Piştî geşedanên ku serokê MHP’ê Devlet Bahçelî di vekirina Meclîsê ya 1’ê Cotmehê de ber bi refên DEM Partiyê ve meşiya û dest dan hevdu, bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rêzehevdîtinan destpê kir. Banga Sedsalê ya di 27’ê Sibatê de, ket rojeva cîhanê jî.

Piştre heyeta DEM Partiyê bi partiyên siyasî re û di dawiyê de bi Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, Rêveberê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û Efkan Ala re di 10’ê Nîsanê de hevdîtin pêk anî. Niha xebat û geşedanên têkildarî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” dewam dike. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Kamîle Kandal li ser geşedanên derbarê banga “Aştî û Civaka Demokratîk” de û rola jinan a di vê yekê de nirxandin kir.
Giring e li dora banga dîrokî bicivin
Kamîle Kandal di destpêkê de bal kişand ser giringiya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha got:” Em bawer dikin ku banga ji bo ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dê rê li ber siyaset, civak, mafên civakî veke û heta dê bandorê li ser şerê ku li Rojhilata Navîn pêş dikeve, bike. Em hemû şahidên krîzeke siyasî, hilweşîneke civakî, kêmbûna nirxên civakî, qeyraneke aborî ne. Her wiha hestê edaletê jî tine dibe. Ev dem tam dişibin wan demên ku şerên cîhanî û şerên herêmî dest pê kirin. Di wê demê de jî ji bo krîzên kapîtalîst derbas bikin, mirovan li berxwe didan. Li erdnîgariyeke ku şer, komkujî û jenosîd li dora me pêk tên, me hînî kuştinê dikin. Loma jî gelekî giring e ku hemû alî li dora banga dîrokî ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bên gel hevdu û ji bo vê li berxwe bidin. Ev ji bo jiyaneke wekhev, ji bo aştî û demokrasiyê xaleke giring e.”
Demokratîkirina civakê pêwist e
Kamîle Kandal bi lêv kir ku ji bo demokratîkirina civakê banga “Aştî û civaka Demokratîk” pêwist e û wiha pê de çû:”Ma kevneşopiyeke me ya siyasî, kevneşopiyeke civakî tine ye ku li ser vekirina kanalên demokrasiyê û polîtîkayên aştiyê difikire? Ma bîra me ya civakî, bîra me ya siyasî tine ye? Bê guman heye. Lê em ewqas tên manîpulekirin, ewqas tên tepisandin ku em an zû ji bîr dikin an jî tavilê gazî wan kesên li ser navê me difikirin dikin ku karê xwe bikin. Di vê sedsalê de ku guhertinên civakî ji sedsala borî zûtir in ku zimanê şer û pevçûnan di hegemonyaya cîhanî ya mirovahiyê ya pêşkeftî de me dorpêç dike, afirandina zimanekî aştiyê û avakirina aştiyê ji her demê dijwartir e. Civakîkirina aştiyê û demokratîkirina civakê ji her demê dijwartir e, lê ji her demê pêwistir e. Pêwîstiyeke ji sedsalên berê hîn giringtir e. Ji ber vê ev bang, banga aştî û civatek demokratîk, pir hêja, watedar û wekî nan û avê pêwist e. Em di atmosfereke civakî de ne ku em li ser medyaya dîjîtal veguheriye çandeke heqaret û nifiran li hevdu dikin, em di nav sîpereke tundûtûjiyê de dişewitin û roj tine ye ku em li ser televîzyonê komkujiya jin û malbatan temaşe nekin. Ji ber vê banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ di vê demê de pir hêja û giring e.”
