşa Rojava

- Nîlufer Koç
247 views
Paradîgmaya Modernîteya Demokratik, ango çareseriya hêzên ku li dervî pergala deshilatdariyê û Netew-Dewletan ma ne li Kurdistanê ket rojevê. Her çiqas ev çareseriyek li ser erdnîgariya Kurdistanê be jî, lê belê gelek bersiv dide pêwistiyên hemû kes û gelên ku li dervî  pergala deshildatdarî an jî Netew-Dewletan di sedsala 2’emîn de mane. Bi taybetî di rewşa şerê di navbera NATO û Rûsyayê de pirs û nakokî zedetir bûnê. Gelek kes dixwazin sedemên wî şerî fêmbikin. Di nava hemû gelan û hêzên şoreşger de yên ku herî bextewarin Kurd in.

Ji ber ku Kurd xwedî Rêberekî wek Rêber Apo ne. Çima?. Ji ber ku di wan 20 salên dawî de Rêber Apo behsa şerê cîhanê III. dikir û ji Kurdan re got ku xwe amade bikin. Niha gelê Ûkranyayê  bû mexdûrê wî şerî. 8 mîlyon mirov bûn penaber. Çend hezar hatin kuştin. Jinên Ûkranyayê rastî destdirêjiya leşkerên Rûs tên. Ew gel ne amadebûn û mixabin lîstoka şerê hêzên Kapîtalîst ji bo desthilatdariyê fêm nekirin. Fêm nekirin ku NATO, bi taybetî DYE dixwaze welatê wan bi kar bîne da ku Rûsya ya rikberê xwe lewaz bike. Welatê Ûkranya bû wekîlê şerê NATO û welat wisa têk çû. Lê temaşebikin, kes nikare Kurdan bike mexdûrê lîstokên xwe. Kurda rûyê rast yên hêzên deshilatdar di çerçova analîzên Rêber Apo de ya li ser dîroka Kurdistanê fêm kirine. Li Rojava Kurdan ku xwediyê zanebûna siyasî bûn, amadebûn di krîza rejîma Sûriyê de ya di sala 2011’an de bi lez û bez mafê çarenivîsa xwe pêk bînin. Kurdan ne got NATO an jî DYE werin me rizgarbikin. Bê guman hinek Kurd hene dibêjin Emrîka an jî NATO wan rizgarbike. Lê ew Kurd tişta ku DYE anî serê gelê Afganistan, Lîbya û îro jî Ûkranyayê ji bîr dikin.

Sîstema desthilatdar  tenê xwe wek hêz didît

Di Şoreşa Rojava de diyar bû ku Kurd amade bûn ji bo şerê cîhanê yê III. Di nava 100’an Gur, Çakal û kujer yên ku çavê xwe berdan bûn wan, welatê azad bi pergaleke azad avakirin. Lewma cîhan jî destpekir û bi hêza gelan bawer kir. Ango da nîşandan ku heger gelekî rêxistinkirî be, di nava civakê de hevsengiya rêzgirtina di navbera jin û meran de, di navbera Kurd-Ereb, Kurd-Ermen, Kurd-Suryan, di navbera Elewî-Misliman, Êzidî-Misliman de hebe, şoreşa gelan bê DYE, bê NATO û bê Rûsya mümkün e. Şoreşa Rojava bawerî da hêza civakan yên ku ji aliyê sîstema Kapîtalîst wek bê hêz dihatin pênasekirin. Sîstema desthilatdar  tenê xwe wek hêz didît. Lewma dibû sedema şêr, lê di heman demê de jî xwe weke hêza çareseriyê nîşan dide. Ango mirov dikare bi ‘Lîstoka derd û derman’ pênase bike. Nîha li Ûkranyayê mixabin ew lîstoka qirêj pir eşkere diyare. Li ser rêya Ûkranyayê Rûsya kişandin şer û niha bi xalîçên sor penaberên Ûkranî pêşwazî dikin. De ji xwe re lê mezebikin bi dereweke çawa gelê Ûkranyayê dixapînin. Malên wan şewitandin û dibêjin em ê avê bidin we.

Pêwistiya me bi me heye

Dema ku mirov niha li Ûkranyayê meze dike û tîne ber rastiya şoreşa Rojava, mirov baş dikare bibîne ku civakek bê-rêxistinî û civakek bi-rêxistinî çawa ne. Heta NATO hêza xwe wekî artêşeke global ya DYE berfireh bike, wê Ûkranyayê din çêbibin û Rojava jî wê her tim wekî mînakekê di bala gelan de be. Şoreşa Rojava tenê ne wan 10 salên dawî hêvî da mirovahiyê, heta NATO şerê III. pêl bi pêl li ser gelan berfireh bike, wê qedir û qimeta şoreşa Rojava jî ewqas girangtir bibe. Şoreşa Rojava tenê ne şoreşa 10 salan an jî îro ye, ew şoreşa sibê ye jî. Hêvî û hêza hemû gelan û yên ku her dawî di şerê Ûkranyayê de ew rastî fêm kirin e. Ji ber wê jî NATO û DYE destûrê didin dewleta Tirk ji bo ku şoreşa têk bibe. Ew şoreş diyar dike ku gel û civak dikarin bi serê xwe ji derveyî NATO, YE, NY û DYE’yê hebin û xwe birêve bibin. Ew şoreş dibêje pêwistiya me bi we tune ye. Pêwistiya me bi me heye.