Cilên Kurdî…

894 views

Ev demeke dirêje ez li ser cil û bergên Kurdan difikirim. Ew fikirandina min ji ber çend dîmenên hin hunermendên jin ê Kurd peyda bun. Ji ber vê ez pir aciz dibim.

Kurd di dema berê de û heta niha piranî wan cil û bergên xwe li xwedî derketine, ew heta roja îro ji bo me bi kar anî ne. Hin heremên Kurdistanê hê jî di rojane de wan cilan bi kar tînin, hin heremê din jî weke ku di şahiyan de wana bi kar tînin. Di destpêkê de ezê  hinekî behsa hêla Serhedê bikim. Serhed bi nav û dengê xwe, bi huner û çanda xwe ve pêş ketiye. Zêdetir jî bi çanda xwe . Bi salane em wan tenê bi klamên dengbêjiyê nas dikin, cil û bergên wan zêde nasnakin. Ew jî ji ber asimilasyon û di nava xelkên din de jiyan dikin de ye. Salên berê de jinên Serhedî bi kofî û kitanên xwe rengekî cuda bûn, ew kofî û kitanên wan, ew derên wan en prik û reng bi reng li ser hevde xwe dikirin, him bêrîvan bûn û him di nava gundê xwe de, di nava jiyana xwe de wusa xweşik û bedew dihatin xuya kirin. Paşê çi bû, çawa bû ku wan jinan ew kofî û kitanên xwe danîn û bi dû re cilên ne aîde xwe li xwe kirin?

Kurdish_women,_Van,_1973

Yek: Ewana di nava jinên Ecem û ê din de xwe bicûk ditîtin, ne tenê wana xwe bicûk ditîtin, ew mirovên din jî zêdetir ew bicûk ditîtin, ji ber ku bi wan cilan ve ne dikarîbûn herin sûk û bazaran, bi tena serê xwe ne dikarîbûn herin tu derê. Ya ku ez dizanim, an jî meta Seyran û yên din pirsa min wusa bersîv didan, hinekan jî digot; Êdî serê min dieşe, ez nikarim ewqas di bin van giraniyan de bimeşim. Ev ji bo min ne rast bû, ew hêdî hêdî di diketin nava asimilasyoneke giran de. Ev asimilasyon ji aliyê dewletê de dihat bikar anîn. Wana çawa bi kar dianîn? Bi salan ne dikarîbûn Kurdên Serhedê asîmile bikin, fikareke din ji xwe rê çêkirin. Ev fikir jî Cercî bûn, dewletê hema zilamên xwe yên baş weke Cerciyan dişandin bajarên Kurda, bi hatina wan Cerciyan ve asimilasyona çand Kurdan jî dest pê kir. Wexta ku ew cercî dihatin di nava kolanên Kurdan, ji xwe mêr li malê tunebûn, yan çola bûn, yan di nava zeviyan de bûn, yan jî li bajarên mezin de karker bûn. Dema Jinan ew Cerciyan dîdîtin, cavên wan fireh dibûn, kêfxweş dibûn, Cerciyan tenê tiştên naylon difrotin. Ew jî yan firaqên naylon, xalîceyên naylon, an jî morî yên reng bi reng bûn. Wan Cerciyan tiştên xwe bi peran ve ne difirot, wana digot; Erê jin no, heger kofî û kitanên we, xalîc û zîlik we, an jî zîvên we hebin ( ev zîv jî, gustîl, guhar, zîvên li ber kofiyan û weke tiştên din) ez wusa  dayîn û standinê dikim. Jinên me jî ji çav wan firaq û xalîceyën naylon diketin û piranî ew xezîneyên xwe yên çand Kurdî di dana wan Cerciyan. Piştî demekê ew firaqên naylon şikestin, ew xalîceyên naylon di ber wan zivistanan de tu carê xanî germ nekirin û ew çand jî wusa bi bihayê wan naylona wenda bûn û çûn. Tenê dayika min û çend hebê wek dayika min difikirîn ji xezîneyên çand xwe xwedî derketin. Hema dil wan û çavên wan jî li du wan firaqên naylon bimana jî wan li ber xwe da. Wexta ku min ji hineka  pirs dikir; Xaltî te çima kofiya xwe û ew tiştên xweşik firotin bi erzanî? Weha bersîva min dida; De la lawo, ez êdî pîr bume, nikarim êdî her sibe rabim kofiya xwe girêdim, wan cile giran li xwe kim, serê min û pişta min dêşe. Niha jî hinek ji wan çûne li ber rehma xwedê, hinek ji wan jî wek jinên bajarî cilan li xwe dikin. Di destpêka şoresê de dîsa hewcetiya wan cil û bergan bû, hema kesên ku li wan xwedî derketine, ew derxistin hole, (tenë yên Serhediyan kêm bûn). Ew jî rengekî cudatir dida ser rengê me Kurdan. Di hêla serhedê niha dixwazin dîsa wan cil û bergên berê bikini jiyana xwe, ev jî kêfxweşiyeke mezin e, ji ber ku dema şahiyên Kurdan de Serhedî dibîn ku ji bilî wan hema kesî bi cil û bergên xwe ve dadikevin kolana, ew jî nu ve vedigerin ser çand xwe.  Hinek dem lazim e, lê wê hêdî hêdî li çand xwe wek berê zêdetir xwedî derkevin, niha hinek cilên  tevlîhev li xwe dikin, ev jî wêneyekî baş nade ber cavê me, ez bawerim wê dîsa bê li ser rengê xwe û bi kofî kitanên xwe ve.