Civak dixwaze şer bi dawî bibe
Kamîle Kandal bi lêv kir ku zemîn ji bo aştî û demokrasiyê heye û wiha dewam kir:”Her kes vê bangewaziyê bi awayên cuda fêm dike. Ew kesên ku demokrasî, edalet, hiqûq, aştî û azadiyê dixwazin vê bangê wekî avakirina civatek demokratîk dibînin. Di vê çarçoveyê de, kesên ku aştî, maf, hiqûq, edalet û aramiyê dixwazin, bi rastî jî zêde dibin. Civak ji şer, mirin, tundûtûjî û zilmê westiyaye. Loma dixwaze ku ev hemû bi dawî bibin. Lê belê kapîtalîzm, sîstema îstismarkirinê, yekê diqedîne û ya din dide destpêkirin. Ji ber vê avakirina civatek aştîxwaz û demokratîk di vê serdemê de hem pir dijwar e û hem jî pir hêsan e. Zemîn ji bo aştî û demokrasiyê heye, ji her demê bêtir. Tevî hemû zehmetiyan jî kirina vê yekê zehmet e, lê eger derbaskirina zehmetiyan me ber bi azadî, edalet û wekheviyê ve bibe, girtina rîskê hêsan e. Ji bo banga dîrokî xebat jî dewam dikin. DBP’ê biryar da ku ji meha gulanê ve ji bo vegotina banga dîrokî ya Birêz Ocalan û mezinkirina rêxistiniya xwe, dest bi serdanên malbatan û civînên gel bike. Jixwe berî vêya jî dîsa DEM Partiyê bi gel re li ser daxwaz û pêşniyaran ravekirina pêvajoyê civîn li dar xistibû. Dîsa di çarçoveya vê banga dîrokî de bi Serokkomar Tayyip Erdogan re jî hevdîtin hat kirin. Em hewldana hevdîtina bi Wezareta Dadê re jî ji bîr nekin. ”
Di pêvajoyê de rola jinan
Kamîle Kandal bal kişand ser rola jinan a di pêvajoyê de û wiha got:”Di vê pêvajoyê de civaka ku ji hemû zehmetiyan westiyaye, bi baweriyê dest bi rêya avakirina aştî û civatek demokratîk kiriye. Di destpêkê de, mirov ji bo demek kurt tevlihev bûn ji ber ku ev pêvajoyek nû bû, lê ew kesên ku dizanibûn aştî û demokratîkbûna civakê çi ye, tavilê dest bi nîqaşkirina ka wê çi bikin, kirin. DEM Partiyê û hêzên demokratîk ên li dora wê, partiyên sosyalîst ên çep û derdorên wan, lê bi taybetî jin, xwedî hêzek rewşenbîrî û siyasî ne ku dikarin pêşeroja nêzîk çêtir bibînin, xetereyên herêmî û cîhanî, bûyerên siyasî yên navxweyî, neheqî û pêkanînên dij-demokratîk kûrtir analîz bikin. Û dizane çawa vê hêzê veguherîne avakirina aştî û civatek demokratîk.
Birêz Ocalan dixwaze pêvajoyê pêşve bibe
Kamîle Kandal diyar kir ku yên vê pêvajoyê herî zêde fam dikin jin in û wiha got:”Birêz Ocalan dixwaze vê pêvajoyê pêşve bibe û berfireh bike. Belkî yên vê yekê herî baş fêm dikin û dixwînin jin in. Di dema dawî de, piştî nîqaşên ku kirine û bi sedan civînên giştî yên ku lidar xistine, jinan û qada siyaseta demokratîk ji bo baştir famkirina pêvajoyê hewldanek mezin dane. Lê tiştê ku ji niha û pê ve divê were kirin ev e ku hemû partîyên sîyasî, hemû beşên civakî, avahiyên rêxistinkirî, qadên ked û sendîkayan di vê pêvajoyê de cih bigirin. Ji ber ku demokratîkirina civakê, pêşxistina azadî, wekhevî, edalet û perspektîfa jinan pêdivî ye. Ev divê bi hemî beşên civakî û siyasî re were meşandin. Me di 8’ê Adarê, Cejna Newrozê de, berteka civakê ya li hember vê peyamê pir zelal dît. Me hem bi girse û hem jî bi coşa wê fêm kir. Tevî sozên ku pêvajo dixwaze berdewam bike, nekirina tiştekî ji aliyê dewletê ve dibe sedema fikaran û pratîkên berê tîne bîra mirov. Ji rêziknameyên destûrî bigire heta azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û rêziknameyên ji bo girtiyan, me digihîne wê şîroveyê ku AKP dixwaze pêvajoyê li gorî pêşketinên li Sûriyeyê pêşve bibe.”
Divê em aştiyê civakî bikin
Kamîle Kandal da zanîn ji bo aştî civakî bibe divê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” pêşve biçe û wiha bi dawî kir:”Divê em bibînin ku pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ çiqas bi qîmet e ku tê de civak, dewlet, hemû beşên civakê, hemû siyaset, bi gotineke din, her kesê li vê erdnîgariyê dê bi ser bikeve. Tevî hemû zehmetiyan jî, divê em vê li erdnîgariya xwe, herêma xwe û civaka xwe ava bikin. Divê em li her derê, li kolanan, di siyaseta demokratîk de, li malên xwe, di malbatên xwe de, li cihên kar, li her deverê ku em lê xwe bi rêxistin dikin, ava bikin û rave bikin. Eger pêvajo pêş de neçe, eger aştî tine be, eger zimanê aştiyê tine be, tundûtûjî tavilê û bi lez û bez wê cihê xwe bigire. Bila em bizanin ku heta ev pêvajo bi awayekî baş pêşve neçe, ne demokrasî, ne edalet û ne jî mirovahî dê hebe. Ji ber vê divê em aştiyê civakî bikin û civakê demokratîk bikin. Ev yek jî wê bi pêşengiya jinan pêşve biçe. Wê banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ jî bi berxwedana jinan bi ser bikeve. “
