Şervanên nemir yên Kurdistanê

- Newaya Jin
198 views
Artêşa dagirker ya Tirk ji meha Nîsanê ve li herêmên parastina medyayê bênavber çekên kîmyewî bikar tîne. Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel nasnameya 17 gerîlayên di êrîşa bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, di 18ê Cotmehê de eşkere kir.

Navê kesên ku di êrişan de şehîd ketin, wiha ye: Rûbar Karker (Muhammed Dodkanîmîlan), Cîger Malazgîrt (Alîcan Derîcî), Helbest Koçerîn (Kevser Ete), Baz Mordem (Mehmet Can Evren), Mava Roj (Yekta Buşra Boz), Sedat Demhat  (Ferhat Guneş), Delal Şoreş (Peyam Abdullah), Demhat Têkoşîn (Bahadîn Ahmet), Demhat Cizîr (Alî Darga), Zinarîn Cûdî (Gurbet Oran), Rêber Kobanê (Amed Alî), Ruksen Zagros (Newroz Tahîr), Xemgîn Cizîr (Yahya Şen), Rêber Roboskî (Mehdî Babat), Serdem Agirî (Osman Abdî), Mazlûm Nisebîn (Abdurrahîm Uzun), Erdal Besta (Muhammed Xelîl). Di vê nivîsê de em ê cih bidin çîroka jiyana her çar gerîlayên jin ku di encama êrişên çekên kîmyewî yên dewleta dagirker de nemir bûn.

Helbest Koçerîn
Helbest Koçerîn li navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bû. Endama eşîra Sorî ye. Ji ber zilm û zoriya dijmin li gel malbata xwe koçî metrepolan kiriye. Her çendî ji welatê xwe dûr jî ketibe, ti demê ji nirx û çanda Kurdistanê ku ew ava kiriye dûr neketiye. Li bajarê lê, rastiya dijmin fam kiriye û dîtiye ku bi têkoşînê azadî tê bidestxistin. Helbest Koçerîn, sala 2014’an tevlî gerîla bû. Ji jiyana gerîlayên jin gelek bandor bû. Piştre cihê xwe di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de girt. Di pêvajoya şer de bi cesaret, moral û coş tevlî bû û bê dudilî bi ser dijmin de çû. Ji ber vê fedekariya wê destpêkê ji bo erka fermandariya tîmê tê wezîfedarkirin. Ji ber di gelek pêngavan de şer kiriye, carekê giran birîndar dibe û di demek kin de baş dibe. Pişt re bi şeklek bi biryar û bi hêz tevlî têkoşînê dibe. Di demekê de ku şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê giran dibe berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Li ser vî bingehî bi erka fermandarê yekîneyê derbasî Zapê dibe û zû tevlî pêvajoya şer dibe. Di dema êrîşa 14’ê Nîsana 2022’ê de di dema êrîşa li ser Zapê de fermandariya tîmên pispor dike, weke fermandareke pêşeng a demê cih digire. Bi vê taybetmendiya xwe dibe çavkaniya hemû hevrêyê xwe. Helbest Koçerîn hem li bejahiyê û hem jî şerê tunelan de têkoşîneke xurt li ber dijmin kir. Navê xwe li dîroka azadiya jinê ya berxwedêr û gelê xwe nivîsand.

Mava Roj
Mava Roj li Mûşê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. Mava Roj, dema diçe xwendina Zanîngehê li Îdirê Tevgera Azadiyê dinase. Di sala 2013’an de tevlî xebatên ciwanan dibe. Sala 2014’an jî tevlî nava refên gerîla dibe. Perwerdehiya xwe ya destpêkê li Botanê dibîne, bi rengekî lez dikeve pratîkê. Girêdanbûna wî ya bi hevrêtiyê re her roja  diçe xurtir dibe. Mava Roj, li ser bingehê Îdeolojiya Rizgariya Jinê xwe nas dike û pêş dixe. Bi hişmendiyeke ya  têkoşînê ya bê eman a Sarayan, Bêrîtanan û Zîlanan bi sekneke bê eman tevlî kar dibe. Her qada jiyanê ji bo xwe dike qada perwerdehiyê, têkoşîna xwe hê bi zanistîtir dike. Ji bo di warê leşkerî de xurtir bibe di qada pratîkê de xwe kûr dike û bû fermandareke pêşeng a jinê. Bi aliyên xwe yên kedkar, fedekar û dilnizm, cih di gelek qadên kar de girtiye. Mava piştî li gelek herêmên Zagrosê gerîlatiyê dike dibe fermandareke YJA Starê. Di êrîşa dagirkeriyê ya 14’ê Nîsana 2022’an fermandarê tîmê bi aktîf di qadên şer de cihê xwe girtiye. Mava di encama bikaranîna çekên kîmyawî ya nemert de şehîd dibe. Gerîlatiya ji Botanê heta Zapê dom kir, li çiyayên ku ji bo xwe kirin mekan, şopên ku neyên bîrkirin li pey xwe hişt.

