Pêngav wê azadiyê bi xwe re bîne

- Zübeyde Zümrüt
48 views
Weke ku tê zanîn, di salvegera komploya navneteweyî ya 10’ê Cotmehê de, di asta navneteweyî de gelek kesên ku bîrdozî û paradîgmaya Rêber Apo dipejirînin, bala xwe li ser e, Wî weke îdeolog, ramanger, lîderekî siyasî, rêberekî têkoşîna 50 salî ya gelê Kurd dibînin, pêngavek dane destpêkirin.

Navê pêngavê ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ bû. Weke ku ji navê wê jî tê fêhmkirin, çareseriya pirsgirêka Kurd ji azadiya Rêber Apo, ji rewşa wî cuda nikare bê nirxandin. Ji bo azadiya Rêber Apo berê jî gelek kampanyayên cuda hatin lidarxistin. Gelek rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, hiqûqnas, nûnerên saziyên sivîl û sendîka beşdarî van kampanyayan bûn. Mirov dikare bibêje ku pêngava dawî jî dewama wan e. Lê belê divê were gotin ku ji kampanya û çalakiyên berê berfireh û mezintir e.

Pêngavê hîn di dema ragihandinê de deng veda

Pêngava dawî bi tecrûbeyên kampanyayên beriya niha hîn berfireh bû, hîn mezin bû û gihîşt asteke gerdûnî. Hate plankirin ku pêngav li 74 navendên cîhanê bê destpêkirin û hîn di dema ragihandinê de bi têra xwe deng veda. Li zêdeyî 100 navendan pêngav hate destpêkirin. Bi taybetî di pêvajoya destpêkirina pêngavê de û 4 mehên di ser re derbas bûn de, bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin, şert û mercên tecrîdê hîn bêhtir giran dibin, nayê zanîn bê li girava Îmraliyê çi diqewime ku ev yek jî dibe cihê fikarên mezin.

Pêngaveke demdirêj e

Tê zanîn ku dîlgirtina Rêber Apo li girava Îmraliyê, bêparhiştina ji mafên bingehîn ên mirovî dûrî hiqûqê ye, konsepteke siyasî ye ku dewama komploya navneteweyî ye. Tecrîd jî weke rewşa rojane ya vê yekê bi rengê sîstema êşkenceyê tê ferzkirin. Lewma têkoşîna ji bo rakirina tecrîdê, bi esasî jî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanca bingehîn a vê pêngavê ye. Ji ber vê yekê kesayetên navneteweyî yên ku pêngav dan destpêkirin, ne tenê şikandina tecrîdê di heman demê de israr dikin ku heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngav dewam bike. Lewma pêngav ne ji bo çend mehan an jî demekê ye, pêngav xwedî wê taybetmendiyê ye ku demdirêj e. Bêguman girîng e ku daxuyaniya navendî ya pêngavê li Strasboûrgê hate kirin, pêngav li Ewropayê hate destpêkirin. Tê wê wateyê ku berpirsyariyên sîstema Ewropayê li bîra wê hate xistin, hevkariya wê ya li sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê hate teşhîrkirin.

Rêber Apo êdî rêberekî gerdûnî ye

Fikir û paradîgmaya Rêber Apo êdî di asta navneteweyî de tê qebûlkirin, ku vê yekê bandor li pêngavê jî kiriye. Dema ku me karê vê pêngavê kir, me careke din dît ku fikir û felsefeya Rêber Apo li nava civakên derveyî me û derdorên akademîk gelekî bi bandor bûye. Gava ku mirov bala xwe bidin ser çalakiyên destpêkê yên pêngavê, wê ev bandor bi şênberî bê dîtin. Rojên xwendinê yên di meha Kanûnê de hatin kirin, mînaka herî balkêş a vê yekê ye. Li çar aliyên cîhanê parêzname û pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin. Ji gelek derdoran mirov tevlî van rojên xwendinê bûn. Ev yek jî nîşan dide ku fikrê Rêber Apo asoyekî nû dide tevgerên azadiyê û jinê yên ku li dijî sıstema hegemonîk di nava lêgerînên alternatîf de ne. Û êdî Rêber Apo di asta gerdûnî de weke rêberekî tê dîtin. Di ser pêngavê re 4 meh derbas bûn. Di serî de welatên Ewropayê li çar aliyên cîhanê, li Bakurê Kurdistanê û li Rojava çalakiyên girîng hatin lidarxistin. Ji niha ve em dikarin bibêjin ku pêngav gihîştiye asteke girîng û baweriya me tam e ku wê azadiyê bi xwe re bîne.

Divê em bibin dengê girtiyan

Li gel van çalakiyan greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyeyê, li derve jî Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan, çalakiyên girîng in ku di çarçoveya pêngavê de têne lidarxistin. Weke rêveberên vê pêngavê, weke gel û jinên Kurd; ji bo me wezîfe ye ku bibin dengê vê greva birçîbûnê, li tevahiya cîhanê piştgiriyê bidin girtiyan. Pêngav wê di dema pêş de hem bi belavkirina karên îdeolojîk, teorîk û felsefîk ên Rêber Apo, hem jî bi çalakiyan dewam bike. Yek ji vê plansaziyê jî ew e ku di salvegera 15’ê Sibatê de 100 hezar kartpostal ji girava Îmraliyê re bêne şandin. Plansaziyeke din a girîng ew e ku di 17’ê Sibatê de bi beşdariya ji hemû welatên Ewropayê li bajarê Koln ê Elmanyayê komploya navneteweyî bê şermezarkirin. Em weke rêveberên vê pêngavê, weke şopdarên fikir û paradîgmaya Rêber Apo, bi biryar in ku sala 2024’an ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bikin saleke pêngavê. Dawiya dawî karê me hemû ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Em zanin ku pêkhatina daxwazên azadî û mafên demokratîk ên Kurdan, bidawîbûna kaosa li Rojhilata Navîn bi azadiya Rêbertî dibe.

* Hevseroka KCDK-E’yê