Rêya çareseriyê di azadiya jinê re derbas dibe

- Ruken Nexede
32 views
Dibin navê dizayna nû, çareserkirina pirsgirêkan û şerê li hemberî hêzên tarî, rojhilata navîn kirine gola xwînê, li her derê alozî heye. Dewleta Osmaniya nû, ji bo dagirkeriya xwe, di navbera hemû dewlet û welatan de agir pê dixe, şer çêdike. Ev jî dihêle ji hemû welatan sûdê bigire da ku dagirkerî û sînorên mîsakî milî bixe meriyetê.

Bi derxistina alozî, gengeşe û şer nahêle civak li ser pîlan û lîstikên wan bifikirin, bibînin û bibin xwedî helwest. Di rastiyê de dewletên zilhêz an go hêzên serdest ên cîhanî ji bo berjewendiyên xwe dixwazin heta demekê çavê xwe ji dewleta Tirk re bigirin heta pîlanên wan jî pêk tên. Dewleta Tirk jî bi fêlbazî nêz dibe da ku vê derfetê ji bo xwe bikarbîne. Ji ber ku ew jî dewletên zilhêz ji bo xewnên xwe yên Osmanî bikartîne. Ya ku pêşî li van qirêjiyan û pîlanên qirkirinê bigire jinin. Di desthilata heyî de ne nêrîna jinê heye ne jî cihê wê. Ev bi hezarê sale, hevsengî xirab bûye. Her ku diçe ber bi wêrankariyê ve tê birin. 

Dixwazin naveroka sedsala vale bikin

Dewletên wekî Amerîka û hin dewlet, dibin navê naskirina jinê û îradeya wê dixwazin şer û qirêjiya plan dikin, bi beşdarkirina jinan nava desthilatdarî û rêveberinê, naveroka sedsala 21’ê ku sedsala jinê ye vala bikin. Em lê binêrin li Îranê Mesûd Pizîşkiyan heman tiştî dike. Bi qîza xwe destpêkir, di kabîneyê de cih da jinekê. Di zagonên Îranê de, serokkomar dikare di kabîneya xwe de jinekê wekî alîkara xwe hilbijêre. Di van 45 salên desthilata komara Îslamî de tenê di serdama Muhemed Xatemî de jinek bû alîkarê serokkomar, ew jî salên 2001 û 2005 bû. Ehmedî Nejad jî jinek kiribû seroka tendurustiyê. Niha jî Pizîşkiyan di kabîneya xwe de cih daye jinekê, ew kiriye alîkara xwe. Ev jin bi nasnameya xwe yan jî bi nasnameya civaka resen û çanda wê ranabin, tenê bi fizîkî hene, xizmeta feraseta serdest dikin, ji bo dewleta Ruhanî baş li ser kar bin û berteka jinan sar bikin hene. Desthilat ji ber vê wan jinan tercîh dike. Lê ew jin çiqas di ferqa vê de ne, rastiya dewletê nas dikin an na? Pirsa girîng a ku were kirin eve. Dibe bibêjin rêyek ji bo jinê tê vekirin. Lê di rastiyê de ya bi destê wan jinan didin kirin li dûrî rastiya jin û civakê ye, li dijî jin û civakê ye. 

