Rêheval Sara wê her tim di dilê me de bijî

- Newaya Jin
752 views

Sara ark 3Min heval Sara hîn beriya ku ez tevlî nava refên gêrîla bibim nasdikir. Ji ber ku berxwedana wê a di zindana Amadê de gelek bi nav û deng bû, her wiha pirr bandor li ser min da avakirin û ew jî bû sedema tevlîbûna min a nav refên gerîla. Yanî ez dikarim bêjim ku yek ji sedemên tevlîbûna min a nav refên gerîla jî berxwedana rêheval Sara ya li hember dijmin bû. Bêguman bi hezaran kesên weke min hebûn ku bi taybet jî keçên ciwan yên bi destana berxwedana Amedê bihîstibûn û jê bandor bibûn. Piştî ku tevlîbûna min a nav refên gerîla şûn de jî min di nava tevgerê bi xwe de jî di derbarê heval Sara de gelek tişt bihîstin; lê, wê demê hevala Sara hîn ji zîndanê derneketibû.

Di sala 1996’an de min hevala Sara li qada Rêbertî de dît, wê demê jî ez ketim nava hewildanên ku ez hevala Sara di jiyanê de bişopînim û ew tiştên ku ji me re dihatin gotin û pirr bandora xwe li ser me kiribû, bi awayeke zindî jiyan bikim û fêr bibim. Lêbelê, bi heval Sara re rû bi rû bûyîn û pê re mayîn, li cem wê jiyan kirin hesteke pirr cûdatir bi mirov re dide avakirin. Ji ber ku min didît wesfên ku jêre dihatin kirin pirr kêm û lewaz diman.

Em di heman akademiyê de diman. Rêheval Sara bi sekna xwe ji her kesî re dibû mînak. Her dem û di her karekî de pêşenga me bû û bi riya sekna xwe ya îdeolojik carekedin sedema berxwedana xwe ya di zindana Amed ê de dida xuya kirin. Û me di kesayeta heval Sara de pirr zelal didît ku bi seknekî wiha îdeolojîk ne gengaze ku li hember şert û mercên ewqas zor û zehmet yên dijmin, nêzîkatiyek cûdatir bihata kirin. Bi sekneke îdeolojîk, polîtîk û sekneke ku ji her cûre kedxwarî û mîtîngeriyê re bi berxwedaneke bê hempa bersiv dide, ji zordariya faşîzmê re dibêje bese, radiveste û dibe mînaka berxwedana jina Kurd li Kurdistan ê.

Sara ark 5Di akademiyê de em nêzî neh mehan bi hev re man. Di wê demê de jî lewaztî û zehmetiyên jiyanê yên sedema xwe ji dema tesfiyê digirtin ku bingehê vê tesfiyê jî Şemdîn Sakik û Zekî bû û nêzikatiyên wan yê çewt pirr li pêş bûn. Bêguman bandora xwe hem li ser gerîla û hem jî li ser jiyanê bi giştî dabûn avakirin. Lê, sekna rêheval Sara û berteka wê a li hember wan gelek berbiçav bû. Ji ber ku wê di kesayeta xwe de jina berxwedêr ku li hember hemû cûre astengiyên li hemberî jiyaneke azad disekine, pêk anîbû. Serê xwe li hember tu tiştekî neditewand û çi dibû bila bibûya, ji tiştekî ku baweriya xwe pêk anîbû qet paş de gav nediavêt û ji gotina xwe venedikişiya, wê ji tişta ku pê bawer dikir heya dawiyê bi israr bû û ev yek jî di jiyanê de dida rûnişkandin. Hevala Sara endamekî destpêkê a tevgera azadiya gelê Kurd e û di damezrandina partiya karkerên Kurdistanê de rolekî pirr girîng lîstiye.

