Nesrîn Botan stranên şoreşa gel distirê

- Newaya Jin
140 views
Pêşketina hûnera şoreşger a azad li Rojava bi berhemên bi bandor, têr û tijî bala herkesê dikişîne. Bi taybetî jinên hunermend di vê rewşê de pêşengiyeke bi wate dikin. Hem hunermendên jin ên bi ezmûn, hem jî bi hezaran jinên ciwan di her qada hunerê de bi tevger in. Me jî xwest ji van jinan dengê endama koma Botan, hunermenda hêja Nesrînê bigehînin we xwendevanên xwe. Hunermend Nesrîn Botan derbarê jiyan, hunera şoreşa azadiyê û şêwaza xwe ya mûzîkê de pirsên me bi dilnizmî bersivand.

Em dilxweşin û spas dikin ku we daxwaza me ya hevpeyvînê bi dilgermî pêşwazî kir. Wekî gelek guhdar û hezkiriyên we em jî bi salaye xebatên we yên hunerê dişopînin. Di gelek kar û xebatên berî şoreşê û dema şoreşê de we cih girt, niha jî bi awayekî çalak xebatan dimeşînin. Pêşî em dikarin we ji nêz ve nas bikin. Nesrîn Botan kiye?Navê min yê rasteqîn Nesrîn Mihemed e, lê weke Nesrîn Botan di nava gel de têm naskirin. Ev paşnavê min jî ji Koma Botanê hatiye. Ez sala 1980’an li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hatime dinyayê. Di malbateke Kurdperwer de min şîrê welatparêziyê vexwar. Çawa ez bîrewer bûm, min malbata xwe nas kir ku ew di nava tevgera azadiyê de ye. Di nava vê atmosfera malbatê de em jî fêrî welatperweriyê bûn. Jixwe kar û xebatên me di nava malbateke wisa hişmend û alîkar de, hêsan bû.

Çi bû sebeb Nesrîn Botan berê xwe bide hunerê?
Wek min di bersiva jorîn de gotî, kar û xebatên malbatê, hestên netewî li rex min vejandin. Ya din xuşka min a pakrewan Şehîd Zelal, wê jî xeyalên kûr û fireh li rex min çêkirin ku ez wê bişopînim. Xuşka min bixwe endama Koma Botanê bû, ew di beşa hunerê de bû. Piştre jî di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bû. Vê jî hişt ez berê xwe bidim kar û xebata hunerê.

We kengê dest bi karên hunerî kir. Xebata we destpêkê di nav de cih girtî çi bû?
Ez di sala 1997‘an de tevlî xebatên koma Botanê bûm. Despêkê min di beşa dîlanê de cih girt. Çaxa ez derbasî nava karên komê bûm û min di beşa dîlanê de cih girt, min digot qey ya herî giring di cîhanê de ez im, ez kar û xebatê ji bo çand û hunera xwe dikim. Li wir çavê min li ser gelek tiştan vebû. Taybetî hunera mûzîkê bala min kişand. Li wir min nas kir ku dengê min xweş e û dikarim stranan bêjim. Hevalên koma Botan li min guhdarî kirin û ez ji beşa dîlanê çûm beşa mûzîkê. Çûna min jî li gorî xwesteka min bû. Dihisiyam ku taqetên mezin li rex min hene, pêwîst e bi vê hêza xwe bikevin di bin xizmeta karên Komê de.

Hûn hîn jî bi govendê re eleqeder in? Hûn peywendiya di navbera herdu govend û mûzîkê de çawa dibînin?
Vê agahiyê baş nizanim, lê dibêjim ku govend berî stranbêjiyê û awazan hatiye afirandin. Ji ber peyama mirov e ku ew dilxweş e. Çawa girî piranî peyama xemgîniyê ye, wisa jî govend peyama şahî û dilxweşiyê ye. Taybetî govend gelêrî û ya li ser dikê û li beramberî gel ez gelek bandor dikirim. Carê min digot eger derfet hebe, ez ê di herdû beşan de jî kar bikin.

