Şopdarên Hozan Mizgîn û Delîlayan

- Newaya Jin
79 görüntüleme
Berhema “Heftenîn Mizgîniya min” encama ked û hewildaneke kollektîf e. Newa û awazeke ji nîvê şoreşê ye. Koma Stêra Zêrîn ya jinan bi 8 jinên ciwan dest bi rêwîtiya xwe ya hunerê kir. Endamên komê bi hunera xwe hem li dijî şerê dagirkeriyê radiwestin, hem jî ji bo çêkirina şoreşa zihnî û hunerî têdikoşin.

Tevî şert û mercên şer, endamên ciwan yên komê bi motîfên hunerî yên resen mûzîka Kurdî jinûve dijenînin. Endamên Stêra Zêrîn dibêjin ku ew li pey şûnpê ya Şehîd Mizgîn û Şehîd Delîla ne… Em zêde li we dirêj nekin! Me ji bo we pirsî, ji koma Stêra Zêrîn Zeyneb Mansûr û Rehef Zilfo jî pirsên me bersivand. Fermo hûn û rêwitiya hunerî ya Stêra Zêrîn;

Koma we cara yekem bi strana “Heftenîn Mizgîniya min” hat nasîn. Nêzî du sal in di nava gelê Kurd de bi hezkirin tê guhdarîkirin, lê belê avabuna komê hîn kevintir e. Em bi agahiyên teknîkî bi nasîna komê dest pê bikin?
Koma Stêra Zêrîn di sala 2018’an de hat avakirin. Koma me ji 8 kesan pêk tê. Endamên komê hemû jin in û her wiha xwe bi xwe amûrên xwe dijenînin û stranên xwe gotûbêj dikin. Em 8 jin bi ruhê Şoreşa Rojava hunera xwe diafirînin. Stêra Zêrîn, şopdarê Hozan Mizgîn û Delîla ye. Koma me li gelek deverên Rojava bi konserên xwe gel çoşand. Gel bi dilxweşî û kêfxweşî tevlî konserên me bû. Tevî vê yekê, endamên komê bi dehan perwerdehiya hunerî ya Kurdî dan zarok û jinên ciwan.

Jinên şoreşger ji bo awaz û hunera me îlham in

Rojava ji bo gelê Kurd qadekê şoreşê ye ku gelek  gavên yekem yê pratîkî lê hatin avêtin. Li vê qadê şer qet nesekinî û dîsa jî di bin êrişên dijwar yên dijmin de  jiyanek tê hûnandin. Di van zirufên şer de weke komeke jin hûn dikarin  hewildanên xwe yê hunerê binirxînin. Tiştên herî zêde li ser hunera we bandor kir çi bûn?
Helbet şer bandora xwe li ser hemû qadan dike, em weke kom jî bandora ku li ser me kir ku em bi awayekî fîzîkî nikarîbûn li hev kom bibin lewma me hin xebatên xwe bi awayekî online dida meşandin. Her wiha ji ber em ciwan bûn, lewma bandor li ser me kir ku li hemberî van êrişan em jî weke kom bi hunera xwe ,hezkirina xwe ,hevaltiya xwe û hevgirtina xwe nîşan bidin. Li welatê me her çiqas êrişên dagirkeran bênavber tê meşandin jî lê em jî bênavber kar û xebatê xwe bi baweriyeke xûrt didin meşandin. Em di nava dilê şoreşê de ne. Li ser axa me gelek jinên şoreşger şerê qehremanî û rûmetê dimeşînin. Gotinên stranên me ji têkoşîna şoreşgeran îlham digre. Em jî hunermendên têkoşer in ku şerê gel yê şoreşgerî bi riya hunerê dimeşînin. Em têkoşîna xwe ya li hemberî zilamsalarî û dagirkeriyê bi riya hunerê li Kurdistan û cîhanê belav dikin. Awazên xwedavendan bi Stêra Zêrîn tê guhdarkirin.

