Pêwîstiya jinê bi rêxistinbûnek cuda heye

- Elif Ronahî
101 views
Niha di aliyê jinê de avantaj û cudahiya me ya herî mezin, helbet Rêbertiya me ye. Dema em li civaka Kurdistanê dinêrin, hatiye çar parçekirin. Tevî nêzîkatiya serweriya giştî ya her dewletek di nava xwe de hebe jî, li dijî gelê Kurd polîtîkayên cuda hene û ev polîtîkayên heyî herî zêde bandor li jinan dike.Niha li Kurdistanê xeleka herî lewaz jin e. Di warê xeleka herî lewaz guherîne xelaka herî hêz de pêwîstiya jinêbi rêxistinbûnek cuda heye. Helbet tevgera jinan bingeha cewherî ya îdeolojiya PKK’ê ye. Bi rastî jî bingeha wê ye. Di vê bingehê de xwedî dibe û mezin dibe, lê têkoşîna eşkerekirina cudabûna xwe, nasnameya jina azad û xeta xwe meşandiye.

Gûhertin wisa hêsan nebû

Ango helbet esasê ku şoreşa li Kurdistanê bê pêşxistin demokratîk be. Ango dehifandina paşverûtî, avakirina pêkhatiyek demokratîk di aliyê avakirina civakek polîtîk û exlaqî de pêwîste û têrker e. Lê di aliyê jinan de, di wateyek giştî de pêşwazîkirina pêwîstiyên civak û şoreşê ne têrker e. Ji ber ku tiştên ku jin di dîrok û civakê de jiyaye di qonaxa heyî de, bi nasname û hebûna xwe hatiye înkarkirin û rastî guherînên mezin hatiye. Ne pêkanê ku jin bi bandora ol, feodalîzm, mêtîngehî û pergala modernîteya kapîtalîst ku hatiye avakirin re, di nava rêxistina giştî ya PKK’ê de pêwîstiyên xwe yên azadiyê pêk bîne. Lewma bi cewhera PKK’ê re spartî, bi xwedîbûna îdeolojiya PKK’ê re, îdeolojî, stratejî, taktîk û rê û rêbazên xwe diyar kir. Helbet pêkanîna vê yekê wisa hêsan nebû. Wisa rehet nebû. Di civaka Kurd de derketina derva ya jinek, tevlîbûna wê ya şoreşê cara yekem avêtina gavek wiha di şert û mercên welatek wekî Kurdistanê de bi tena serê xwe şoreşek e.Bi rastî jî wiha ye. Ji ber ev sedemên ku min anî ziman, pêwîstiya jinê bi rêxistinbûnek cuda heye. Rastiya dîrokî û civakî ev e.

Jin hêza dînamîka a civakê ye

Her wiha şoreşên ku li pêşiya PKK’ê û Rêbertî pratîk dibin hene. Encamên ku ev şoreş derxistiyê holê hene. Jin hêza dînamîka a civakê ye, civakê ava dike, civaka exlaqî û polîtîk dihone û nirxên Kurdistan diparêze. Di qonaxa heyî de tê xwestin vê tune bikin. Pir lewaz hatiye xistine. Ger jina dê bibe hêza bîngehîn ya dînamîk a şoreşa Kurdistanê, ketibe xet û xeleka herî lewaz, pir giring ku ev xelek were girtin û xurtkirin. Lewma dibe ku di wateya giştî de armanca şoreşa PKK’ê, pêwîstiyên civakê dabîn bike, lê nikare pirsgirêka mezin ya azadiya jinan dabîn bike. Çima? Ji ber ku pêwîstiya jinê ya bi rêxistinbûnek cuda heye. Ger rêxistin û sazîbûna xwe bi hişmendiya pêwîstî û vîna xwe ya cewherî pêşnexin, çarênûsa şoreşên din ên ji bo jinan çi be dê çarenûsa ku jiyî heman be. Di heman demê de şoreşa ku dê pêşbikeve kêm bihêle. Ji hêza dînamîk a bingehîn bêpar bihêle ku ev şoreş 50 sal, 60 jî bijî jî dê di dawiyê de hilweşe. Mînak me dît sosyalîzm 70 sal dewam kir, lê ji ber çi piştî 70 sal şûnde hilweşiya? Pirsgirêka bîngehîn ne pêşxistina çareseriyek mayînde ya pirsgirêka jinê û nebûna rêxîstin û têkoşîna li ser bîngehê pêwîstiyên jinan bû. Di aliyê jinan de jî ji ber ku mudaxileyek radîkal li ser vê rewşê nekirin, jin tenê li gorî pêwîstiyên diyar ên şoreşê û li ser bîngehê hiqûq û qanûnên hatine diyar kirin de, têkoşîna wê ya sererastkirina rewşa heyî, bû sedema windakirina jinê. Ji van tecrubeyan li Kurdistanê pêşketina têkoşîna şoreşgerî PKK’ê, di nava şoreşê de pêşxistina tevgera jinên ya di asta şoreşgerî de.

Ji bo azadiya jinan gavekî wêrek

Ger ya ku ewil hatine kedxwarî kirin jin bê, qada ku divê têkoşîna azadiyê destpêke bê dayîn û bê pêşxistin qada jinê ye. Ji ber ku dema em li îdelojiya serweriya mêr a 5 hezar salî dinêrin, tişta ku jinan re hatine şewe kirin ev e. Her çiqas guhertin û veguhertin hebin jî, tevgerên şoreşgerî ku pêşdikevin jî rewş wiha ye. Di rastiyê de bi avabûna tevgera PKK’ê re mudaxaleyek dîrokî jî vê rastiyê re jî heye. Mudaxaleyek pir girîng heye. Lewma ez dikarim bibêjim di nava PKK’ê de rastiya jinê di civakî û dîrokî de û rastiya jinê ya civaka Kurdistanê de raxistiye holê ku pêwîstiya jinê bi rêxistinek cuda heye û li ser vê bîngehê pêşketiye. Ev di aliyê pêşwazîkirina pêwîstiyên azadiya jinan de gavekî pir wêrektiye. Dema em di şert û mercên Kurdistanê de rewşa jinê bigrin dest, tevlîbûna jinê ji bo PKK’ê ku rastiya heyî red dikin û li gorî pêwîstiyên xwe bi wêrekî xwe rêxistin dikin, bû destpêka şoreşa yekemîn û ev pir girîng e. Niha bu qonaxek ku bandorî li ser jinên Rojhilata Navîn û cîhanê dike û lêgerîna van bihêz dike.