Şerê di dawiya sala 2023’an de di navbera Îsraîl û Filîstînê de derket û dewam dike, bilançoya qurbaniyan her diçe girantir dibe. Her çend hin caran di encama navbeynkaran de demkî şer rawestiyabe jî, wer xuya ye dê wisa bi hêsanî nesekine û berbelavê welatên herêmê jî bibe. Bandora şer ya li ser Lûbnan, Sûriye, Iraq û Îranê her diçe zêdetir tê hîskirin. Dibe ku ev xeta şer heya nava Tirkiyeyê jî biçe. Ev rewşa nû ya li herêmê pêk tê, dê hinek guhertinan jî li herêmê li gel xwe bîne.
Bi taybet dewleta Tirk û Îranê di mijara derxistina hêzên koalîsyona navnetewî ya bi pêşengiya Amerîkayê ji Sûriyê û Iraqê, her wiha ji Rojava û Başûrê Kurdistanê li hev kirine. Jixwe dijberiya Îranê ya bi van hêzên Rojava re dîrokiye û li pêşiya berbelavbûna xwe ya li herêmê weke astengiyeke mezin dibîne. Dixwaze li herêmê hîlala Şîe pêk bîne û van hêzan weke gefek li ser asayîşa desthilata xwe dibîne. Di van demên dawî de hêzên ser bi Îranê yên Iraqî hem ji Iraqê ve êrişî baregehên Amerîka yên li Rojavayê Kurdistanê dikin, hem jî li Iraqê û Herêma Kurdistanê êrişan dibin ser wan. Armanc derxistina van hêzan ji herdu welatên ku ji bo xwe stratejîk dibîne ye. Şerê Îsraîl-Filîstîn û yên ketin navbera welatên herêmê û yên Rojava de jixwere veguherand firsendekî. Helbet di vê navberê de pêwiste para Îranê ya di şerê Îsraîl û Hamasê de jî neyê paşçavkirin. Di demekê de ku di her aliyekî de Îran hatibû tengavkirin, pêvajoya asayîbûyînê di navbera welatên Ereb û Îsraîlê de pêşdiket, korîdorên nû yên enerjî û bazirganiyê di navbera Rojhilata Navîn, Asya û Ewropa de dihate nîqaşkirin û ji bo rê vekirinê peyman hatin îmzekirin, derketina şerê Hamas û Îsraîlê herhal wê ji siyaseta Îran û Tirkiyeyê serbixwe neyê dîtin! Para xwe kêm an zêde di vî şerî de heye û keysbaz nêz dibe. Ji ber vê êdî Îran yekser navendên Îsraîlê yên li welatên cîran dike hedef û berpirsyariya van êrişan jî digire ser xwe. Tê zanîn îstîxbarata herî xurt a li Iraqê û Herêma Kurdistanê MOSAD e. Peywendiyeke dîrokî ya Barzaniyan û MOSAD’ê bihevre heye. Her wiha ji ber Îran ti carî hebûna dewleta Îsraîlê qebûl nekiriye û Îsraîl jî wê ji bo xwe weke gef dibîne, herdu welat jî şerê xwe heya astekî li Iraqê dimeşînin. Lêxistina herî dawî ya Hewlêrê û mirina çend kesên ku tê îdîakirin karsaz in jî girêdayî MOSAD’ê ye. Jixwe berê jî Îran li navendeke giring a MOSAD’ê ya li Hewlêrê da. PDK û raya giştî ya Başûr herçend îdîa bikin, ew kesên sivîlin jî, ji derveyî zarokê hatiye qetilkirin, yên din tev biguman in. Helbet ev yek rewatî bi ti êrişekê nade. Lê rastiya mijarê weke di çapemeniyê de derdikeve û xuya dike nîne. Bikûrtî Îran hewl dide Amerîka û hêzên koalîsyonê neçar bike ji herêmê vekişe, ji bo bikare berjewendiyên xwe cêbicê bike û gefa li ser desthilata xwe ji holê rake.