Koma Botan salên dirêj e xebatekî berfireh ya çand û hûnerê dike. Xwedî kevneşopiye û mîna akademiyekê tevgeriyaye. Hûn dikarin Koma Botan çawa pênase bikin.
Rast e, eger em nav lê bikin koma Botanê akademiyek bû. Di wî heyamî de zêde saziyên me nebûn, hikûmeta Sûriyê em digirtin. Lewma jî her kesê ku dixwest tevlî kar û xabatên tevgerê bibe, ew yekser diçû koma Botanê û li wir her tişt zelal dibû. Li wir dibûn hunermend, şoreşger, şanoger, siyasetmedar. Koma Botanê, bi bandor û akam bû. Ji komê 39 hevalên hunermendên şehîd hene.

Hûn dikarin behsa berhem û xebatên xwe yên di nava koma Botan de bikin?
Despêkê jixwe beşê dîlanê bû, çaxa ez çûm beşa mûzîkê me stranên hevbeş digotin, û li gel hevkarên xwe me li pey hunermendên mezin ên wekî Aramê Dîkran, Xelîl Xemgîn sitra ye. Û li gelek bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê em li ahengan amade bûne.

Di dema şoreşê de we karê xwe di nava koma Botan de dewam kir. Bi destpêkirina şoreşê re weke komê we xebatek çawa meşand, we bandorek çawa li xebatên şoreşê kir, an jî şoreşê çi bandor li xebatên we yên hunerî ki?
Bi xwe bersiva vê pirsê tenê hevpeyvînek jê re divê. Lê dikarim vê bibêjim, koma Botanê xwedî akam û bandora herî mezin bû li ser gelê Rojavayê Kurdistanê. Stranên şoreşgerî yên ku ti carî jî nema ji bala xelkên me diçin, hetanî bi zarokan Stran û merşên me digotin. Ew zarokên berî 12 salan aniha bûne pêşengên vê şoreşê. Me ne wek her aliyekî Sûrî li vê şoreşê nêrî, me wek rengê xwe û dengê xwe rahişt barê şoreşa Sûriyê, heta aniha jî ew projeya me ye û em berdewam xebatên hunera şoreşê dikin.

Hunermend Nesrîn ji şoreşê çawa bandor bû, xebatek çawa di nava şoreşê de meşand? Hûn dikarin behsa aliyê sazîbûna hûnerê ya dema şoreşê bikin, bi taybetî jî di warê jinê de rewşek çawa heye?
Jixwe çirûskên vê şoreşa me jin bûn. Jinê her tişt kir, jin daket kolanan, jinê lîland, jinê govend gerand. Bi saya xebata jinê projeyên me pêk hatin. Jina Kurd a Rojavayê Kurdistanê di aliyê xwe yê leşkerî de îro di rêza yekê de ye. Dîsa jina Kurd a siyasetmedar li hemû navendên biryarê yên cîhanî hetiye naskirin. Jina Kurd a xwendevan, û wisa jî jina kurd a hunermend, mûzîkjen, derhêner, hemû beşên çand û hunerê di nava şoreşê de çalak in, ji wê zêdetir pêşeng in. Jineke Kurd weke Jîna Amînî îro kursiyê desthilata rêjîma Îranê hejand. Lewma jin Pişt e, jin her tişt e.

Em hinekê behsa rengê dengê we û şêwaza we ya muzîkê bikin. Hûn muzîka xwe çawa pênase dikin?
Di stranbêjiyê de ez xwe nabînim ku wek filan hunermendî distrêm, lê bêtir ez xwe di strana şoreşgerî de dibînim. Helbet di strana folklorî de jî ez dikarim baş avjeniyê bikim. Wekî xwe distirêm, wekî karîna dengê xwe û awazên ku ez jê razî bim distirêm. Mûzîka gelêrî pir guhdarî dikim. Ji dengê Eyşê Şanê têr nabim, ji ber ku şêwaza wê ya stranbêjiyê nimûne ye.