Di nava 2 rojan de 23 kes sêdare kirin

Em lê binêrin hemû şerên li rojhilata navîn bi destê dewletên zilhêz ên wekî Amerîka  çêdibin. Dema dîtin yekîtiya jinan di asta cîhanî de ye, rabûn kabîneya Biden hemû kirin jin. Bi vê dixwazin bi destê wan jinan, pêşiya yêkitiya jinê û rêxistinbûna wê bigirin. Ev jî gelek metirsîdar e. Dewleta bi nav Îslamî ya Îranê jî vê dike. Pizîşkiyan ji bo şoreşa jinê serkot bike, hêz û îradeya jinê tune bike dixwaze bi îdam û hepsan jinên siyasetmedar û têkoşînvan ji holê rake. Dixwaze modela jinên Besîc ên bi destê keça xwe dexist pêş, pêşkêş bike. Ew jî li gorî hişmendiya wan; Jina baş û ya bi aqil, jina qaşo bi edeb û ehlaq, jina guhdarî zilaman dike, jina bi vê erkê radibe, li kêleka mêr cih digire. Em bûn şahid ku komara Îranê ya li dijî jinê ye bi destê Pizîşkiyan ku kîna wî li hemberî jinê heye, di nava 2 rojan de 23 kes sêdare kirin.
Bi van polîtîkayan dixwazin rûyên xwe yên herî bi wehşet nîşanî civakê, nîşanî jinê bidin. Dixwazin beriya salvegera şoreşê, zîndanan ji kesên ku di raperîna “jin, jiyan azadî” de cih girtibûn paqij bikin. Bi vê dixwazin pêşî li têkoşîna zîndanan û berxwedanê bigirin. Lê ji bîr kirine, jin û ciwanên canê xwe ji bo şoreşê feda kirine, ji sêdare, girtîgeh û êşkenceyê natirsin.
Dema gav avêtin dizanîn û li bendê bûn, dibe ku dewleta xwînmêj wehşet û şîdetê bike. Çalakvana mafê jinan û rojnamevana dengê azadiyê di maneya xwe de vê dibêje; Heke em ji mirinê tirsîbana em ne diketin ser rêya têkoşîn û azadiyê. Azadî berdêl dixwaze. Ev bersivên herî binirx ên jinên pêşengin ku bi doz û armanca xwe re kilîtbûne. Ne dewletên zilhêz ne jî komara îslamî nikare bi wan, hevokên wan jî fêm nake.
Jinên ku ketine ser rêya azadiyê, ji bo welat û azadiya gelan şer û têkoşînê dikin bi ti awayî nakevin bin bandora model û ferasetên serdest dixwazin jinê pê bixapîne. Ya Îranê ji alozî û kaosê rizgar bike ku hêzên serdest wê ber bi şerê germ ve defh didin, hêza siyasî û birêxistinkirî ya jinê ye. 

Hewildana Dewleta Tirk li Îranê

Dewleta Tirk ji bo Îranê bixe nava şereke mezin û dagirkeriya xwe berfireh bike xwe li Azerbaycanê û Îranê birêxistin dike. Yê ku li hemberî vê dagirkeriyê dibe kelem tevgera azadiya kurd û têkoşîna Jinên Kurd e. Rêya rizgariya ji kaos û qeyranê naskirina nasnameya jinê ya siyasî û têkoşîna wê ya civakî ye. Dewlet Netewe xwe li ser derxistina krîz, qeyran û parçebûnê ava dikin. Sedsala 21’ê ku sedsala jinê ye tirs û xofek mezin xistiye dilê desthilatdaran, ji ber vê her tiştî dikin da ku jin gavê şûnde bavêjin. Ev jî tê wê wateyê ku şoreşa jinê astengiya herî mezin û bingehîn e li hemberî feraseta deshilatdar, sîstema mêrsalar. Zayendperestî, olperestî, netewperestî amûra herî bihêz ên vê zihniyeta mêrsalar bû ku, dikarî xwe li ser piyan bigire. Lê bi şoreşa jinê, bi fikir û felsefeya Rêber Apo her sê lingên civakê diçewisîne dixe bin lêpirsînê. Jin û civak van mijaran nîqaş dikin, şiyarî çêdibe, bi zanista jinê ev feraset tên nirxandin û destgirtin. Ev pêşketin wan ditirsîne, ji ber wê bi kuştinê, bi şerî, bi girtinê û sêdareyan, bi êşkence û tirsandinê dixwazin pêşî li ronakbîrî û şiyariyê bigirin, wê demê jî bivirê li lingê xwe didin. Civak li derdora jinê û hêza wê kom dibin, bi taybetî jî ciwan û zarok xwe li jinê digirin, rêya wê wekî tekane rêya têkoşîn û xebatê dibînin. Pergala ku xwest xwe li ser seks, spor û huner bidomîne, bi têkoşîna azadiya Jinê şkestin xwar. Ji ber ku jin û ciwanan li hemberî vê pergala qirêj yekîtiya xwe avakirin, pêşengiyê dikin. Ti dewlet nikare li hemberî vê hêzê bisekine. Jin û Ciwan kirin hedef, heta astekê bandor jî kirin lê jin û ciwan li rojhilata navîn mil dane hev, li hemberî tarîtiyê şer dikin. 

