Weke ku hêzên Modernîteya Kapîtalîst pênase dikin, Parîs ne navenda azadî, wekhevî û xwişk-biratiyê ye. Parîs bû navendeke komkujî û şerê taybet ku ronahiyê ber bi tariyê ve dikêşe. Firansa jî bû welateke Ewropayê yê tarî ku mîsyona tinekirina şoreşgeran û jinan dide ser xwe. Ji bo me Kurdan û jinên Kurd Parîs bû warek ku wê bi êrişa li ser dîroka me û pêşeroja me di bîran de bimîne.
Gelê Kurd û jinên Kurd ev 12 sal e hewl didin komkujiya sê jinên şoreşger Sakîne Cansız, Rojbîn û Ronahî ku li Parîsê hatin qetilkirin ronî bikin. Di ser de 23’ê Kanûna 2022’an li heman Parîsê ji pêşenga Tevgera Jinê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Heta niha tevî hemû hewldan û têkoşîna jinan û gelê Kurd dariza Fransayê komkujî ronî nekirin. Lewma îsal jî em bi êşa ronînebûna van komkujiyan û bi têkoşîna edaletê salvegereke din pêşwazî dikin. Sakîne Cansiz, Rojbîn û Ronahî, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di du komkujiyên li Parîsê de hatîn qetilkirin bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînim. Bêguman her du komkujî jî trajediyên dîrokî ne ku mohra xwe li dîroka Fransayê dan e. 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê ji avakarên PKK û pêşenga Tecgera Azadiyê ya Jinên Kurd, hiş û bîra tevgera me û ji hevrêyên pêşî yên Rêbertiya me hevala Sara li gel Rojbîn û Ronahî hatin qetilkirin. Di salvegera 10. ya vê komkujiyê de komkujiyeke din li Parîsê pêk hat. Di demekê de gele Kurd, jin û dostên wan li Parîsê li dijî komkujiya 1. têkoşîna xwe xurt dikirin, li şûna Fransa komkujiya bi hevkariya Tirkiyê pêk hatî ronî bike û berpirsan darizîne, di 23’ê Kanûna 2022’an de li heman parîsê komkujiya 2’an pêk hat.
Armanc Rêber Apo û xeta azadiya jinê bû
Di her du komkujiyan de jî asta azadiyê ya paradigmaya Rêbertiya me ya demokratik, ekolojik û azadiya jinê afirandî kirin armanc. 2013’an li Parîsê qetilkirina hevala Sara, Rojbîn û Ronahî rastî demeke giring hatibû. Di vê demê de Rêber Apo ji bo meseleya Kurd çareser bibe gav diavêt û hewl dida zemînê diyalogê çêke. Di vê komkujiya de armanca esasî Rêber Apo bû. Hem xwestin pêvajoya ‘diyalogê’ xira bikin, hem jî di kesayeta hevala Sara de xeta me ya îdeolojîk, têkoşîna azadiya jinên Kurd û nirxên afirandî kirin armanc. Dîsa di kesayeta hevala Evîn Goyî de rastiya jina têkoşer û gelê welatparêz ê Botanê kirin armanc. Di komkujiya yekê de daxwaz astengkirina çareseriya meseleya Kurd bû. Komkujiya duyem jî dema slogana Jin Jiyan Azadî gerdûnî bûyî pêk hat. Bi vî rengî me careke din dît ka komploya navnetewî çiqas berfireh e, armanca van komkujiyan çiqas tarî ye. Van komkujiyan nîşan da ku dijminahiya dewleta Tirk û hêzên komploger ya li dijî Tevgera me û pêşengiya jina azad çiqas mezin û kûr e. Her wiha armancên van êrişan ên îdeolojîk, siyasî, leşkerî, civakî û psîkolojîk hene. Ji bilî van aliyan, têkiliyeke yekser a van komujiyan bi rewşa li Kurdistanê, pêşketinên li herêmê û cîhanê re jî hebû.
