Jineke zane, şoreşger û têkoşer

- Newaya Jin
228 views
Jina Kurd Nagîhan Akarsel (Zîlan), di sala 1976’an de, li bajarokê Golyazî ya navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê ji dayik dibe. Navê gûnd bi Kurdî ‘Xelîkan’ e. Gundekî Kurdan e. Ji xwe re dibêjin “Kurmanc”.  Li gundê wan piştî derketina rojê rabûn guneh e. Tu car avê narjînîn li ser xweliya germ ya agir. Nagîhan di nava van çavderiyan de mezin dibe û her bala wê dikşîne. Nagîhan pişt re gelek caran çavkaniya van kevneşopiyan lêdîkole. Her çiqas gundekî Henefiyan jî be, di encamê wan lêkolînan de, têkiliya koka xwe, bi Êziditiyê û bi Elewîtiyê re jî girêdana wê çêdike.

Nagîhan zarokatiya xwe li gund derbas dike. Gund deşt û hişk e. Gelek zêviyên genim hene. Genim pir bi qîmet e. Rijandîna hebên genimê mîna herikîna xwînê ye. Ew tu car tama ruhê bîranîna zarokatiya xwe  ji bîr nake ango keliyên ku bi zarokên gund re, ji bo ku piştî baranê bêhna axê bigrin pêxwas dilîstin, hemû pisman û dotmamê wê li mala xaleyê wê ye mezin kom dibûn, ji bîra wê naçe. Hîna di zarokatiya xwe de dikeve pey çîrokên jinan. Têkiliya bi bavê xwe re, li ser bingeha hevaltiyê pêş dixe. Bi qasî ku girêdayî çanda xwe ye, ewqas jî di neqebûlkirina pîvanên baviksalariyê de bi israr e.

Evîna welatê xwe ji kûr ve dijî

Di emreke biçûk de destbi dibistanê dike. Dibîstanên seretayî, navîn û amadeyê li vir dixwîne. Di dibîstanê de pir jîr e. Tevî ku emrê vê ji bo zanîngehê biçûk e jî, tevlî ezmûnên zanîngehê dibe. Bi çûyîna ezmûnê re dibe yekem car ku destê bavê xwe digre û ji gund derdikeve. Di zanîngeha Gazî ya Enqereyê de beşa çapemenî û weşanê dixwîne. Di zanîngehê de, xebatên YCK’ê de cih digre. Her tim dilpak, biken û lêgervan e. Dema gava xwe ya ewil divaêje zanîngehê, jiyana sar û madiyatê ya bajêr re rûbirû dimîne. Ew,  wê paş ve dikşîne. Berê xwe dide cihên ku jiyana komînal û hevaltiyê bibîne. Ev lêgerîn, bandorê destpêkirina wê ya xebatên YCK’ê jî dike. Rojnamevaniyê bi hezkirin dixwîne, lê tu car nafikire ku xwe di nava pergalê de bibîne û berê xwe bi temamî dide têkoşînê. Her ku têkoşîna gelê xwe nas dike, ji Xelîkanê diçe Kurdistanê, ji Kurdistanê jî ber bi cihanê ve vedibe. Evîna welatê xwe ji kûr ve dijî. Lewma têgihiştin û hîskirina heqîqeta Rêber Apo di navenda kesayeta xwe de bi cih dike.

Di azadiya jinê de kûr dibe

Di salên 2001-2007’an de bi hinceta xebatên xwe yên siyasî yên li zanîngehê tê girtin. Piştî ku ji zanîngehê derdikeve, di salên 2008-2014’an de, li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê edîtorî û nûçegîhanî dike. Di vê pêvajoyê de ji bo ku lêhûrbûnên xwe yên li ser azadiya jinê kûr bike waneyên ‘Beşa Lêkolînên Jinê ya Zanîngeha Hacettepê’ jî dişopîne. Di damezrandina ajansa yekem a jinan JINHA’yê de jî cih digre. Bi salan, li çapemeniya Kurdan de nûçegihanî dike û dikeve li pey nûçeyan. Di pêşxistina rojnamevaniya jin de, dibe xwedî ked, mamosta, heval û hevrê ye.Tenê bi Kurdistanê re sînordar namîne, têkilî û hevaltiyê bi jinên ji pêkhateyên cuda re jî datîne.

