Helbesta evîna rêya heqîqetê, dixwînin

- Nûjiyan Amed
205 views
Dîroka  resen, di vê sedsala 21’an de, bi felsefa azadî ya Rêber û mîmarê mirovahiyê Rêber Apo ve, bi diruşma ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’, di cewherê jina Kurd de, ber bi lûtkeyê ve bilind dibe. Piştî tekoşîna 40 salan, mirov dikare bi hêsanî bîne ziman ku, li Rojhelatê Kurdistanê, di meha Îlonê de, bi pêşengiya serhildêriya jinan ve, di nava civaka Kurd û giştî gelên Îranê de, li ser koka xwe bi rihekî azad, di nava tekoşînê de ne. Ew tekoşîn, vê sedsalê kêlî bi kêlî şîn dike û şax vedide.

‘Azadî ji zilimkaran tê standin’

Tê zanîn ku ji bo xwedî derketina Şilêr Resûl û Jîna Amînî, ev meheke ku bê navber jin, ciwan û giştî civak mil bi mil, li Rojhilatê Kurdistan û giştî Îranê, li kolanan, bi diruşma ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ji rejîma sêdarê, zilamparêz û dagirker re meydanê dixwînin. Her roj bi aqilekî hevbeş, li gor zagonên xwezayî yê xweparastina jin û  civak, her roj li cihekî dengê xwe dighînin giştî Cîhanê. Ji Saqiz dest pê kirin, heya bi Zanîngehên Tehranê bi rihê JIN, JIYAN, AZADÎ’, di nava xeteke berxwedaniyê de muhra xwe li dîroka jin û jiyanê didin. Ew, ji kolanan bigre heya bi kargeh û dibistanan, her carê li bajarekî daxwaza dengê dil û fikrê xwe bi yek kirin e. Weke tevna civakî, bi heman daxwazê, li himberî hêzên Besîc û giştî hêzên çete yên girêdayî Îbrahîm Reîsî, li ber xwe didin. Heya niha bi sedan zarok û ciwan jiyana xwe ji dest dane. Pêwîste ku mirov van Şehîdan weke şehîdên şoreşa jin û civaka bi exlaq û politîk, bi nav bike. Helbet azadî, berdêlên xwe girane. Ji zanyar û pêşengên xwe yên mezin, em dizanin ku azadî nayê dayîn, azadî ji zilmkaran tê standin.

‘Hêvî ji tecawizkaran, nekin’

Mixabin hêzên dîktator, em ji dîroka wan ve dizanin ku, dîroka xwe li ser xwîn û xwêdana jinê dane sîstem kirin. Ji bo xwedîtiya xwe ya li ser erd û siltantiya xwe bidomînin, çi ji destê wan bê, wê bê tasewas bidin pêkanîn, ji xwe dikin jî.  Bi kurtasî mafê jin û gelan, wisa bi rehetî erê nakin. Rejîma Îranê, bi tu awayî ji bo guhertin û veguhertinek nû nafikir e. Ji bo çareseriya rêka demokratîk berpirsyartiyek cidî jê tê xwestin. Lê ev cidiyet û berpirsyarî, mirov ji dagirker û dîktetoran hêvî bike, ev yek bi serê xwe şaştiyek dîrokî be. Jin û civak, nabe ku ji tecawizkaran, têkevin nava bendewariyên bi vî rengî. Pêwîste ku jin û civak, mil bi mil sîstema xwe ya xwe rêvebirinê, ji niha ve bifikirin. Rejîma Îran ji xwe, siyaseta cîrantiya Tirkiyê dimeşîn e. rastiya her dû devlêtên dagirker yek e. Rejîma Îranê, hêjî van helwestên jin û gelê Îranê, wek dijminahî bi nav dike. Ji niha ve diyare ku, wê rê li ber komkujiyên mezin bide vekirin. Lê Îran, li beramberî daxwazên jin û civaka Îranê, ji vê demjimêrê û şûn ve, eger gav, paş de an pêş de neavêje, êdî nikare xwe komî ser hev bike. Neçare ku dev ji vê sîstema xwe ya sêdarê a rûhaniya zilamgeriyî berde.

