Ji Pirsûsê nêrîna li Kobanê

- Zuhal EKMEZ
679 views

Dayikek ku zarokên xwe li Almanyayê hiştibû û li Kobanê tevlî nava refên YPJ’ê bibû wiha digot: “Zarokê min wê her dem hebin, lê dema Kobanê ketiba wê Kurd tine bibûna û hebûna me wê ketiba nîqaşê.”

Rojên destpêkê dema ku Kobanê hatibû rizgarkirin wekî heyetekê em çûbûn Kobanê û axaftina pêşî ya jineke YPJ’ê bû. Min jî li aliyê din ê sînor alîkariyê dida jinên ji ber êrîşên DAIŞ’ê ji Kobanê koçber bibûn. Her jineke YPJ’ê çîrokek wan a cûda hebû, lê hemû bi heman hestan hatibûn cem hev. Ew jî rizgarkirina Kobanê bû. Berxwedana Kobanê jinan kir wekî sembol û ev jî bi çîrokên jinên YPJ’ê tijî bû. Ji ber vê berxwedanê û çîrokan car caran em bêdeng dibûn, car caran hêstirên çavan dibariya, car caran jî eşqa me yî azadiyê gur dibû.

Aliyê din ê Şer

Lê bi berxwedanê re gelek aliyên din ê şer heye. Bêbext e û tirsê diafirîne. Jinên ciwan ku li dijî êrîşên DAIŞ’ê dev ji Kobanê berdan û berê xwe dan Pirsûsê li wê derê jiyana xwe didomînin. Li Kobanê hevalên wan li ber xwe didin, ew jî li Pirsûsê dibin hevserê duyemîn an jî sêyemîn. Aliyekî qirêj ê şer jî bi vî rengî ye. Tercîheke din ji bo jinan nayê hiştin. Dibe ku ew wekî hevalên xwe ne wêrek bin. Lê têgîna civakî li vê derê dikeve dewrê. Li gorî statuya wan nêzî jinê dibin. Ev yek jî mafê jiyanê nade jinan. Li aliyekî em jinan kole dikin li aliyê din em bi wan serbilind in. Ji ber vê yekê têkoşîna jinan a li dijî zihniyeta desthilatdariyê ya mêran divê di asta herî bilind de be.

Dîsa hin jin hatine Pirsûsê, kezeb û dilê xwe li eniyên berxwedanê hiştine. Ew jî aliyekî din ê rûyê Kobanê nîşan didin. Gelek jinên ku li konbajaran dimînin hevser, zarok û birayên xwe di eniyên şer de hiştine. Ev jin bi derfetên kêm li qadên jiyanê li ber xwe didin. Em dibêjin têkoşîna jiyanê, ji ber ku her çiqas em ji bo gelê xwe seferber bibin jî gelek pirsgirêk derdikevin. Car caran şert û mercên dijwar ên zivistanê, car caran barîna baranê… Hin caran pirsgirêkên tendurustiyê hene û ji bo qedehek şîr ji zarokên xwe re bibînin li ber xwe didin. Hin ji wan xebera şehadeta xizmên xwe dibihîsin, hin ji wan di meraqa zarokên xwe de ne û hin ji wan jî dûa dikin.

Di serdana xwe yî Konbajaran de min ji dayikekê pirsî ka rewşa wê çawa ye, wê jî wiha bersiv da: “Hun çiqasî li vê derê baş li me mêze bikin jî ti dever nabe wekî Kobanê.” Mirovên ku ji axa xwe hatibin koçber kirin, hun çi bidin wan hun nikarin bêrîkirina wan bidin jibîrkirin. Belkî jî ev dayika ku demên xwe yê dawî dijî, qutkirina wê ya ji axa wê felaketek e.

