Cihê jin xwe lê bi rêxistin bike faşîzm nikare

- Roza METÎNA
439 views
4’emîn Konferansa Awarte ya Meclîsa Jinê ya HDP’ê di 21-22’yê Gulanê de, bi dirûşma “Em di azadiyê de bi israr di têkoşînê de bi biryar in” li Enqereyê hat lidarxistin. Têkildarî naverok, mijarên li konferansê hatin nîqaşkirin û biryarên hatin girtin Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran pirsên me bersivand.

Ayşeyê bi rêya bersivên da di heman demê de bal kişand ser mijara asîmîlasyonê û wiha pê de çû:”Îro ev pergala heyî bi asîmîlasyona li dijî kurdan xwe ava dike û dixwaze bi êrişan gelê kurd biperçiqîne. Dixwazin asîmîlasyoneke mezin pêş bixînin. Cihê jin xwe lê bi rêxistin bike faşîzm nikare xwe lê bi rêxistin bike. Ji ber vê jî jin di vê rewşê de bi êrişan rû bi rû dimînin. Ev pergala niha mêr û dewletê li hember jinê bi rêxistin dike.”

4’emîn Konferansa Awarte ya Meclîsa Jinê ya HDP’ê di 21-22’yê Gulanê de hat lidarxitin. Di konferansê de “israra di têkoşînê de” derket pêş. Wê rêxistinbûyina vê ya pratîk bi çi rengî be?
Me berê konferansên xwe yên jinê û dawiyê jî yên giştî li dar xistin. Bi rastî ev du sal û nîv in em wekî HDP’ê li hemberî tundî, êriş û zextan li berxwe didin û xwe diparêzin. Di van konferansan de nirxandina rojeva siyasî hat kirin. Hem ji aliyê jinê hem jî bi gelemperî hat şîrovekirin. Li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê hat gotin divê em xwe ji nû de bi rêxistin bikin. Ev şerê niha li ser erdîngariya Kurdistanê hat destpêkirin û niha li hemî cîhanê belav bûye. Di vê pêvajoyê de çi êriş, çi tundî li hember gelan hatine kirin em li ser wê sekînin. Her wiha mijareke din a girîng tecrîd e. Bi tecrîdê girêdayî şerek îro li Kurdistan û Tirkiyeyê tê pêşxistin. Ev şer jî nîşan dide ku pirsgirêka kurd ber bi neçareseriyê ve diçe. Herî dawî hevdîtin jî hat qutkirin. Ev pirsgirêk bi vê yekê kûrtir bûye. Bi vêya girêdayî pirsgirêka demokrasiya Tirkiyeyê jî heye. Her wiha li Tirkiyeyê krîzeke aborî û siyasî heye. Ev pirsgirêk bi awayekî curbecur derdikeve pêş. Li dijî vana wekî jin em dikarin çawa xwe birêxistin bikin? Rêya sêyemîn em dikarin çawa bixin meriyetê? Em li ser destkeftiyên jinan û Peymana Stenbolê jî sekinîn.

Li dijî tundiya mêr-dewletê girîngiya têkoşîna hevpar çi ye, divê mirov xwe çawa bi rêxistin bike?
Siyaseta şer êrişa li ser destkeftiyên jinan, tundiya mêr-dewletê hemû bi hev girêdayîne. Her wiha pirsgirêka kurd, qeyrana aboriyê û gelek mijarên din bi hevdu re girêdayî ne. Yek ji biryara konferansê xwirtkirina yekîtiya jinê bû û tifaqa yekîtiya jinê bû. Wekî jinên kurd divê em yekîtiya xwe xwirt û ava bikin. Dîsa ji bo siyaseteke demokratîk hêz û hereketên jinê yên serbixwe bêtir bên pêşxistin û em hemû jin li dijî êrişan bibin yek. Armanca me jê ew e ku em fikra jinê di nava civakê de bêtir bi rêxistin bikin. Em siyaseta jinê bêtir pêş bixin.

Di konferansê de li dijî şer, pevçûn, dagirkirin, destdirêjî, polîtîkayên mêtingeriyê têkoşîna aştiyê jî derket pêş. Di demeke hem li Tirkiye hem jî li cîhanê şer wekî “stratejiyekê” tê diyarkirin de wê têkoşîna jin, aştî û azadiyê çawa bê mezinkirin?
Demeke dirêj e li dijî HDP’ê êrişeke mezin tê kirin. Di van êrişanan de em dizanin mesele ne tenê HDP ye. Loma li dijî nîjadperestiyê em li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn xwe bi rêxistin dikin. Zihniyeta kapîtalîst alternatîf li ku hebe êrişî wir dike. Dixwazin vê alternatîfê tune bikin û dengê me biqedînin. Loma di konferansê de em li ser pêvajoya siyasî sekînin. Em bi awayekî berfireh li ser van mijarana axivîn û me anî ser ziman. Me biryar da ku li dijî nîjadperestî, yekperestî û netewperestiyê pêşengiya azadiya jinê esas bigirin û alternatîfên nû ava bikin. Ji ber vê yekê dîsa rêxistinkirina rêya sêyemîn ji me re girîng e. Yek ji biryara sereke ya ji konfreransê derket piştigiriya tifaqa demokratîk û rêya sêyem bû. Her wiha divê em bi taybet di vê pêvajoyê de piştigiriya jinê bêtir pêş bixin. Ji ber ku em nikarin di pêvajoyê de êrişa li ser jinan û tecrîdê ji hev qut bikin. Di kesayeta Birêz Ocalan de tecrîd li ser civakê tê meşandin. Fikir û pêşeroja civakê bi vî rengî dikeve bin tecrîdê. Êrişek li dijî fikrên Birêz Ocalan heye. Ji aliyekî tecrîd tê birêxistinkirin ji aliyekî fikra Birêz Ocalan a di HDP’ê de û li Rojava cihê xwe dîtiye ji aliyê pergalê ve bi êrişê rû bi rû dimîne. Îro ev pergala heyî bi asîmîlasyona li dijî kurdan xwe ava dike û dixwaze bi êrişan gelê kurd biperçiqîne. Dixwazin asîmîlasyoneke mezin pêş bixînin. Cihê jin xwe lê bi rêxistin bike faşîzm nikare xwe lê bi rêxistin bike. Ji ber vê jî jin di vê rewşê de bi êrişan rû bi rû dimînin. Ev pergala niha mêr û dewletê li hember jinê bi rêxistin dike.