‘Roj û demek nû ye’

Jina Kurd, Azer, Ereb û Fars, îro di rastiya rûyê rejîma Îranê de, ji giştî paşverûtiya zilamê serdest re, bi hêrseke mezin daxwaza mafên xwe yên rewa dikin. Ji ber ku nûnerê îslama siyasî û şîaya siyasî, xiyanet li şoreşa jin û civakê bi giştî kiriye. Ev 40 salin ku li ser keda jin; mêtîngerî, talan, tecawiz û tacîz heye. Lewra jina Kurd, li hemberê zihniyeta netew dewlet, pir bi hêrse. Jin bi zanista civakî û îradeya xweser, ji bo jiyanek bi edalet û rûmet, bi rêbazên hêza cewherî a demokratîk ve, ev 30 rojin, bi banga JIN, JIYAN, AZADÎ’, weke helbesta evîna rêya heqîqetê, ji dil û can dixwînin, berxwedide. Ew bang, banga rihê azad a pêşeroj û paşerojê ye. Tu serhildanên Rojhilatê Kurdistanê, ewqas dem dirêj û ewqas bi armancekî mezin daneketiye qadan. Ev ji bo giştî jinên cihanê, gelên cîhanê û her wiha bi taybet, ji bo gelê Kurdistanê roj û demek nû ye.

‘Bersivek dîrokî da dijminê jinê’

Di dîroka Kurd û Kurdistanê de, di van du sed salên dawiyê de, bi dehan car ji bo azadiya gelê Kurd, gelek serhildan pêşketine. Bi hezaran mirov li ser vê axê, bi destê dagirkerên axa Kurdistnê ve, hatine qetil kirin. Em ji dîroka gelê xwe ve dizanin ku, hêzên sermayedar, siyasetek çiqas bê wijdan li ser gel û welatê me dane pêkanîn. Dîroka jina Kurd jî, li ser van birînên bi şewat, bi zanista jinê ve xwedî lêkolînên girîng e. Jina Kurd bi felsefeya azadiyê ya Rêberê mirovahiyê Rêber Apo ve, bi şoreşa jinê bersivek dîrokî da dujminê jin û gelê Kurd. Şoreşa jin, li her çar parçeyên Kurdistanê bi sekna Bêrîtan, Zîlan, Sara, Şirîn Elemhûlî, Viyan Soran û Şîlan Kobanê, mezin bû. Îro bi hezaran gerîlayên azadiyê, di vê oxorê de, li Zagrosan ji bo parastina şoreşa jinê, serî dan, lê sîng li himberî dijminê xwe û dijminê mirovahiyê netewandin.

‘Di dil û fikir de, gul vedide’

Berhemên şoreşa jina, îro, ji bo parastina jinan, li Rojhilatê Kurdistanê, di nava dil û fikrê her jineke de, gul vedide. Cara yekê ye ku, li dijî qetilkirina jinan, li Kurdistanê û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê, di meha Îlona sala 2022’an de, dîroka resen li ser koka xwe, bi diruşma ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ tê nivîsîn. Şoreşa jin, di vê mehê de, bi zayîna xwe ya civakî, ji dîroka tecawizkar û qatîl (kujer), hesab dixwaze. Dîroka mirovahiyê, ji gelek şoreşan re şahîdî kiriye. Şoreşa herî resen jî, şoreşa Neolotîkê a ‘şoreşa gundewariya nû’ ye. Weke ku tê zanîn şoreşa ziman, bawerî, çandinî û civakbûnê, di zik hev de, di vê dema Neolîtîkê de pêş dikeve. Ji dane û lêkolînên hevbeş ên li ser Neolotîkê, tê zanîn ku, ev şoreş, di bin bandora çand û baweriya jinê de pêşketiye. Dîroka ku îro bi keda jinan, li Rojhilatê Kurdistanê, ji bo xwedî derketina li azadiya jin û jiyanê, pêl bi pêl ber bi giştî civaka Îranê ve diherike. Em dibînin ku ev herikîn îro, giştî jinên cîhanê jî, di nava xwe de diherikîne. Li her çar aliyên cîhanê, bi hezaran jin, dilsoziya xwe bi birîna têlên porê xwe yên pîroz, ji bo jinên serhildêr ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê diyarî dikin.

‘Li Rojhilatê Kurdistanê, geş bû’

Şoreşa jin, îro, li ser rehê xwe yê dayîka Neolotîkê, bi zanista Jinolojî ve xwe gerdûnî dike. Lewra em dibêjin ku, li Rojhilatê Kurdistanê, ‘Dem Dema Parastina Şoreşa Jinê ye.’ Ev banga ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ji kûrahiya dîroka meşa jina azad, li Rojhilatê Kurdistanê geş bû ye. ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ bingeha Netewa Demokratîk, stratejiya şoreşa jina Kurd e. Ya rast, li dora vê formê, wek jin, xwbûna xwe bi şêwazê rast pêkanîn e. Bi rihê welatparêzî, xwe rêxistin kirin, bi îrade kirin, bi tekoşîn kirin û bi estetîka jiyanê ve, bi rihê azad ava kirin, armanca jina Kurd a Rojhilat e.