srnk-08-03-2014-sirnakta-8-mart-dunya-emekci-kadinlar-gunu-mitingi1

 

Adudiyan; Hunermendên me yên jin hin cilan li xwe dikin, di destpêka derketina cil û bergên çanda Kurdî ew cil bi rengekî orjînal, yan bi rengê xwe ve hebû, di her heremê de rengekî wê heye, li her bajarekî Kurdan de cil û bergên wan cudane, ew bi rengên xwe û bi çand xwe ya cuda ve deng vedide.Herêma, Colemêrgê, Şirnax, Botan, Amedê û hwd. Ez qet behsa cilên koçeran jî nakim, ew temamî bi rengek û çandeke din in. Lê heta çend salên borî me bi van cilên orjînal ve karê xwe dikir, wexta ku me ew cil li kolan û bajarên mezin de li xwe dikirin, xelkê din jî dixwestin cilên wan jî wusa xweşik û cuda bin. Lê ev dewlemendiya me bû. Hêdî hêdî ev cilên me hatin guherandin, hinekan ew cil weke ku li gorî xwe modernîze bikin, ew cilana guhertin, li ser her kesekî ew guhertin zu bi zu çêbû… Kanê ew çand. Me? Kanê ew sergirêdana jina Kurd? Kanê ew cilên reng bi reng û cudatiya jin û hunermenda Kurd? Min çend caran hin hunermenden me yên jin li ser sehnê û li pêsberî gel dîtin, ez kelim di nava fikrên giran û xirab de, bi rastî jî ez pir aciz bum. Wexta ku  hunermendî dest pê dike, çand jî pêra dest pê dike. Di nava ew cilên sedî pêncî ne bi Kurdî bin û wan tacên di rêzefîlman de nasibin tu tiştekî Kurdî bi wan ve xwe dixemilînin û klamên Kurdî dibêjin, gelo hewce ye ne wan klaman bibêjin û ne jî wan cilan xwe kin. Heke ku ew cil û berg ne Kurdewarî bin, bêhna huner û çand jî wenda dibe. Ger hûn bixwazin hin dîmenên dema berê binêrin, rastî jî ez nabêjim ez pisporê van kara me, lê hinekî lêkolîn bikin. Helbet wê cilên me modernîze bibin lê divê di nava wê modernîzê de orjîna xwe wenda neke. Ser girêdana jina Kurd di hemsa demê de xuya ye, ew naşibe tu kesekî din, ew tenê bi rengê xwe ve heye û bi bêhna xwe ve heye. Lewma min xwest em hinek rexneyan li xwe bikin, berê ku em derkevin pêşberî gel, hinek taybetmendiyên me jî xuya bikin.