Piştî ku em di sala 1996’an ji hev veqetiyan, me dîsa hev û din di Kongreya 7.an de dît. Di wê demê de jî biryarên guhertin û veguhertinên gelek girîng û stratejîk hatibûn girtin. Ji xwe dema vegera gerîla ya ji Bakur bû û tevî bandora mezin ya qomploya navneteweyî a ku li dijî Serokatî hatibû meşandin jî Kongre di nav atmosfereke pirr giran de hate meşandin. Heval Sara di axaftinên xwe yên di Kongrê de, israra xwe a di pêkanîna tiştên ku Serokatî weke erkekî şoreşgerî dida pêşiya me destnîşan dikir û dida diyar kirin ku lazime em wan tiştan pêk bînin. Ew sekna wê jî bandoreke pirr mezin li ser derdor dida avakirin. Çi dibû bila biba, kî dibû bila biba, rastiyek ku heval Sara bi xwe pê bawer ba û ger di wê tiştî de xwe îkna kiribe, heta dawiyê diparast. Heta carnan dibû sedema hinek refleksên tûj jî. Ji ber ku israra wê a di rastiyan de bi awayek pirr berbiçav derdiket holê. Heval Sara bi sekna xwe bersiva hemû pirsên weke ka çawa û çima li hember dijmin li ber xwe daye? Çawan her cûre daxwazên dijmin vala derxistiye? Û tiştên ku dewleta faşîst li ser ferz dikirin ka çawan pûç kiriye, dide. Sedema ku di vê qomloyê de heval Sara hat hilbijartin û hedef girtin jî di şexsê heval Sara de tevkujiya hemû jin û gelê Kurd dihat armanç kirin. Her wiha bi tevkujiya Parîs ê hin derdor û hêzên tarî dixwestin ku ji Rêbertiya gelê Kurd tolê hildin û pêvajoya çareseriya aştiyane a gelê Kurd vala derbixînin. Mirov dikare vê tevkujiyê weke tevkujiyeke mezin a li dijî tevgera azadiyaSara ark 7 jin jî pênase bike. Ji ber ku tevkujiya li Parîs ê ne nêzîkatiyek hêsan û ne jî rasthatinek e. Bi awayeke rêk û pêk û bi plan hatiye pêşxistin. Ji ber ku hedefa van hêzên tarî ew bû ku darbeyeke mezin li meseleya Kurd bixin û bêguman wan hêvî dikirin ku her tişt dîsan berovajî bibe, li Kurdistanê rewşeke nû destpê bike û ev yeka han jî rê li pevçûneke mezin vebike. Hedefa wan jî bi temamî li ser vî esasî bû. Şahadeta rêheval Sara û ji nû ve vegera wê ya li Amed ê, dîsa berxwedana ku wê di zîndana Amed ê de dabû meşandin carekedin derket holê û bû sedema rabûna bi milyonan kesan. Her wiha bû şeqamek ku li rûyê dijmin zivirî. Hemû Hesab û planên wan jî berovajî kirin û heta nefesa xwe ya dawî jî bi sekna xwe da îsbatkirin ku pêwîste mirov heta dawî li hember dijmin bi sekneke îdeolojîk ber xwe bide û tekoşîneke di asta herî bilind de bide meşandin.

Heval Sara bi şehadeta xwe û vegera xwe ya ji axa Dersîmê re dîsan ew rastiya berxwedanê a li dijî pergala faşîst ji dijmin re jî da qebûlkirin. Ji ber vê jî mirov dikare wiha pênase bike; rêheval Sara şoreşgerekî pêşeng bû û tişta ku ji jina Kurd nedihat hêvî kirin destpêkê di kesayeta heval Sara de hate jiyan kirin. Wê hêvî da hemû jinên Kurd û bû dengê jina Kurd a ku îro ji cesaret û berxwedana wê di her qadên civakê de dengê xwe berz dike. Çawan ku di civakê de jinên ku ji civaka xwe re pêşengîtî kirine û ji mirovahiyê re bûne sembol, heval Sara jî bi vê sekna xwe hem ji bo jina Kurd û hem jî ji bona hemû civaka Kurd bû sembolek û ev sembol jî vê hertim di nav dilê me de zîndî bê hîştin. Heval Sara ku bi jiyan, feraset, sekn û berxwedana xwe a ku ji me hemû jinan re, ji bo ku em li pêşiya xwe hîn baştir bibînin bû findek, wê her tim bi sekna xwe a îdeolojîk ku bingeha hêzê ye di nav dil û hişê her gerîlayekê de bê jîn.

Hevala wê ya tekoşînê