Li Heskîfê qirkirina dîrokî

- Newaya Jin
496 views

Li navçeya dîrokî ya Heskîfê şikefta 10 hezar salî bi betonê veşartin. Çîroka bi hezarên salan a vê şikefta dîrokî heye û ev şikeft tenê ji bo bendava ku temenê wê 50 sale tune kirin. 

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê çêkirina Bendava Ilisûyê didome. Ji ber bendavê dê navçeya dîrokî ya xwedî 12 hezar salî Heskîf di bin avê de bê hiştin. Hilweşandina li Heskîfê vê resmê nerazîbûnan jî hîn didome. A li heskîfê tê kirin qirkirina çandî, dîrokî ye.  

Li navçeyê li aliyekî hilweşandin didome û li aliyê din de jî di bin navê “restorasyonê” de karê veşartina Keleha Heskîfê ya bi betonê jî didome. Tê dîtin ku bi dehan şikeftên dîrokî bi betonê hatine dagirtin û veşartin. Şikefta dîrokî ya ku qala dîroka wê ya 10 hezar salî tê kirin bi kepçeyan hilweşandin û di bin betonê de hiştin. 

Di bin navê “restorasyonê” hilweşandin 

Ji roja hilweşandinê dest pê kir, Turbeya Zeynelbeg, Turbeya Îmam Abdullah, Mînareya Mizgefta El-Rizik, Mizgeft û Mineraya Selahattîn Eyûbî, Hemama Artuklu û Deriyê Roma yên dîrokî ji şûna wan hatin rakirin û birin li cihê Heskîfa Nû bicih kirin. Dema ev berhemên dîrokî hatin veguheztin nayê zanîn ka çiqas zirar dîtine. Li gel van veguheztinên berhemên dîrokî yên Keleha Heskîfê, ji aliyê din de jî Keleh bi betonê tê dorpêçkirin.  

Li Heskîfê heta îro ji sed şikeftî zêdetir di bin navê “restorasyonê” de bêyî ku bê lêkolînkirin bi makîneyên kar hilweşandin û xistin bin betonê. 

Li gel hilweşandin û veguheztina berhemên dîrokî jî rênîşanderên Heskîfê di her fersendê de ji bo ku balê bikşînin ser girîngiya dîrok û çanda li vir, qala dîroka Heskîfê ji turîstan re dikin. Çîroka şikefta bi hezarên salan ku xwedî dîrokek kevnare ye. Lê, ev şikefta dîrokî kirin qurbanê bendava temenê wê 50 salî ye. Me ji vê axa em lê hatine dinê derdixînin, dûr dixin û  biyanî dikin. Me ji çand, dîrok û hebûna me qût dikin û bi vê yekê dixwazin me bê dîrok bihêlin. Armanc jî tune kirina bîr û hafizeya dîrokî a gelên li ser vî axê ye!  

Bi hêviya ku wijdan bikeve devrê 

Ji bo ku pêşî li hilweşandina heskifê bê girtin û rê nedin çêkirina Bendava Ilisûyê geled hewldan hatin kirin, lê mixabin li şûna ku dengê wijdanê bilind bibe û bipeyve, bêdenhî serwer bû û li pêş çavên cîhanê qirkirina çandî pêk tînin. Ji xwe hewildana Jiyandina Heskîfê xwest projeya Bendava Ilisûyê bê rawestandin û ji bo wê jî ket nav lêgerînê. Hewildana Jiyandina Heskîfê bi gotina: “Berê ku direng bikeve, em li bendê ne bîskek berê ya din zûtir fikrê mirovan û wijdana wan bikeve tevgerê” xwestin balê bikşînin ser vê qirkirina çandî û dîrokî.  

Heskîf dergûşa şaristaniyê ye

Heskîfê bi hezarên salan û bênavber ji bo jiyana mirovan malovanî kiriye, ew bûye dergûşa şaristaniya qedîm a van gelên kevnar ên ser vê axê. Em ji bîr nebin ku Heskîf bîr û bawerî ye û mîrateya hevpar a çanda mirovan e. Heskîf dengê ked û jiyana hevpar a gel, çand û baweriyên cihê ye. 

Heskîf cih û warê xwezayî, çandî û bîr û baweriyên cûda ye ku wek muzeya servekirî li pêşberê me ye. Lê mixabin zîhniyeta seqet a mêr bi betonê vê şaristaniya qedîm vedişêre. Ger em Heskîfê û di heman demê de hemû cihên dîrokî ên din ku îro tên wêrankirin neparêzên, em ê li hemberî dîrokê rû reş û bi bêdengiya xwe jî dengê xwe tevî dengê zîhniyeta hilweşîner a heyî bikin. Wê demê wê wijdana me jî kor bibe! 

Rexmê ku di sala 1978’an de wek qada sîtê ya arkeolojîk hat îlankirin jî ji bo parastina wê tu xedbat û hewldaneke cidî nehat birêvebirin. Ji xwe ger nêzikatiyek cidî hatiba raber kirin wê îro bi vî rengî li pêş çavê cîhanê nehatiba hilweşandin. Dîroka ku bi hemû dewlemendiya xwe a çandî ku lazim bû ji nifşên siberojê re bihata hîştin û wan jî karîbaya bi zindî hiştina wê xwedî li dîroka xwe derbikevin. Helbet hîn ne direng e, em hîna jî dikarin wê biparêzin û di nav lepên desthilatdariyê de rizgar bikin. Helbet her kes taybetmendiyên çandî û dîrokî yên Heskîfê dizane, lê dema mijar berjewendî û kara zêde ya desthilatariyê be, hema bêje tiştek namîne ku feda bike. 

‘Bikevin nava tevgerê’

Wek tê zanîn Heskîf ji 10 krîterên Mîrateya Çandî ya Cîhanê UNESCO yê 9’an pêşwazî dike, lê di heman demê de yek ji wan cihane ku heta niha UNESCO pêve eleqedar nebûye û lê xwedî derneketiye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) jî bi biryara xwe ya ku da bûye şirîkê tunekirina çand û dîroka Heskîf ê. 

Bê guman di rojên derbazbûyî de Hewldana rizgarkirina Heskîfê jî di vî mijarê de daxûyanî da û balkêşand ser girîngiya rizgarkirina Geliyê Dîcleyê (Çemê Dîcle) û Heskîf ê. Hewldanê her wiha da zanîn ku ew li bendê ne her kes beşdarî çalakiyên ji bo Heskîfê bibin û  danzanîn: “Em dixwazin projeya Bendava Ilisûyê gavek berê gavekê bê rawestandin. Bêrê ku direng bikeve her kes bikeve tevgerê û li dijî vê projeya qirkirina çandî, dîrokî bisekine. Dem ev deme ku wijdan bikeve tevgerê û li pişberî vî zîhniyeta heyî bisekine.”