Li hember hevalan pir bi hestiyar bû. Li gel van hemû taybetmendiyên xwe her çiqas bêdeng û di karê xwede cidî be jî xwedî xisletek henekçî jî bû. Te lê dinêrî carek de henekek dikir û hemû heval ji kena zik û pişt diketin.
Heval Çavrê (Süheyla Kırmızıtaş) hevaleke ji Geverê bû. Tam weke jineke herêma Colemergê xwedî xisletê Kurdewarî û xwedî taybetmendiyên çiyayî bû. Bi rastî jî bê ku ti Heval Çavrê nasbikî te dikariya cewherê wê yê sade û paqij, di sekin û tevgera wê de bibînî. Bi çand, ziman û axa xwe ve pir girêdayî bû. Ew bi rastî jî xwe li hember kirin û sepandinên pergala kapîtalîzmê parastibû û bi cewhera xwe ya zelal di temenek ciwan de tevlî tevgera azadiyê bibû.
Heval Çavrê dema tevlî dibe demekî li Botan’ê dimîne û rûxmê nû tevlîbûye jî bi sekna xwe ya jîr û zîrek li Botanê gerîlatî dike. Sala 2014’an bi destpêkirina şerê Rojava, berê xwe dide Kobanê û bi awayek çalak tevlî şerê Kobanê dibe. Pir caran birîndar dibe û bi şerkeriya xwe tê nasîn. Piştî demekî vedigere çiya. Vê carê jî bi destpêkirina şerê rêveberiya xweser berê xwe dide Nisêbînê û bi awayekî xurt tevlî xebatên YPS-Jin dibe. Wek tê zanîn berxwedana Nisêbînê weke sendromekî mezin kete nava dîroka Tirkiyê û artêşa Tirk li wê derê li rastî seknekî pir berxwedêr hat. Heval Çavrê yek ji wan hevalan bû ku ev rewş bi dijmin dabû jiyankirin. Piştî bi dawîbûna şerê bajêr cardîn berê xwe da çiyayên azad û derbasî akademiya Şehîd Bêrîtan dibe. Ji xwe piştî perwerdê di sala 2017’an de jî derbasî qada Avaşînê bû.
Bi dilpakiya xwe bu hezkiriya hemû hevalan
Ger mirov li kurte jiyana Heval Çavrê ya di nav rêxistinê de binêre mirov eşkere ferq dike ku hevala Çavrê li ku derê şer destpêkiriye berê xwe daye wir û bi tevlîbûneke çalak di cîh û demên herî zehmet de erk û berpirsiyarî rakiriye. Bi kurtasî mirov dikare bibêje Hevala Çavrê mîlîtanê erkê ye. Ew mîlîtanekî di nav zor û zehmetiyan de mezin bûye û di nav germahiya şerên dijwar de pijiya ye.
Ew piştî derbasî herêma Avaşînê dibe, li herêma Basya-Girê Sor, li Mervanos (Dola Konferansê) û Werxelê dimîne. Heval Çavrê xwedî xisletekî sakîn û mûtewazî bû. Her wiha kesayetek pir xwînsar jî bû. Li hember pirsgirêkên jiyanê û nebesiyên hevalan mîna pisporekî derûniyê nêzîkatî raber dikir û dixwest bê ku heval biêşên pirsgirêk çareser bike. Mijulbûna hevalan, bi wan re bûyîna alîkar û derûniya hevalan fêhmkirin û ketina cîhana hevalan ji bo wê wekî hûnerekî mezin bû. Ji ber van taybetmendiyên Heval Çavrê hemû hevalan dixwestin bikevin tîma wê û li gel Heval Çavrê bimînin. Hevalekî çiqasî pirsgirêkên xwe hebin jî nêzbûna Heval Çavrê li hember wê hevalê ti car cûda dernediket.
Kesayeteke ku gotin têrê nakin
Taybetmendiya wê ya herî berbiçav çanda wê ya gûhdarkirinê bû. Kêm diaxivî lê pir gûhdar dikir û ji vê yekê qet aciz nedibû. Bi baldarî û meraqekî mezin te gûhdar dikir û bi axafinên kurt û cewherî di dilê te de hêza watedanê avadikir. Min bi xwe ti car nedît û nebihîst ku Heval Çavrê rojekî jî ji rêzê ve axiviye an jî peyvekî ne di cîh de aniye ziman. Dema diaxivî têr û tijî diaxivî.
Teybetmendiya Heval Çavrê ku lazime teqez mirov destnîşan bike taybetmendiya wê ya kedkariyê ye. Rûxmê ku birîndar bû û fîzîkî zahmetî dikişand jî te ti caran wê di hêlekî sekan de nedidît. Bi taybetî di çêkirin û vesazkirina şikefta biryargehê de pir keda Heval Çavrê çêbû. Şev û roj ax diavêt û di kêlekê de jî kar û xebatên rêxistinî dimeşand. Li hember hevalan pir bi baldarî nêz dibû. Dema ku heval ji rêyekî dirêj an jî girekî hatibana heta ku hemû pêdiviyên wan bi cih neaniya aram nedibû. Li hember hevalan pir bi hestiyar bû. Li gel van hemû taybetmendiyên xwe her çiqas bêdeng û di karê xwede cidî be jî xwedî xisletek henekçî jî bû. Te lê dinêrî carek de henekek dikir û hemû heval ji kena zik û pişt diketin. Me pir caran digot Heval Çavrê tu van henekan ji kûr peyda dikî. Dema tû li gel Heval Çavrê ba her tim hestek wiha ava dikir ku bêhna mirov pê fireh dibû. Bi kurtasî bi wê re jiyankirin û danûstandin bîranînên pir bi wate li jiyana mirov zêde dikir.
