Partiya Wekhevî û Demokrastiyê ya Gelan (DEM Parti) ji bo namzetên xwe yên hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de diyar bike, di destpêkê de pêşhilbijartin li dar xist. Li nêzî 90 navendan nêzî 100 delegeyî dengê xwe bi kar anîn. Yên ji sedî 50+1 deng girtin bûn namzet.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sultan Yaray têkildarî mijarê ji Newaya Jin re nirxandinên xwe parve kir. Sultanê bal kişand ser giringiya rol û mîsyona jinan a di hijbijartinê de û got:”Hemû xebatên ku li ser nirxên azadî û demokrasiyê dimeşin, di heman demê de sepandina îradeya gel a li dijî qeyûman e jî. Her wiha em dikarin bêjin feraseta jinê di heman demê de rengîniya vê berxwedanê ye.”
Xebatên pêşhilbijartinê
Sultanê di destpêkê de bal kişand ser pêvajoya pêşhilbijartinê û beriya wê û wiha pê de çû: “Beriya ku em têkevin pêvajoya amadekirina komisyonê, ji bo xebatên hilbijartinê me li Amedê bi gel re çend civîn çêkirin. Her wiha me civînên navxweyî çêkirin. Piştre konferans hat lidarxistin. Li gor wê me pêvajoyek da ber xwe û em li gorî vê meşiyan. Çima me pêşhilbijartin çêkir? Lazim e ez hinekî behsa wê bikim. Pêşhilbijartin bêtir xwesteka gel bû. Me jî li gor vê xwestekê got bila bi dilê gel be. Delegeyên me jî ji malbatan, TUAY-DER, MEDYA-DER’ê, her wiha saziyên me yên demokratîk, endamên partiyê, kesên di partiyê de xebitîne, saziyên jinan, çapemeniyê ne. Ji pêşhilbijartinê wêdetir, wekî hilbijartinekê bû. Rengekî xweş da der. Bendewarî ew e ku wek civakî û siyasî ferikandina nirxên demokrasiyê ye. Em ê pêvajoya hilbijartina 2024’an veguherînin şahiya demokrasiyê. Em ê di rêveberiyên heremî de nûnertiyeke hemû dînamîkên civakê pêk bînin û bi vî awayî sînerjiyeke neteweyî biafirînin. ”
Nirxên demokrasiyê
Sultanê di heman demê de bal kişand ser giringiya demokrasiyê ya di hilbijartinan de û wiha dewam kir: “Dema em ji aliyê partiyê ve binirxînin ev ji bo me fersendeke giring e. Heger em karibin ew nirxên demokrasiyê di nava xwe de pêk bînin, li gora wê em bimeşin hem ew ê gel bêtir xwe tê de bibîne hem jî ew ê bibe hilbijartina xwe ji nûde avakirinê. Çawa xwe ji nûde avakirin ? Bi rastî ew rihê salên nodî salên berê, ew ê bi vî rengî ji nû de têkeve nava gel. Hûn jî dişopînin, di nava van salên dawî de hinekî sarbûnek heye. Bi taybet piştî hilbijartinan hinek nerazîbûnên gel jî derdikevin holê. Ji bo ev nerazîbûn jî rabin, em di wê baweriyê de ne ku di vê hilbijartinê de ew dilmayîn an jî nerazîbûn di pratîka xwe de em ê ji holê rakin. 2024 wê bibe sala jixwebawerî, demokrasiya navxweyî û pêvajoyeke nû ya ji bo kurdan û ji bo xwebirêvebirina kurdan. Hemû xebatên ku li ser nirxên azadî û demokrasiyê dimeşin, di heman demê de sepandina îradeya gel a li dijî qeyûman e jî. Her wiha em dikarin bêjin feraseta jinê di heman demê de rengîniya vê berxwedanê ye.”