Delal Şoreş
Delal Şoreş li Silêmanî di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Delal ku birayê wê jî di nava refên azadiyê de ye hem bi tevlîbûna birayê xwe hem jî ji şehîdên leheng ên mezin bandor bû. Di sala 2017’an de biryara tevlîbûna nava refên gerîla da. Piştî perwerdeya xwe ya sereke, tevlî çalakiyên Komalên Ciwan bû. Di dema xebatên xwe yên ciwantiyê de hewl da gelê xwe û ciwanên Kurd germahiya şerê li Kurdistanê û berdêla ku hatiye dayîn têbigihê. Delal Şoreş ku di xebatên ku di nav de cih girtiye jî xwe perwerde kiriye, hestên xwe yên şoreşgerî hîn zêdetir mezin kiriye û biryardarî û îradeya xwe ya têkoşînê mezin kiriye. Di pêvajoyeke ku gelê Kurd bi xeteriya qirkirinê re rû bi rû ye de Delal Şoreş dîsa berê xwe da çiyayên azad û cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt. Li Zapê di nava pêvajoya şer de cih girt, di qada leşkerî de bi lez xwe perwerde kir û rêgezên bingehîn ên gerîlatiya serdema nû hîn bû û jiyan kir. Delal Şoreş ku xwedî vîneke mezin a têkoşînê ye, ji bo tevlî çalakiyên li dijî dijmin bibe kedeke mezin da. Bi tevlîbûna li gelek çalakiyên li dijî dijmin ên li Zapê, hêrsa bi salan ji dijmin derxist û weke gerîlayeke pêşeng a YJA Starê tola hevrêyên xwe yên şehîd hilanî. Dewleta Tirk a qirker ku li dijî îradeya şervanên azadiyê encam negirt, dîsa çekên kîmyewî û bombeyên qedexe bikar anî. Di van êrîşên hovane yên dijmin de Delal Şoreş heta nefesa xwe ya dawî bi vîn, bawerî, cesaret û îradeyeke bêhempa şer kir û gihişt şehadetê.

Zinarin Cûdî
Zinarîn Cûdî, li bajarê Sêgirkê yê Şirnexê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Lê belê ji ber ku malbata wê polîtîkayên cerdevaniyê yên dijmin qebûl nekiriye, neçar mane koçî Mêrsînê bikin û li wir mezin bibe. Zinarîn, ji ber welatparêziya kûr a malbatê, dibe sedem ku li dijî êrîşên dijmin ên li ser gelê Kurd bikeve nav nakokiyan. Ji bo ji pirsên xwe re bersivan bibîne pêşî tevlî xebatên ciwanan bû û cihê xwe di nava têkoşîna azadiya gelê xwe de girt. Zinarîn ku bi taybet bi nakokiya zayendî ya di nava civakê de û statuya koletiyê ya ji bo jinê hatiye ferzkirin dizane, ti carî ev statu ji bo xwe qebûl nekir. Berovajî vê yekê zêdetir kete nava têkoşînê û hewl da ku azadiya xwe misoger bike. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku xwe gihandiye çiyayên Kurdistanê, demekê di nava xebatên Komalên Ciwan de ma. Demekê jî di nava xebatên çapemeniya azad de ma. Zinarîn ku kêlî bi kêlî bi perwerdekirina xwe ya bîrdozî xwe nas kir, hewl da ku layiqî kevneşopiya Gurbetellî Ersoz û Denîz Firatan bibe. Tevî ku xebatên xwe bi serketî meşand jî, ji ber rastiya şer a heyî xwest biçe eniyên şerê germ. Ji bo vê jî di wê baweriyê de bû ku beriya her tiştî divê aliyê xwe yê leşkerî xurtir bike. Zinarîn Cûdî, bi berpirsyariya xwe ya dîrokî di çeperên berxwedanê de cih girt û bi biryardariyeke mezin li dijî dijmin şer kir.

Rûksen Zagros
Rûksen Zagros li bajarê Rojava Qamişlo ji dayik bû. Di malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû. Rûksen, di nav derdoreke ku çanda berxwedanê lê zindî ye de mezin bû û bû şans ku têkoşîna me zû nas bike. Rûksen Zagros, ku şahidiya Şoreşa Azadiyê ya Rojava kir û rastiya ku ti gel bêyî xweparastinê nikare li ser lingan bisekine dît, di sala 2014’an de tevlî gerîlayên azadiya Kurdistanê bû. Rûksen Zagros ku perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê dîtibû bi awayekî serketî qedand, demeke dirêj li qada Metîna gerîlatiyê kir. Rûksen ku bi jiyan û ezmûna xwe ya gerîlatiyê derbasî Zapê bû, di demeke kin de xwe adapteyî vê qadê kir û weke ku dihat hêvîkirin bû xwedî pratîkeke xurt. Rûksen a ku li her kêliya Zapê ked daye, her tim bi kesayeta xwe ya bi enerjî û kedkar li eniyê rawestiyaye û ji bo hemû hevrêyên xwe bûye çavkaniya hêzê. Rûksen Zagros a ku bi awayekî leşkerî beşdarî jiyan û şer bû û ji xeta berxwedan û serketinê tawîz neda, di êrîşên dijmin ên bi çekên kîmyewî de gihişt şehadetê, nemir bû.