Êrişên Hamasê, Tirkiye û korîdora nû ya enerjiyê
Lê para herî zêde ya di êrişên Hamasê yên li ser Îsraîlê de ya dewleta Tirk e. Gelek şîrove hene dibêjin, dewleta Tirk Hamas li dijî Îsraîlê xiste tevgerê. Lê di rastiyê de berjewendiyên dewleta Tirk ên dîrokî li gel dewleta Îsraîlê hene. Yekem dewleta li Rojhilata Navîn hebûna dewleta Îsraîlê qebûl kirî û herî zêde hem di warê aborî hem jî di warê pîşesaziya çekan de peywendiyên wê yên xurt heyî Tirkiye ye. Herdu alî jî wê dest ji van berjewendiyan bernedin. Herçend li ser Filîstîniyan re siyasetê bike û xwe weke alîgira wan bide nîşan û xwe bike kevoka aşitiyê jî, ev siyaseta Tirkiyê êdî deşifre bûye û di vî şerê dawiyê de zêde bandor nekir. Bi taybet rola dewleta Tirk di sorkirina Hamasê de tê bilêvkirin. Rastiya vê helbet heye. Ji ber piştî vekirina korîdora nû ya enerjî û bazirganiyê ya di navbera Rojhilata Navîn-Asya û Ewropa de ev êriş pêk hatin. Ji ber eger ev korîdora ji Hindîstanê heya Rojhilata Navîn û Ewropayê bikeve meriyetê, Tirkiye giringiya xwe ya jeostratejîk ji dest dide û wê bê baypaskirin. Tirkiye herî zêde li ser vê giringiya xwe ya jeostratejîk siyasetê dike, tawîzan ji welatan digire û şantajê dike. Ev çek bi vî şêwazî ji dest Tirkiyeyê tê girtin. Lê bi şerê Îsraîl û Filîstînê re dê çarenûsa van korîdorên nû yên alternatîfî Tirkiye, Îran, Çîn û Rûsyayê şekleke çawa bigirin, ne diyar e. Ev şerê li Îsraîl û Filîstînê serî hilda, wisa xuyaye dê berbelavê herêmê jî bibe. Ev şer dê bandorê li siyaset, aborî û enerjiyê jî bike.
Mijareke din a divê bê destnîşankirin jî ew e ku Tirkiye jî di mijara derxistina hêzên Amerîkayê ji Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de bi Îranê re hemfikir e. Lê armanca wê ji ya Îranê dibe di hinek mijaran de taybettir be. Tirkiye ji bo ji holêrakirina destketiyên Rojavayê Kurdistanê, destdanîna ser çavkaniyên aborî û enerjiyê koalisyona navnetewî ya bi pêşengiya Amerîkayê ji xwe re asteng dibîne. Amerîka di qada hewayî de heya niha destûr dide Tirkiye li Rojava bixe, lê di erdê re wer xuyaye hîn ev destûrê nedayiyê. Ji ber vê eger bikare zext li ser Amerîka çêbike û ji Rojava derbixe, dibe bikare baştir hespê xwe bibezîne û bigihe armancên xwe. Amerîka jî ji bo berjewendiyên xwe li herêmê dimîne. Lê wisa xuyaye dixwazin raya giştî ya Amerîkayê jî neçar bikin, ji bo biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraq û Sûrî bidin. Hemû êrişên dijwar yên vê demê dikarin di vê çarçoveyê de werin nirxandin.
Hilbijartinên li Iraq û Başûrê Kurdistanê
Dibin siya êriş û aloziyan de li Iraqê piştî 10 salan hilbijartinên encûmenên parêzgehan çêbûn. Tevî boykota Tevgera Sedir jî hilbijartin pêkhat û asta tevlîbûnê li derdora sedî 44’an bû. Ya herî giring jî hilbijartin ji 2005’an ve li Kerkûkê çênebûbû, rêveberiyê karî hilbijartinan li vê parêzgehê çêbike. Her wiha parêzgeha din a krîtîk jî Mûsil bû. Li Mûsilê jî hilbijartin çêbû û encamên wê ne yên dawî bin jî ji raya giştî re hate ragihandin. Ya di van hilbijartinan de xuya bû ew bû, dewleta Tirk û PDK li Kerkûk û Mûsilê binketin. Siyaseta dagirkerî, şerxwaz û Osmanîgeriya nû ya AKP’ê, hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re; siyaseta gendel û dij demokratîk û pragmatîst tevî hemû dek û dolaban, şantaj û tehdîdan jî li van herdu parêzgehan deng û kursî winda kir. PDK li Mûsilê ji 8 kursiyan daket 4 kursiyan. Li nava Şengalê û ji kampên Êzidiyan nekarî namzet derbixe. Lê Tirkiye, Iraq û PDK ji bo namzetê Rêveberiya Xweser a Şengalê Qasim Keşko dernekeve, encamên hilbijartinê guhertin û tifaqên qirêj ên pişt perdeyî kirin. Qasim Keşko li Şengalê serket, ev pêşketineke giring bû.