Rol û mîsyona jinan a di hilbijartinan de
Sultanê diyar kir ku tevlibûna jinan a ji bo hilbijartinan gelekî giring e û wiha pê de çû: “Bê guman tevlîbûna jinan wê bandoreke erênî bike. Bi rastî me dît jinên kurd çawa li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li berxwe dan. Em dibînin di dîrokê de gelek jinên kurd ku em dikarin bi serbilindî qala wan bikin, hene. Ji ber wî hawî jî jin çiqasî xwe tevlî nava xebatên hilbijartinê bikin ewqasî baş e. Çiqas em bibêjin di nava xebatên hilbijartinê de bin, hem ji aliyê berendamtiyê, hem ji aliyê komisyonan de be, hem jî ji aliyê xebatên wekî dinê bin, wê demokratîktir bi rêk û pêktir bimeşe. Çimkî dema jin xwe tevlî karekî dike ew kar bêtir bi awayekî demokratîk dimeşe, bi rêk û pêktir dimeşe. Wê çaxê wekheviya civakê derdikeve holê. Her wiha meriv dikare bibêje ku her serlêdaneke jinê, li dijî zihniyeta qeyûman serhildanek e. Niha bi dehan jinên kurd ji ber ku serî netewandine di girtîgehan de ne. Lê belê cihê ku jin lê tinebe meriv nikare behsa edaletê jî bike. Ji bo ku jin rol û mîsyona xwe ya civakî û neteweyî pêk bînin, divê bi awayekî wêrekî tev bigerin. Xaleke herî balkêş a vê hilbijartinê jî ew e ku jinên kurd ev curhet û wêrekî li tevahiya navçe û bajaran nîşan daye. Giringî ew e ku jin bigihêjin armanca xwe û wekheviya zayendiyê pêk bînin. Jin di berxwedanê de tine be û nekeve nav kar û xebatên azadî û demokrasiyê, nagihêje hedefa wekheviya zayendî. Taybetmendiyeke vê hilbijartinê jî beşdarbûna jinan a bi coş û cesaretek mezin bû.”
‘Zêhniyeta babiksalar her tim xwestiye jinan hepis bike’
Sultanê da zanîn ku zêhniyeta babiksalar di dîrokê de her tim xwestiye jinê di malê de hepis bike loma jî tevlibûna jinan a hilbijartinê gelekî giring e û wiha got:”Bi sala ye em dibînin ku îktidara AKP-MHP’ê dixwaze jinê di hundur de hepis bike. Hem di gotinên xwe de hem di pratîka xwe de polîtîkayeke wan a wiha heye ku naxwazin jin bi ti awayî di civakê de cihê xwe bigire. Ne tenê AKP-MHP, niha di dîrokê de jî em dinêrin her daîm dewletê, sîsteman, wê hişmendiya babiksalarî her tim xwestiye jinê di malê de hepis bike. Tine bike, tundiyê li jinê bike loma jî ji bo azadiya jinê ev xebatên ku tên meşandin, tevlibûna jinan a ji bo hilbijartinan pir giring e. Li dijî sîstema kapîtalîst, li dijî mêtingeriyê, li dijî tinehesibandina jinê û keda jinê ev hilbijartin giring in. Ne tenê di hilbijartinê de, di qadên wekî din de jî çi kar û xebat hebe tevlibûna jinan, gelekî giring e. Teqez jin divê tevlî her kar û xebatê bibin.”
‘Tevî zextan jin tevlî pêşhilbijartinan bûn’
Sultanê bi lêv kir ku tevî hemû zextan, binçavkirin û girtinan jin dîsa tevlî pêşhilbijartinan bûn, hêza xwe nîşan dan û wiha lê zêde kir: “Me di pêşhilbijartinan de jî dît ku jin çawa bi awayekî bi hêz îradeya xwe derdixin holê. Her tim girtin jî çêdibin. Bi sedan jinên siyasetmedar tenê ji bo ku xwestine siyaseteke azad bimeşîne, xwe tevlî siyasetê bikin, niha di girtîgehan de ne. Gelek jinên xwestine di siyasetê de dengê xwe bilind bikin îro di girtîgehê de ne. Lê belê tevî zextan, girtin, binçavkirinan jî, tinehesibandinê jî me di serlêdanan de dît ku jina kurd ti carî serî natewîne, natirse û wê paşde jî gav neavêje. Bi wêrekî xwe tevlî her xebatê dike. Ji gundan bigire heta bajarên mezin ji endamtiya meclisê bigire heta hevşaredariyê gelek serlêdanên jinan çêbûn. Jinên pir ciwan jî hene, di her temenî de daxwaza endamtiyê hebû. Ev bi rastî jî wêrektiya jinan jî derdixe holê. Ciyekî ku ewqas tundî, tunehesibandin, zext lê hebe û jin bi wêrekî dîsa li berxwe bide, ev serkeftin e. Jin bi wêrekî serlêdanê dikin, ev cihê şanazî û serbilindiyê ye.”