Dema herikîna pêşeroja azad

- Site varsayılanı
577 views

Di sedsala 21’mîn de misyona tevgera azadiya me ya dîrokî ku di nava şoreşê de şoreş ava kir, her roja ku diçe zêdetir derdikeve pêş. Bi Şoreşa Rojava û berxwedanên Kobanê û Şengalê, em weke tevgera azadiya jinê jî ne tenê di herêmê de, di dinyayê de bi baldariyekî mezin tên şopandin. Civak gelek ji me bibandor dibe û li derdora tevgera me ronakbûn û hevgirtinekî girîng a jinê pêş dikeve. Di vê bingehê de asta me ya pêşengtiyê her roja ku diçe bêhtir pêş dikeve. Pêşketina jina Kurd a bihişmet, moral, heyecan û coş dide me. Di demekî ku di pêşengiya jinê de jiyan ji nû ve şîn dibe û yekîtiya gelan a demokratîk û azad bilind dibe de, em li Tirkiyê pêvajoya hilbijartinan pêşwazî dikin.

Dema Tirkiyê dikeve pêvajoya hilbijartinekî nû, wateya vê pêvajoyê jibo têkoşîna me ya azad û dîroka me girîng e.

Li Bakurê Kurdistanê, di encama têkoşîna me ya azadiyê ku civakî dibe de, feraseta hilbijartinê û deng dayina weke kevneşopiya ‘demokrasî‘ a dewletparêz bi piranî hatiye şikandin. Ev pêvajo, di wateya pêşketina projeyên civaka alternatîf û bilinbûna potansiyela azadiyê de vediguherin referanduman. Ev yek destketiyekî mezin e. Di wan pêvajoyan de bilindkirina meyla azadiyê, xwegihandina beşên berfirehtir û nîşandana perspektîfa netewa demokratîk nêzîkatiya herî bingehîn e. Pêngav, rihê vê pêvajoyê ya herî bingeh e. Di pêvajoyên wiha de rih dayin û afirandina heyecan û coşê, hima vê ye.

‘Yên din‘ li dora HDP’ê kêlin dibin 

Qasî jana pêşketina civaka demokratîk, di heman demê de encamên têkoşîna bi salan derdikeve holê. Li aliyekî her roja ku diçe rastiya rejîma siyasî a ku êdî nayê meşandin û nayê birêvebirin heye, li aliyê din jî rastiya ji nû ve avakirinê a ku xwe ji kuranî dide hîskirin û hewl dide ku bibe sîstem heye. Şikestinên kur ya sîstema siyasî a li Tirkiyê û xeta wê yê pêşketinê tê nirxandin. Sîstema parlamenter a heyî û komên dewleta paralel-kûr ku bi dehan sala ye hatiye avakirin, dîsa mekanîka derbeyê ku hema hema deh salê carekî dikin dewrê, şikestineke pir cidî jiyan dike. Komara Tirkiyê, ji damezirandina xwe û vir ve, xitimandina siyasî ya herî kûr jiyan dike. Binesaziya xwe ya siyasî a netew û dewleta req, şikestinên ku nayê tamîrkirin û vegera wê tuneye jiyan dike. Komara Tirkiyê, bi vê rewşa xwe nikare xizmeta berjewendiya mihraqên serdestiya navnetewî jî bike, bi ser de jî hatiye warê valahiyekû ku derî ji divêtiyên şoreşê û çareseriya herêmî vedike. Di sîstema serdestiya navnetewî de wekî ku zûxava (avxwîn) herî mezin çêdike. Destpêkê AKP di giştiya navnetewî de, weke modela îslama nermik a serdestiya navnetewî hate sêwirandin û mezinkirin, lê niha di polîtîkaya derve û ya hundirîn de ev karta xwe qedandiye. Di hevkêşeya siyasî a nû de cihê AKP wê zêde nebe. Ji bilî demokratîkbûnê şansê wê ya derketineke alternatîf jî tune. Jixwe yê ku AKP ser linga digre, ‘pêvajoya çareseriyê‘ ye. AKP yan di pêvajoya çareseriya demokratîk de wê bibe xwediyê gavên pratîk, yan jî ewê dawiya xwe bîne. Boçûn ji bo AKP, xeberdariyeke ‘dawîbûnê‘ ye.

Mirov dema hemû wan pêşketinan digre dest, fehmbar e ku alternatîfa herî mezin ya demokrasiyê HDP ye. Sedema ewqas rolekî stratejîk lîstina HDP ev e ku, perspektîfekî çareseriya rasteqîn ku dikare Tirkiye ji nava vê aloziyê derxe heye.

Sedema esasî ya hilbijartinan ya her salê ku diçe girîng dibe û rola stratejîk dilîze ev e ku, pêşketina hilbijêrk û dibetiya demokrasiyê ye. Bi taybetî pêngav û berxwedana li Kobanê û Rojava, ya Şengal û Kerkûkê, di qada navnetewî de heyecan û baldariyekî mezin afirandiye, ev yek jî derfet û zemîna demokrasiya Tirkiyê jî gelek xurt kiriye. Rewşa ku li Rojava diqewime, tê warekî projeyekî civakî. Herkes vê yekê dibîne. Eger bi vê cidîbûnê pêk were, bi xebatên hilbijartina Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bendav bi erdê ve were yekkirin. Di van hilbijartinan de tenê bendav nayê derbaskirin, di heman demê de derketineke girîng, wê pengaveke azadiyê ya xurt pêk were. Derfeta vê yekê ji her demî xurtir e. Ya girîng, bi awayekî xurt xwendin û li gorî vê nêzîkatî lê kirina rihê pêvajoyê ye. Beşekî fireh ya Tirkiye, her ku diçe bêhtir pêşketina vê hilbijêrkê dibîne û bandoreke ku feraseta netew dewlet a teng-dogmatîk û hişk bişkîne dijî. Bi taybetî hilbijartinên Serokkomarî û encamên ji vir hatî bidestxistin jî nîşana vê bû.