Qasî ku em temaşe dikin endamên komê gelek ciwan in û li pêşiya we riyek dirêj heye. Herikîna we  gelek  bedew e. Her endameke komê amurek an jî gelek amurên muzîkê dijene. Derbarê endamên komê de bi kinahî hûn dikarin xwendevanên me agahdar bikin?
Endamên komê hin ji wan jî mamostetiyê dikin her wiha her endamek ji bilî amûra xwe ya sereke hin amûrên ku pêwîstiyê stranekê pê hebe bikar tînin ango em dikarin bibêjin her endamek bi kêmaní du amûran dijene. Amûrên ku tên bi kar anîn (tenbûr,bexleme,bizq,cumbuş,gîtar, amûrên ritmîk ,ûd û mey). her endamê grubê perwerdeya teorîk û edebî û çandî digre û xwendin û lekolînê dike. Bi vî awayî bingehê xwe xûrt dikin.

Berxwedana Gerîla ji bo afirandina berheman rê nîşanî me dide

Kom avakirin û her wext di nava afirîneriyê de buyîn gelek zehmet e. Ger berhem nebin nabe. Em dizanin hûn stranên Kurdî yên gelerî û yên Erebî jî distirên. Di nav komê de kesek taybet ku gotin û mûzîk çêdike heye gelo? Qasî em dişopînin ji derveyê strana “Heftenîn” stranên we tine ne. Dibe ku em şaş jî dizanin. Hûn dikarin me agahdar bikin û berhemên xwe yê nû bi me re parve bikin?
Ji ber ku kom hîna di despêka rêwîtiya xwe ya hunerî de ye lewma pir berhemên me bi xwe tine ne. Lê hewildanên me ji bo afirandina berhemên nû hene û niha straneke me di tomarkirinê de ye. Li ser hunera jinên Kurd jî lêkolîneke me ya taybet heye. Di encama wan lêkolînan de em stranên qedîm berhev dikin. Wê ev xebat demeke bimeşe. Lê berxwedana Gerîla hestên me gelek bilind dike û ji bo afirandina berhem û stranan rê nîşanî me dide.

Piştî avakirina komê we jî zehmetiyên gelê Kurd yên qada hunerî de ji nêz ve dîtin. Xalên ku afirandina hunerê asteng dikin çi ne? Her çiqas li qada şoreşê zehmetî hebin jî weke deryayek derfet jî gelek in. Him manewî him jî maddî derfetên di dest de hûn çiqas bikar tînin?
Ji ber ku em li welatê şoreşê ne hemû derî jî me re vekirîne. Astengiyên ku derdikevin jî em derbas dikin. Hunera me bi hişmendiya tevgera jinên azad têşe digre. Ji ber wê pêwiste em hêza xwe hîn baştir bi kar bînin. Em hewil didin lawaziyên xwe bibihûrin. Her wiha êdî malbatên me jî ji me û hunera me bawer dikin. Ev bawerî jî dihêle ku malbat pişta me bigre û bi me re guhertinê çê bike. Bi riya me malbat şoreşa zihnî çê bike.

Stêra Zêrîn li ser mîrasa xwedavendan mezin dibe

Ne tenê li qada muzîkê di hemû qadên hunerê de, hunermendê civakekê ku şerê hebûn û tinebûnê dide, pêwîst e xwediyê kîjan taybetmendiyan be?
Hunermend neynika civakê ye, di kesayeta her hunermendeke de pêwîste rewşenbîrî, welatparêzî, pîvanên exlaqî û mirovahiyê li pêş be danku karibin her bûyereke li gorî rastî û cewherê wê bidin pêş. Em weke Stêra Zêrîn li ser mîrasê xwedawendan mezin dibin. Em temsîla wan dikin. Em bi hûner û berhemên xwe weke stêrkên di asîmanan de dibiriqin di nava gelên xwe de bibiriqin û pêşengtiya şoreşa jinê a hûnerê biafirînin. Ji bo ku pêşeroja me jiyanek bi hûner be, tovên hunera jinê li ser axa pîroz biçînin.

“Îroj ceng e cenga giran

Tep repa lingê rewan e

Tê ji quntarên çiyan

Xumîn ket erd û ezman

Dil feda ye ji bo te Heftenîn

Can xelat e ji bo te Heftenîn

Vaye şîrhelalên te tol radikin ji bo te

Bang dike gulî mora min

Law û lewendên min

Dawet e li ser sînga min

Heftenîn mizgîniya min

Xemlek ji çek û rextan

Girêdan keç û xortan

Ne bi şûr û mertalan

Beden bûn çeper li çiyan”