Ji jina bi rêxistinkirî ditirsin

Komara Îslamî jî ji bo dawiya wan wekî Seddam û yên mîna wî nebe divê vê rastiyê baş bibîne, rêz nîşanî rastî û heqîqeta dîrokî bide. Rêya çareseriyê azadiya Jinê, xebatên jinê û ciwanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê ye. Em baş dizanin ku potansiyela li Îranê girîng e û bandorê li hemû cîhanê dike. Heke dewlet bixwaze vê potansiyelê serkot bike wê bi tunebûnek sedî sed re rûbirû bimîne. Di van du salên dawî de ev rastî bi awayek şênber derkete holê. Dewleta ku ji pêşengî û nêrîna jinê tirsiya, bi wehşetê bersiv dan. Niha jî ji hêz û îradeya komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê, ji hêza jina bi rêxistinkirî ditirse, dawiya xwe dibîne. Ji bo we jî hukmê îdamê da Zeyneb Celaliyan, Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî, Şerîfe Muhemedî û bi dehan jinên din en li girtîgehê. Civaka demokratîk encex bi jina rêxistinkirî, jina bûye îrade û hêz, bûye nasnameya siyasî dikare ava bibe. Pizîşkiyan û Amerîka bi feraseta xwe nêzî jinê dibin, dixwazin wan ji bo berjewendiyên xwe bikarbînin. Ji ber wê li hemberî jina daxwaza azadiyê dike û şer dike, propogendeya reşkirinê dide destpêkirin. Ji bo jin xwebûnê esas negirin, li pey armancên xwe neçin bi sêdare û girtinan dixwazin tirsê avê bikin.
Lê jinan tama azadiyê girtine, rêya xwe dîtine, qet gavê şûnde na avêjin û em natirsin. Emê bi rih, fikir û hestên xwe yekîtiyê çêkin, şoreşa çandî û dîrokî bigihînin serkeftinê. Zeyneb Celaliyan û hevalên xwe li girtîgehan ji bo armanc, daxwaz û xeyalên xwe têdikoşin, emê jî li derve ji bo heman dozê têbikoşin, armancên wan dê bingeha têkoşîna me be. Çawa wan ji bo civakê xwe fedakirin, lazime em jî hem ji bo xwe, hem jî ji bo wan her tiştî bikin. Tekane rêya ku dê pêşî li êrişên li ser jinê, pêşî li qirkirinê bigire yekitî, hebûn û xwebûn e. Emê bi nasnameya xwe, xwe îfade bikin. Tu hêzeke serdest û zilamek nikare teşe bide xebata me. Emê bi xwe, derbarê xwe de biryarê bidin, pîvana civaka ehlaqî û polîtîk diyar bikin. Pêwiste em li hemberî feraset û hişmendiya kesên wekî Pîzîşkiyan ku dixwaze pîvanan li ser jinê ferz bike bibin xwedî helwest. Di serî de keça wî û ji hemû jinên ku dibin navê besîc de li derdora dewletê kom bûne re bibêjin çavên xwe vekin. Nebin qurbanê berjewendiyên dewletê, li hemberî daxwazê jinan, bi hişmendiya mêr nesekinin, li dora rêxistinbûna jinê kom bibin. Xwe bibînin û ji rastiya xwe vegerin da ku jin û dîrok we efû bikin.