Jinên Kurd îro ne netê li Ewropayê, li çar beşên Kurdistanê dibin armanca êrişan û tên qetilkirin. Dewleta Tirk a faşîst bi êrişan jinên Kurd ên pêşeng dike armanc. Bi vî awayî dixwzin rê li mezinbûna têkoşîna jinan a azadiyê bigirin. Ji ber ku têkoşîna jinan bihêz pêş dikeve, pergala mêr a serdest û berjewendiyên wê tengav dike û dide zorê, bi komkujiyan dixwazin jinên ji bo azadiyê têdikoşin bitirsînin, lawaz bikin, belav bikin û têkoşeriya azadiya jinê paş bixin
Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin
Ya ku dijminên Kurdan û jinan hesab nekirî ew rastiye ku bi van êriş û gefan nikarin Tevgera Azadiyê ya Jinan têk bibin. 50 sal e em her êrişa mezin bi pêngavek mezin pûç dikin. Ev diyalektîka şoreşa Kurdistanê ye. Li dijî her êrişê bi mezinkirina têkoşînê şoreşê pêş dixe.
Hevala Sara li dijî her cure êşkenceyên dijmin bi hest, hizir û sekna bi rûmet a jiyanê di nava gel de efsane bû. Piştî şehadeta hevala Sara gelek jinên ji gelên cîhanê berê xwe dan têkoşîna azadiya jinê ya gerdûnî bûyî ê navê Sara li xwe kirin. Ev jî nîşan dide di kesayeta hevala Sara de taybetiyên têkoşer, azwerî û vîna bihêz ya jina Kurd ya berxwedêr di asta gerdûnî de bi bandor dibin.
Hevala Evîn Goyî di zaroktiya xwe de şahidiya her cure pêkanînên dermirovî û hovane yên dewleta Tirk ya faşîst a li ser gelê Botanê kir. Tevlî berxwedana gerîla bû û li Botana ku dilê gerîla bû fermandariya şerê gerîla kir. Di avabûn, rêxistinbûn û mezinbûna artêşa jinê de li gel hevala Sara rola pêşengiyê girt ser xwe. Li hemberî êriş û hovîtiya DAIŞ’ê ku gef li tevahiya dinyayê dixwar di têkoşîna Şoreşa Rojava de çalak cih girt, ji bo jiyaneke azad, civakeke azad û demokratîk pêşengî kir.
Hevala Rojbîn jinek şoreşger a lêger û dilsoza azadiyê bû. Têkoşîna mafdar û bi rûmet a gelê xwe vediguhêst qada navnetewî; di siyasetê û dîplomasiyê de berpirsyariyên giring girtibûn ser xwe û bi rola xwe radibû. Di kampanyayên ji bo azadiya Rêbertiyê de bi rola sereke rabû, pêşengî kir.
Hevala Ronahî li Ewropayê mezin bû. Lê ti carî neket nava pergala modernîteya kapîtalîst û serî li ber rakir. Bi taybetî ciwanên Kurdistanê yên li Ewropayê mezin dibin divê vê sekna hevala Ronahî ya li dijî pergalê esas bigirin. Di kesayeta hevala Ronahî de êrişî Tevgera Ciwanên Kurdistanê kirin. Dema mirov cihê her çar hevalan ya di nava têkoşînê de vedibêje, derdikeve holê ka çima bûne armanc. Pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Jinê, deng û pêşeroja wê kirin armanc.
Têkoşîn û hesabpirsîn dê dewam bike
Di serî de ji ber ku dewleta Fransayê berpirsyariya xwe ya ronîkirina komkujiyan pêk neanî, em ê di her warî de çalakiyên xwe yên protestoyî yên li dijî berpirsan mezin û xurt bikin. Em ê li dijî qirkirina jinan û ya li ser gelê Kurd li her qadê têbikoşin. Her wiha dê di warê huquqî de têkoşîna me berdewam be heta dawiyê. Ji bo gelekî ku bi Jin Jiyan Azadî dimeşe, ji bilî gihiştina azadiyê ti rê nîne. Erê, em ê tola xwe bi pêkanîna Şoreşa Jinê hilînin. Di vê çarçoveyê de têkoşîna me dê bi berfirehî dewam bike. Teqez em ê ji kujeran hesap bipirsin. Dilsoziya bi şehîdan bi pêkanîna armancên wan pêkan e. Em jin li ser rêya Sarayan û Evînan xwediyê hêz û vîna pêkanîna armancên xwe ne.