Di konferansê de têkildarî êrişên îktidarê yên li dijî rêxistinbûyina jinê û destkeftiyên jinê tespîtên çawa hatin kirin?
Îro li Tirkiyeyê qeyraneke mezin heye. Qeyrana demokrasiyê, siyasetê û aboriyê heye. Neçareserkirina meseleya kurd jî em dikarin wekî qeyranekê pênase bikin. Her wiha li Kurdistan û Tirkiyeyê jin her roj tên qetilkirin. Ev jî qeyranek e. Loma li dijî van qeyranana çareserî rêya sêyem e. Ji ber vê yekê em xwe çiqasî bikaribin bi rêxistin bikin em ê ewqas bikaribin li dijî qeyrana xweza, jiyanê bisekinin. Vana ji hev ne qut in. Loma çareseriya vê jî ew e ku em plansaziyeke hevpar deynin pêş xwe. Ji ber ev desthildatdar destkeftiyên jinê, mafê civakê, mafê kurdan binpê dike û xwe li ser piyan dihêle.

Di encamnameya konferansê de jinan bal kişandin ser têkoşîna li dijî newekheviyê, guhertina jinan, têkoşîna li dijî talana xwezayî, siyaseta rêya sêyem. Hûn van xalên girîng û biryarên di encamnameyê de hatine dayin çawa dinirxînin?
Tecrîda li ser Birêz Ocalan û neçareserkirina pirsgirêka kurd wekî rêbazekê tê meşandin. Loma kesên derdikevin fikrên xwe tînin ziman bi tundiyê rû bi rû dimînin û tên darizandin. Kesên li ser medyaya dîjîtal fikrên xwe tînin ziman an jî bertekên xwe nîşan didin û mafên xwe bi kar tînin li Tirkiyeyê bi salan tên darizandin an jî ceza li wan tê birîn. Bi vê girêdayî fikrên aştiyê û jiyana hevpar îro di bin tecrîdê de ye. Ji 2015’an heta niha ji qutkirina hevdîtina bi Birêz Ocalan re em dibînin Tirkiye bêtir bi tundî û têkçûyinê rû bi rû dimîne. Loma jî jin bêtir bi destdirêjî û tecawizê jî rû bi rû dimînin. Ji ber dizanin dema jin azad bibe civak jî azad dibe. Dewlet dixwaze li ser fikrên xwe pergala xwe ava bike. Ji ber vî hawî dixwaze benda li hember winda bike. Loma astengiya li hemberî xwe di destpêkêde wekî jinên kurd dibîne. Bi vêya girêdayî her roj êrişî jinên kurd dike û dixwaze têkoşîna jinên kurd krîmînalîze bike. Dixwazin her tim jinên kurd li dadgehan bidarizînin. Bi mijarê girêdayî destdirêjî û tecawizê li ser jinên kurd wekî rêbazeke şer tê bikaranîn. Her wiha em dikarin bêjin vekişandina ji Peymana Stenbolê gava dawî bû. Ji bo berdewamiya pergala desthildatdariyê ev gava dawî hat avêtin. Desthilatdarê ev peyman ji xwe re wekî rîsk û talûkeyek dît. Ev mijarên niha me girtin dest di konferansê de bi nêrîna jinê hat şîrovekirin. Rewş, rêxistin û sekna jinê hat şîrovekirin. Her wiha em dikarin çawa xwe li hember zextan xwirtir bi rêxistin bikin û alternatîfa xwe derxin holê. Em dikarin dîsa bêjin di konferansê de dîsa tifaq û yekîtiya jinê derket pêş. Pêşengiya tifaqa demokrasiyê û rêya sêyem derket pêş. Di konferansê de fikriyeta pêşxistina neteweya demokratîk hat ser ziman. Ji bo jin li hemberî zihniyeta mêr xwe bêtir xwirt bikin ev mijarên me anîn ziman girîng bûn. Wekî me di konferansê de anî ziman em ê xebatên xwe bidomînin, hêvî û têkoşîna xwe pêş bixin.