Di sazîbûyîna jineolojiyê de rolê dilîze

Jinelojî ku Rêber Apo nirxek mezin dide, hem di asta akademîk û hem jî di sazîbûyînê de rolek mezin dilîze. Dema  pêvajoya sazîbûyîna jînelojiyê dest pê dike, tevlî xebatên Akademiya Jinelojiyê dibe. Di damezrandina kovara jinelojiyê de jî bi dil û can dixebite. Li gel endamtiya xwe ya desteya weşanê ya kovarê, her tim nivîs jî dinivîse. Ji bo ku kovara jinelojiyê veguhere platforma azad ya jinan, tu car dest ji hewldanên nû bernade. Li gelek qadên Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî xebatên lêkolîn û perwerdeyê dike. Bi hezaran kesan perwerde dike û ji bo gelek rojname û kovaran nivîskariyê dike. Li her derê ku diçe bala her kesî/ê,  bi taybet yên ciwanan dikşîne li ser xwe. Ew zarok û dayîk wê hembêz dikin. Piştî sala 2018 an, li Şengal û Efrînê xebatên xwe yên civaknasiyê dike pirtûk. Her çiqas mîna evîndarê çanda Hewremanî, çanda berxwedanê ya jinên Rojhilat xebatên lêkolînê bidomîne jî, her tim kêmaniya neçûna Rojhilatê Kurdistanê hîs dike. Ji sala 2019’an ve, heta roja şehadeta xwe li qada Başûrê Kurdistanê ji bo pêşxistna xebatên jinelojiyê bênavber dixebite. Li qada Başûr, tevî ku nû fêrî zaravayê Soranî dibe jî, bi dehan caran têkîldarî jinelojiyê perwerde, kurs û semîneran dide. Ji bo ciwanan kampên ji nelojiyê organîze dike.

Lêgerîna zanebûn, bawerî û hestên xwe domand

Ev du salên dawî bi kelecanekî mezin ji bo ku nirx, çanda devkî û lêkolînên jinên Kurdistanê bîne ba hev, hewl dida ku rêxîstinbûnek pêşengiya ronakbûna jinan biafirîne. Bi vê armancê bi kedeke mezin ji bo avakirina ‘Navenda Pîrtûkxane, Arşîv û Lêkolînê’ ya ji bo jinên Kurdistanê xebitî. Tevî ewqas zehmetî û astengiyan bi baweriya ku şoreşa Başûr wê bibe, şoreşa jinan, meşiya û hêviyên xwe tu car qut nekir. Ji xeynî van xebatên xwe hesreta wê ya herî mezin ev bû ku, pêvajoya nivîsandina hevdîtina bi heqîqeta Rêber Apo re ku veguherandibû pêşnumeyeke romanê biqedîne, lê beriya ku biqedîne şehîd bû. Di hemû demên jiyana xwe de, lêgerîna zanebûn, bawerî û hestên xwe domand. Li her dera ku diçû, li wir destê xwe dida çi, hest û bîra xwe jî tevlê dikir. Di hest û fikrê xwe sentezkirin û vegotinê de pir jêhatî bû. Di her keliya jiyanê de, zanebûnê parast ku ji dîroka jinê te. Ev zanebûn, zanebûnek ku serweriya mêr qebûl nake, cewhera jin û civakê diparêze, bîra ekolojiyê mezin dike ye. Bi vê zanebûn û lêgerîna heqîqetê re, her tim li dijî serweriya mêr ku komplogerê dîrokê ye, qirker û dagirkere, bû şervana pîroztiyê û tekoşîn kir.

Em ê têkoşîna wê nîvço nehêlin

Hest û dilopên wê yên bi wate ku li pey xwe hişt, wê mezin bibe û heqîqeta ‘Jin Jıyan Azadî’ bilind bibe. Ev êrîş, êrîşa li dijî sekna azadiyê û tekoşîna jinan bû, lê  ew sekin û tekoşîn wê hir tim bilind dibe û bibe. Ev êrîş, tola rakirina jinên ku sekna fedaîtî çalakiya fedaî pêk anîne ye. Nagîhan ronahî, bîr, hêvî û xweşiktiya jinan bû. Xwedîderketina li wê, xwedîlêderketina xweşiktî, başî û azadiyê ye. Girêdanbûna wê, bi darên tuyê re mîna girêdanbûna wê ya hesreta zarokan re bihêz bû. Enerjî û hezkirîna jiyanê ya Nagîhan, wê bibe rênîşana me ku avahiya Navenda Pîrtûkxane, Arşîv û lêkolînê ya Jinên Kurd ne ji bo hundirê wê, ji ber matmayîna darê tuyê ya li hewşa avahiyê hilbijartiye. Em ê bibin şopdarên hesret û xeyalên wê. Em ê têkoşîna wê nîvço nehêlin.