A Syrian Kurdish woman and her daughter after crossing into Turkey

Kevneşopiya Dîrokî ya Berxwedanê

Jinên YPJ’ê ku bi berxwedana Kobanê hatin naskirin, îspat kir ku şoreşa Rojava şoreşa Jinê ye. Lê dema ku mirov koka wê yî dîrokî nebîne mirov nikare bi temamî berxwedana Jinên YPJ’ê û têkoşîna wan bibîne. Ji ber vê yekê bingeha berxwedana bi heybet a van jinan divê were dîtin. Gundekî biçûk ê li cem Kobanê gundê Til Xelef beriya mîladê 4500 salan yanî beriya niha bi 6500 salan di dema şoreşa Neolîtîk de hatiye avakirin. Wekî tê zanîn avakarên şoreşa Neolîtîk jin in. Îro jî Şoreşgerên YPJ’ê nûnerên vê kevneşopiya berxwedêr in. Kevneşopiya berxwedanê ya jinên kurd bi Zarîfe, Fatêya Reş, Meyrem Xan, Leyla Qasim û bi jinên wekî wan re gihîşt van rojan. Li zindana Amedê Sakîne Cansiz tû rûyê êşkencekar Esat Oktay kir, Bêrîtan ji bo ku nekeve destê dijminê xwe heta dawî şer kir û xwe ji latan avêt, Zekiye Alkan û bi dehan efsaneyên jin ji vê kevneşopiyê tên. Jinên YPJ’ê jî vê kevneşopiya dîrokî didomînin. Jinên Kurd bi pêşengiya jinên YPJ’ê ji bo bindestan, femînîstan û sosyalîstan bûn çavkaniya hêviyê.

Piştî Til Xelefê bi 1500 salan li Mezopotamya Jêrîn şoreşek dijbêr çêbû. Ev şoreşa dijber terora mêran a li dijî jinan bû. Piştre jî gelên Mezopotamya rastî zilm û zora dewletan hatin û di asîmîlasyonê re hatin derbaskirin. Îro jî bi navê DAIŞ’ê ev teror dewam dike.

DAIŞ ji aliyê hêzên navnetewî hatiye avakirin û li rojhilata navîn polîtîkayên xwe dixe dewrê. Ev hêza ku şandin ser axa qedîm a Rojhilata navîn herî zêde dijminê jinê ye. Lê li dijî van hêzên navnetewî ji bo hemû netewan bîrdoziya tevgera azdiya Kurd heye. Ji ber vê yekê ti kes nikare li ber pêşiya vê hêza berxwedêr bisekine. Jinên Kurd dîrokê dinivîsînin. Xeyalên sosyalîstan, bindestan û gelan êdî pêk tên.

Jinên Kurd ku bi berxwedana Kobanê re ketin rojeva cîhanê ji berê de bi têkoşîn û berxwedana xwe hebûn. Jinên Kurd bi derbekê re derneketin. Ev 40 sale jinên Kurd li dijî zext, êşkence, girtin, asîmîlasyon, şîdet, tecawiz û qirkirinê têdikoşin. Cîhanê nû behsa wan kir, lê ew bi salan têdikoşin. Hêza ku wekî DAIŞ’ê tê binavkirin ev 40 sale gelê Kurd li dijî polîtîkayên wan ê bi heman rengî têdikoşin.

TURKEY-SYRIA-KURDS-REFUGEES

Divê em xwedî li vê Berxwedanê derkevin

Berxwedana ku jinên kurd di şexsê YPJ’ê de nîşan dan li tevahiya cîhanê bû model. Di vê demê ji gelek qewm û gelan jin li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de şehîd bûn. Kovara Elle ku li tevahiya cîhanê tê naskirin, edîtora wê Valerie Toanian di rûpela pêşî ya kovarê de cih da têkoşîna jinan. Di kovarê de berxwedana Têkoşîn û hevalên wê wiha tê gotin:  Ev têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd bi salan dewam dike. Îro Kurd, Sûrî, Iraqî, Misilman, Xiristiyan, Êzidî û hemû jinên herêmê têkoşîna azadiyê dimeşînin. Jinên hêja ê cîhanê û jinên Kurd rûmeta cîhanê ne.

Dîsa Serok-komarê Fransa François Holland li paytexta Fransa Parîsê Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdûllah kir mêvan. Ev yek di şexsê Kobanê de destketiyên tevgera azadiya jinên Kurd dipejirîne. Ev jinên xweşik û berxwedêr di tarîtiya rojhilata navîn de bûn çîrûskên jiyanê. Ev jinên xweşik û bi hêvî ji mere nîşan dan ku destpêka jiyanek nû heye. Ti serketin bi rehetî pêk nayê. Li Kobanê piştî şehadeta bi sedan kesan serketin hat. Arîn Mîrkan, Sîbel Bulut, Îvana Hoffmann, Firyal Oso û bi sedan jin… Ez van qehremanan bi rêzdarî bibîrtînim. Tişta ku em karibin bikin emê vê berxwedana efsaneyî û şoreşgerî bidomînin û şopdarên wan bin.

Zûhal Ekmez – Hevseroka Şaredariya Pirsûsê