Vegera ji civakê derbarê hunera we de çiye? Peyama deng û awaza we çiqas digehe armanca xwe?
Serkeftina min bi saya koma min e, Koma Botanê em kirin hunermend. Koma me derfet da min û hevalên min ku em stranan bêjin û tomar bikin. Li rex min strana hevbeş ew strana herî serkeftî ye. Helbet ku li gorî pîvanên stranê bin; mebesta min jê ew e ku stran hevbeş were gotin, em bêtir rehet dibin, bêtir nêzîkî gelê xwe dibin, bêtir digehe armancê.

Li gorî we peywendiya jinê û muzîkê dikare çawa were vegotin?
Hemû mîrasê me, ziman, kultûr, folklor bi saya zimanê jinê û dengê jinê hatiye parastin. Bi hezaran çîrok bûne destan, jinê gotine, jinê kirine stran û hatine parastin. Qet jina Kurd dûrî mûzîkê neçûye, ji lorandina dergûşa zaroka xwe, hetanî çeperên şer û li ser dikan straye.

Hûn herî zêde ji kîjan jinên hunermend bandor bûne?
Wek min got bandor belkî tune be, lê hezkirin û guhdarkirin e ya min. Ji jinên Kurd Eyşe Şan û Şehrîvana Kurdî, ji jinên Ereb jî Feyroz û Um Kelsûm.

Em hinekê jî li ser projeyên we yên taybet baxivin.
Projeyên me ranawestin. Tevgera me çi dem û wextî bixwaze em amade dibin û li ser hinek stranên hevbeş kar dikin. Helbet li ser hinek stranên taybet jî ez dixebitim. Ji wan projeyan hinek jê nûjenkirina stran gelêrî ne. Jixwe ez amadekariya pêşkêşkirina bernameyeke hunerî di dezgeheke herêmî de dikim. Ew jî dê di demeke nêz de eşkere bibe.

Ji bilî komê hûn serbixwe jî xebatan dikin. Hûn dikarin behsa hinek ji van karan bikin. Nimûne beşdariya festîvalan, an jî konser û her wiha.
Ez wek hunermend li hemû bajar û bajarokên Rojava geriya me. Min li van deveran aheng û konsêrt çêkirine. Li bajarên Sûriyê yên weke Şama paytext, li Libnanê, li Rûsyayê tevlî konser û ahengan bûm e. Ev hemû ahengên Newroz û konsêrtên tevgerê bûn. Min 5 stranên taybet hene. Nimûne strana Dayik im li ser dayikên pakrewana ye. Ya din li ser Efrînê ye. Stranên din jî bi navê Leyla Guven, Welatê min û Ez Kurdistan im. Sê stran ji wan mîna vîdeo klîp jî hatine weşandin.

Hûn difikirin albûmekê derxînin?
Belkî ez nafikirim albûmeke dagirtî stran derxînim. Ji ber dem ne wekî berê ye ku her kes li albûman guhdarî bike. Lê difikirim û di nav projeyên min de heye ku her demekê derfet hebe stranekê biweşînim.

Herî dawî ji bo xwendevanên me hûn dixwazin çi bêjin?
Peyama min ji hemû xwendevanên we re, pêşî silavên ji dil in. Kêfxweş bûm ku bi rêya vê hevpeyvînê re, wê hinek kesên din jî me nas bikin, wê nerîna me di gelek mijaran de nas bikin. Dibêjim eger hûn bixwazin min bişopînin jî navnîşanên min yên toreya civakî bi navê min in, ‘Nesrîn Botan’. Spasiya we dikim û serkeftinê ji bo Newaya Jin dixwazim. Em jî weke Newaya Jin gelek dilxweş in bi hunermendekî jin a weke we hêja re gehiştin hev ku xwedî keda salan e, ji dil li pey afirandin û vegotina çand û hunera gelê xwe ye. Ji bo pêşwaziya we, dilgermî û delaliya we em ji dil spas dikin. Her serkeftî bin.