Lê ji bo şikestinê di civaka Êzidî de çêbikin, wan demoralîze bikin, tifaqa li Şengalê û Mûsilê pêk hatiye belav bikin, encama hilbijartinê guhertin. Helbet ev hemû dek û dolab in û bi armanc tên kirin, hewl tê dayîn tifaqa ku pêşî li peymana 9’ê Cotmehê digire, ji holê bê rakirin û Rêveberiya Xweser ji êrişan re vekirî bê hiştin. Helbet encamên piştî îtîrazan hîn ne hatine eşkerekirin û nayê zanîn dê guhertin di encaman de çêbibe an na. Lê şer hîn xilas nebûye. Piştî encam zelal bûn wê postên giring ên encûmenan yên wekî Parêzger, Serokê Encûmenê, mûdîrê nahiyeyê, Qeymeqamên navçeyan û hwd. zelal bibin. Mijara giring ew e ku bazarî li ser Kerkûk û Mûsilê zêde hene. PDK ji YNK’ê re dibêje, eger li Kerkûkê ji bo parêzger piştgirî bideyê, divê ew jî li Mûsilê ji bo Şengalê piştgirî bide û bibin tifaq. Helbet ev ji bo YNK’ê îmtîhaneke giring e. YNK parêzgerê Kerkûkê jî ji bo xwe giring dibîne. PDK jî li ser vê dixwaze YNK’ê teslîm bigire, binketina xwe ya di hilbijartinê de bi saya van şantajan veşêre, tifaqa hêz û pêkhateyên li Şengalê belav bike û kesên girêdayî xwe li Şengalê ji bo postên giring erkdar bike. Ev qonaxeke krîtîk e. Eger YNK bi PDK’ê re bibe yek û siyaseteke şaş bişopîne, wê mîsoger di hilbijartinên parlementoyê ya Herêma Kurdistanê ku tê plankirin meha Gulanê pêk bên winda bike û tifaqên xwe yên stratejîk ku piştgiriya wê dikin û di Kerkûkê de hiştin ku bi ser bikeve, ji dest bide. Ev jî îmtîhaneke giring û krîtîk ya li pêş YNK’ê ye. Eger siyaseteke aqilane bimeşîne, dibe bikare serkeftî ji vê îmtîhanê derbikeve.
Rewşa li herêmê tijî firsend e
Hem hilbijartinên Herêma Kurdistanê, hem hilbijartinên herêmî yên Tirkiye û hem jî diyarkirina postên encûmenên parêzgehên Iraqê, dîsa şer û aloziyên dijwar yên li herêmê firsend û valahiyên cidî ji bo têkoşîna gelê Kurd û gelan derdixe holê. Li aliyekê metirsiyên cidî hene, li aliyê din firsend hene. Bêgûman eger pêşbîniyeke xurt a siyasî hebe, di demên kaosê de firsendên zêrîn jî ji bo gelan çêdibin. Herî zêde jî ji bo gelê Kurd dibe ku firsend çêbe. Bi taybet pêngava ‘Azadî Ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’, çalakiyên serketî yên gerîla ku artêşa Tirk anî ber îflasê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê leşkerên dagirker xist pozîsyoneke tenê xweparastinê, çalakiyên fedayî yên li metrepolên Tirkiyeyê fitîla qonaxeke nû pê xistiye. Li beramberî êrişên dijwar yên qirkirinê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê, berbelavbûna fikrên Rêber Apo di asta cîhanê de, gerdûnîbûna Tevgera Apoyî û tevgera jinên Kurd, berxwedan û operasyonên şoreşgerî yên gerîlayan, konjenktûra heyî ya dijberê Tirkiyê firsedên giring ên têkoşînê jî diafirîne. Pêşbîniya siyasî û timî di nava hemleyan de bûyîn, ji her demê zêdetir giringittir e. Ne di pozîsyona parastinê de, timî di pozîsyona çalakî û hemleyan de bûyîn dê bi têkoşînê bide qezenckirin. Serketinên mezin jî enceq eger em rîsk bidin ber çavan mumkun e…