Pêvajoya çareseriya demokratîk a ku Serok Apo bi peyama Newroza sala 2013’ê pêş xist, di bin pêşengtiya Kurd de derketineke nû ji siyaseta Rojhilata Navîn daye çêkirin. Ev derketin di kesayeta Rojava de tevahî gelan giyandiye hêz û vîna çareseriya rast, li Bakurê Kurdistanê jî hêvî û têkoşîna jiyana azad xurt kiriye. Pêvajoya çareseriya demokratîk a ku hatî pêşxistin, bi daxuyaniya hevbeş a ku di 28 Sibatê 2015’ê ve rewşeke nû bidest xistiye. Ev daxuyaniya Serok Apo a dîrokî, di salvegera darbeya 28 Sibatê de, bûye gava demokratîkbûneke girîng a li dijî sîstema darbeyê a ku bi deh salan e li ser gelên Tirkiyê tê ferzkirin. Vebir e ku bi vê bangê, pêvajoya çareseriya demokratîk bilez be. Di heman demê de wê pêvajoya hilbijartinê erênî bibandor bike, bihêle ku li dora HDP’ê behtir kêlin bibin. Di vê pêvajoyê de girîng e ku di serî de jin, beşên demokratîk, şert û daxwazên xwe yên wekhevî, aşitiya civakî û muzakereyê hevbeş bikin, şêwaz bidin, di rasteka pêwîstiyên têkoşîna pêvajoya çareseriya demokratîk de xwe rêxistin bikin.

Di qada siyaseta demokratîk de wê bêjin ‘Ez jî heme’

Beşdarbûna jinan ji pêvajoya çareseriyê a ku Serok Apo li Tirkiyê pêş xist, dîrokî ye. Muxatab bûyina Kongreya Jinên Azad (KJA) bi Serok Apo re heyecanekî bicoş di tevgera me ya jinê de afirand. Ev resmiyet ji bo têkoşîna me ya azadiya jinê destketineke mezin e. KJA, bi kongrebûyinê re ji aliyê rêxistina konfederal a sîvan de qonaxeke dîrokî biriye. KJA ku bi avakirina sîstema jinê civakîbûna jinê dike armanc, tecrûbeya pêwîst jî bixwe ava kiriye. Bi van pêşketin û destketinê tên jiyîn ve pêvajoyekî nû ya hilbijartinan tê pêşwazîkirin. Pêvajoya hilbijartinan, wê bihêle ku potansiyela siyaseta jinê derbikeve û rê ji derketineke civakî veke. Bibe hilbijartinekî ku projeya civakî ya alternatîf ya rûyê azadiya jinê û rastiya wê pêş dikeve. Hilbijartinên 2015’ê qasî gelê me, ji bo jinên Kurd jî referandumek e.

Jinên Kurd ku bi nasname û rêxistîbûna xwe di zemîna siyaseta demokratîk de polîtîka dimeşîne, ne tenê ji bo civaka Kurd, ji bo Tirkiyê, Sûrî û civaka Rojhilata Navîn ên din jî hêmana demokratîk ya herî bingehîn e. Ev pêşketina ku ji hêla jina Kurd ve tê jiyandin, hemû sazî û dezgehên dewletparêz, desthilatdar û xwedî zîhniyeta zayendparêz ên ku li Tirkiyê û Sûrî saz bûne, dixe zoriyê. Cara ewil hêzekî dînamîk a ku di wateya rastîn de bikare bibe alternatîfekî derdikeve holê. Weke berdewamiya vê pêşketinê, jinê Kurdistanî û Tirkiyeyî carek din bi awayekî bihêz derdikevin ser sahneya siyaseta demokratîk. Li ser bingeha demokratîkbûnê îdîa û biryariya xwe di vê pêvajoya hilbijartinê de bi awayekî xurt derdixin holê. Di serlêdana berendamtiya ku xwe dispêre temsîla wekhev de, ji Qersê heya Antalyayê, ji Dêrsimê heya Muglayê, li her çar aliyên Tirkiyê, bi cesaret û bi biryar gav avêtina jinan li qada polîtîkayê gelek girîng e. Di qada siyaseta demokratîk de gotina ‘Ez jî heme’, ji bo jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî, tê wateya civakîbûna pêwîstiya azadbûn û demokratîkbûnê. Dîsa di vê pêvajoyê de ji her beş, her bawerî û ji her nifşan cih girtina jinan, weke pêwîstiya siyaseta demokratîk cardin derketiye holê. Bi vê pêvajoya hilbijartinê ve carekî din hatiye fehmkirin ku jin, di qada civakî de potansiyel û hêzekî girîng e. Hilbijartin jî, qadek e ku ev potansiyel derbikeve holê û bifonksiyon bibe. Gelek girîng e ku, di xebatên hilbijartinan de jin derên ku lê ne, birêxistî bin. Ji gundan heya navçeyan, ji navçeyan heya bajaran bi berdewamî xwe rêxistin kirinê serkeftin çêdibe. Gerek e wisa were tevgerandin ku gund, tax, navçe û bajarekî nerêxistî nemîne. Hemû derê jin lê, viyan heye, serkeftin heye. Divê bi xwe kilîlkirina serkeftinê; yanî bi girtina rihê demê re girîngî li xebatên hilbijartinê were dayin. Divê jin kedên xwe zêdetir xuya bikin û bi enerjiyekî mezin biherikin qadan. Ev herikîn di heman demê de wê bibe herikînekî ber bi pêşeroja azad e.