Sekna wê mîna kaniya bêdawî moral dida
Dema operasyon derket Heval Çavrê, girêdayî herêma Mervanos li Dola Konferansê dima. Li Dola Konferansê; şikefta yekîneya xweser û terzîxaneya eyaletê yek bû. Heval Çavrê berpirsê yekîneya terzîxanê bû.
Heval Çavrê, Heval Tolvîn, Heval Delîla û dû hevalên xort jî li ser esasê parastinê, li şikefta Dola Konferansê diman. Nobet digirtin û erezî de mayîn bi cîh dikirin. Piştî ku dijmin li girên Şehîd Serdar û Şehîd Dilgêş xwe bi cîh kir, xwe berdan Dola Konferansê jî. Rûxmê ku şikeftekî di dolê de û pir piçuk bû jî dijmin nekarî xwe nêzî deriyên tûnelên şer bike. Derdora şikeftê hemû dorpêç kiribûn, li ser şikeftê mewzî çêkirîbûn lê nedikarîn xwe nêzî şkeftê bikin. Bi rastî dijmin kir û nekir nekarî li ser wê şikeftê serweriyekî piçuk jî çêbike. Berovajî li vir dijmin wendahî li ser wendahiyan da. Heval ji hûndir ve li wan didan û çalakiyên sekvanî li dar dixistin. Heval Çavrê li vir bi mermiya BKC ji lingê xwe sivik bîrîndar bibû. Dema heval li ser destikê bi Heval Çavrê re diaxivîn ecêp diman. Ewqas bi xwînsarî û sakîn diaxivî ku dijmin tehrîk dibû. Herî dawî dijmin ji wir bê encam paşvekişiya. Sekin, berxwedanî, hêza lêdana hevalan û pêşengtiya Heval Çavrê hişt ku dijmin neçar bimîne wir berde. Ev rewş ji bo hemû eyaletê bibû sedema moral û keyfxweşiyê. Ji ber ku gelek wendahiyên dijmin çêbûn û paralelê vê yekê ti zerer negihiştibû hevalan. Hevalan derb li ser derb li dijmin dabûn. Di encam de dijmin neçar mabû ku wir berde.
Milîtana erkê, şêrê Botan
Piştî ku dijmin ji Dola Konferansê paşvekişiya Heval Çavrê 25’ê Gûlanê li ser vesazîkirina hevalan derbasî biryargehê bû. Piştî berxwedana Kobanê û Nisêbînê, Werxelê ji bo Heval Çavrê ne tiştekî nû an jî erîşekî yekem bû. Ew bi ezmûnên xwe yên zêrîn li tûnelên şer yên Werxelê jî bû mîlîtana erkê û heta hênaseya xwe ya dawî wekî jinekî Botanî şer kir. Xwînsartiya wê ji baweriya wê ya serkeftinê dihat. Peskirin an jî bes dîtin li cem Heval Çavrê tune bû. Ji bo wê tişta esas hevaltiya PKK bû û heta dawî bi vê rêgezê re girêdayî ma. Her çiqasî çavên me li rêya wê mabe jî Fermandara me Çavrê Kamûran li pey karwanên şehîdan ket û bû sembola jina azad.
Cih û dîroka şehadetê: 5 Cotmeh 2021 / Avaşîn
ÇAV’RÊ
Di qerîna bêdengiyê de
Nepeniyek veşartî bû nav çavên te de
Çavên te bi qasî gerdûnê wenda
Çavên te bi qasî stêrkan efsûnî
Tû pirtukekî bê peyv û gotinekî bê olan
Tû rêûresmekî xwedewendan
Tû çandekî ji hemû çandan û wêneyekî bê xwedan
Hemû rêyên di çavên te de
Rêwîtiya ferîştehan dike
Ji ber vê rê li çavên te tê
Rê di çavên te de digihijîn giravê
Ji ber vê çavên te li rê ye Çavrê
Ji ber vê bendewariya hemû hêviyan
Di baweriya te de tên stran
Çavên te li rêya Behra Evînê de
Çavên me jî li rêya te qerimîn Çavrê
Ger asê mabin awirên te di azadiyê de
Bila xwe newestînin koledar
Bila em ji awirên te fêrbibin jiyanê
Bila çavên te li rê nemîne cara dawî
Çavên te bila bibe çiraya rêya me di nav tarîtiyê de
Bila hêz bide, taqet bide gavên me
Da ku em jî zû bigihêjin te…
